Zerdeşt di cih de her du destên xwe du car li ser hev
xistin nav dewê kelî, ew şûştin û dirêjî sêrbazê herî temenmezin
kirin. Darîûs û kesên li wir
tev şaş û metal man. Rahîb hişkobiringo bûn.
Xulamê kesra bi îşaretekê Zerdeşt dîzeke zêr tijî pixûr
anî, bi fermana kesra li ber Zend Avestaya pîroz hat şewitandin. Ev
jî têrê nekir, gel bi hezaran qêrînên li dûv
hev dîwarên serayê lerizandin: “Bijî qesrayê mezin
Darîûs...! Şerefa we heye Zend Awesta, her bijî Zerdeştê hevalên
Hurmiz! Sazbendên dengên alavên xwe birîbûn îcar dest bi
lêxistina sirûdeke olî kirin. Ev bû nîşane ku ji îro şûn de
ehlê serayê dibe, gel dibê wê bikaribin biçin
perestgehê û ji afirinerê mûcîzeya mezin a gava din li vir
xwe da xwiyuandin re û ji desthilatdarê nû re xêr
ûhesenat bikn.Ev yek ji Darîûsê nû bubû kesra re jî bû
mizgîniyek mezin bû.
Bo dirêjkirina pîrozbahiyê
û pêşendaneke dilê gel xweş bike îcar dora şerê gaboxeyan bû;bo
geştirkirina wê, wezîrên kesra her yek xwe bi hiriyê pêçand, di du
tîm tîmên dijber de cih girtin, bi vî awayî girse bêhtir elaqe nîşan
da çalakiyan.Ccoş û kelecan pir û pir zêde bû; ji ber
ku ev pîrozbahî bi xêra serê Zerdeştê serkeftî dihatbû li dar xistin.
Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema
xwe re lînka jêr bitikînin.
https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_48.html
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder