abdukadir selvi etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
abdukadir selvi etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

25.05.2011

Hawar you Mister Şimşek; li Batmanê kalmadi êdî eşek


Di 11’ê Gulana 2011’an de nivîskarê bi navê Abdulkadir Selvi di quncikê rojnameya xwe ya bi navê Yeni Şafak’ê de xwedê giravî pesnê Mehmet Şimşek'ê wezîrê maliyeyê û endamê wekîltiyê yê Batmanê dide. Sernavê nivîsa wî jî heta dibêjî gundî ye: Mehmet Şimşekê Kefrewî; serokwezîr ê hembêzker.


Selvî, ji Şîmşek rewşa kampanyaya wî ya hilbijartinan,

bi zimanê mamosteyekî dibistana seretayî dipirse.
Ew jî vê pirsê wek xwendekarekî baqil ê pola yekemîn bi gotina “pir baş e” dibersivîne.(emrê Xwedê ye. Ma ew ê çi bibêje?) 



Dûre jê pirsa zimanê Kurdî dike:


-Gelo cenabê we, hûn bi Kurdî diaxivin?


-Ez bi Tirkî jî bi Kurdî jî diaxivim. Gava destê xwe didim hemwelatiyan li wan bi kurdî dipirsim. Jin bi Tirkî nizanin...


Piştre hişê wî tê serî; asta Kurdiya xwe tîne ziman:


-Lê, bi Kurdî tenê dikarim tiştên wek “hûn çawan in, baş in” bibêjim. Li hemberî girseyan nikarim biaxivim. Kurdiya min têra vê yekê nake.


Selvî dixwaze têbigihîje ka di kampanyayê de ew ji Batmaniyan çawa dengan dixwaze:


-Bi keyayan re ( muxtar) me civînek lidarxist. Min ji wan re got ez Kefrewî me. Bavê min xwendin û nivîsandinê nizanîbû. Kekê min bi destê me ve girt, em dan xwendin. Di siya xwendinê de ez bûm wezîrê maliyeyê.( We nexwendiye loma hûn nebûne tiştek; heke hûn jî bixwînin tu pirsgirêk namîne)


Selvî di vir de firsenda xwe dibîne û kul û merez û mirazê dilê xwe dide der: “Divê em mînakên wek Mehmetê Kefrewî yê bûye wezîrê maliyeyê zêdetir bikin. Demokrasî Mehmetê Kefrewî dike wezîr; Teror xortên Gewerî dişîne çiya û dike terorîst.”


Mînakê ku ew dide ber Batmaniyan bi kurtî û kurmancî ev e: Zarokên xwe wek Mehmet Şîmşek bê çand û bê zimanê Kurdî, bê hestiyarî û dilşewatiya bo kurd û Kurdistanê li bajarek Tirkiyeyê bidin xwendin. Dûre heke we lê anî, heta ji we tê, wan bişînin welatên dûr ku bila ew bi zilm û zordarî, bi înkar û tunekirina gelê xwe nehisin. Piştî bidawîbûna zanîngehê, wan bînin Tirkiyeyê. Çer heye , bê ziman, bê nasname, bê hestiyarî, bê esil û bê asas û bê reh û bê binyat êdî "hew dikarin bi gelê xwe re tevbigerin". Bi vî awayî serê wan jî nakeve belayê. Ew dibin Wezîr jî, serok wezîr jî...

Kesê ku vê rêyê dide ber Kurda Abdulkadîr Selvî yê Îslamparêz û Umetparêz e...


Ka em Selvî bidin ber serbazên Kemalîst ên dizên keçikên Kurda; dê gelo hûn ê bikaribin wî ji ji wan zordest û xwînxwaran veqetînin?


Ew dagirkerên faşîs û şovenîst bûn ku di dem û dewrana komkujiya Dêsimê de; “keçikên reben ên Kurda yên sêwî, bêxwedî li ber diwaran mayî ” dibirin ji xwe re dikirin berdestî.


Ew bûn wan stûxwaran di dibistanên herî bijarteyên dûrî Kurdistanê de didan xwendin. Ew bûn wan keçikên bi rû û bi sifetkî kurd, bi çav û birûyên reş-belek dîsa kurd, bi husn û dirufkî hezar caran Kurd” di nav çend salan de bi mejîkî, bi giyankî ji bavtirkan bêhtir dikirin tirk û wek siyasetmedar û bijîşk û hemşîre û mamoste bi ser kurda de dişandin...


Ma polîtîkayên nijadperestên 70- 80 sal berê û yên AKP’yê û yên Îslamparêz û umetparêzên ku niha xwe wek demokratên rehmanî nîşan didin ne yek in?


Kî û kê dikare Mehmet Agar ê Elezîzî yê ku radibû rûdinişt digot dewlet ez dame xwendin; min deynê xwe daye wê ” û Mehmet Şîmşek ê Batmanî yê niha dike deynê xwe bide dagirkeran ji hevûdu veqetîne?


Yê yekem bi hezaran operasyonên bi xwîn; yê duyemîn, vê gavê, bi operasyona “ji mirovatî, ji nasname, ji têkoşînê, ji Tevgera Azadiyê kirinê” deynê xwe dide dagirkeran.


Ez di şûna Batmaniyan de bûma, gava Mehmet Şimşek hat qada stasyona Batmanê, bi Kurdiya qirix a ku ew jê fêm dike min ê pêşkêşî wî bikira ev çend pankartên hanê:


Te çi da dagirkeran; ew te kirin bakan?
Hawar you Mister Şimşek; li Batmanê qalmadî êdî eşek.
                                                            Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin