4.12.2010

Tevgera Azadiya Kurd û Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî, ji vir sih çil sal berê bigire heta van çend salên dawîn bi destê Kurda ji qada siyasetê hema bigire ji binî ve hatibû rakirin.

Werin em hinek mejiyê xwe li ser dîrokçeya vê malkambaxiyê biwestînin. Kurdên me yên berê, ew ên ji dilê xwe sax, gava li ber dewletên dagirker serî radikirin, ji rewabûn û meşrûiyeta serhildanên xwe, ji mafdariya liv û tevger û çalakiyên xwe ewqas bi bawer bûn ku, piştî têkçûnan di mejiyên xwe de dibirin dianîn dikirin nedikirin sedema darvekirin û zîndankirina serok û lehengên xwe fêm nedikirin.

Bi rastî jî ew mêrên girên geriyayî yên wek dêwan, di qada şer de êriş dibirin ser dijmin wek şêran ; lê gava dîl diketin û derdiketin hemberî dadgeran “ji bela bêzimaniyê” vediguherîn dibûn kerr û lalên reben û stûxwar, sêwiyên ber diwaran...

Heta van salên dawîn jî mezinên me digotin ; “heke şêx û mela û serokên me bi têra dilê xwe bikaribûna bi tirkî bersîva dadgeran bidana ew zû bi zû nedihatin darvekirin.”

Piştî serhildana dawîn a neserkeftî ya ku li Agiriyê rû da û hat çewisandin derûniyeta gelê Kurd bi xwe xwe veguherî hate ser xeteke nû. Êdî Kurd têderxistibûn ku jiyan bi Kurdî êdî pir û pir zor û zehmet e. Bo parastina laş û can, bo kerîkî nan dijmin digot teqez divê hûn biterîkînin ziman.

Ew jî gotin çer hebe dê em ê di mal de biparêzin Kurdiya xwe ya delalî, lê li derve bi wan bêbavan re bi tirki êdî daynin têkilî.

Di serî de ne xem bû têkçûna li çarşî û bazaran, şerpezebûna li derê nexweşxaneyan, rezîl û rûsiwabûna li bajaran; mêranî û mêrxasî ew bû ku tu bersîv bidî çawîş û serbaz û memûr û dadgeran.

Di salên 1950’an de bo kurda tirkî bi qasî gayekî sor, kuçikekî gurêx, miheke qerqaş giranbiha bû. Serde ew ketibû şûna çoyê mêraniyê jî. Heke yekî li derê dewletê bi dozgerek re an jî bi dadgerek re hevokek bi tirkî li hev anîbûya nav û dengê wî li heft gundan belav dibû, mêr di civatan de, jin li ber tennûran pesnên wî didan:
“ -Elîxan gotiye, hakim Beg, Elah wekîl ben yapmamîşem! ( Xwedê wekîl min nekiriye)

Ên ji vê hevoka bi hikmet hayîdar dibûn pirî diheyîrîn guh li wan dirêj dibû digotin;
“errik çi bersîv daye dozger! Malik ava, çi jîr û jêhatî ye! Ka mêr li ser hene... Bi serê Şêx Eliyê Paloyê zimanê Tirko mîna tirpan daye dest û pêde diçe, êdî kî dikare pê!”

Kurdî ji binî ve tune dihat hesibandin. Gava kesek li deriyê hukumatê ( dewletê) asê dibû, bi karbidestekî dewletê ve rûbirû dima, didîtîn ku ew nikare biaxive wî/wê wek sewalan dihesibandin û digotin “ nikare biaxive” (feqîro, ji tirsan newêribû bi Kurdî biaxive ).

Ecêb û gosirmeta mezin peyveke bi navê “bêzimanî” di ferhenga gelêrî ya Kurdan de tunebû. Kî û kê kerr û lal nebûya xwedî ziman bû. Lewre dengbêj di kilaman de ji bo kesên tirkînezan rasterast bi tirkî, bi qewlê dagirkerên xwe, digotin “dîlbîlmez” ( zimannezan).
Di giyan û mejiyê Gelê Kurd de jî êdî “nezaniya zimanê Tirkî” wek bêzimanî hatibû bicihkirin.

Nifşên niha dibe ku ji van gotinan bawer nekin. Bo vê yekê ez ê mînakek rasteqîn bidime wan.

"Li gundê Qereaxil a bi ser Kopê de ye, mirovek çerkez ê bi navê Fûatê Ûrisko hebû. Ev camêrê di jiyana xwe de dibistan nas nekiribû; çawa lê anîbû kes pê nizane, tirkiyek baş di dev de bû. Min kurê wî di sala 1977’an de nas kir û jê pirsî ka Fuat Efendî sax e an na... Wê demê bi gotina kurê wî, temenê wî ji sed salî zêdetir bû û hêj li ser xwe bû. Fûatê Ûrisko ji dewra Serhildana jêx Seîd bigire heta salên 1960’an bi tirkiya xwe li welatê me Serhedê nav û deng dabû. Kopî, Gimgimî Xinûsî û Tatosî li dev û destê wî dinêrîn. Kî û kê li deriyê dewletê asê bubûya, biketa tengasiyê, hewara xwe dida wî. Ew bi serîkî dewar, bi cotek pez, an bi perekî maqûl, ser de jî bi hezaran lava û rica û minetan diçû dozê safî dikir. Kurê wî digot çend carana Kurdan bo ku bibe parleman lavayî wî kirine lê, ji ber hin sedeman wî erê nekiriye."

Êdî Kurd ketibûn wê halê ku digotin gava zarokên wan fêrî tirkiyek baş bibin, dê ew ên dewletê jî bidest bixin; ji pest û pêkûtiyên ku êdî dabûn qirikê jî rizgar bibin. Ev nêrîna şaş rê li ber xetereyek pir mezin vekiribû: Xwebişavtina bidil!

Heke piştî têkçûna serhildanan, dewleta tirk li tevahiya gundên Kurdistanê avakirina dibistanan biqedanda, çi keç çi kur, dibû ku dê hemî zarokên kurdan bi dilê xwe biçûna wan aşên asîmîlasyonê bixwendina û wek encam jî, li seranserî welêt ji wan pir kêm kesên kurdîaxêv bimana...

Piştî Sehildana dawîn a li Agiriyê rûda û têkçû; zimanê tirkî “wek qimil - bi qewlê mirovên berê- ket nav zarokên “mekteblî” (xwendekarên dibistanên dewletê). Ew rebenan bi hînbûna zimanê dagirkeran neman, giyan û kesayetiya xwe jî xistin bin tesîra çand û nasnameya wan. Ew ji kurdayetiyê ewqas sil bubûn ku gelek ji wan êdî ji dê û bavên xwe yên tirkînezan jî şerm dikirin.

Ên bi maneya xebatê diçûn bajaran hew vedigeriyan welêt; di kolanên bajaran de dibûn sûtal diheliyan diçûn... Xwezila ev kesayetiya riziyayî bi xwendekaran tenê bima! Li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî li bajar û bajarokên ku serhildan rûdabûn û têk çûbûn malbatên Kurd ji kurdayetiya xwe çiqas şerm dikirin; xwe çiqas biçûk, nezan, bê qedr û qîmet didîtin, dagirkerên xwe jî li ber çavan ewqas mezin dikirin.

Bi taybetî li Agirî û li bajarên derûdora wê, Kurd destê zarokên xwe yên keçîn ên 10- 12 salî yên tirkînezan digirtin, gelek caran bêqelend didan mêrên Tirkên Anatoliyê yên 40- 50- 60 salî...

Ber bi dawiya salên 70’yan tevger û rêxistinên kurdan hewl dan, hin kar û barên xwe bi Kurdî birêve bibin lê, ciwanên xwenda yên ku bi vê derûniyeta şikestî û birîndar gihîştî, bi ya min bona ku xwe bi kurdan – ên ku dagirkeran çand û zimanê wan li ber çavên wan reş kiribûn, kurdîaxêvan jî wêk kesên hov û nezan dabûn naskirin – bidin pejirandin, di kar û barên xwe yên siyasî yên li derve û navxweyî de Tirkî bikardianîn. Bi tenê, gava bêriya welat dikirin an jî li xerîbiyê rastî hevûdu dihatin bi Kurdî li hev dipirsîn û çend gotinên navmalî û navgundî dikirin, ew bû...

Çi ji bêgaviyê dibe , çi ji baweriyê, çi jî ji tirs û xofê dibe hal û ehwalê ciwanên Kurdan ên herî welatparêz ên beriya Tevgera Azadiyê ev bû... Kurdî bêxwedî, stûxwar, li serê çiya û baniyan benîştê devê koçer û gundiyan bû ...

Heta geşbûn û pêşveçûn û di nav gel de belavbûna Tevgera Azadiya Kurd, kurdên li ser zimanê xwe mabûn, ên bi çanda kurdî ve girêdayi mabûn ew kes bûn ku rê û rêbaz û derfetên hînbûna Tirkî bi destê wan neketibû... Ji xwe Kurdiya ku di devê wan de mabû “ navmalî û navgudî” bû; kêrî kar û barên siyasî jî nedihat... Term û têgehên siyasî hema bigire bi tevahî tirkî bûn. Ji bela tunebûna derfetên ragihandinê rê tunebû ku “Kurdên çar parçe” yên di bin desthilatdariya biyaniyan de, ew jî têrê nedikir her yek sed parçe bûn di nav xwe de, tifaqa xwe bikin yek, ji pêşveçûnên hevûdu sûde werbigrin, ji wêjenas û hunermend û rewşenbîrên hevûdu hayîdar bibin û zimanê xwe nûjentir û dewlemendtir bikin...

Hişmendiya yekîtiya hemî kurdan û çar parçeyên Kurdistanê - ya ku bi destê Tevgera Azadiya Kurd hêdî hêdî di nav gel de belav dibû- hewcedariya zimanekî hevbeş derxist holê û roj bi roj amadekariya vê yekê hat kirin. Lê, ya girîng ew bû ku di serî de kesayetiya şikestî, riziyayî, ji qidûm ketî ya kurdan bihata pînekirin û temîr kirin... Bo vê yekê jî, dora pêşî şer divêt, xwîn û xwîdan divêt, fedakarî û berxwedanek kesnedîtî divêt...

Heta salên 90’î ev pêvajoya ji gorê rakirin û dermankirina kesayetî û derûniyeta bêhal û bêmecal kudand... Dûre pirtûk û kovar û rojname û televîzyonên bi zimanê Kurdî yeko yeko, wek gulsosinên Kurdistanê, şaxvedan, di demeke kurt de gelê kurd ew dan ser seran... Heke Tevgera Azadiyê têkbiçûya û kurda ranekiriba ser piyan, kurd di warê weşangerî û çapemeniya bi zimanê xwe de deh- pazdeh salên din jî bi derengî biketina, Kurdî hew serî ji xewa mirinê radikir; Jiber ku bi sedan televîzyonên bi tirkî û bi erebî û bi farisî wek zîpik bi ser wan de dibarîn û ji dergûşên li ber pêsîran bigire heta kal û pîrên diran weşiyayî jî xwe bi wan bilî dikirin, Jiber ku ev sedsal sedsala koça ber bi bajaran ve bû û Kurdî pûnik û hêlîn û stargeha xwe ya dawîn jî di gundan de dihîşt, di kuçe û kolanên metropolên xelkê de wenda dibû diçû...

Hezar heyf e ku Kurdên li rojavayê Feratê, ji hişmendiya ku Tevgera Azadiya Kurd afirand bêpar man. Ev rewşa malkambax kir ew bace û kulek ji çand û zimanê biyanyan re serpişt vekin, deriyên xwe li ber kurdî bi dîwar bikin... Meletî bi serê xwe îbretek mezin e; bo ku em bizanibin ka çi dibû rewşa ziman û nasnameya Kurd, bê Tevgera Azadiya Kurd...

Digel pêşketinên van çend salên dawîn zimanê me, bi taybetî Zazakî û Kirdmanckî di çi halî de ye, bila bimîne bo nivîseke din lê, gotina min a dawîn ew e ku gava em rewşa ne bidilê me ya Kurdî tînin rojevê, gere pêvajoya ku em tê re derbas bûne û hatine vê qonaxê baş bizanibin û nekevin dafika hin guhsit û famkork û Beko Ewanên ku dil hene sûcê bişaftin û xwebişaftinê yê dagirkeran bikin stûyê Tevgera Azadiya Kurd...
                                                                                 Mamoste Marûf

21.10.2010

Apê Torî jî çû...

Ew mamoste bû... Lê ne mamostekî ji rêzê, umrê xwe li ser zanista dîrokê pûç kiribû. Pir xwendibû. Pir vekolandibû. Bi taybetî li ser dîroka gelê Kurd û ya gelên derûdorê xwedî agahiyên pir kûr bû. *** Min, ApêTorî û Apê feqî, du evîndarên Kurd û Kurdistanê, di sala 2000’an de, di dema qursa yekemîn a mamostetiya zimanê Kurdî de- ya ku ji alî Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû lidarxistin- de bi hev re nas kirin. Di kelekela germa havînê de, her du xweşmêr, bi kaltiya xwe nediman, çar bû, pênc bû, nizanim êdî çendik û çend qat bû, wek şêran radipelikîn merdîbanan û dihatin wane didan me. Her du kalexort jî ji heman nifşê bûn; nifşa red û înkar kirî, nifşa tune hesibandî, nifşa di bin pestû pekûtiyan de di qula derziyê re derbaskirî, reben û stûxwar mayî... Nifşa Apoyan; Apê Mûsa, Apê Feqî, Apê Torî ... Lê ew, ji wan çend kesên berxwedêr bûn ku li ber dijmin ti car serî dananîbûn. Evîndarên Tevgera Azadiya Kurd, du zehmetkêşên zanistê... Êdî ji wan nedihat ku ço bigirin, lê pênûs dabûn dest û dikirin bext û siûda reş a gelê kurd biguherînin. Xwedêyo ew çi kelecan bû, çi evîndarî bû di dilan de! Per û bask hebûna dê ew ên bifiriyana... Apê Torî pir dilşewat û nefsbiçûk bû. Gava yekî dijberiya gotineke wî bikira disekinî, di mejiyê xwe de dibir dianî, dida ber daneyên zanistî û dûre bi rûkenî, bi helîmî û selîmî lê dizivirand. Ew hez ji gotinên zêde nedikir. Di dema wanedayînê de pir kêm diaxivî. Piştî çend hevokên bi bingeh ên zexm ên zanistî, li benda pirsên xwendekaran dima û hemiyan bi xweşbînî dibersîvand. Di ser de deh salên têr û tijî bihurîn lê, Apê Torî bi xweş sifetê xwe, wek abîdeyek sebr û tebatê, zanist û hunerê, hê jî li ber çavê min e. Ew î roniya her du çavan di ber gelê xwe de rijandibû. Çavên wî ji evîndariya Kurd û kurdistanê wek çavkaniyên welatê wî vekirîbûn lê, mala min ê , êdî nedidîtin.... *** Êdî ji me çûye lê, hêviya min ew e ku dê xortên me xwe li Apê Torî bigirin û çend keviran jî ew daynin ser hîmê dîrokzanî û dîroknivîsiya Kurd. Divê bête zanîn ku heke em dîroka xwe bi xwe nenivîsin wê neyarên me wek qertelên ser berateyan hemû hebûn û hêjayiyên me birûçikînin û me rût û repal li holê bihêlin. Em dizanin, dişukirînin ku Apê Torî bo gelê Kurd û gelên cînar xizmetek mezin kir. Xwezil bi canê wî, ew ketibû bin barekî pir giranbiha û pîroz. Heta dawiya temenê xwe jî ew wî barî ji pişta xwe navit û deynê xwe yê bo gelê xwe heta quruşa dawîn da... Em Apê Torî jî bi hêstirê çavan, bi dilê xemgîn ber bi bihûşta rengîn ve bi rê dikin û piştî şîna wî em ê di halê xwe de jî bigirîn: “Ew çi ji dest hat kir û çû, gelo em ê jî bikaribin deynê xwe bidin?” Mamoste Marûf

23.09.2010

Wate û girîngiya medyaya neteweyî…

Gava ez dinivîsim, tirs û hêrsa min a herî mezin xwendekarên kurdînezan na, “xwendekarên nîvcozana yên Kurdî û Tirkî ne…” Tu, çi di mejî de hebe didoşî didî ber wan ew di nav wî şîrê helal de mîza xwe ya xalî dikin, diherimînin û kevçîkî jî dirêjî te dikin dibêjin; “bihna mîzê ji şîrê te tê…” Di nîvîsa xwe ya çend roj berê ya di koma Diwanxaneyê de, min analîza çapemeniya Kemalîst kiribû û bo Radîkalê gotibû: Radikal; rûyê demokrat ê Kemalîzmê ye. Hevalek pir hêja, xwedê giravî bersîv daye min; bi zimanekî tûj êrişî min dike û bi ser min de diqîre dibêje: Mamoste tu Kemalîstan re dibêjî demokrat in! Rebiyo, tu sebrê bidî min û hemî xêrxwaz û dilşewatên Kurdan û nehêlî ku ew ji ber nezantiya hin kurdan hiş û aqil winda bikin… Xwedêyo, tu, vê nexweşiya me ya bêderman a ez dibêjim “ nexweşiya bêzimanî” ji nav me rabikî, bo xatirê şehîdan tu me jî bikî ji wan netewên ji hevûdu fêm dikin… *** Konstantîn Sîmonov, ronakbîr û wezîrê çandê yê Sovyetan ê di salên 1950’yan, di pirtûka xwe ya bi sernavê “ Bi salan û bi riyan berê” de dibêje : “Dewletek fûzeyek nûkleerî bavêje dewleteke din, heta çapemenî pê nehese şerekî navneteweyî dernakeve. Loma çapemenî ji çekên nûkleer jî bihêztir e.” Medya amûrek ewqas mezin e ku bêyî wê çi siyaset, çi şer, çi aşitî, çi aborî, çi zanist; ti qencî û ti neqencî nabe… Heke mirov bi çavekî neteweyî lê binêre û bi baldarî li ser hûrûkûr bibe, wê çaxê têderdixe ku bê medyayek neteweyî girseyên mirovan ti car nabin netew; an, netewek bê medya naxirek bê ser û ber; bê armanc û bê pergal e… Em bala xwe bidin Şoreşa Fransî ya rê li ber netewbûnê vekir, dê em ê rastî rojnameyên Fransî yên xwedî tirajên herî bilind ên Ewropayê bên… Li sedsala 19’an a Dewleta Osmaniyan binêrin; netewên ku dora pêşî ji Osmaniyan veqetiyabûn teqez xwedî çapemeniyên xurt bûn… Bi taybetî jiber ku li pêvajoya me ya dawî jî tê, ez ê tekoşîna azadiya gelê Ernawit bînim bîra we. Ronakbîr û rojnamevan û ferhengnivîsê Osmanî “Şemsedîn Samî” ( bavê Alî Samî Yen) û birayên wî, gelek beriya “Kurdistan”a me ya Celadet Bedirxan ew jî rojnameyek diweşînin û roj bi roj bi deh hezaran li tevahiya Albanyayê belav dikin. Ew, gelê Ernawit di warê perwerdehiya bi zimanê Ernawit de şiyar û serwext dikin. Gel, bi tevahî pergala perwerdehiya Osmaniyan ( wan salan Îtîhadiyan kiribû Tirkî) protesto dike û di nav gelên misilman de cara ewil xwe ji nav dest û lepên Osmaniyan rizgar dike; dibe xwedî dewlet… (Ernewidan, peykerên her sê birayan jî li qada herî fireh a Tiranê danîne. Di heman demê de Cemal Paşa waliyê Sûriyê ye, li vir jî bi qedexekirina Erebî namîne, elfabeya Erebî jî dike biguherîne û wek Latînî tîp bi tîp ji hev cuda bide nivîsandin; lê ji bilî çend ronakbîran, ji ereban ji kesî ti deng dernakeve) Ez bi têkoşîna azadiya vî gelî, ji Kurdistana Celadet Bedirxan hesiyam; dûvre min hinek vekoland, dît ku, ew heşt salan bê rawestin li ser girîngiya ziman dinivîsin û di her hejmarî de çalakî û nêrînên xwe û yên gel radigihînin raya giştî… Ev yek bo afirandina rojevek neteweyî û bo têgihîştina girîngiya çapemeniya neteweyî nimûneyek pir palkêş e. Heke wê çaxê, wek îro li me Kurda dikin; Osmanî xwedî çapemeniyek xurt bûna û alîkî Ernawidan ber bi xwe ve bikişandina, serhildana vî gelî an wê têk biçûya, an jî wek ya me pir bi derengî biketa… Îcar werin ser malmîratiya me... Hûn jî dizanin xeynî Roj Tv û çend televîzyonên me yên bi navgîniya satelîtên biyaniyan weşanên xwe dikin, em ne xwedî medyakek xurt û bihêz in... Piraniya gelê me ji xizniyê dibe , ji nezaniyê dibe, ji xemsariyê dibe ji van televîzyonan jî bêpar e ... Çapemeniya me ya nivîskî jî ji hêla kartelên belavkariyê yên serdestan ve nayên belavkirin. Dem bi dem bên belavkirin jî, bi qewlê Ehmedê Xanê; ji ber ku em “li siwadê (nivîs) çavnas” nînin, ên çavnas jî heyran û qurbana rojnameyên biyaniyan in; bi têra xwe nirx û qedrê rojnameyên xwe nagrin, wan nastînin, naxwînin; ew jî ji qudûman dikevin dilewizin, dilewitin, nikarin rojnamevanên profesyonel bixebitînin û peywira xwe torelî bînin cih... Bi hezaran kul û keserên me yên neteweyî an veşartî mane, An bi destê qelemşûrên serdestan bi awakî berovajî hatine ragihandin, An di nav rûpelên rojnameyên me yên bi çar-pênc hezaran çapkirî û belavkirî de bi hêstirên çavên me rebenan şil bûne; bê ku kes pê bihese winda bne çûne... Mînakek bo girîngiya afirandina rojeva Kurdî; Zarokên me bi salan kevir avitin dagirkeran... Me di serî de qet nekir rojeva xwe; serê xwe pê neêşand. Bi sedan hatin zîndankirin, Çendikî şûn de, me di ber xwe de, di çapemeniya xwe de got; “ew zarok in, destekî goşt in; nezan in; guneh in... Di girtîgehan de êdî bo tînerciyan cih nema bû, bazar li rojnamevan û siyasetmedarên Tirka teng bubû; ji tirsan newêrîbûn ji mal û karxaneyên xwe derkevin; di medyaya Tirk de xwedê giravî ronakbîrên wan ên dilşewat derketin gotin; “zarokên Kurd, kevir avitinê wek leyistok dizanin...” Ew gotin; “ev zarok ji travmaya şer nexweş in, nexwendî û nezan in; zarokên kolanan in; ên bixwedî di nav malbatên hejmarkî giran de bê hezkirin û bê şewqet in ” Gotinên wan li xweşa me jî çûn. Me bi çepik û bi tilîliyan ew rojnamevan û pîspor û ronakbîr û siyasetmedaran pîroz kirin. Di rastiyê de ev rojev ji hêla dagirkeran ve hatibû destnîşankirin; em jî li ber bayê wan ketin... Rastî çibû? -Ew zarokên me yên welatparêz ên herî ji dil û can bûn... -Ew ne nexweş; zarokên herî “baqil û maqûl ên Kurda” bûn... -Ew xwedî nasname û kesayetiya xwe bûn... -Ew adrês û wateya kevirê xwe baş dizanibûn... Me gere bigota ne ew ; zarokên me yên em dikin nakin “kevir navêjin” nexweş in... Ew, nezan û perîşan in... Ew, bê ziman û bê nasname, sûtalên kolanên metropolan in... Ew tînerkêş û balîkêş û tîryakkêş in... Ew diz û qapqaççiyên bajaran in... Ew di dibistanên Tirko de wek reşikên di nav çermsipiyan de stûxar in; ji sedî 90’ê wan, an di xwendinê de neserkeftî, an fîrarê dibistanan in... Zarokên me yên kevir navêjin û diçin dibistanên we û bi zorî biserdekevin û dixwînin, ji bela bênasnametiyê, şermok û lerizok in ; ji rastiya gelê xwe pirî dûr in; qul tune bikevin; ji xelkê re masîgir; ji xwe re kûsîgir in. Kesayetiya wan şikestî, zimanê wan heliyayî, bo pêşerojê bêhêvî û bê bendewarî ne... Dawiya dawîn divê em ji sikura zarokên xwe yên “keviravêt” bikevin û ên “kevir neavit” bînin rojevê... Medyayaya neteweyî; li ber bayê serdestan neketin e... 23 Îlon 2010 Mamoste Marûf

5.09.2010

Şîyar be, lo kundê kor, lo kevirê ber dîwaran,

Bala xwe didimê nivîsên dûvdirêj ên di vir de tên weşandin hema bigire qet nayên nîqaşkirin; ez divêm nayên xwendin loma… Dixwazim li ser referandûmê heta ji min tê kin binivîsim. Bi qasî ku em pê dizanin bav û kalên me, ji vir du hezar û şeşsed sal berê cara yekem tifaqa xwe kirine yek û ji Kurdistan û Anatolî û Îranê bigirin heta Efxanîstanê bûne desthilatdar… Dûvre çi diqewime hûn pê dizanin, ji hev belav belavî dibin û di qûntarê her çiyakî de, di her newaleke de, li serê her girekî malbatek bi cih û war dibe, her yek dawe û doza mezinatî, axatî û mîrtiyê yê dike. Her malbatek malbata dî an bi dizî û talakeriyê, an bi xayîntiyê, an bi hovîtî û wehştiyê, an bibêpaxişî û bi qirêjiyê, an bi guhsistiyê sûcdar û tewambar dike. Bi gotinek din her yek xwe “li ser ê dî çêdike” Xwe çêkirina li ser ê dî, bi hev re ketina ber qayîşê… Encam: Hevkariya newekhevan; bi awakî din; bocikhejandin û çok danîna li ber neyaran…. Ev derûniyeta rizî, ev kesayetiya derizî, ev mejiyê tevizî bi hilweşîna Federasyona Medyayê re wek nexweşiyek bê derman digihîje gelê Kurd … Ev malkambaxî bû para Sulhedînê mey ê Eyûbî û nehişt ew xwe wek desthilatdarekî Kurd nîşan bide, bo gelê xwe kevirek bide ser kevirek… Nehîşt ew li ziman û çanda xwe xwedîtî bike, qe nebe kêlika xwe bi zimanê dayîka xwe bide nivîsandin… Ev malwêranî bû ku, kir em di sala 1071’an de, li Kela Milazgirê bi deh hezaran cengawêran li dûv qwîna Alpaslanê Tirkman ketin… Ev îxanet bû ku, ket dilqê Îdrîsê Bedlisî û mifteyên hemî bajar û sancax û gund û gomên Kurdistanê da destê Yavûzê Xûnxar… Ev derûniyeta tajîtiyê bû ku kir hin ji me xwe bi Farisan ve, hin ji me xwe bi Tirkan ve bişidînin û li Qesra Şirînê welatê me bikin du par; hela li vê ecêb û gosirmetê, parek jî ne ya me! Ev cahştî bû ku di sedsala 19’an de, di qirna şiyarbûn û netewbûn û serxwebûn û azadiyê de, ji Osmaniyan bêhtir Osmanîtî, ji Ereban zêdetir Misilmantî kir bû Hemîdiye… Dîsa ev kesayetiya derizî bû ku di pêvajoya şerê yekemîn ê Cihanê de, di dirêjahiya Şerê Serxwebûna Tirkan de digel ku Dewleta Osmanî ji hev ketibû, dîsa guhsistiya herî mezin kir û li ber bayê nijadperestên Tirkan ket; dawiya dawîn di dema Peymana Lozanê de İsmetê gurê har wek nûnerê hemî Kurdan tayîn û destnîşan kir: Aqûbet: Kurdistan çar par, em di welatê xwe de xulamên hejar… Dawiya dawîn, Tevgera Azadiya Kurd sih sal berê dora pêşî bi van bênamûsan re, li dijî vê kesayetiya nîvruhî û bi giranî nexweş dest bi şer kir. Piştî 1980’an şervanên azadiyê bûn agir û bizot, bi cendekên dagirkeran ve zeliqîn. Lê êxbala kor, dagirkeran ew nexweşên kelûxaş derman kirin, bi çek û rext, bi pere û pol, bi ritbe û nîşan kirin bi ser gel û şervanan de şandin. Ew bûn qoriçî, bûn hîzbula, bûn tîmên taybet. Ên çek nedan destan jî bi van kûçikan re û bi xwediyê wan re hevkarî kirin, bûn xwedî sermiyan, bûn parleman, bûn wezîr, bûn şaredar… Îjar werin van cahşan tev bidin ser hev; Kurdên hezar sal berê li nasnameya xwe xwedîtî nekirin li Qudsê bi navê umetparêziyê bûn Ereb, li Milazgirê bi heman armancî bûn Tirkman, di sedsala 16’an de bûn Osmaniyên Yavûzperest , di sedsala 19’an de Evdilhemitperest, Li Lozanê Tirkperest, di dema serhildanan de bûn milîs û qoriçî û cerdevan, Bûn endamên Hîzbula yên kevneperest (ew di salên 90’ de di bin banê Komelaya Belavkirina Zanistê ( İlim Yyma Cemiyeti) Weqfa xortên netewyî( Milli gençlik Vakfı; ) Pirtûkxaneyên Mektebê ( Mektep Kırtasiye) de, bi alîkarî û hevkariya Polîs, artêş û Mît, û jît û jîtem û Tîmên Taybet xebatên xwe dimeşandin… Bala we dikişîne ev malwêranên Kurdîstanî di pêvajoya REFERANDÛM’ê de bi tevahî bûne yek û dibêjin ERÊ… Kêm kes ji wan tevlî naxira NAXÊR bûne… Kurdên êdî bûne netew, ên serbixwe, ên bi xwe bawer, ên dibêjin em “ne ji we, ne ji wan in; em gelekî ji gelên azad in” çi dibêjin? EM WEK KURD, “MAKEZAGONA KU ME NAS NAKE” NAS NAKIN… Bi awakî din B O Y K O T… Niha hin ji van bêhişan, dê bibêjin; ji her dû aliyan kîjan baş be , divê em piştgiriya wî bikin… mînakên jorîn bibîr bînin: Di serdema Sulhedîn de xaçparêz xera, Erebên misilman baş bûn… Di 1071’an de Dîyojen xera, Alpaslan çê bû… Di 1915’an de Rûs û Ermenî gawir, Tirk misilmanên qenc bûn… Li Lozanê İsmet ehlê qible, Corc bê dîn û bê îman bû… Heke ji wan yek rastî we hat jê re bibêjin Malmîrato, de em bibêjin di wan dewr û dewranên berê de Kurdên xwedî irade tunebûn; bê serî û bê berate û bê rêxistin bûn… Şîyarbe, lo kundê kor, lo kevirê ber diwaran, edî tu heyî lo…!

8.02.2010

Rewşa Kurda ji aliyê Tayîp ve çawa dixûyê?

Bala xwe bidinê, desthilatdariya tirk û -çi îslamparêz, çi demokratên lîberal, çi çepgir û rastgir û Kemalîst, çi kurdên ji refên xwe veqetî û li dû qwîna xelkê ketî- hemî hevkar û piştevan û şirîkên wê, bi yek dengî radibin rûdinin dibêjin “bila Çekdarên Tevgera Azadiya Kurd; hêvî û parêzvanên dawiya dawîn ên Gelê Kurd, bê deng, bê qal û qir bê teq û req xwe ji çek û rext bikin bên”

 Ecêb û gosirmeta mezin ev e ku; ew heta niha tu car, ji bo çareseriya tu pirsgirêkekê nehatine cem hev, li ser hev necivîne , li hev nekirine, lê çawa dibe kes pê nizane, di warê çek berdana kurda de teqez tifaqa xwe dikin yek, li hev dikin.

 Wek mînak, ew li ser Ergenekonê bi hev nakin. Li ser mafên mirovan bi hev nakin. Li ser çareseriya pirsgirêka Qibris û Ermen û yewnan li hev nakin... Li ser guherandina zagona bingehîn a leşkerî ya 82’ yan li hev nakin. Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de jixwe li ser tu mijarî li hev nakin... Lê gava dor tê PKK’ê tev dibin yek, bi yek dengî û bi yek rengî dibêjin bila ew dev û dest ji çek berdin û werin bikevin ber bextê dewletê. Ez jî dibêjim belê, bila bên. De ka piştî hatina wan dê hûn ê çi bikin? Dê hûn ê nasnameya Kurda bi awakî fermî bipejirînin? Dê hûn ê zimanê Kurdî ji afat û tofan û lehiya asîmîlasyonê rizgar bikin? Dê hûn ê, zarokên kurdan ên xwendekarên dibistanên seretayî yên hêj destekî goşt in, ji sonda nijadperest a “ tirk im, dirust im, ...ez bi can û cendek qurbana hebûna tirkan bim” biparêzin an an? Dê hûn ê Erdnîgariya talankirî, wêran û wêrtaskirî ya Kurda, ji nû ve şên û ava û aram bikin? Dê hûn ê Kurda, ji bêşixulî û ji xizanî û ji nezaniyê, bi kurtasî ji “bêrûmetiya heştê salan a li ser wan ferz kirî” rizgar bikin?

 Ji dewletê tu deng dernayê...
Bersîv, ji berdevkên wê yên di dilqê ronakbîr û rojnamevan û siyasetmedarên -Xwedê giravî sivîl in- tê:

“ wa ye Tayîp dixwaze pirsgirêkê çareser bike. Ew tûjika dewletê jî, biniya dewletê jî dinase. Ma hûn ji wî çêtir dizanin ka rewş û hal û ehwal çawa ye? Dê ew ê vê pirsgirekê bi awakî (?)çareser bike. lê, divê dora pêşî aliyê kurd çek berde û bê...”

 Bi gotina wan, bi saz kirina TV 6 a bi kurdî, bi lêvkirina guherandina navên tirkî yên gund û bajaran, bi nîvcokî biryardayîna vekirina enstîtûya zimanên- ku derheqê wan de di dilê xwe de dibêjin Xwedê qehra xwe li wan bike, hêj nemirine mane- zindî, çend şertên çareseriyê hatine cih. Ên din jî(?) piştî çekberdan û hatina gerîla dê bên cih...

 Bi ya wan, li ser navê dewletê û hêzên mezin ên Cihanê Tayîp jî dîtiye ku êdî ev pirsgirêk gere bê çareser kirin. Ew bi dilê xwe yê sax bang li PKK’ê dike dibêje were... Aliyê Kurd, di gel hemî bangewaziyan, dibêje Tayîp ne jidil e. Ew jî yek ji hevkarên kujer û talanker û bişavkeran e lê, “ji wan ên konek û pişt mistker û pişo pişoker...”

 Mejiyê neteweyî yê gelê kurd, bi hezaran çîrok û metelok û pêkenokên li ser kes û kesayetiyên “konek û bi fêl” têr û tijî ye. Wa ye ez yek ji wan berhemên giranbiha yên hiş û mejiyê Gelê Kurd pêşkêşî we dikim. Hûn ev du kesayetiyan, Tayîp û meleyê gund, bidin ber hev, ka kîjan ji yê din baqiltir û jîrtir û jêhatîtir e? *** 

Meleyê gund, her cara ku bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê, çavê wî bi jinekê û mêrekî dikeve. Her du li ser xêniyê xwe tim û tim rûniştî ne û bi hev re ken û henekan dikin.
 Jinik pir xweşa mele diçe, gava çav pê dikeve agir bi serî dikeve, hiş û aqil difûre meletî ji pê re...
 Rojek, du roj, sê roj... Êdî hew xew dikeve çavan, sebr û tebat dimîne. Şevekî şeytan dikeve qalikê wî, diçe xwe li koşeyê xêniyê wê ditelîne. Hayê jinika reben ji bayê felekê tune. Bo destavê çawa ku derdikeve derve, yek ji nişkave bi her du destê wê ve digire û ber bi xwe ve dikişîne. Bala xwe didê ev meleyê gund e.

Mele bê pirs û bê teklîf dike fişefiş û jê re dibêje: “Porkurê ez bo te mirîme, xêra mezinên xwe ji sing û berê xwe yê sipî û qerqaş, ji dev û lêvên xwe yên şirîn û şekirîn ramûsanek kerem bike!”

Jinika reben bi dîtina mele şaş û mat dibe, ez bibêjim ji şerman, hûn bibêjin ji tirsan, diricife û hêdîka jê re dibêje:
“- Mele, eyb e, şerm e tu van gotinan dikî! Heke mêrê min bi vê bênamûsiyê bihise ew ê te jî bikuje, min jî...” Û direve dikeve malê.

 Mele pol û poşman vedigere, lê ev tirsa jinikê ya ji mêrê xwe cesaretê dide wî û dotira rojê dîsa diçe paş mala wê û heman daxwaziyê jê dike. Jinik dîsa red dike. Mele vê yekê ji xwe re dike edet û her şev, wek kundê kor, xwe li paş diwarê mala jinikê vedişêre û bi derketina wê ya ji malê wek qirnî pê ve dizeliqe û heman tiştî dixwaze. Jinik dike nake xwe ji mele xilas nake...
*** 
Şevekê dîsa derdikeve derve, mele wek her carê dîsa qîra xw tê dide. Jinik dibîne nikare xwe jê xilas bike, li ber rûyê wî disekine dibêje:

"- Mele ser çavan; ez ê xewsteka te bînim cih; lê sê şertên min hene..."
 Mele pirî şad dibe baskên wî hebin ew ê bifire... Jinik şertên xwe yeko yeko dijmêre:

-Mele dora pêşî divê tu di mizgeftê de qwîna xwe nîşanî Cemaetê bidî.

Mele dibêje, "heşa heşa, qe tiştek wisan dibe!"
Jinik:
“- wele tu dizanî” û dike biçe malê. Mele bi milê wê ve digire, dibêje; “Mele Qurbana te be canê! Ka şertên xwe yên din jî bibêje.”
- Tu yê roja înê ewkê xwe jî nîşanî Cemaetê bidî.
Mele dîsa soro moro dibe lê, dibîne ku dê jinik ji dest biçe, bi dengekî ricifok dipirse;

“êêê, ê sêyemîn?”

- Tu yê wî karî li ber çavê mêrê min bikî!
Mele dîn û har dibe. Jinik baz dide diçe malê. Rojek mele nimêja xwe diqedîne. Wek her roj, gundî dixwazin bi mele re hinek sohbet bikin; lê ew rûyê xwe tirş dike, bi mehde û mirûz xwe dide quncikekî mizgeftê, bi tena serê xwe rûdinê. Cemaet li ser serê wî dicive. Yek jê dipirse;
“ mele bi te xêr e, çima bihna te teng e?”

Ew biskek difikire, paşstûyê xwe dixurîne, axînek ji nav dil û kezeban dikişîne û dibêje:

“ Heyra, ez ji fesadiya gundiyan êdî ji canê xwe têr bûme. Bêwîjdanan gotine, mele qwîna xwe naşo!”

Bi dengekî kelogirî dilorîne, xwe li dîntiyê datîne, şal û derpê dide jêr û qwîna xwe dide ber gundiyan û ji wan dipirse :
“ Bo xatirê Xwedê lê binêrin, ew şûştî ye yan na?
*** 
 Çend roj bi ser de derbas dibe. Cemaet bo nimêja înê di mizgeftê de civiyaye. Mele li ser kursî waez û nesihetan dide. Gotina xwe vir de wê de dibe tîne, dîsa tê ser fesadî û şeytaniya gundiyan û dibêje:

“ Gundîno, ev paşgoyî û fesdiya hin merivan êdî ez ji canê xwe bêzar kirime. Xwedê mala wan xera bike, der heqê min de îja gotine mele ne sinetkirî ye... Bo xatirê miriyên xwe, ka binêrin ez sinetkirî me yan na?” 

Bi vê yekê şertê duyem jî tîne cih...
*** 
 Di ser de mawekê derbas dibe; rojek havînê dîsa bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê; dibîne ku jinik û mêrê wê li ser xanî ne. Jinik hiriyê dawdişîne, mêrê wê jî li kêlekê...
mele ji nişka ve diqîre deng li mêrê wê dike :

 “-Bê namûsê kurê bênamûsan, wa ye mêrê xelkê li ber çavê te jina te avêtiye erdê, rezîl dike!”

Camêr bê hemdê xwe vediciniqe li jina xwe mêze dike , dibîne ku tiştek wiha tune, bi dengekî bilind li mele vedigerîne;

 “ Mele te aqilê xwe zayî kiriye? Jina min wa ye li ber çavê min e!”

Mele dîsa diqîre: “- Lawo, bi sê telaqan ji vir wisan dixûyê. Heke ji min bawer nakî were vir, bi her du çavên serê xwe bibîne.”

Zulam pirî meraq dike, bi ya mele dike. Ji ser xanî peya dibe ku derkeve ser mizgeftê û mêze bike ka ji wir çawa dixûyê.

 Mele di cih de xwe ji ser mizgeftê davêje xwarê û bi lez û bez diçe cem jinikê,  jê re dibêje; “ wa ye mêrê te li me mêze dike” û ji nişka ve wê davêje erdê û dikeve ser...

Mêrê jinkê li ser banê mizgeftê dibîne ku mele bi jina wî re karê bênamûsiyê dike, dîn û har dibe, heta Xwdê dayê bi kerb diqîre:
 “- Mele, mele! Xwedê te şaş kiriye; tu çi dikî?

Mele berê xwe didê, dibersivîne:

  “- Kurê kerê, ma min ji te re negotibû ji wir wisan dixûyê!” 

 Mamoste Marûf

31.01.2010

RÊZ Û RÊÇIKÊN DENGBÊJIYÊ

Mamoste Marûf
Roja ku ziman di devê mirovan de dest bi gerê kiriye hunera devkî jî pê re... wêjeya devkî; kilambêjî, stranbêjî, helbestvanî, dîrokzanî, destanbêjî, çîrokbêjî navê tevahiyan bikin yek û hema bibêjin dengbêjî...

Hunermendên hunera devkî, gotinan ew qas xweş li hev anîne ku bîr û mejiyê mirovahiyê ev çend hezar û çend sed sal e tu car ew jibîr nekirine: Homerosê Yewnanî yê 2800 sal berê li ber devê Behra Egeyê, Îmrul qeys’ê Ereb ê 1400 sal berê li çolên Erebistanê, Trûbadûrên qirna navîn ên gerok ên 1400 sal berê li deştên Ewropayê; Evdalê Zeynikê yê 200 sal berê li çiya û zozanên Kurdistanê, Dadaloxlî yê 150 sal berê li Torosên Edeneyê... Ji wan her yek li deverek wek şitlek şîn bûne, li ser axa xwe geş bûne bûne çinar, bi reh û çiqil û pelên xwe çawa ku kal neviyan, ew jî hemî mirovên li ser rûyê cîhanê hembêz kirine û çi di kîsên wan de hebe bi comerdî pêşkêş kirine. Lê hezar heyf e ku dora pêşî bi derketin û di nav gelan de belavbûna nivîs û pênûs û lênûskê; dûvre bi lehiya telefon û radyo û plak û teyîp û televîzyonan, çanda devkî ya xwezayî û jixweberî ya bi deh hezaran salan, hema bigire li tevahiya welatan koça xwe ya dawî kir.

Heke we bala xwe dabe, me got “hema bigire” li tevahiya welatan... Belê li du sê welatan (Aborjînên Avûsturalyayê û li Mongolîstanê ) hunera devkî wek ahengeke folklorîk û tûrîstîk li ser xwe mabe jî li Kurdistanê ligel qedexekirina zimanê Kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên serdest bi navê dengbêjiyê bi birîndarî be jî bi awayekî zindî di nav gel de hê jî dijî. Konser û şevbêrk û şahiyên dengbêjan ji gelê kurd elaqeyek mezin dibîne. Di gelek dawet û şahiyan de, muqabilê perekî ne kêm, kilam û stran bi dengbêjan didin gotin; berhemên wan wek CD û kaset xwedî bazareke taybet e.

Kî çi dibêje bila bibêje, îro di kesayetiya dengbêjên me de Homeros, Îmrul qeys, hemî trûbadûrên Ewropayê, Dadaloxlî û Qereceoxlan, xwe spartine çiyayên Kurdistanê, ketine ber bextê gelê Kurd.

Ew, dengbêjên me yên xwedî mejiyên bibîr û bi adan in ku bi hezaran kul û keser û evîn û serfirazî û bextreşî û kêfxweşiyên mirovên pêşiyên xwe dane ser ên nifşên xwe û bi hezaran salan e, bê sekn û bê navber bi xweş seda û awaz û gotinên xwe pêşkêşî me dikin.

Dengbêjî çavkaniya mûzîka Kurdî ye. Ev navê hevedudanî ji peyva “deng” û ji raweya fermanî ya lêkera “gotin”ê çêbûye bibêje>bêje> bêj Deng+bêj Ev her du peyv bi hev ve tê wateya “ragihînerê dengan “ an “ragihînerê bi riya dengan”

Wek têgeh jî mirov peyva “dengbêj”dikare wiha terîf bike: Mûzîsyenên jêderka mûzîka kurd; merivên bibîr ku bûyerên civakî yên şahedî kirine an çîrok û serpêhatiyên ku bihîstine bi meqamkî, jiber ve dibêjin.

Dengbêj, bi gelemperî helbestvan û mûzîsyenên bi taybetmendî û nirxên çanda devkî perwerdebûyî ne.

Hunermendên bê xwendin û bê nivîsandinên bibîr, xwedî qabilîyeteke pir bi hêz a teswîrkirinê ne û dikarin şêwe bidin gotin û dengan û ew estetîze bikin; her wiha ew çi ziman çi kevneşopî çi şert û mercên civakî û aborî dibe taybetmendiyên civaka xwe baş dinasin.

Bi awakî din, mirov dikare bibêje ku; dengbêj ew vebêj in ku serpêhatî û destanên gelêrî yên Kurdan bi newayan(melodî) dihonin û di demeke diyarkirî de pêşkêşî guhdaran dikin.

Dengbêj, hunera xwe li li van hawiran pêşkêşî guhdaran kirine:

1. Dîwan: Di Kurdî de tê wateya odeya mirovên birûmet, civata rûsipiyan, civat, ode. Di çanda dengbêjiyê de wek cihê ku lê tê rûniştandin tê zanîn.

Di odekê de, ji cihê ku lê çend dengbêj rûdinên û bi civatkî kilaman dibêjên re “ dîwana dengbêjan” tê gotin. Ev dîwan berê di malên mîr, paşa, axa û began de an jî di yên mezinên gundan de dihatin li darxistin.
2-Şevbêrk (şevbuhêrk) : ji peyva şev û buhêrk a ji lêkera “buhêrandin”ê çêbûye. Wateya wê “derbaskirina demê”ye. Mirov dikare “buhêrk”ê wek karê bi dawî dibe lê, careke din dîsa tê kirin an wek “seans” jî bi nav bike. Bi têgehkî maneya wî civatên şevînî, şahiyên şevînî ye.

Berê di malên malmezinan de, bi taybetî di şevên dûvdirêj ên zivistanan de şevbêrk dihatin sazkirin û dengbêj beşdarî wan dibûn û bi saetan kilam û çîrok û destanan digotin. Di van şahiyan de ji cihê ku dengbêj tevlî rûsipiyan lê rûdiniştin û hunerên xwe pêşkêşî gel dikirin re “ dîwan” dihat gotin.

Rê û rêzikên dîwana dengbêjan

Dengbêjî, yek ji hunerên herî kevnare yên mirovahiyê ye. Wek hemî hunermendan dengbêj jî hunera xwe bi şêwe û rewşek taybet, di hawirekî resen de pêşkêşî civateke dilxwaz dike. Ev peyva dawî pir girîng e. Dengbêj tu car bi zorî xwe nade guhdarîkirin. Di vî warî de ji stranbêjî û ji mûzîka enstrûmantal gelek cuda ye. Wek mînak di dema ziyafeteke de alîkî ve mêvan dikarin bixwin vexwin, ji aliyê din ve jî hunermend dikarin stranan bibêjin, an li tembûrê bixin; lê dengbêj na... Divê civat bi tenê bona guhdariyê li wir be û bi awakî beşdarî ruhiyet û hestên dengbêj bibe.

Dengbêj wek navê ku lê ye, bi dengê xwe bûyeran, hest û nêrînên xwe vedibêje. Loma dengbêj e. Di vî warî de hunera dengbejî ji şanoyê jî cudatir e. Şanoger heke bi taybetî daxwaz neke, temaşevan tu car bi kêfa xwe nikare hestên xwe bide der.

Gav bi gav taybetmendiyên dengbêjiyê û civata dengbêjan 

1-Vexwendin 
Dengbêj mirovên pir hestiyar in. Divê ew heta dibêjî bi hurmet bi siyanet bên pêşwazî kirin û vexwendin. Ew, vê hunera xwe wek endezyar û bijîşk û dadger û parêzeran ne bi tenê bi mejiyên xwe û bona pere; bi hestiyarî û bi dilşewatî û bi diltenikiya xwe, bona navûdeng û bona rêz li wan bê girtin bi dest xistine û didomînin.
Dengbêjî ne pîşe ye; huner e. Wek li hosteyek li derahanê tê kirin; bazara xwe bike û pê karê xwe bide kirin nabe. Dengbêj her çi qas bi hunera xwe debara xwe bike jî hurmet û rêzgirtin ji bo wî/wê ji pere girîngtir e.
 Ew digel pereyek bikêr û kafî, li hêviya rêzgirtina vexwîner û xwediyê malê û guhdaran e jî.

Gelek dengbêjên me ji şerman, ji rûnermiyê daxwaziya pere nakin. Lê ger mebesta vexwendina wan ne xizmeteke bê pere ya ji bo gel be, divê teqez heqê deng û ked û xwîdana wan heta ji dest tê zêde zêde bê dayîn. Ji ber ku divê mirov wan layîqê jiyaneke serfiraz û bi rûmet bibîne û rê nede şerpezetî û perîşaniya wan.Jixwe berdewamî û ragihandina dengbêjiyê “ji nifşek a nifşa din” bi vê yekê ve têkildar e.

2-Hawir:
Çawa ku ji bo şanoger dik û şano pêwîst be, ji dengbêjan re jî hawirekî taybet divê. Heke dengbêj li maleke hatibe vexwendin, divê cihê wê/wî li jorî odeyê, li kêleka xwediyê malê, an mezinê malê be. Ew, car heye bi saetan rûniştî kilam û çîrokan dibêje. Loma divê cihê wî/ê pir rehet be.

Heke çend dengbêj bi hev re hatibin vexwendin û dê bavêjin ber hev, divê li nêzî hev bên rûniştandin. Ew rêza rûniştandina xwe ya li dîwanê, di nav xwe de, li gorî mezinatî û biçûkatiyê bi xwe destnîşan dikin.

Dengbêjî bê tizbî nabe. Dibe ku di destê yê li serî rûniştî de tizbî tunebe, xwediyê malê, rûsipiyê civatê an vexwîner yeka mezin dide destan û bi gotina “ de kerem ke ...” rê li ber gotinê vedike. Ew dev bi kilama xwe dike, diqedîne, hahî dike û tizbiyê dide yê li tenişta xwe. Bi vî hawî ev tizbî heta dawiya dîwanê di destê dengbêjan de digere.

Li ku dibe bila bibe divê mirov mîkrofonê nede destê dengbêjan. Her du destên dengbêj gere jê re bêne hîştin; ew bi wan tizbiya xwe digerîne, ax û wax dike, yekî dide ber guhê xwe, yê din dihejîne, xwîdana xwe paxiş dike... Cih pir mezin be û hewcedarî bi mîkrofonê hebe wê gavê him bona ew têkilî bi guhdaran re deynin û nekevin bin tesîra mîkrofonê, him jî bona dagirtina hemî dengên hawirê mîkrofonên dorhêlê “yên li jorî dikê bicihkirî” gelek baş in. Ew jî nebû, ji wan ên sikuran (berstûk) an ên piştan ên bê qablo; ew jî nebû yên “bi pî yên kin” bidin ber wan dibe. Heke mîkrofoneke tenê be; divê kesekî bona girtin û gerandina mîkrofonê bê peywirdarkirin.

Bi ya pîsporan gelek caran mîkrofon dibe amûrek biçûk a desthilatdariyê û xeynî kesê ku mîkrofonê digire û dibêje yên din tev pasîf dimînin. Bêçalakiya guhdaran li dijî çanda civata dengbêjiyê ye.

A din jî, dengbêjên me bi piranî xerîbê mîkrofonê ne. Ew hîn bûne destên xwe davêjin ber guhekî an herdûkan û rê didin dengê xwe, da ku deng bêhtir ber bi guh ve biçe û bikaribin dengê xwe akord bikin û xwe ji detonebûyînê biparêzin. Lewma ew çiqas ji mîkrofonê dûr bisekinin çêtir e.

Gava dengbêj kilaman dibêjin, divê mirov xeynî ava şerbetê an jî ava xalî ya hênik, tu tişt nede ber wan. Çay, qehwe, fêkî û çerez di dema bêhnvedanê de bên pêşkêş kirin çêtir e.

Xwarina dengbêjan divê çend saet beriya kilambêjiyê bê dayîn û ji zadên sivik pêk bê. Xwarina zêde şor û bi rûn, sawar, tiştên vexwarinê yên bi gaz(Kola, gazoz ) ên dibin sedema qulpikan; li dengbêjan nayê. Ew bi zikê birçî jî bi zikê werimî jî nikarin li gorî dilê xwe kilamên xwe bibêjin.

Dengbêj gava dibêjin hemû bêhn û bal û hiş û mejiyê xwe didin ser ziman û deng û naverok û hestên kilaman. Ji ber vê yekê divê gava kesek ji derve hat, bêdeng, hêdîka bikeve hundir; bi çavan civatê silav bike û li cihê herî nêzîkî derî rûnê. Ên di civatê de -ê jiderve hatî kî dibe bila bibe- divê bi dengê bilind merhebatiya wî nekin û heta bêhnvedanê li dengbêj guhdarî bikin. Heke dengbêj li saloneke bên vexwendin beriya destpêka kilambêjiyê, wek li şanoyan dibe, derî bên girtin baş dibe.

Gere li ser dikê dîwanxaneyek bê sazkirin. Ev dîwan di malên berê de sewkiyek bi xalîçe, bi balgî û bi doşek bû.

Divê mirov dîwanên niha dîsa bişibîne ya dema zêrîn a dengbêjiyê; dîwana Evdalê Zeynikê.

Heke li dîwaran xaliyên kurdî, tivingeke çaqmaqlî an modolî, şeşagirek (demançe), Quranek di qilfê xwe de, nîgarek şahmeran a destneqişkirî û wêneyên mezinên Kurd û Kurdistanê, çira an lambeyek kevnare, sênîyek neqişkirî ya dîrokî; li erdê kulavek rengîn, li quncekî misînek destavê hebe, li ser derûniyeta guhdaran tesîrek baş çêdibe.

Ev dîwan ya elewiyan be, bê wêneyên Elî, Hesen û Husên û Muslimê Xoresanî nabe.
kincên dengbêjan:
Li ser kincên dengbêjan ên li diwanan, nêrînên cûr be cûr hene. Bi ya hinekan divê ew teqez bi kincên herêmî beşdarî van bernameyan bibin û di warê dîtbarî de jî bibin parçeyek xweş a dîmenek diwanê û pirremgîniya çanadî nîşanî temaşevanan bidin. Lê, etnomûzîkolog Dr. Robert REIGLE di vî warî de cuda difikire û dibêje: “ Heke ev çand zindî be, divê kincên dengbêjan ji yên di jiyana rojane de li xwe dikin pêk bê û xwezayî be. Divê yên her dem kincên neteweyî li xwe dikin di dîwana dengbêjan de jî bi heman girêdana xwe cih bigirin. ”

Bi ya min dengbêjî hêj zindî ye û ez jî dibêjim ew bi kincên ku di nav gel de li xwe dikin derkevin pêşberî civakê. Ev yek dike temaşevan û guhdarên ciwan, ew bi hunerkî û bi kesayetî ji xwe re bikin modeleke rasteqîn. Hêvî ew e ku bi vî awayî hinek ji wan bibin şopînerên wan û vê kevneşopiyê bigirin, ragihînin nifşên paşerojê.

Cihê rûniştandinê
Gava dengbêj li dîwanê rûnişt; balgiyek nerm li palê, yeka din jî li kêlekê be ku dema destê xwe davêje ber guhê xwe milê wî neqerime.

Heke yê vexwendî sazbendek elewî be, wê carê divê dora wî vala bê hîştin, da ku bikaribe tembûra xwe virde wêde bi hêsanî bibe bîne, bihejîne. Divê dengbêj û sazbend li ser sandalyeyên hişk neyên rûniştandin, bi xwe nexwestibin li ser piyan neyên sekinandin.

3- Guhdarî kirin:

Guhdarî kirina dengbêjan edebek mezin e.
Rê û rêzikên wî bi hezaran salan e neguherîne, heta roja îro hatine. Gava dengbêj li dîvanê rûnişt, xwediyê malê an rûsipiyê civatê dengbêj pêşkêşî civatê dike. Di serî de dengbêj, bi dilê xwe li gorî rewşa derûnî ya civatê kilamên xwe dibêjere û dibêje. Xwestekên guhdaran dûre ye. Piştî çend kilaman ew bihna xwe dide û li benda xwestekan disekine.
Di warê xwestekan de helwestên dengbêjan ji berê de ji hev cudatir in.
Ferzê yê şagirtê Evdalê Zeynikê, xwedî repertûwarek ewqas mezin bûye ku gelê Kurd navê kîjan kilamî zanîbe û jê xwestibe teqez tevahiyan gotiye.

Şagirtê wî Reso’yê gorbihûşt “Şahê Dengbêjan” an “Kewê Ribat” jî wisa bû ye, lê wî xwestekan li dawiyê hiştiye. Kilamek ne bi dilê wî be tu car negotiye.

Huseyno yê me yê rehmetî yê “dengbêjê dil û mirazan” ji xwestekan re pir û pir jêhatî bû.

Zahiro yê me yê Mûşî jî ji xwestekan re pir jêhatî ye.

Salihê me yê Qubînê, gava nexwaze bibêje gotina wî ev e: “ Ez ji heqê vê kilamê dernayêm”

Xeniyê me û Mihemedê Beyro çi kilameke di bîra wan de be dibêjin.

Zulkîfê Qado, kilaman di mejiyê xwe de dike rêzê; heke kilama ku tê xwstin di rêzê de be bi çavan îşretek tebatkirinê dide kilamxwaz û dora kilama wî hat dibêje. Ne di rêzê de be eger wext bimîne, bizanibe dibêje.

Gava dengbêj  dev bi gotina kilaman dikin, çi di serî de, çi di nav kilamê de, çi di dawiyê de tu car li çepikan nayê xistin! Tu tişt nayê xwarin û vexwarin.
Li Herêma Serhedê ji ber ku şekirê kirtleme tê bikaranîn û şingîniya kevçiyan tune ye, hin caran çay tê vexwarin, lê ev yek jî ne di cih de ye. Berê, kesên ku bi kuxikê diketin û zêde dikuxyan jî di civata dengbêjan de rûnediniştin. Divê civat bi baldariyek mezin li dengbêjan guhdarî bike û bi deng û çav û bedena xwe beşdarî “cihana ku dengbêj teswîr dike” bibe û hestên wî pê re parve bike.

Gava dengbêj dengê xwe bilind û dirêj kir; kaliya û gihişt asta bilind a hestiyarî û coş û kelecana kilamê û bi xwe dilzîz bû û civatê jî xist bin tesîra xwe; divê guhdar ji dil biqîrin û ji van gotinan yekê an çendan bibêjin: “ Can, can, can! Her bijî! Tu nemirî, nemirî! Dikale, dikale! Bilbilê Kurdistanê! Te dil û cengên me anîn xwarê! Te me li çiya û zozanan gerand! Wey can, can! Şahê dengbêjan! Her bijî (nav) her bijî! Hwd.

Gava di kilameke de bûyerke balkêş tê vegotin bona ku bi dengbêj bidin zanîn ku lê tê guhdarîkirin, li gorî wateyê bi dengekî bilind ji van gotinan yek tê gotin:
“Weyla mala te xirab bûyo! Te mêr dît! Xwedê sebrê bide. Hwd.”
Dema esdanê (rawestin, bêhnvedan) dengbêj “hahî” dikin; divê guhdar jî tevlî dengbêj ji dil dirêj bikin bibêjin “ hahîîî ” û dûvre jî “sihet xweş...”


Kurdên Elewî
Di nav kurdên elewî de ji bo dengbêj û sazbendan bêhtir rêz tê girtin; ji ber ku ew wan wek mirovên pîroz, guhdrkirina wan jî îbadet dihesibînin..  Di demê de ( semah) gava sazbend lêdixe û dibêje, kesên di civatê de, serê xwe dikin ber xwe û him digirîn û him guhdarî dikin. Gava hestiyar dibin û kela wan radibe dibêjin: “ Erêêê erê lawo! Nemirîîî, nemirîîî! Eeerê (navê sazbend) erê! De bes e lawo, de bes e, te me heland! ”

Guhdar, gelek caran- çi heval, çi dê û bav û bira û keç û kur - kî û kê bibîr bînin; ji kê hez bikin “dikin şûna pîr” û dibêjin: “ Pîrê min tu li kuyî were; de zû were; kekê min were!”

Yek caran jî, miriyên xwe tînin bîra xwe û deng li wan dikin:
“ Xalo, de min bibhîze ha!”
Digel bibîranina mirî û zindiyan ev hurmet û tewînek bo pîr û sazbend e jî
Nîşaneyên hostatiya dengbêjan
Dema çend dengbêj di civateke de digihîjin hevûdu, davêjin ber hev, guhdar bala xwe baş bidinê, hinek jî bi zanetî li wan guhdarî bikin, rastî taybetmendiyên balkêş tên û kêfa wan zêdetir dibe.

Gava yê dora pêşî dev bi kilama xwe dike, di ewka pêşî de beşavendeke(qafiye) bikartîne. Hostatî ew e ku di dawiya kilamê de jî heman beşavendê li hev bîne û bi wê beşawendê bidawî bike. Heke ji bîr bike, an jî nikaribe li hev bîne, ew kilama ku gotiye ji hêla dengbêjên din ve tê betalkirin û heman kilam ji serî de ji aliyê dengbêjê di rêzê de careke din tê gotin. Wek mînak;

“Diharê Xîtikê ketime berê bayê”
...

Kilamek bi beşavenda “berê bayê” destpêkirî, wek di şewaneyên li jêr, di peyvên “vê ebayê“ de tê dîtin bi beşawendeke çiqas dewlemend biqede ew qas serkeftî ye.
 ...
“Guleke berî Egîdê min dane, xwîna sor û gewez Niqutî ser biskê vê ebayê.”

Di dîwana dengbêj û sazbendan de divê guhdar van taybetmendiyan bizanibin, hestên xwe qet veneşêrin û bi awakî aşkere bidin der. Ev xelata herî mezin a bo dengbêjan e û dikeve şûna çepikan.

4- Dawiya dîwanê: Gava dengbêj an sazbend biweste, an bibîne ku civat westiyaye û êdî bala xwe nadê, an êdî wext dereng be, destûr dixwaze û kilamên xwe diqedîne.

Dengbêj û Xwediyê malê an vexwîner, heke berê bazara xwe nekiribin xelata (xelat bi gelemperî êdî wek pere tê dayîn) dengbêj tesbît dike û didê. Ev pere divê bi dilê dengbêj/sazbend be û bi dizîka bê dayîn.
Huner bi pere nayê pîvandin; jiber vê yekê divê mirov nebêje heqê te ev qas e û pê re bazareke bi xirecir bike. Gotina “ ne hêcayê te ye, lê ez ev qas diqedînim” di cih de ye.

Dawiya gotinê: Îro kurd hê têdernexistibin jî, çanda dengbêjiyê ew qas xweser û resen e ku ger bi dorfirehî bê nasandin di paşerojê de dê ew bibe hebûn û hêjahîya herî balkêş a Cihanê; jiber ku ew dayika wêje û tevahiya zanistên civakî ye û bi rewş û şêweya xwe ya bi hezaran salan berê hê jî li Kurdistanê dijî.

Her çiqas ev çand heta niha bêkes û bê xwedî hatibe hîştin û bi awakî bê pergal, çawa lê hatibe wisan hatibe pêşkêşkirin dîsa jî ji ber bingeha xwe ya bi hêz, taybetmendiya hunerî ya xwe ya resen bala hemî zanyar û kesên evîndarên çand û hunerê dikişîne ser xwe. Bi ya Dr.Robert REIGLE, Etnîmûzîkolog, Peywirdarê Perwerdehiyê yê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, di gel ku heta niha tu car di hawirek otantîk de li dengbêjan guhdarî nekiribe jî, “şêwaza bikaranîna deng” ên dengbêjan pir û pir balkêş û resen e. Ew dibêje; “heke ev huner di warê dekor û estromanan de bê dewlemendkirin, di paşerojê de dê ew di qada navneteweyî de bê naskirin û bibe yek ji hêjayîyên girîng ên mîrovahiyê” Ji ber vê yekê divê ew neyê dejenerekirin û bi heman reng û dewlemendiya xwe bê parastin û jiyandin.

Çavkanî: 
Dengbêj Salihê Qubînê ( hevpeyvîn 14.11.2009, li NÇM-Stenbol) ·

Dengbêj Zulkîfê Qado (07.11.2009, Goma Qilî, Tatos, Erzirom) ·

Dengbêj Xeniyê Beyro ( hevpeyvîn 14.11.2009) 

Naci Korkmaz (kurê Eliyê Cûne yê sazbend ê Kurdên Elewî yên Qizilcûkê, Hevpeyvîn: 25.10.2009) 

Dr.Ehmed Kaya, Hunermend û sazkarê Koma Amed û Koma çarnewa( Hevpeyvîn: 21.11.2009) ·

Dr.Robert REIGLE, Etnîmûzîkolog, Peywirdarê Perwerdehiyê yê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê(Hevpeyvîn 06.12.2009 Stenbol) ·

Özlem Aktaş, Lêkolîna li ser “Dengbêjan û Kevneşopiya Dengbêjtiyê, Siparteka qedandina beşa Perwerdehiya deng a Konservatûara Dewletê ya Mûsîkiya Tirk a Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, 2009

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin