4.05.2021

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

 

Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.  Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li welatê me zor faşîzm e...

Ji Enqereyê wêdetir desthilatdar parlamento û hikumeta qaşo  siwîl e, li cem me dewlet cendirme û memûr e...

***

Gelê me bi giranî, gundiyên  bi tevahî ji Tirkî, ji xwendin û nivîsandinê bêpar e.

Kê serê xwe ji mala xwe derîne, cendirmeyê zalim bi tivinga mawzer  li ber pozan e, çi bike rebeno pirs jê nayê,  Tirkînezan e...

Tu bi saxî û silametî xwe bigihînî navçeyê, îcar pênûsa memûrê bertîlxwur şûr û gûzan e.

Lewre gundiyên me yên dîl û rebenên komarê,  heta ji wan dihat dernediketin derveyî i sînorê gundên xwe yên ku ew çavnasên her bihosta  erdê wî bûn.

***

Xalê min ê Abûzer mêrekî girê geriyayî yê xwedî hêza heft mêran bû. Di gulaşê de kesî pişta wî daneanîbû erdê.  Di şerên navgundî de herkesî dida ço, wî nîr dida dest, wer diket nav şer. Mala me û ya wî li serê girê Mozirganê bû. Kî bihata gund pêşî me ji dûr ve didît, em diqîriyan û  gundiyan pê dihesand. Dema cendirme bihata xalê min zar û zêçên xwe dihîşt, hêdîka peyayî nav gund dibû, kîjan gundî derketiba ser rêya wî temî dikir digot “ji gund re bibêje cendirme wa tên” û lezalez  berê xwe dida çiyayê Biqikê yê  warê xwe weşartinê yê qûntar bi dar û ber, bi pûş û palax.

Di Zarotiyê de xalê min li ber çavê min Rustemê Zal  na na hezretê Eliyê qesasê serê dêwên heftserî  û kafiran bû. Tirsa wî ya ji cendirmeyan ez şaş û mat dikirim.  Min cendirmeyan dida ber Nemrût û Fîrewn, du kafirên di quwert û qudretê de heşa  bi Xwedê re ketibûn ber qayîşê...

***

Ev malkambaxiya Kurdan  kiriye wêjeyeke qerfî ya ji serpêhatiyên gundiyên tirkînezan pêkhatî lê, çi bikî heta niha neberhevkirî bê afirandin.

 

 

Gundî li gundên xwe ji aliyê cendirmeyan ve, li bajar him ji aliyê bajariyan ve him ji aliyê memûran ve dihatin çewisandin, şêlandin,biçûkxistin û  bêrûmetkirin.

Dîsa ev bêbextî û bêsiûdî kiriye ku li welatê Kurdan sektoreke navbeynkariyê bê afirandin,  bo bi rê ve birina karên gundiyan “li qapiyê dewletê”

Ez ê ji wan du mînakan bidim:

Li nahiyeya Qereaxila şênî Çerkes a  bi ser navçeya Kopa Mûşê ve, camêrek Çerkes ê  bi navê Fûatê Ûrisko hebû, wî debara xwe li deriyê hikumatê  bi navbeynkariya Kurdên Tirkînezan a bi dewletê re  dikir. Sala 1987an gava bo mamostetiyê ez şandim navçeya  Sasonê, salek şûn de  kurê wî jî wek mamoste hat wir. Dûv re ew kirin rêveberê lîseyê. Bi salixê kurê wî, Kurdan çend caran mezinên xwe şandine cem wî, lava û rica kirine ku ew bibe namzetê parlemaniyê, çima ku Fuat Efendî di Tirkî de jêhatî ye, di hikumata cûmhûriyetê de destê wî digihîje her derê...

Sala ez li Sasonê bûm, dîsa yekî navbeynkar (Dava vekîlî) yê bi navê Riza Tekîn parlemanê Sêrtê bû. Piştî darbeya leşkerî Konseya Kenan Evren a hilbijartina yekem li dar dixist, xeynî Riza Tekînê dibistana seretayî qedandî,  hemû namzetên din veto kiribû, ew tenê mabû.

 

***

 

Ez çi serê we biêşînim, di gundê me de apanekî me hebû Mehme Zekîyê kurê Hecî Yadîn. Li leşkeriyê hînî tirkiyekî qirix bubû. Apê Zekî merivekî jîr, xwînşirîn, rûgeş, xwedanxêr bû. Ne bi tenê bi karmendên dewletê re, bi hemû mirovan re bi xweş têkilî bû. Hesabê pere nedizanî, çi di bêrîka wî de heba bi heval û hogiran, bi nas û dostan re, li ser rê û dirban  xerc dikir,  lewre Hecî Yadînê bavê wî ( Rehma Xwdê li her duyan be)  jê tim  bi gilî û gazinc bû. Dema li gund zarokek bihata dunê- ku hemû dayîk di malên xwe de çok datanîn erdê û bi alîkariya jineke xwedî tecrûbe zarokên xwe dianîn-  bavê wî  jê re digot “kîngê rêya te bi Tatosê ket xêra xwe kurikê me- keçika me qeyd bike” Gelek caran navdanîn  jî aydî wî bû. Ew kîngê biçûya navçeyê û  bihata bîra wî zarokan qeyd dikir. Car hebû bi dehan zarok çêdibûn, ji wan hinekan  ji bîr dikir, an memûrê nas ji kar bi dûr dixistin, loma qeydkirina wan bi mehan, bi salan derengî diket. Carnan jî malbat bona ku zarê lawîn  dereng an zû biçin leşkeriyê çend salan biçûk an mezin didan qeyd kirin.

 

***

Ez li daîreya nifûsê ya  Tatosa şewitî ji aliyê apê Zekî ve hatime qeydkirin. Bi salixê dayîka min ez di serê meha Cotmehê de jê peyda bûme. Roj hew ne diyar e, sal ji mehê jî tevlihevtir e. Darbeya leşkerî ya sala 1960an  çêbûye. Bi ya bavo  ez piştî dardakirina Ednan Menderes çê bûme lê kîngê ev mijar hatibe qisedan diya min a gorbihûşt  jê re digot; “Mêrik tu dîn bûyî...! Wexta min Marûfê xwe anî   Ednan Menderes hêjnehatibû  darda kirin...”

Gotina min ev e ku sal û meha jidayîkbûna min wek nav û nasname û welatê min tevlihev e, Xwedê tenê rastiyê  dizane. Xalê Zekî em nizanim çima, roja dayîkbûna min kiriye 4, meha wê kiriye  Gulan, sala wê kiriye 1961.

***

Kurt û Kurmancî  bo mezinên me  çûna deriyê hikumatê karê herî zor û zehmet  ê  jiyana vê dinyaya derewîn bû, dûrî deriyan, bi qewlê qewilbêjan  xwedê neyne serê mêrê camêr bû...

                                                                                                                          Mamoste Marûf

 

Bo xwendina Tirkiya vê nivîsê li lînka jêr bitikînin:

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/05/ben-nasil-4-mayis-1961de-anamdan-dogdum.html

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin