7.03.2009

Şerê psîkolojîk û Kurd

Gundê ku ez lê ji dayik bûm, bi peyatî saetek nêzî Qolhesarê; gundê şêx Seîd Efendiyê Pîr e. (Ev gund niha taxeke navçeya Xinûsê ye) Gundiyên me bi tevahî murîdên mala şêx bûn û zarokatiya min, bi qêrîn û hewar û lorînên li ser vê serhildana bi êş û jan derbas bû; ew serhildana ku serok û rêvebirê wê şêxê ezizê ber dilan bû. Di vir de tişta herî balkêş ev e ku; di despêka serhildanê de, yekîtiya kurdan, coş û heyecana kurdan biratiya kurdan tiştek kesnenedîtî ye… Pîr û xort, jin û mêr, dewlemend û xizan, sofî û terkîselat, bi tevahî ji bo serkeftinê dest didin hevdû…Yên dikarin, bi çek û bi bivir û bi çoyan; yên pîr û hêjar bi dia û selewatan , bi yek dil û canî peywira xwe tînin cih û dikin welatê xwe yê stûxar ji destê dagirkeran rizgar bikin.

Di wê pêvajoyê de qetl û xwîn, çavnebarî û mixenetî, bêbextî û hesûdî ji nav xelkê serhedê radibe. Gur û mih  bi hev re diçêre… Camêrên ku ji hev pênce mêr kuştine, li hev tên, bi hev re di bin ala kesk û sor û zer de davêjin ser Kela Xinûsê û wê rizgar dikin… Alagirên (bayraqtar) wan “Ehmedê Çarsingê ji gundê Xelilçawîşê ye û min bi xwe jî wî “camêrê girê geriyayî” yê babaegît bi çavên serê xwe dîtiye nas kiriyê û guhdariya suhbetên wî kiriye û bûme şahedê coşa wî... Lê, xweziya berê rojê bihata girtin û wisa nebûya, piştî demek kin û kurt, serhildan têk diçe. Li pey serhildanê li serhedê tiştek ecêb û “kesnedîtî” diqewime;( Ji ber neyîna civaknasan kes li ser nesekinîye) Serhed bi hev dikeve, serobino dibe… Deh car li şehîdên serhildanê , di gundan de, di şerên navxweyî de, mirov tên kuştin. Psîkolojiya têkçûyinê ya li hemberî dijmin kok û aca serhedê diqelîne. Ew wekî beranan, wekî pezkûviyên Sîpana Xelatê qoçên xwe di can û bedenên hevdû de ko dikin! Dewleta xayin û bêbext heta jê tê an qet mudaxaleyî van bûyeran nake - bike jî - heta mirina bi dehan kesan bi derengî dimîne. Ên tên girtin, gelek caran bi bertîl, carinan bêsebep (?)tên serbestberdan û ev jî şer û pevçûnan hew diçe gurtir dike. Ev rewşa kambax heta nifşa me berfamkî bû, heta salên 60 û 70’yan kudand. Sedema koçberiya van salan a kurdan a ber bi Anatoliyê ve ji xizaniyê bêhtir, birakujî bixwe ye! Dilê neyar bi vê jî rehet nebû îcar bi komandoyan dest bi “avêtina ser gundan” kir. Gundî rastî zulm û zordariyek bê hempa hatin. Hema bêje di qula derziyê re hatin derbaskirin! Di vê pêvajoyê de kurd hinek bi dek û dolabên dijmin hesiyan. Mêrkujî gelek kêm bibû. Dengbêjan hêdî hêdî dev ji “kilamên li ser heyfhilanînê” berdidan û kilamên “berxwedanê” û yên “dilan” di nava gel de belav dikirin. Dengê Reso û Şakiroyê nemir ji we re -nîvco be jî- şahediya hêviya gel a bi kurdistanê dike . Lê fêlbazî, genîtî û leyistikên kirêt ên dagirkeran bi dawî nebûn… Dîtin ku wê Kurd, li hemberî wan, bikevin kozikan, hin dafik û xefikên ên din danîn ber gelê me yê nezan û belengaz… Îcar bi karbidestên TAPÛ KADASTRO’yê avêtin ser gundan...

Belê piştî komandoyan icar dora wan bû… Piraniya erazîyên gundiyan bê tapî û bê qeyd bûn. Rabubûn ranebubûn, ji bav û kalan bi vî hawî dîtibûn. Karbidestên tapûyê di bin siya cendirmeyan de, gund bi gund digeriyan, erdê filankesê jê distendin û didan bêvankesê. Sedem? Çima? Kes nizanîbû... Ti car bi gundiyan jî ne dişêwirîn. Her tişt defacto bû. Heq û hiqûq ketibû bazarê. Hin malbat di rojekî de vediguheriyan parsekên ber dîwaran! Nema debara xwe di gundê xwe de bikirana… Du rê mabûn li ber wan; an ew ên zevî û mêrgên xwe ji destê gundî yen meriv û xal û xarzî û birazî û xinamiyên xwe xelas bikirana, an jî gund biterikandina, biçûna welatê xerîbiyê!. Bi derketina kadastroyê, gundî bi çek û ço û tevşo û bivir û tirpanan diketin nav hev... Serhed dîsa di nava agirê birakujiyê de diheliya!. Bi hezaran ocax kor bûn. Bi sed hezaran gundî koçî Anatoliya şewitî kirin. Kurd hêviya xwe ji kurdayetiyê birîn. Gotinên ; “ji me tiştek çê na be ! Kurd nabin mirov! Em ne gû(v)kî ne!” ketin devên ji zarokên heft salî bigre heta kalên heftê salî … Psîkolojiya têkçûyinê carek din mala me xera, ocaxa me kor kiribû! Ev malxirabî çi anî? Stûxarî, belengazî, otoasimîlasyona bi dil û canî, ji xwe şermkirin, erdheja derûnî, ji neyarê xwe re heyranî qurbanî, bi hevdû re fesadî, şeytanî... Tu rewşenbîr, tu wêjenas, tu civaknas, tu psîkiyatr nikare derd û kulên serhedê bîne ziman… Bİ HEZARAN KEÇÊN XWE YÊN BÊ ZAR Û ZİMAN, DEH , DONZDEH SALÎ – GELEK CARAN BÊ QELEND- DAN GUNDİYÊN TİRK ÊN SERÊ ÇİYAYÊN ANATOLIYÊ… Kevir heliyan. Piraniyan wan dîn bûn! Gelek ji wan di bazara fihûşê de bûn sermaye! Di her gundekî Afyonê de, Manîsayê de, Muglayê de çend parçeyên ji me hatine qetandin hene, kes pê nizane. Ji ber Psîkolojiya têkçûyinê, zarokên serhildana Şêx Seîd, yên Agiriyê, yên Koçgiriyê, yên Dêrsimê parçeyên xwe ji xwe dikirin û didan kî? Hevalino, piştî Serhildana mezin, serhildana me, serhildana îro welat dîsa pel veda, kulîlk vekir şax veda… Xwîn û can pê de hat. Birînên xwe pêça, eyb û şermên xwe veşart, xwe bi Şêx Seîdê Pîr da efûkirin. Bi çi? Bi xwîna bi hezaran şehîdan…Bi efsaneyên herî naif, bi dil û can, bi ked û xwîdanê. Ez bim, di Azadiya Welat a hefteyî ya çend sal berê de bû, nûçeyek hebû, tê bîra kesî? Li bajarê Agiriyê, bavekî sê keçên xwe frotibû Afyoniyan. Ji bona firotina keça xwe ya çardemîn dîsa gazî Afyoniyan kiribû. Lê xortên Agiriyê li otogarê ser û guhên bavê keçikê û yên tucarên Afyoniyan dişikênin û keçikê ji nav dest û lepên wan xelas dikin û wê teslîmî merivekî wê yê bixêr dikin. Hevalino, hinek rewşenbîrên me (?) carnan bi bi gotinên xwe yên ultra –entellektûel, carinan bi psîkolojiya “xwe piçûkdîtinê”, carnian “ji fexr û quretiyê,” lê tim û tim bi Psîkolojiya têkçûyinê êrişî tevgera azdiyê dikin; dibin qirnî, dibin agir û bizot dikevin can û bedenên yên ji dil û can bi can û xwîn ji bo vî gelî têdikoşin. Bi ya min ew hê jî di kûrahiya dilê xwe de baweriya; “ji me tiştek çê na be ! Kurd nabin mirov!” dihewînin… Ma bawriya serkeftinê bi kê û kî re hebe, dikare di nava kar û xebatek din de be; xeynî parêzvaniya yekîtiyê û hêvî û moraldayînê? Ev çend salên dawîn dijmin dike -çawa anî serê bav û kalên me- psîkolojiya têkçûyinê dîsa nava me de belav bike… Ji alîkî ve bombeyan di ser serê me de dibarîne, aliyê din ve bi televîzyon û rojnameyan dike moral li me xera bike, qidûm li me bişikêne... Yên dikevin vê dafikê an hin siyasetmedar û rewşenbîrên me ne ku ew rexneyên ne lirê li tevgera azadiyê dikin...An gundiyên mene ku dîsa çav lê ne, qoçên xwe li hevdû bidin. Ev çend sal e hingî ku dewleta dagirker vê polîtîkaya kirêt, şerê psîkolojîk dimeşîne, bi ya hin hevalan, pevçûnên nava malbatan de zêde bûne… Hin ronakbîrên me , întîxarên jinên me jî piçek bi vê psîkolojiyê ve girê didin. Bi ya min, qasî 40-50 sal berê nebe jî, rêjeya dozên xwînê jî hinek bilind bûye. Hevalno, dijmin, aliyê me yê qels baş dizane. Divê em hêza xwe tu car li hemberî hevdû bikar neynin …Nebin halet û amûrên şerê psîkolîjîk a dewletê. Divê kê û kî dibe; kîjan tevger û sazî dibe bila bibe; ger ji bogelê kurd û Kurdistanê kevirek danî be, gotinek kiribe, ew li nik me pîroz be, ezîzê ber dilê me be… Heqê tu kesî tuneye navên xera lê ke, qûşan lêxe, ber xwe de jê re çêran bike, wî li ber çavan reş ke. YA HERÎ GİRÎNG, HEQÊ KESÎ TUNE, HÊVİYA GEL BİŞKÊNE! Serde ew tevger,tevgera azadiyê be û bi milyonan miriyan ji gorê rakirîbe ! Bi serê we kim, xezeba Xwedê ser me de dibare… . Mamoste Marûf

Kartol-mirov

Gotinek pêşiyên Fransizan a pir û pir xwş heye: “L’homme en pomme de terre” Ez vê peyvê wek “kartol-mirov” werdigerînim Kurdî. “Mirovê ji kartolan” jî dibe.

Kartol; cûreyek zebzeyan e û jibo mirovan xurekek gelek girîng e. Lê ev dayîna Xwedayê jorîn a “bi xêr û ber” xwedî taybetmendiyên sosret in jî.

Hûn jî dizanin; pelên wê li jor, li rûyê erdê; seriyên wê yên bi xêr û ber di bin erdê de ne. Di pelên li jor li ba dibin de “alkolît”ên ku heta tu dibêjî bi jahrî; di binî de seriyên bi nîşast(%20) û bi proteîn (%12) barkirî veşartî ne...

Ev seriyên bi axê niximî, xwedî 95 kaloriyan in û wek “kartol” tê binav kirin.

Mirov jî wek kartolan candarek ji candaran e; lê qada jiyana wî dijberê kartolan e...Gava mirov dikeve binê erdê, êdî kêrî tu tiştî nayê. Qedr û qîmeta wî, merîfet û hunerên wî, caniktî û camêrtya wî , jîrektî û mêrxasiya wî xêr û gunehên wî hebin jixwe li ser erdê dimînin ; tunebin jixwe tune ne...

Mirov gava pesnê kesekî din dide, qala lîvbazî û tevger û rabûn û rûniştandin û gotin û kirinên wî yên li ser erdê dike; ne yên li bin erdê...Wek mînak tu car nayê gotin ku; “filankes ewqas camêrtî kiriye ku, di gorê de, di şûna cot-meran de, mêvandariya cot-kevokan kiriye û ew kevokên çav belekan di devên xwe de jê re ji kaniyê av; ji firûnê nan anîne!

Dîsa mirovek jîr û jêhatî dema dike pesnê xwe bide bi kar û şuxulên xwe yên li rûyê erdê dide, ne bi yên bin erdê...

Lê, di cihana derewin de hîn mirov hene wek kartolan li ser erd jahrî ne, bi axû ne... tu sermiyanek wan ê berbiçav tune ye ku pê pesnê xwe bidin; xwe pê çêkin, pê şad û serfiraz bin... Ew zor didin binê erdê. Qala miriyan dikin. Ew mirî, carinan bav û kalên wan in, carinan heval û hogirên wan... Carinan jî lehengên hin bawerî û îdeolojiyan in... Ew mirîyan ewqas mezin dikin ku hema bêjê dikin şûna pêxemberan! Bi ya wan bi pesndayînê, ew bi xwe mezin dibin , serên wan jî, wek “ew pîrozwaran” digihîjin ezmanan! Di çanda Fransizan de ev cûre canik û camêr wek “kartol-mirov” têne binavkirin.

Belê we kartol-mirovan naskirin:Îcar em werên dora çanda “kartol-miroviyê” Di dîroka mirvatiyê de serkêşiya kartol- miroviyê nijadperst û faşîst û û feodalan kiriye. Ne hewce ye ku hûn pir serê xwe biêşînin; li jiyana Hitler binêrin, hûn ê di kesayetiya wî de bi çavên serê xwe “kêm aqil û famkorekî, beredayî û bêkêrekî li rûyê erdê” bibînin. Lê, di warê pesndayîna “miriyên Germenan ên di bin axê de” hûn ê rastî kesekî pir jîr û jêhatî werên...

Di çanda tirktiyê de jî “kartol-mirovî” xwedî cihek pir taybet e. Ji Jontirk û Îtîhatparêz û sazûmankarên komarê bigire heta neviyên wan ên îro, di şûna kar û bar û xebatên jibo welatek aram û pêşketî, jibo cihanek aşitiyane û demokrat hemû hêz û quweta xwe dane-didin hestiyên miriyan ên di bin axê de veşartî ne. Li ser erdê ew “hîç” in. Di qada huner û zanist û aboriyê de tu tiştên wan ên xêrê tune ne ku pê serbilind bin. Ew in Mete Xan ê ku wek xewnên şevan kes pê nizane ka rast e an derew e... ew in Atîla û Tîmûr û Cengîz ên Xwedê giravî tirk in... Ew mane Mîmar Sînan ê bi Esilkî Ermenî, Padîşayên Osmanî yên “ji tirktiyê sil” mane. Belê di dîroka Tirkan de camêr û canikên hêca yên wek Ûnis ê dilşewat, Xoce Nesredîn ê rûken hene û mafê Tirkan heye ku ew bi wan serbilin bin; lê bayê neteweperestiyê ya ku ew li ber ketine di wan de tu hiş û aqil nehîştiye ku ji xwe pirsa “em bi xwe çi qenciyê dikin, em kîne û bi kuve diçin? ” bikin... Sibe êvar radibin rûdinên pesnên xwe bi hestiyên miriyên di bin erdê de didin...

Di kurdayetiyê de jî gelek mînakên kartol-miroviyê hene. Bi taybetî di kevneşopiya me ya feodal de ev çand pir balkêş e. Di pêvajoyên hilbijartinan de hûn wana divê baş nas bikin. Ew in di jiyana xwe de nebûne dermanê tu birînan lê kurê filankes axayî ne ...

Ew in nikarin du berxan biçêrînin lê dikin bajarekî birêve bibin; jiber ku neviyên bêvankes şêxî ne...

Ew in bi salan in di metropolên tirkan de kîsê xwe tijî kirine, haya wan ji gel û welat nebûye, bavê xwe jî nas nekirine lê, ji mala nizam kîjan axayî ne...

Ev “kartol-mirov” gava dikevin nav civatê bertîlxur û “yaxçî”yên li derûdorên wan jî baş dizanin ku di wan de tişt tune ye, vik ûvala ne, di cih de zor didin bin erdê: “ –Heyran, em bav û kalên we nas dikin, ew mirovên pir maqûl bûn”

Kartol-miroviya me ya hemdem di destê “Tirşikxur”ên neyarên Tevgera Azadiyê de ye. Ew jî jibo welat û vî gelê bindest ne xwedî kar û şixul û projeyên ji xêrê ne. Hebûna xwe li ser çêr û dijûnên li Tevgera Azadiyê dikin avakirine... Ew tim ûtim pesnên xwe bi lehengên rehmetî yên wek Qazî Mihemed, Mela Mistefa, Şêx Seîd Efendî, Seyîd Riza didin û xwe biwan çêdikin. Tişta herî ecêb û sosret ev e ku ; “ ew destana mêrxasî û caniktiya li ber çavên wan tê nivîsandin qe nabînin! Derd û kul û meraqa wan bin erd e. Ez bixwe Serhedî me. Li herêma me xwarina tirşikê kes nas nake. Gelo kartol jî dikeve tirşikê?

Mamoste Marûf

Nameya 18ê pûşpera 2019an

Ji raya giştî re; Kamuoyuna duyuru; Min pêwîstî pê dît vê daxwiyaniyê bidim; ji ber ku bi munasebeta grevên birçûbûnê yên van demên ...