Hîlmi Ziya etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Hîlmi Ziya etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

7.02.2021

Derheqê ziman û wergerê de çend gotin....


Ziman, amûra  bi devkî ragihandina hest û raman û daxwziyên mirovan e.

Gelek zanyar  wê wek mirov û sewal û riwekan organîzmayek jîndar dihesibînin û dibêjin ew di encama bûyereke pir zehmet û ne zelal de dizê, wek pitikek bi çapelûkan dikeve hêdî hêdî mezin dibe, xurt û geş dibe;  heger xwediyên wî di ber de ked û xwîdan nede, lê xweş xwedîtî neke dimire diçe. Heta niha bi hezaran ziman bêxwedî mane, ji rûyê dunê paxiş bûne çûne.

Gelo ziman çawa dijî, lê xwedî derketin çiye?

Gelek Kurdên di warê ziman de şiyar û hestiyar sibeh êvar li ser Kurdiya reben, ji tirsa ku ew ê ji dest biçe  li çokên xwe dixin, dilorînin. Bi rastî jî li Bakûr Kurdî bi xetereyeke pir mezin ve rûbirû ye.

Piraniya Kurdên bi rûmet di wê baweriyê de ne ku heger Kurdên îro  wek mezinên xwe yên gorbihûşt bi Kurdî biaxifin wê Kurdî bijî...

Ez li ser navê xwe ji berê de wek wan nafikirim. Bi ya min zimanê mezinên me êdî pîr bûye, têra hewcedariyên îro nake. Meriv tenê pê dikare li hev bipirse, deheqê mijarên navmalî û navgundî de biaxife. Jixwe gava bala xwe didî Kurdan, piştî “çawayî baş î, hal ûkêfa te çawa ye?” heger mijar bê ser zanist, teknolojî û aborî û Hwd, dev bi Tirkî dikin, ji ber ku Kurdî bi sedan salan ji van qadan dûr maye, peyv û têgînên nû neafirandiye, ên hatine dîtin an çêkirin jî neketine ser zimanê  gel.

Gorî pêkerên zanistî, gere demildest rê li ber vebe ku zimanê Kurdî jî di qada “zanist, aborî, teknolojî , huner û wêje û  kar û barên fermî yên bi dewletê ve têkildar” de bê bikaranîn(*)   û e  ji nifşa kal û pîran  bigihîje nefşa ciwan û zarok û pitikan. Dîsa divê li ser xebateke pir û pir kûr û zanistî bê kirin ku zarok wî biecibînin û hindekariya wî , axaftina wî ji dil û can bixwazin.

Kurtasî gorî zanistê divê zimanê Kurdî, li  cem zimanê ku xwediyê wî  dewletê xistiye nav dest û lepên xwe , bibe xwedî heman derfetan ku bikaribe li ser xwe bimîne, bijî.

Gelo em, Kurdên “dev û pênûs bi Kurdî”  di vê rewşa  bindestiyê  û bêderfetiyê de, bo ziman dikarin çi bikin...?

Pêşî , divê bê zanîn ku Kurdî bi Kurdiya gundiyan najî. Lwre hevalên  hestiyar çi bi devkî dibe  çi bi nivîskî dibe Kurdî di hemû qadan de bikar bînin.

Dîsa hevalên zanîngeh xwendî û yên li ser mijarekê hûr ûr bûne gere  di wan qadan de lêkolînan bikin û bi Kurdî  ragihînin gel da ku têgihên cûrbecûr bikevin devê gel. Kurdên zimanên biyanî dizanin pirtûk dibe,  nivîs û gotarên hêja û balkêş dibe, fîlm û vîdeoyên popûler dibe, wan li Kurdî wergerînin ku zimanê me  xwe bigihîne asta zimanê nûjen.

Hemû saziyên Kurdan, di serî de Enstîtûya Kurdî û NÇM gere piştgiriya madî û moralî bidin xebatên bi Kurdî  û wan di ser hemû kar û baran re bigirin.

Bo pêşve birina  ziman girîngiya wergera ji zimanên biyanî

Werger bo dewlemendkirina zimanekî wekî Kurdî bi sedan salan di çarçoveyeke teng de hepskirî pir girîng e.

Hîlmî Ziya Ûlken dibêje; “ di hîmê şaristaniyên Çîn, Hînd, Yewnan û Îslamê de danûstdandina  çandî heye. Bingeha wê jî werger e.”

  Orhan Okay, mamosteyê min  ê zankoyê bû, digot ; “ Bi rastî ji şaristaniya kevnarareya Yewnan bigire heta du navendên zanyariyê  Îskenderiye û Bexdayê, ji wir heyta Ronesansê biçe, di hemû şoreşên şiyarbûn, guherîn û veguherînan de rola wergerê pir girîng e.

Tirkiya Anatoliyê ya beriya Komara Tirk jî  Kurdî perîşantir bû. Tirkên Anatoliya Navîn ji yên Karadenizê, yên Karadenizê ji yên Egeyê, ew tev ji zimanê Trakyayiyan fêm nedikirin. 

Sala 1966an malbata me  koçî herêma Egeyê kir. Min heman salê dest bi dibistana seretayî kir. Çend sal şûn de min Tirkiya xwe û ya Radyoya Îzmîrê da ber hev, min dît ku  ez bi nîvî be jî hînî Tirkî bûme lê gava min bala xwe da hevalên xwe yên dibistanê ( ew bi gişkî Tirkên Egeyî bûn) Tirkiya di devê wan de ji dubare kirina 40-50 peyvan wêdetir ne tişt e. Tê bîra min salên 60î malbatek ji Qeyseriyê hatibû Manîsayê, Tirkên wir ew wek Kurd bi  nav dikir ji ber ku zimanê malbatê bi wan biyanî bû.  . Ez tim û tim dibêjim, heger ne bi zor û piştgiriya dewleta Tirk bûya, zimanê Tirkî nikaribû li ser xwe bima. Ew ji zû de wenda bubû.Aniha jî zimanê gundiyên me û yên Tirkan bidin ber hev, Kurdiya yên me du-sê car li yê wan dewlemendtir û herikbar e.

Dewleta Tirk bi destpêkirina neteweperestiyê re dest avêt mijara pêşde birina Tirkî ya wek zimanê qebîleyek  girava Okyanûsyayê, xeynî  cotkarî û şivantiyêd pê ti kar nedibû. Kurdî qenebe di medreseyan de bubû zimanê zanistên dînî, şaristanî, huner û merîfetê. Heta çend sal berê jî Tirkiya di nav gel de serdest  di rewşeke ewçend perîşan de bû ku meriv şerm dikir pê biaxife, ji ber ku bê çêr û dijûnên bi doxînê hevok saz nedibûn, li hev pirsîn ji “n’aber û n’olsûn” ( çi dikî? Çi bikim)wêdetir nediçû...

Padîşa Abdulhamîdê xûnkar Tirkî kir zimanê fermî. Beriya wî  karên fermî bi her zimanî dibû. Kurdî ne qedexe bû lê, ji ber elfabeya hevbeş Erebî bû  û Kurd jî ji netewbûnê para xwe nestendîbûn daxwaznameyên xwe bi Tirkî dinivîsîn, karên xwe yên bi dewletê re  bi Tirkî bi rê ve dibirin. Dewlet hê wan salan bi baca Kurdan xizmeta zimanê Kurdî dikir lê, hayê Kurdan ji bayê felekê tinebû, nizanibûn encama wê çibe. Dewlet xwendekaran dişand Ewropayê, wan hînî zanistên cûrbecûr dikir, bi xêra wan têgihên nû dixist nav Tirkî,  bi wan pirtûkên klasîk dida wergerandin.

Ji wan wergêran yê pêşî Yusuf Kamîl Paşa bû. Wî sala 1862an berhema Fenelon a bi sernavê Telemaque li Tirkî wergerand. Ev pirtûk digel tevlihevî û giraniya ziman 9 caran li ser hev hat çap kirin. Paşê dor hat romana Victor Hugo ya “Şerpeze” (Les Misérables). Paşê Paul û Vîrjîn a  Bernardin, de Saint-Pierre, Robenson Cruseo ya   Daniek Defoe  û bi sedan pirtûkên biyanî dan dûv hev. Bi xêra wan, Tirkî qenebe di nav bajariyan de piçek hat ser hemdê xwe.

 Komara Tirk hemû derfetên dewletê bo çand û zimanê Tirkî seferber kir. Sala 1940an Hasan Alî Yûcelê wezîrê perwerdehiyê  seferberiya wergerê da destpê kirin. Bo vî karî saziyeke bi navê “Bûroya Wergerê” saz kir. Ev bûro bi dehan zimanzanan di bin banê xwe de hewand û  ji klasîkên serdema antîk  bigire heta yên sedsala 20’an bi hezaran pirtûk li Tirkî  hat werdigerandin.

 Ez jî heta ji min tê gotarên bi Fransî yên bala Kurdan dikişînin li Kurdî werdigerînim. Hezar hemd ji Xwdayê jorîn re gelek heval beriya min dest bi wergerandina  berhemên  pir giran kirine. Ew ji min çêtir dizanin, ka ev kar çiqas zor û zehmet e. Carnan, gava meriv tengbûna zimanê xwe dibîne dilê meriv disewite, hêstir bi çavê çavan dikeve.  Paşê tu dibêjî “hêdî hêdî, gav bi gav dê em jî  bigihîjin ber mirazan” û li ber dilê xwe didî.  Carnan hêvîşikestî dibî, pênûsa xwe di ber xwe de berdidî, serê xwe davêjî xewa şêrîn a dermanê hemû derd û kulan....

Paşê bi dîtina bi sedan xêrxwaz û  xemxwurên zimanê Kurdî tu dîsa dibî şêr û piling, agir û bizot, na na dibê siwarê hespê boz û xwe berdidî nav zozanê zimanê xwe yê stûxwar...

---------------------------------------------------

 (*) Bo xwendina rapora UNESCOyê ya  krîterên ku pê asta zindîtî û mirina zimanan tê pîvandin jî dihundirîne bitikînin vê lînkê:  https://mamostemaruf.blogspot.com/2014/05/zinditi-u-mirina-zimanan.html

 

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin