Pirtûka “ Qewdek Sosretî “ ya Yaşar Eroglu.
Çend roj beriya niha pirtûkeke Birêz Yaşar Eroglu ya ji nav Weşanên Aramê derketî, gihîşt ber destê min. Hê beriya çend mehan ew bi riya e-maîlê derketina vê pirtûkê li ber guhê min xistibû û derbarê nivîseke min a ku xistibû nav rûpelên wê, ez agahdar kiribûm. Lê, baweriya we bi Xwedayê Jorîn be min nizanibû ka ew kîjan nivîs e...
Min bi lez û bez rûpelan bi ser hev de wergerand; dîtina ku dît nameya min a bo “Xwedayê Jorîn” bi sernavê xwe yê nû yê Birêz Eroglu lêkiriye, zîq bûye li çavên min mêze dike!
Hevalên ku Koma Dîwanxaneyê dişopînin baş pê dizanin, heta roja îro ji sedî zêdetir nivîsên min di vir de hatin weşandin. Gelek jî li ser bloga min a wek www.mamostemaruf.blogspot.com binavkirî , di rojnameya Azadiya Welat de û di kovarên din ên Kurdî de derketin pêşberê Kurd û Kurdistaniyan. Ji wan yek hebû ku ew delalîya ber dilê min bû. Min pir dixwest ew stûxar nemîne; ji aliyê evîndar û dilketiyên Kurdî ve bi têra xwe bê xwendin. Di wê nivîsê de min xwestibû bi tam û lezeta berhemên dengbêjan, bi şêweya vegotina wan a xwezayî mirazê dilê xwe bida der; gilî gazinên xwe jî bida ser. Heta ji min hatibû min wer jî kiribû... Belê Yaşar Eroglû di nav bi sedan nivîsên min de li wê werqilî bû. Ez pir şaş û mat mam. Yaşar Eroglu di nav bi sedan nivîsên min de ewî ji yê din veqetandiye, bijartiye, kiriye nav pirtûkê!
Ev dêhndariya wî ya hûr û kûr kir ez pirtûkê bêhtir bi baldarî bixwînim. Naveroka pirtûkê ji yên din gelek cudatir e. Bi qasî ku ez dizanim; di nivîskariya Kurdî de pirtûka yekemîn a ku nûçe û gotarên balkêş ên di çapemeniyê de cih girtine ji xwe re kiriye mijar ev e. Yaşar Eroglu bi hilbijartina nûçeyên balkêş û sosret nemaye, bi şêweke qerfî, heta dibêji jidil yeko yeko ew şîrove kirine; bi Kurdiya xwe ya zelal û sade hûrik hûrik tinazê xwe bi naveroka wan kiriye, sosretiya wan kiriye qula çavê desthilatdar û berdevkên wan; ew desthilatdarên ku sedem, kirde û berpirsyarên van sosretiyan dîsa ew bi xwe ne.
Qewdek Sosretî ji alî naverokê ve kronolojîk e û bi çavê rewşenbîrekî Kurd çavdêrî û şahediya heyameke çapemeniyê û jiyanê dike. Pirtûk bi vî dirûvî, xwe ji kurte temeniya nivîsên rojane xilas dike dibe berhemeke hêjayê arşîvkirinê.
Rexneyek tenê ez ê li bigirim: Dibe ku jiber timatiya kaxiz û hibrê be pirtûk bi tîpên ewqas hûrik hatiye çapkirin ku tu dibêjî qey çapxane, “bo merivên nîvcokor” ên wek min na, bo xwendevanên çavşahîn û çavqertelan ew çap kiriye. Bo xwendina wê, min cotek berçavkên din ên “numreyek li yên berê zêdekirî” ji xwe re stendin. Tirs û tatêla min ew e ku ev qûş û rexne wek sosretiyeke min bê hesibandin û jahrî bikeve girara min jî.
Mamoste Marûf