Her çiqas ku dîroknas û etnologên Tirk Evdalan wek êl û eşîrek Tirkman bihesibînin jî ji berê de baweriya wan a elewî, orf û edetên wan ên derî Tirko- Îslamî, rabûn û rûniştandin, şêl û pêl û girêdana wan a Xoresanî ji aliyê dewletê ve nehatiye pejirandin. Dewleta Tirk bi vê cudayetiya resen wan bi raya giştî ya Tirkiyeyê ve nedaye nasandin; lewre jî di nav gelê Tirk de wek “mitrib” hatine hesibandin û qedr û qîmeta wan nehatiye zanîn. Çawa ku li gelên din ên Anatoliyê hatiye kirin, Gelê Evdal jî di welatê xwe de ji ber sifetên xwe yên sor genimî, ji ber baweriyên xwe yên “ne fermî” tim û tim li derveyî civaka Tirk hatiye hesibandin, di civatê de li jêrê dîwanê hatiye rûniştandin. Çawa ku Kurd bi sedan salan bi xweş nobetdariya xwe -ev rol wek “Kurd Memed nobet e” hatiye formûlizekirin- hatibin naskirin û bi qasî xweş nobetdariya xwe bûne xwedî eferim; çawa ku Ermen bi zor pîşesaziya xwe heta dewrekî li her deverî ( 1915) piştî komkujiya reş li deverekî tenê (Stenbol) hatine ecibandin û hewandin, Evdalên belengaz jî bi qasî sazbendî û stranbêjî û sergovendiya xwe, bi qasî “xizmetkariya xwe ya bo çand û zimanê Tirkî, bi qasî leşkeriya xwe ya di artêşê de “ bûne xwedî rûmet û nan û av...
Bi bahaneya mirina Neşet Ertaş - Jiyana rehmetî bi xwe jî mînaka herî balkêş a vê durutiyê ye- bi sed hezaran evdalên hêj bênav û deng, hêj bênasname, hêj tî û birçî, hêj di bajar û gund û mêrg û zeviyên xelkê de nanoziko “xizmetçî, sepetçî û xurdaçî”; hêj ji Îzmîr û Edeneyê bigire heta li Germanyaya şewitî bo kerîkî nan digerin derî bi derî, hatin jibîrkirin; di kesayetiya Neşetê ji aliyê gel ve (bi ked û xwîdana xwe ya helal) xûyayî de pesnê çanda wan, pesnê xizmeta wan a ku gihîştiye wêje û mûzîka Tirkî, pesnê çav û brûyên wan ên qerqaş hat dayîn; pişta wan têr hat mizdan...
A Xwedê Neşet Ertaş digel evqas
xizantî û belengaziyê; nenasîn bimîne li alîkî, digel bêrûmetkirina nasname û
bawerî û çanda Evdaltiyê bi hêza hunera xwe, bi mezinbûna Evîn û evîndariya
xwe ya bo mirovan, bi nefsbiçûktiya xwe çi Kurd çi Tirk, çi Ermen çi Asûrî, çi Xaçparêz
çi Cihû; çi Sunî , çi Elewî ji alî hemî
Tirkînasan ve hatibû hezkirin û hembêzkirin.
Ev yek bi rastî jî tiştek
kesnedîtî ye ku di dewletek xwedî sînorên bi dek û dolab û planên emperyalîstan
xêzkirî de, di dewletek xwedî bi dehan netew û gel û baweriyên red û înkarkirî de; di dewletek hema bigire sed sal
e hemwelatiyên xwe bi xewn û xeyala “yek
netew, yek al, yek ziman, yek ol û yek mezheb di qula derziyê re derbaskirî,
car heye li hev sorkirî û bi hevûdu re
dijminkirî de, car heye gelê xwe bi qetliam û komkujiyan, xwedêgiravî, te’dîbkirî
de (terbiyekirî) Evdalek bi navê Neşet derkeve û tevahiya nasname û baweriyên birîndar, birîndarên destê dewleta Tirk, bigihîne hev, qor bi qor bi hêstirên çavan bide dû tabûta xwe ...Neşet Ertaş çikir ku bû delaliyê ber dilan?
Di serî de divê bête zanîn ku Neşet
Ertaş xwe û gel baş naskiribû. Ew diznibû ku ew e, dengê wî yê xwezayî ye û
tenbûra wî ye...
Ew, piştî ji “alkolîzma ku bubû nexweşî û ketibû can
û bedenê” filitî, baş têderxistibû ku ew dikare bi tendirustiya xwe ya takekesî,
bi jiyaneke malbatî ya bi ser û ber, bi têkiliyeke domdar û bênavber a bi gel
re Neşet e û her heye...
Ew dizanibû ku ew ji şeş mîlyar evdan ( evd:
qûl) evdek e, bi ser de jî “evdalek” ji derhanê ye; ne ji hunera wî be kes li
rûyê wî mêze nake.
Ew têgihîştibû ku ew hozenek evîn û evîndariyê
ye; nikare ji bin barê giran rabe; lewma
xizanî û belengaziya gelan, înkar û îmhakirina ziman û çandan, şer û pevçûnên gelan ên bi pergal û dewletên zordest
re neanî ser ziman. Li tenbûrê dida bi Tirkî digot. Digel ku bi dehan
salan li Ewropayê mabû dîsa jî bo xatirê enternasyonalîzm û kariyerîzm û
navûdeng belavkirinê xeynî vî zimanî bi tu zimanî neqîriya; tenbûra xwe neda
alîkî, xwe neda pêş orkestrayên “pir enstrumanî” yên Ewropiyan û guh li
hemwelatiyên xwe yên Kirşehirî dirêj nekir.
Ew pêhisiya bû ku heger qurre be, doş
be, fahş be, hunermendiya xwe ji bîr bike û xwe wek “xelaskar û serokê gel” bibîne
û bi vî mirazî xwe li polîtîkayên rojane bigre û bi teqala siyasetmedaran
bikeve biçûk dibe. Kurt û Kurmancî, Neşet Ertaşê Evdalê Xwedê tu car ji hed û hidûdê xwe derneket, derpê ji qûna xwe navêt...
De îcar dor dora we ye. Hûn Neşet
Ertaşê Evdal û Şivan Perwerê Kurd ê – bi ya min di stranbêjiyê de deh car li wî
ye- bidin ber hev: Ka kîjan, çima di
dilê gelê xwe de pirtir cih çêkiriye?
Mamoste
Marûf