28.02.2009

Kurd û asîmîlasyon û rojnameya Taraf

 Gilî û gazincên kurdan ên herî mezin; hûn jî pê dizanin, polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta tirk e. Ev polîtîkaya bêyom e ku bi mîlyonan mirovan daye ber xwe dihêre. Bi hêrandinê jî namîne ji toz û xubara wan cinawirên herî dirînde yên cihanê diafirîne. Ev cinawirên “dewşirme” yên “bê esil û bê asas” xwe bi çanda çêkirî ya serdestan ve girê dide, dibe agir û bizot, devê xwe dike qirika ên ne ji xwe.

Mirovên şoreşger û demokrat; kes û kesayetiyên xwedî nirx û hêcahiyên ku mirovahiyê di pêvajoya bi hezaran salan de afirandine, di şûna asîmîlasyonê de, mirov, lawir, dar û kevir jî tê de, bo  parastin û berdewamî û reseniya hemû cûreyan têdikoşe. Ev nêzikîtêdahîna mînîmalîst, bi ya hin fîlozofan, alternatîfa herî xurt a kapîtalîzma tehrîpker û talanker û asîmîlasyonîst e.

Civata Kurd bi salan e di nav şer de ye. Ev şer; şerekî dûvdirêj û piralî ye. Digel êş û eleman, kul û kederan serpêhatiyeke pir û pir zengîn û rengîn e jî. Bi mîlyonan kurd, ên bala wan tim û tim li ser Tevgera Azadiyê ye, di van sih salên dawîn de, di warê îdeolojî û siyaset û felsefeyê de, ji mezûnên zanîngehan bêhtir bûn xwedî bîr û bawerî û agahiyan. Wan tevahiya têgehên(terîm) hemdem ên îdeolojîk û polîtîk û mîlîtarîst û hûmanîst bi çavên serê xwe dîtin, jiyan; bûn kirde û bireserên wan. Bi sedan peyv; ên wek faşîst, kolonyalîst, milîs, asîmîlasyon, dagirker, hûmanîst, hawirdorparêz, welatparêz, konfederalîzm, emperyalîzm, oportunîzm û êdî nizanim çi û çi; bûn benîştê devê gundiyên me.

Tiştekî pir balkêş e, tirkên ji rêzê bidin alîkî, exlebê zanîgehqedandiyên wan jî ji piraniya van terîman ti tiştek fam nakin û bi bihîstina wan a ji devê kurdekî “jiderhanê” ( ji rêzê) guh li wan dirêj dibe.

Ev hişmendî û kûrahiya civata kurd hê jî bi têra xwe bala raya giştî ya tirk nekişandiye. Wek mînak; ger general û karbidest û rayedarên payebilind ên dewletê, bi hişmendî û wêrektî û jîrektiya kurda bizanibûna û têbigihîştina ku çewisandina serhildana 29’emîn a kurdan ne pêkan e; wê  di şûna avakirin û sazkirina ERGENEKON û qoricitî û TÎM û JITEM û JIT’an de zor bidana siyasetmedarên firsendperest û popûlîstên xwe  - yên qaşo-maşo desthilatdar in (gelê tirk wisa dizane; jiber ku li pêş perdê ne) - bona  ku ew, “gelê tirk ê bêguneh” bi nijadperestî û bi şovenîzmê sor nekin û rê liber çareseriyek demokratîk nyê girtin. Ger sermayedarên kapîtalîst li vê rewşê varqiliyabûna, ew ên bona azadiya ziman û çanda Kurdî, hevkariya Tevgera Azadiya Kurd bikirana, pest û pêkûtî li mîlîtarîst û siyasetmedaran bikirina û -jibo berjewendiyên xwe be jî - ew ên cûrbecûr nav û markayên bi kurdî biafirandina û di qada aborî de li Kurdistanê bi hev re biketina ber qayişê.

Ger siyasetmedarên konek û fêlbaz ên wek Tayîp bizanîbûna ku kurd bi televîzyoneke tiroviro  na,
bi komir û bi sarinc û bi cilşoyan na,
bi ziman û bi nasname deng didinê,  ew ê “zagona bingehîn” biguheranda û bigota;
“made 47- Kurd gelê nîştecih ê vê axê ye û ew jî biqasî gelê tirk xwedî maf e.
Made 48- Peywira bingehîn a dewletê; di warê aramiyê de misogerkirina wekheviya tevahiya herêmên welat û sefiraziya hemû welatiyên “bac-da” ye. Zimanên welatyên nîştecih -ên ku xwe tirk nahesibînin- jî di hemû kar û barên fermî de û di dibistanan de tên bikaranîn.

Gelo hûn dibêjin qey  tevahiya tirkan wek Tayîp û Denîz û Dewlet Koç û Sabancî û Başbûg in û di warê kurda de nezan in? Naxêr... Di van çend salên dawîn de , bi taybetî hin rojnamevan û rewşenbîr bi ronesansa kurdan hesiyan. Komek ji wan dest bi weşana rojnameyek bi navê “Taraf” kir. Ev ronakbîr bi rastî jî, di demeke kurt de li seranserî Cihanê bûn “rûyê bi rûmet” ê civata tirk a êdî bi îmajkî ewqas xera bubû ku ala wê di çapemeniya Ewropayê de didan ber derziya (şiringa) eroînê...

Taraf heta jê tê, li ser nirxên cihana hemdem, bi taybetî jî li gorî pîvanên Yekitiya Ewropî weşana xwe dimeşîne. Kadroyên wê bi gelemperî ji liberal-demokratan pêk tê; lê çend kurd û olparêz ên demokrat jî tê de dinivîsin. Divê baş bê zanîn ku ev rojname ne ya kurda ye; lê nivîskarên wê “Tirkiyeyeke bêhtir demokrat û azad û nûjen” wek mîsyon dane ber xwe. Daxwazên kurdan û pirsgirêka kurd bi giranî di çarçoveya mafê takekesî de dinirxînin û çareseriyê jî di endamtiya YE(Yekitiya Ewropayê) de dibînin. Bi awakî din “TARAF” mafên civakî û netewî yên Kurdan na, mafên takekesî yên welatiyan diparêze. Ev rojname partiya AKP’ê jî di vê rêyê de wek amûrek bikêr dibîne û pişgiriya hin polîtikayên wê dike. Di vî warî de tu kurdekî demokrat û azadîxwaz û welatparêz tevlî nêrînên vê rojnameyê nabe. Jixwe mirazê min û vê nivîsê jî ne li  dûv hev rêzkirina kêmasiyên vê rojnameyê ye. Ez dixwazim raya giştî ya me kurda bi xetereya bişaftina kurdan a bi destê vê rojnameyê bihesînim.

ez kurdan bi kurdîkirina (kurdîfication) Taraf’ê; Tarafê jî bi “paşguhkirina Tirkan” tewambar dikim

Bi ya min, serkêşên projeya Taraf’ê jî, mîna ên li jor min rêz kiribûn, di serî de li girseya xwendevanên kurd varneqiliyabûn û  wek hedef nedabûn ber xwe; ne ji wê buya ew ê çend mehên pêşîn bihayê rojnameya xwe nekirina 1Ytl û rê liber xwendevanên kurd negirtina. Piştî daketina wê ya 40 quruşan, kurd li ser serên bayiyan hêwirîn û tîraja wê ji nişkave ji 5-6 hezaran derxistin 30-40 hezaran. Bi gotina nivîskarên wê bixwe jî , piraniya kiriyarên wê kurd in. Par di serdana Amed’ ê de ew bi çavên serê xwe di destê Amediyan de bi hezaran “Taraf” dîtibûn û kêfxweşî û coşa xwe ya bêhempa di qunciknivîsan de anîbûn ziman. Gelo ev tiştek normal e? Bi ya min ev ji gelek aliyan ve çewt e, ne rewa ye...
A yek; li vî welatî di serî de ên demokrasî û mafên xwe yên mirovahiyê dixwazin kurd in; ên nadin, naxwazin bidin tirk in. ji kurda bêhtir hewcedariya gelê tirk bi hişmendî û bi baweriya bi demokrasiyê heye û divê ev rojname ji hêla wan ve bê xwendin. Me li jor jî gotibû, kurd ev sih sal in bi saya Tevgera Azadiyê bi dorfirehî li ser demokrasi û azadî û mafên mirovan kûr û hûr bûne. Mirov bi dilekî rehet dikare bibêje ku; ger Taraf di perwerdehiya demokrasiyê de dibistana seretayî be; kurd şagirtên zaningehê ne.
A dudu; girseya xwendevanên kurd ên Tarafê, jiber nivîsên wê yên di warê kurda de wê dikirin. Bi zimanê aborînasiyê heta “arz” bi dilê kiryaran be (mişterî) wê “taleb” jî hebe. Vateyeke din a vê rewşê; ev rojname bi “kudayetîyê” dikare li ser xwe bimîne. Ev çerxeke gilover e: Kiryar kurd, naverok kurd, rojname berdewam e... Ji van xelekek kêm be; rojname çemûçem e. Li gorî zagonên aboriyê bi stendina wê, em zor didin da ku ew jî bibe ya me, bi dilê me be, wek me be... Em wê asîmîlîye dikin! Ma êdî Yozgatî û Adapazarî û Qeyserî û Muglayî wê dixwînin? Ger ew rojnameyeke “reng-kurd” bixwendina wê Ulke û Gundem û Guncelê jî bixwendina û bi me re tekoşîna demokrasiyê bidana...

Desthilatdaran wer kirine ku; ew bûne neyarê her tiştê ku bihna Kurdayetiyê ji tê... Em Kurd, bi stendina vê rojnameyê, em rê liber hişmendî û şiyarbûna gelê tirk jî digirin. Cara yekem e ku siûda vî gelî lêhatiye û rojnameyek demokrat bûye para wî; divê em wê jî nekin ya xwe... Ev rewş di gelek waran de ji bo kurda jî xeternak e.


Divê em şûn de venegerin 

Me dibistana xwe seretayî ya navê wê “ Ulke” bû,  hema bigire ist sal berê xwend, qedand çû! Divê em  êdî - heta ji me tê-li ser zimanê xwe yê stûxar rawestin, bi wê bixwînin, bi wê binivîsin bi wê bifikirin û jiyana xwe ya îro û ya sibê li ser wê ava bikin. Taraf, van demên dawîn bi şirîkatiya xwedî sermayedarekî mezin û bi reklamên hin şîrketan êdî dikare li serxwe bimîne; lê çapemeniya me, “çapemeniya azad” bi çend quruşên xwendevanan “tekoşîna herî bi rûmet a cihanê” dide. Em werên ser “Taraf” ê; divê ew çi dikin çawa dikin bila bikin, bibin rojnameya gelê tirk. Divê ew mêvandariya qehwexaneyên gundên Anatoliyê bike; ew gundî ne ku hê jî kurda mexlûqên “xwedî boçik”, ermeniyan cinawir, xaçparêzan gawirên xwînxwar, ên ne tirk dijmin dizanin...

Ew gundî û bajarî ne ku Tevgera Azadiya Kurd wek rêxistinek terorîst dizanin. Dibêjin qey zarokên kurdan ên li serê çiyayan digerin, ne ji artêşa wan a qehreman be, wê bikevin gund û bajarên wan û kok û aca wan biqelînin û ûrtê wan kor bikin!

Divê Taraf gelê tirk û rengên herî xweş ên xwezayê, “kesk û sor û zer” lihev bîne. Ev gelê reben ji ber nexweşiya neteweperestiyê ji lambeyên trafîkê û ji tîma fûtbolê ya Galatasarayê jî dikeve şikê û dibe, îro na sibeh - çawa ku tîne serê kurdên koçber û penaber ên li Anatoliyê bi cih ûwar bûne- wana jî lînç bike...
Ev gelê nezan e ku xwe bi çermsipiyên ewropiyan re dikuje û xwe li ser hemû gelên Rojhihilata navîn dibîne ; ewqas ku navê “ereb” layîqê kûçikan dibîne, kurda jî dike şûna “koleyên reşik” ên sedsala 19emîn ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê...

Divê Taraf bibe dermanê vî gelê bi xedar nexweş, bi giranî gêj û sermest...
Çawa? Aqilmendî ji hedê min der e; lê divê Birêz Ahmet Altan ê hostayê giyan û hestiyariya jinê ye, demildest çîroka evîndarî û zewaca Kerîmê Afyonî û ya Eyşoya me ya Agirî û her sê zarokên wan ên bi navên Zîlan, Dîlan û Botan binivîse û di nav rûpelên evîndariyê de poşmaniya Kerîm a ji kîn û rika wî ya berê, ya "beriya naskirina Eyşo li dijî  kurdan dajot" bîne ziman...

Bial Hasan Aksay, ji Moskovayê ragihîne ku Alperen ê nijadperestê Trebzonî ji neçariyê bi Evkerîmê Xinûsî re di heman xanî de dimîne û cara yekem kurdekî welatparêz nas dike û bi bihîstina neheqiyên li kurdan têne kirin ew,  ji şerman dixwaze  bikeve heft qat binê erdê...
Bila Sevan Nîşanyan, bi ya “yozgat”ê destpêbike û etîmolojiya navên hemû bajarên tikan binivîse. Bê tirs û xof bila bibêje: Yozgatîno, navê bajarê we ji peyva “yoyz” a wateya wê bi Ermenkî “şîr” e; û ji “gat” a dîsa bi ermenkî “pir” e pêk tê û navê bajarê we bi zimanê Ermenkî “ şîrê wî pir” e. Digel ku navê wî bi ermenkî be jî hûn naxwazin biguherînin; lê çima cûmhûriyeta we tevahiya navê erdnîgariya kurdan guherandiye lê mixabin hûn pê qaîl dibin, dengê xwe dernaynin, bi serde jî dixwazin kurd jî dengê xwe nekin?

Amberin Zaman gere pûşê dewşirmeyan -ên di warê neteweperestiyê de derpê ji qûn avêtine- derxe holê û ji tirkan re bibêje: “ ên ji tirkan bêhtir tirktî dikin, ên xwe bi ala sor û sipî dipêçin û we jî bi nijadperstiyê sor dikin bi gelemperî “tirkçerî”ne.

Heq e, Orhanê Miroglu’yê me Kurdistanê gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi bajar bigere û çi mamoste çi bijîşk, çi leşker, çi mela, çi karker bi hemû tirkên li van deran dixebitin re bipeyîve û kêfxweşî û serfiraziya wan a li Kurdistanê, qenciyên ku kurd li wan dikin, nêrînên wan ên şaş ên beriya hatina wan a Kurdistanê bîne ziman û ragihîne- dê û bav û xizmên wan ên Balikesîrî û Enqereyî û Rîzeyî yên destên wan li ser kezeba wan li benda kuştina zarokên xwe ne - ku kurd ne dijminên Tikan in û ew ji bo xwe û jibo we bi pergala bêpergal re şer dikin.

Gotina dawî divê Taraf rûyê ronî, rûyê bi şewq û şemal ê Tirkiyeyê be. Qenciya kurdan a herî mezin ew be ku wê asîmîlîye nekin, nebişifînin nekin ya xwe, nekin mînanî xwe.

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin