14.03.2018

Kurdistan 1904


Ev albûm,  sala 1904an, ji aliyê Frere Raphael ê mîsyonerê Terîqeta Kapûsen ve hatiye amadekirin û pêşkêşî  mîsyona eyaleta Liyonê hatiye kirin.

Kapûsen milekî terîqa Fransîsken ya bi dêra Katolîk ve girêdayî ye.
Ev terîqet sala 1520’an  ji aliyê mirîdekî Fransîsken ê bi navê Matteo da Bascio ve  li ser îlhama ku  jê re ji  Xwedê  tê û dibêje;  “keşîşên Fransîsken êdî ji riya Ezîz Fransîs şaş bûne” hatiye saz kirin.




Matteo dibêje em jî, çawa ku Ezîz Frasîs kiribû, divê dev ji kar û barên dinyayê berdin,  jiyaneke bi tena serê xwe, jiyaneke heta dibêjî wek ya Ezîz Fransîs xwerû, sade, canfedayê Xwedê û Îsa  biajon.

Ev fikr û raman û nêrînên Matteo ji aliyê serdestên terîqê ve xeternak tên dîtin û ew rastî pest û pêkûtiyan tê.

Matteo dibîne ku ew ê bê darizandin û zîndankirin, tevî rêhevalên xwe  ji dêrê direvin û xwe dispêrin keşîşên Benedîkt ên li serê çiyayekî...



Matteo û hevalên wî, bona ku dilê keşîşên Benedîkt xweş bibe, cubeyên wan ên bi kapûşon li xwe dikin.  Navê Kapûsen ji peyva Îtalyanî “ Capuccio” ya tê wateya “kapûşon”tê.

Ew wek derwêşên Kurdistanê yên berê, bi awayeke dev ji kar û barên dinyaya derewîn berdayî, bo Xwedê û pêxember, jiyaneke resen derbas dikin.

Li Tirkiyeyê, karên olî yên mala “Dayîka Meryem” ya  li serê “Çiyayê Bilbil”ê, nêzîkî bajarê kevnare yê Efesê ye, bi destê  endamên vê terîqê  birê ve diçe.


Frere Raphael ji Xarpêtê dest bi gera xwe dike. Ev bajarê qedîm wê demê bi gel û baweriyên cûrbecûr xemilandî bû. Gelek dibistan û saziyên Ewropiyan li vir hebûn. Desthilatdariya Tirk, bi taybetîkadroyên Îtihat Terakî, hebûna wan li ber Tirkkirina Antoliyê wek qeyd û bend didît. Bi taybetî dijminatiya dibistanan dikirin. Di rastiyê de dibistanên mîsyoneran di nav Xaçparêzan de dixebitîn û zarên wan didan xwendin. Heger xetere heba ew jî bo mezheb û terîqetên Xaçparêzan bû, ji ber ku her yek dixwest gel bîne ser riya xwe. Wek mînak bi xebata mîsyonerên Katolîk û Protestan, bi deh hezararan Ermenên Gregoryen mezheb guherandibûn û bi wan ve zeliqîbûn.





Dibistanên mîsyoneran bi hev re ketibûn ber qayîşê. Her yek bi rê û rêbazeke cuda dixwest ji yên din bi qalîte, bi adan û hilberîner bibe. Ev yek dikir li Anatolî û li Kurdistanê çand û hunera nûdem şîn bibe, Kurdistan ji pêşketinên li cihanê  hayidar bibe... 



Ewropî, ji berê de Kildaniyan wek Kurdên Xaçparêz hesibandine. Ew, heta Sedsala XIX'an bi xwe jî xwe Kurd dihesiband. Ez nû pê hesiyam ku Şehîd û ezîzekî wan ê bi navê " Jhonê Kurd" heye. 


(Ev gravûr di albûmê de cih nagire, mi ew ji çavkaniyeke din derxist. Hêviya min ew e ku dîrokzanên Kurd jiyan û serpêhatiya Ezîz Jhon bikolin û pêşkêşî me bikin)


Ermen jî gelekî cînar û Kurdistanî ye. Sînorên her duyan cih bi cih li hev diqelibe, dikeve nav hev. Hayastana wan  û Kurdistana me du welatên "xêr ji xwe nedîtî" ne. Her du gel bi fen û fûtên emperyalîstan û nijadperestên Tirkên dagirker bi hev ketin. heta sedsala xıx'an Kurd û Ermen  gorî huner û merîfeta ku dîrok û erdnîgariyê dabû wan, bi hev re bi hevkarî, bi heyranî û qurbanî dijîn diçûn. Ermen pîşekar û cotkar bûn. Kurd sewalvanên jêhatî bûn. Kurd çerm dida Ermen jê sol distend,  penîr dida lambe û çira distend, goşt dida hespê xwe pê dida nalkirin, hesp dida xaniyê xwe pê dida çêkirin... Dagirker jiyana me jî ya wan jî herimand. Konê Ermen ji nav konan rakir, niha jî dil heye koka me biqelîne. 

























Wêneyeke  herî xweşik a Amedê. Havîn e. Textên çaralî bi cimêlikên spî dagirtî li ser xaniyan.
Şev baş Amed... Sebr û hêviya dilan, eleha berxwedanê Amed...
















                                  















Kalo ji Meletiyê ye.Teqez Tirkî nizanibû. Mala minê,   nevîçirkên wî, Kurdî bide aliyekî, xwe Kurd jî nahesibîne. Te çi kir kalo...!










Dawî




NEFT Û KURD Û KURDISTAN

11ê Gulana sala 1941an, di rojnameya Frensî ya bi sernavê "Le Progres" de derheqê Iraqê de ev gotara balkêş hatiye weşandin. Mi...

Nivîsên zêde hatine xwendin