Li Serhedê paşayek hebûye, jina wê ji mirovan qe hez nekiriye.
Deriyê mala wê tim girtî bûye. Wê xwestiye bi mêr û lawê xwe yê hêj
li ber pêsîran, di mala xwe de, bê qal û qir, bi kêfxweşî bijî.
Jinik zor dide paşê, li ber devê çemekî ji bajêr gelek dûr, di newalekî kûr de,
ji xwe re koşkek dide çêkirin û mala xwe dibe dike wir.
Di ser re çend sal derbas dibe, lawik berfamkî dibe, bala xwe didê ti
hevalekî wî tune. Her ku diçe ev kêmasî lê dibe derdekî mezin û ji dilê wî
dernakeve. Her roj ji hindur derdikeve, li ser şemûgê rûdinê, çavê xwe dikute
çem, kûr kûr diponije, dikeve na xewn û xeyalan...
Rojekê dîsa li cihê xwe yê ber çem rûniştiye, ketiye nav xewn û xeyalan, çavên wî bi
cote çavên zer ên beqek dikeve.
Pir li xweşa wî diçe. Bi van gotinan gazî beqê dike:
“Beqê beqê beqlawÎsê(1),
çav ramîsê(2),
were lîsê(3)”
çav ramîsê(2),
were lîsê(3)”
Beq ji avê derdikeve, tê cem, heta êvarê bi hev şa dibin, dilîzin.
Rojek, du roj, sê roj...
Rojek dayîka wî wan bi hev re dibîne. Bala xwe didê, lawikê wê yê di mal de
bi mahde û bi mirûz li cem beqê bi kêf û henek e. Pir li zora wê diçe. Jinik ji
beqê çavreşiyan dike.
Çend caran şîret li kurê xwe dike, dibêje beq bêyom e, pîs e, heram e nizam
çi û çi lê, ew guh nade dayika xwe û hevaltiya didomîne.
Dayîka lawik dîbîne ku nikare wan ji hev veqetîne, sonda beqê dixwe.
Êvarekî lawik hêj di xew de ye, jinik ji malê derdikeve diçe ber
çem, bi dengê kurê xwe gazî beqê dike:
Beqê beqê beqlawwîsê,
çav ramîsê,
were lîsê
Beqê beqê beqlawwîsê,
çav ramîsê,
were lîsê
beqa reben a hayê wê ji bayê felekê tine, bi bihîstina van
gotinan hêdîka ji avê derdikeve tê cem jinikê. Jinik hişk pê digire, dibe nav malê.
Şîşika xwe dike agir sor dike, di her du çavê beqê re dike û beqê dîsa dibe
davêje nav çem.
Lawik piştî taştê derdikeve derve, diçe ber çem:
“Beqê beqê beqlawÎsê, çav ramîsê, were lîsê”
Beq serê xwe ji avê derdixe dibêje:
Ez netêmo(4) neqeto(5)
Dayîka te ya qapeto(6)
Çavkên min kiriye biveto(7)
Çavkanî; Salihe Korkmaz a keça Ehmedê Nado
(1) Bi ya min bo şêrînkirinê parkîta “wîs” bi beqê ve hatiye kirin. Teyrê tawis.
(2) Ramîsandin. Min çavê te ramûsanê
(3) Lîstin. Were em bilîzin.
(4) nayêm, ne têm
(5) qet, hîç
(6) qap, qehp, qehpe
(7) Biv;dema zarokên biçûk nêzîkî
agir dibin ji wan re “biv” tê gotin. Baneşana bo tirsandina ji şewatê. Tr;ciz
Çavkanî; Saliheya Keça Ehmedê Nado,
Xîtik, Tatos
Berhevkar: Mamoste Marûf