Mahmoud le Kurde etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Mahmoud le Kurde etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

29.12.2020

Mehmûdê Kurd, Kurd e an ne Kurd e...?















îmzeya Mamoste Mehmûdê Kurd




                                                   (***)






Li Rojhilatê cihanê, Kurdistan jî di nav de, hunereke kevnare ya pir resen û bi nav û deng lê, ewqs jî êdî kêm tê nasîn heye; zêrnîşanciyanî.
Ev huner, birinc (Pîrînç) dibe, mefreq (tunc) dibe, sifir û hesin dibe, "bi pelên tenik ên zêr û zîv û hwd. rûkirin û xemilandina objeyên maden" e.
Pelên kanzayî (metal) yên nirxdar û giranbiha, yên wek zêr û zîv li ser wan madenan carnan dibin wêne û dîmen
carnan dibin nîgarên ajal û riwekan,
carnan dibin  nivîs,
carnan jî dibin şiklên hendesewiyên (geometrîk) cûrbecûr û
tişt miştên wek sinî, tas, mûmdank, misîn, şûr û mertal dixemilînin û nirxên wan pir û pir bilindtir dikin.



Car heye hunermend şiklên ajal û rêwekan, şiklên hendesewî, nivîsên xweş tewandî li hev tîne, bi hev re bikar tîne.
Hunermend nîgar, wêne, xetên bi şox û şeng,  pêşî di mejiyê xwe de disêwirîne(Tesawir dike), paşê bi dest û pêçî hûrik hûrik, parçe parçe, têl bi têl li hev tîne û nexşekê yekparçe yê bi teniktiya xwe  mîkronî diafirîne. Paşê bi hendezatiyeke mezin, bi hostatiyeke bêhempa Objeyê bi wê nexşê rû dike.
  Di pirtûkeke sala 1864an li Parîsê weşandî de  qala vazoyeke Ûris a bi navê Kofçîk tê kirin û pir dirêj pesnê wê tê dayîn.  Di dawiya danasîna vê vazoyê de weha tê gotin: “Ev kofçîk bi neqşên arabesk, bi qertelê bi du serî yê Ûris û bi tîpên  Slav ên kilkirî yên li ser plaqayeke zêr xemilandî ye. Meriv zû bi zû rastî xemleke evqas dewlemend û zor çeleng nayê. Rûyê wan ê xêzkirî zewqa hunera  Bîzansiyan,   hunera zêrnîşanciyanîya Kurdistanê, kulîlkên bejî yên hiş ji serê meriv dibin  yên li ser histûnên kevirê seqî (mermer) yên Romayê dike bîra meriv (*)


 



Carnan jî, nexş li ser rûyê obje tê kolandin û kanzayên (metal) ên giranbiha di qelîştekan de tên bicih kirin û kutandin.
Zêrnîşanciyanî, dora pêşî di sedsala XIIan de, li Cizîra Botan, li Amed û Sêrtê dixwiyê û nav û dengê vê hunerê  li seranserê cihanê belav dibe. Hosteyên wê demê, ji kîjan bajarê Kurdistanê bûna, him navê xwe him jî  navê eyalet û bajarê xwe yê herî bi nav û dengê rojhilatê cihanê (Mûsil) bikar dianîn. Bi vî şiklî  him zû dihatin naskirin, him jî qedr û rûmeta wan zêdeti dibû; ji ber ku Mûsil bi xwe jî Markayeke pir mezin bû.

Mîr, axa û malmezin van misîn, sinî, tebaqe, firaq û fol û qutiyên hûrik hûrik neqişandî, bi quretî û serbilindî pêşkêşî nas û dost û desthilatdarên qedirbilind kirine,  bazirgan bi bihayên pir mezin ew firotne û nav û dengê van berheman ji dilê Kurdistanê gav bi gav li seranserê cihanê belav kirine û gihîştine îro aydî hosteyên Kurd û Kurdistanî ne.  

Piştî hatina Misilmantiyê çi Kurd, çi Ereb û Faris û Tirk, hema bigire nivîskar, hunermend û wêjenas û zanyar bi gişkî nav û kûnyeyên Erebî li xwe kirine. Dibe ku ew bi xwe Ermen an Asûriyên bi eslê xwe ji Mûsilê bin jî tev wek Ereb an Misilman tên pênasekirin û nasîn. Hosteyê pêşî û  herî mezinê vê hunerê jî  Îbrahîm bîn Mawliya ye û jê misînekî bi hostetiyeke pir mezin neqişandî tenê maye, niha di Mûzeya Lûvrê tê pêşandan. 
Ji atolyeya din jî qutiyeke merhemê (?) ya dirêjahî 6 Cm, berahî 3,5 Cm, bilindî 2,5 Cm. ya niha li Mûzeya Benakî ya Atînayê ye gihîştiye ber destê me. Li ser wê navê  "Îsmaîl îbn Werd el Mawsîlî" hatiye xêzkirin.(Smaîlê kurrê Werdê ji Mûsilê)

Di sedsala  XIIIan de, bi hatina Mongolên dagirker re, hunermend ji Kurdistanê direvin û xwe dispêrin Mûsilê û li wir atelyeyan vedikin. Çawa ku li Cizîr û Amed û Sêrtê kiribûn, ew berhemên xwe dîsa bi navê “El Muwasil” îmze dikin. Ji wir şûn de ev berhem, digel ku li Şam û Helebê, li Misrê û Îranê hatibin çêkirin, bi tevahî bi navê atolyeyên Mûsilê (El- Muwasil) tên îmzekirin. Ya balkêş, ev cûre berhem li kîjan welatî, bi destê kîjan hostayî hatibe çêkirin, şêwaz û dirûv û nexşên xwe yên pêşî yên mezopotamyayî û Kurdistanî bi sedan salan wek xwe hîştine, resentiya wan parastine.

Piştî ku Mongol, Mûsil jî di nav de, tevahiya Mezopotamyayê dagir dikin, atolyeyên ji Kurdistanê çûbûn Mûsilê îcar bar dikin diçin Sûriyeyê, paşê jî ber bi Misrê ve bi rê dikevin. Di serî de xizmeta Eyûbiyên Kurd paşê jî ya Memlûkiyan (Dewleta xulamên Tirk) dikin.

Li ser guldanka bi navê “ Barberînî” ya ji sedsala XIIIan mayî, navê Sultan Selahadîn dinivîse. Xemla wê pir giran e. Dîmenên nêçîrê û rêwekên li ser bi tevahî wek yên Cizîrê ne. ev guldank di nav koleksiyona papa Urbanê VIII. de ye; loma bi vî navî tê zanîn.
Welhasilê kelam, ev Hunera li Kurdistanê zayî, di rûyê Mongolên dagirker de wek koçerên Kurdistanê welat bi welat digere. Li Mûsil, Sûriye, Misr û Xoresan û Hemedanê bi sedan atolye tên vekirin, bi deh hezaran hoste, şagirt û karker û bazirgan bi vê hunerê ve bilî dibin, debara xwe dikin.
Di katalogekê de danasîna berhemeke Mehmûdê Kurd 


Me beriya niha jî gotibû, bi desthilatdariya Îslamê re, li Rojhilata Navîn û li Efrîqaya Bakûr çi Asûrî, çi Ermen, çi Kildanî, çi Kurd û Faris û Ereb hemû melîk, hunermend, wêjenas, giregir û malmezin nav û nasnavên ( kûnye) bi Erebî li xwe dikin, li ser berhem û pere û pelikan dinivîsin, dikolin: El-Melîk el-Nasir Ebu'l Muzaffer Selahadîn Yusuf bîn Necmeddin Eyyub(Selahedînê Eyûbî), Ebûl Qasim îbn Sa'd îbn Mouhammad, Ahmed îbn Omer ibn Kamîl al-Dhaki, Huseyîn Îbn Ahmed, Îbn Zeyyn, Dawûd Îbn Salama El-Mawsilî Hwd...

Hunermendên zêrnîşancaniyê jî bi tevahî li ber bayê Ereban dikevin û nav û nasnavên erebî yên ol, mezheb, nijad û netew nediyar bi xwe ve dikin. Êdî felek li hemû ziman û gel û çandên kevnare yên Rojhilata navîn hatiye xezebê. Kurdî û Kurdbûn wek nexweşiya kotîbûnê ye(Cûzam) ye, Koronaya malmîrat e, xwediyê wî jî jê direve....
Lê, camêrekî bi navê Mehmûd çoyê xwe di  ber çerxa felekê re dike.
Mamost Mehmûd hunermendê herî mezinê zêrnîşanciyaniyê ye. ew hemû berhemên xwe bi navê "Mamoste Mehmûdê Kurd"  îmze dike û dixe qula çavê xêrnexwazan.

Hunera Zêrnîşanciyaniyê her ku diçe geştir dibe, bêhtir nav û deng dide û xwe digihîne sedsala XVan. Mamoste Mehmûdê Kurd di vê sedsalê de derdikeve ser dikê û bi hostatiyeke kesnedîtî vê hunerê derdixe asta herî bilind. Ev huner Asya û Ewropayê dihejîne. Giregir, serdest û malmezin  berhemên wî ji destê hev direvînin.
Ev xweşmêr wek pêşiyên xwe nasnavekî Erebî yê dûvdirêj na, navê xwe û navê netewa xwe  li xwe dike: Muelim Mehmûd el Kurdî, ango "Mamoste Mehmûdê Kurd." Ew vî navî li ser  "hemû objeyên bi xwe çêdike an bi şagirtên xwe dide çêkirin dide dikolandin û bi zêr û zîvan xweş dixemilîne.

Piştî koça dawî ya Mamosteyê me, gelek fêlbaz û konekên firsendperest û berjewendîperest navê wî li ser objeyên qelp dikolin û wekî wî çêkiribe bi bihayên mezin difroşin.

Meseleya Mehmûdê Kurd û Wenedîkê

Li Wenedîkê Zêrnîşancanî heye tineye em pê nizanin lê, ji ber ku hunerdiz navê Mehmûdê Kurd li ser xwe qeyd û tapî kirine û berheman afirandine bi sedan salan, gava zêrrnîşancanî bûye mijar, navê Wenedîkê jî danîne ber yê Kurdistanê. Di pirtûkeke dîroka hunera Ewropî de hunera zêrnîşancaniyanî dîsa bi gişkî nabe malê Kurd û Kurdistanê, jê re şirîkeke divê:   "Cam û camekanên (vîtîrîn) bi tiştên Ango-saksonan tijîkirî pir û pir bala arkeologan dikişîne. Di hindurê wan de piranî tiştên ji aliyê Seltan(Celtes) ve çêkirî û ji gorên wan ên li Îrladayê derxistî hene lê, bivê nevê çavê meriv diçe ser objeyên olî yên bi şikilkî, bi xebat û bixeml û neqşên xwe  naşibin ti hunerên din ên em ne çavnas in . Bi  şiklên xwe yên xiloxwar ên  xwedî sadebûna balkêş, bi destxeta gelek hûr û kubar dişibin  glokeke hov û qilopilo ya  dem û dewrana Karlovenjiyan û bîjûteryên Qefqazyayê yên  xwedî narintiyeke  nekêrhatî. Ev taybetmendiyên ecêb û nayên payîn tev bi hev re dibin yek..."

Di vê beşa ku behsa hunera Anglo Saksonan dibe de pesnê berhemên Anglo Sakson, Seltan (Celtîque) tê dayîn û paragraf weha bi dawî dibe:


“Ev tişt ji tûncê bi zêr rûkiri, bi qelîştekan neqişandî paşê ev  qelîştek bi kanzayên giranbiha tijîkirî ne. Hinekên wan xwedî xemlên têlkarî yên narîn ên qasî mûcewherên herî narînên  Etrûskan, ên din qasî berhemên zêrnîşaniyên Wenedîk û Kurdistanê bedew in”

li ser navê Mehmûdê Kurd, îhtimala mezin ew ku wî di jiyana xwe de pêlî axa Ewropayê nekiriye, li Wenedîkê atolye  vedikin (!) 
û hin berhemên qilopilo wek karê atolyeya Mehmûdê Kurd ê li Wenedîkê didin nasîn.
Ya herî balkêş û pêkenokî jî nasnameya Mehmûd e. Digel ku bi destê xwe nasnameya “ Kurd” li xwe kiribe jî, piraniya Misilman û  Xaçparêzan wî wek Kurd nepejirandine: Kurdên çiyayî û huner...! Her çiqas derheqê jiyana wî û ya malbata wî de rêzikek be jî  agahî negihîştibe roja îro, Hinekan wî Ermen, Asûrî û Kildanî, hinekan jî Ereb hesibandiye. Xeynî çend pisporên jîr û şiyar kesî  negotiye "ev
meriv, di wê dewr û dewrana ku her kes ji nasnameya xwe ya neteweyî direviya de, bi navê netewa xwe serbilind bûye loma ew sernavêb Kurd  bikar aniye.

Dîsa piraniya pisporên dîroka hunerê  destê xwe daneanine ser wîjdanê xwe û negotine; di pêvajoya ku her misilman û xaçparêz û Cihûyên di nav misilmanan de bi Erebî û bi erbbûnê dipesinîn û xwe qurre dikir de” ma ev camêrê ewçend jîr û afirîner dîn bubû ku navê Kurd li xwe kiriye...!

Ji Mehmûdê Kurdê gorbhûşt 13 parçe obje mane. Ew her 13 jî di mûzeyên herî mezin ên cihanê de wek berhemên hunera Erebî an îslamî tên pêşandan (****)


 Di pirtûka  sala 1864an li Parîsê weşandî de û me di mijara Wenedîkê de jî behsa wê bubû,  qala vazoyeke Ûris a bi navê Kofçîk tê kirin û pir dirêj pesnê wê tê dayîn.  Di dawiya danasîna vê vazoyê de weha tê gotin:

“Ev kofçîk bi neqşên arabesk, bi qertelê bi du serî yê Ûris û bi tîpên  Slav ên kilkirî yên li ser plaqayeke zêr xemilandî ye. Meriv zû bi zû rastî xemleke evqas dewlemend û zor çeleng nayê. Rûyê wan ê xêzkirî zewqa hunera  Bîzansiyan, hunera zêrnîşanciyanîya Kurdistanê, "kulîlkên bejî yên yên hiş ji serê meriv dibin  yên li ser histûnên kevirê seqî (mermer) yên Romayê" dike bîra meriv (**)

Çavkanî:
* Facebook Aso Zagrosî
**   La Curiosité, collections françaises et étrangères, cabinets d'amateurs, biographies, par M. L. Clément de Ris...

Meraq, koleksîyonên Frensî û yên biyaniyaniyan...

Nivîskar:  Clément de Ris, Louis (1820-1882). Auteur du texte

Weşanger:  Vve J. Renouard (Paris)

Sala weşanê:  1864

Ziman :  frensî


***  Kataloga Koleksîyoneke giranbiha ya Objeyên Hunerî û Meraqê ya Kabîneya MPEê. Sala pêşangehê: 1860 BNF Bîbliothèque Nationnale Française

Pirtûkxaneya Neteweyî ya Frensî


**** Les Beaux Arts et les Arts Décoratîfs Paris/ 1879 BNF-B Bîbliothèque Nationnale Française
Pirtûkxaneya Neteweyî ya Frensî


EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin