Li Rojhilatê cihanê, Kurdistan jî di nav de, hunereke kevnare ya pir resen û bi nav û deng lê, ewqs jî êdî kêm tê nasîn heye; zêrnîşanciyanî.
Ev huner, birinc (Pîrînç) dibe, mefreq (tunc) dibe, sifir û hesin dibe, "bi pelên tenik ên zêr û zîv û hwd. rûkirin û xemilandina objeyên maden" e.
Car heye hunermend şiklên ajal û rêwekan, şiklên hendesewî, nivîsên xweş tewandî li hev tîne, bi hev re bikar tîne.
Hunermend nîgar, wêne, xetên bi şox û şeng, pêşî di mejiyê xwe de disêwirîne(Tesawir dike), paşê bi dest û pêçî hûrik hûrik, parçe parçe, têl bi têl li hev tîne û nexşekê yekparçe yê bi teniktiya xwe mîkronî diafirîne. Paşê bi hendezatiyeke mezin, bi hostatiyeke bêhempa Objeyê bi wê nexşê rû dike.
Di pirtûkeke sala 1864an li Parîsê weşandî de qala vazoyeke Ûris a bi navê Kofçîk tê kirin û pir dirêj pesnê wê tê dayîn. Di dawiya danasîna vê vazoyê de weha tê gotin: “Ev kofçîk bi neqşên arabesk, bi qertelê bi du serî yê Ûris û bi tîpên Slav ên kilkirî yên li ser plaqayeke zêr xemilandî ye. Meriv zû bi zû rastî xemleke evqas dewlemend û zor çeleng nayê. Rûyê wan ê xêzkirî zewqa hunera Bîzansiyan, hunera zêrnîşanciyanîya Kurdistanê, kulîlkên bejî yên hiş ji serê meriv dibin yên li ser histûnên kevirê seqî (mermer) yên Romayê dike bîra meriv (*)
Carnan jî, nexş li ser rûyê obje tê kolandin û kanzayên (metal) ên giranbiha di qelîştekan de tên bicih kirin û kutandin.
Zêrnîşanciyanî, dora pêşî di sedsala XIIan de, li Cizîra Botan, li Amed û Sêrtê dixwiyê û nav û dengê vê hunerê li seranserê cihanê belav dibe. Hosteyên wê demê, ji kîjan bajarê Kurdistanê bûna, him navê xwe him jî navê eyalet û bajarê xwe yê herî bi nav û dengê rojhilatê cihanê (Mûsil) bikar dianîn. Bi vî şiklî him zû dihatin naskirin, him jî qedr û rûmeta wan zêdeti dibû; ji ber ku Mûsil bi xwe jî Markayeke pir mezin bû.
Di sedsala XIIIan de, bi hatina Mongolên dagirker re, hunermend ji Kurdistanê direvin û xwe dispêrin Mûsilê û li wir atelyeyan vedikin. Çawa ku li Cizîr û Amed û Sêrtê kiribûn, ew berhemên xwe dîsa bi navê “El Muwasil” îmze dikin. Ji wir şûn de ev berhem, digel ku li Şam û Helebê, li Misrê û Îranê hatibin çêkirin, bi tevahî bi navê atolyeyên Mûsilê (El- Muwasil) tên îmzekirin. Ya balkêş, ev cûre berhem li kîjan welatî, bi destê kîjan hostayî hatibe çêkirin, şêwaz û dirûv û nexşên xwe yên pêşî yên mezopotamyayî û Kurdistanî bi sedan salan wek xwe hîştine, resentiya wan parastine.
Li ser guldanka bi navê “ Barberînî” ya ji sedsala XIIIan mayî, navê Sultan Selahadîn dinivîse. Xemla wê pir giran e. Dîmenên nêçîrê û rêwekên li ser bi tevahî wek yên Cizîrê ne. ev guldank di nav koleksiyona papa Urbanê VIII. de ye; loma bi vî navî tê zanîn.
Welhasilê kelam, ev Hunera li Kurdistanê zayî, di rûyê Mongolên dagirker de wek koçerên Kurdistanê welat bi welat digere. Li Mûsil, Sûriye, Misr û Xoresan û Hemedanê bi sedan atolye tên vekirin, bi deh hezaran hoste, şagirt û karker û bazirgan bi vê hunerê ve bilî dibin, debara xwe dikin.
Di katalogekê de danasîna berhemeke Mehmûdê Kurd |
Me beriya niha jî gotibû, bi desthilatdariya Îslamê re, li Rojhilata Navîn û li Efrîqaya Bakûr çi Asûrî, çi Ermen, çi Kildanî, çi Kurd û Faris û Ereb hemû melîk, hunermend, wêjenas, giregir û malmezin nav û nasnavên ( kûnye) bi Erebî li xwe dikin, li ser berhem û pere û pelikan dinivîsin, dikolin: El-Melîk el-Nasir Ebu'l Muzaffer Selahadîn Yusuf bîn Necmeddin Eyyub(Selahedînê Eyûbî), Ebûl Qasim îbn Sa'd îbn Mouhammad, Ahmed îbn Omer ibn Kamîl al-Dhaki, Huseyîn Îbn Ahmed, Îbn Zeyyn, Dawûd Îbn Salama El-Mawsilî Hwd...
Lê, camêrekî bi navê Mehmûd çoyê xwe di ber çerxa felekê re dike.
Mamost Mehmûd hunermendê herî mezinê zêrnîşanciyaniyê ye. ew hemû berhemên xwe bi navê "Mamoste Mehmûdê Kurd" îmze dike û dixe qula çavê xêrnexwazan.
Hunera Zêrnîşanciyaniyê her ku diçe geştir dibe, bêhtir nav û deng dide û xwe digihîne sedsala XVan. Mamoste Mehmûdê Kurd di vê sedsalê de derdikeve ser dikê û bi hostatiyeke kesnedîtî vê hunerê derdixe asta herî bilind. Ev huner Asya û Ewropayê dihejîne. Giregir, serdest û malmezin berhemên wî ji destê hev direvînin.
Di vê beşa ku behsa hunera Anglo Saksonan dibe de pesnê berhemên Anglo Sakson, Seltan
(Celtîque) tê dayîn û paragraf weha bi dawî dibe:
“Ev tişt ji tûncê bi zêr rûkiri, bi qelîştekan neqişandî paşê ev qelîştek bi kanzayên giranbiha tijîkirî ne. Hinekên wan xwedî xemlên têlkarî yên narîn ên qasî mûcewherên herî narînên Etrûskan, ên din qasî berhemên zêrnîşaniyên Wenedîk û Kurdistanê bedew in”
Ya herî balkêş û pêkenokî jî nasnameya Mehmûd e. Digel ku bi destê xwe nasnameya “ Kurd” li xwe kiribe jî, piraniya Misilman û Xaçparêzan wî wek Kurd nepejirandine: Kurdên çiyayî û huner...! Her çiqas derheqê jiyana wî û ya malbata wî de rêzikek be jî agahî negihîştibe roja îro, Hinekan wî Ermen, Asûrî û Kildanî, hinekan jî Ereb hesibandiye. Xeynî çend pisporên jîr û şiyar kesî negotiye "ev
meriv, di wê dewr û dewrana ku her kes ji nasnameya xwe ya neteweyî direviya de, bi navê netewa xwe serbilind bûye loma ew sernavêb Kurd bikar aniye.
Di pirtûka sala 1864an li Parîsê weşandî de û me di mijara Wenedîkê de jî behsa wê bubû, qala vazoyeke Ûris a bi navê Kofçîk tê kirin û pir dirêj pesnê wê tê dayîn. Di dawiya danasîna vê vazoyê de weha tê gotin:
“Ev kofçîk bi neqşên arabesk, bi qertelê bi du serî yê Ûris û bi
tîpên Slav ên kilkirî yên li ser plaqayeke zêr xemilandî ye. Meriv zû bi
zû rastî xemleke evqas dewlemend û zor çeleng nayê. Rûyê wan ê xêzkirî zewqa
hunera Bîzansiyan, hunera zêrnîşanciyanîya Kurdistanê, "kulîlkên bejî yên yên hiş ji serê meriv dibin yên li
ser histûnên kevirê seqî (mermer) yên Romayê" dike bîra meriv (**)
Meraq, koleksîyonên Frensî û yên biyaniyaniyan...
Nivîskar: Clément de Ris, Louis (1820-1882). Auteur du texte
Weşanger: Vve J. Renouard (Paris)
Sala weşanê: 1864
Ziman : frensî
Pirtûkxaneya Neteweyî ya
Frensî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder