Di dîroka wêjeya cihanê de mirineke herî ecêb jî ya Lev Nikolayeviç Tolstoy e.
Tolstoy, nivîskarê Ûris ê sala 1828an ji dayîk bubû û nav û dengê wî hêj li jiyanê bû li dinyayê belav bubû, 10ê Sermaweza sala 1910an, saet 5ê sibehê bêyî ji kesî re bibêje ji mala xwe derdikeve. Di rûpela dawîn a rojnivîska xwe de dibêje; “Derûdor ewçend tarî bû ku meriv desetê li ber çavê xwe jî nedidît”. Paşêw weha berdewam dike; “ji rê derketim û bi aliyê çepê xwe de tewişîm û ketim navdirik û deviyan. Vî alî wî alî strî di min re çûn, li dar û beran qelibîm, şewqeyê min ji serê min ket û min cardin ew nedît, welhasil bi zorî dîsa ketim rê û vegeriyam malê. Şewqeyekê din da serê xwe, bi xêra fanosekê ketim axurê, erebeya hespan da sazkirin... Diricifîm ji ber ku ditirsiyam ku hinek li pey min werin...”
Wî derheqê reva ji mal û bûyerên beriya mirinê hatine serî de tenê ji jina xwe re nameyek hîşt; ew jina ku çi bi xwe jê tiştek fêm kiribû, çi wê jê tiştek...
Name weha destpê diribû:
“Sofya Andreyevna, ez dizanim tu yê li ber min bikevî, ji ber ku ku min tu terikandiye û çûme. Min nedixwest weha be lê, bawer bike ji destê min nehat ez bi awayeke din tevgerim. Her ku umrê min mezin dibe wê kes qehrê min nexwe, ji destê min tebat neke. Jixwe ji niha de wer jî bubû. Bila ev li alîkî be, ez êdî nikarim di nav wê îhtîşam û jiyana wurşedar de bijîm, lewre niha merivên wek min temenmezin çi dikin ez jî wek wan dikim: Ew lêdixin diçin, terka dinyayê dikin, bona ku demên xwe yên dawîn di aramiyê de, di bêdengiyê de derbas bikin”
Bi xwendina vê nameyê Sofya Andreyevna dîn û har bû. Ji cihê xwe qiloz bû, bazda derva û xwe avêt gola di baxçe de. Di wê demê de Tolstoyê kal di trêna ku wî bibira Qfqezyayê de, rûniştîbû. Çima Qefqazya? Ew di ciwantiya xwe de di nav Qazaxên wir de gelek mabû .Ya rast wî bi xwe jî bi awayek qethî nizanibû bi ku de biçe. Mejiyê wî tevlihev bû; hêvîşikestî, nexweş, şewata canê wî zêde bû. Serê wî diêşiya, tî bubû, ji zû de nexweşiya dil jî pê re bû.
Di rêya hesinî ya Ryasan-Uralê de, di cihê sinifa 3.de rêwîtî dikir. Dibe
ku ji ber wê serma lê xistibe û nexweş ketibe. Ev nexweşî di demeke kin de lê vegerand zatûreyê. Merivên derûdora wî dibînin ku nexweşiya wî xedar e, li stasyona Astapovoyê, di holika
serkarê riya hesinî de wî radizînin û dest bi dermankirinê dikin.
Ji Reva
Tolstoy a ji mala xwe hayê gelek kesan hebû. Yekî nasname ne diyar ev birûske (telqraf)
ji malbata wî re bi rê kiribû: "Tolstoy, bi şewata can a 40 derence, di holika
serkarê stasyona Astapovoyê de razayî ye”
Bi bihîstina vê agahiyê malbat di cih de bi rê dikeve. Bi lez û bez xwe digihîne Tulayêlê. Endamên malbatê pê dihesin ku rojê trêneke tenê diçe Astapovoyê, di wê de jî cih nemaye. Li ser wê agahiyê vagonekê kirê dikin, wer diçin Astapovoyê. Rayedar vagonê di peroneke nedihat xebitandin de didin sekinandin. Stasyon û derûdora wê pirî qelebalix dibe, dişibe qada panayira bajarekî.
Reva Tolstoy di demeke kin de tê bihîstin. Stasyona ku heta wê rojê kesî navê wê nizanibû, vediguhere dibe navendeke girîğng a cihanê.
Rojnamegerên ji Sofya Andrejevnayê hînî rê û rêbazên kirêkirina vagonan bubûn, ref bi ref dihatin. Giregirên dêra Ortodoks yên dil dikirin "Tolstoyê kafir" dîsa bînin ser Ortodokstiyê sisê bi sisê dihatin diçûn. Lê çi bikî rayedarên dewleta Ûris, jina wî jî di nav de, nehîştin ti kes bikeve odeya wî. Rojnameger di vê mijarê de li benda alîkariya Sofya Andreyevayê bûn lê, rebenê di hewşa deriyê Odeyê lê vedibû de li pê; bona wê berdin hindur lava dikir. Tolstoy destûra ketina nav oedeyê dabû keçika xwe ya Tatînayê tenê.
Kurt û kurmancî, Lev Nikolayeviç Tolstoyê nivîskarekî herî bi nav û deng ê vê cihanê, 20 ê Sermaweza sala 1910an, deh roj piştî derketina ji mala xwe, di stasyoneke biçûcik a trênê de xatirê xwe ji mirovahiyê xwest û çû ser heqiya xwe.
Kerem bikin
17 şîretên Tolstoyê kal, ên wî li hemû mirovan kiriye bixwînin:
1-Dîkên wer
hene, dibêjin qey ew bang didin lewma roj derdikeve
3- Jiyan, kes û dema "ji destçûyî" bi şûn de venagerîne. Yan tu yê çi dixwwezî di wextê de bijî yan tû yê negirî nebêjî ez nejiyame.
3- Pereyê
hûr bêrika (cêba) meriv diperitîne, merivê xerab dilê meriv... Lewre xwe ji
herduyan jî rizgar bike.
4- Heger bo dermankirina bedena mirov emeliyat pêwîst be divê wî bikî xewê,
bo dermankirina ruhê wî
divê wî şiyar bikî
5- “Her ku diçe mirovayî ji rê derdikeve”. Mirov vê gotinê erê dikin
lê, xerabûna xwe tu car napejirînin. Her kes guherandina mirovayiyê difikire lê, ti kes
guherandina xwe nayne hişê xwe
6- Mirovên
di hebûna wan de feyde tinebe, di tinebûna wan de wê qe tinebe.
7- Çima ji
şeytan hêrs dibî? Lê qencî bike, bila ew ji te hêrs bibe.
8- Baş
bizane ku tu bi tiştên jiyayî na, bi yên
te bi mirovên din dane jiyandin tê bibîranîn. Qe ji
bîr neke; te çi dabe jiyandin teqez bi xwe jî heman tişt dijî.
9- Divê
meriv bi meqamê niha lê ye na, bi yê çav
berdaye bê pîvandin.
10- Du
şervanên herî bi hêz hene; yek bênfirehî. yê din dem e.
11-Canê yekî biêşe zindî ye, canê wî bi êşa yên din biêşe mirov e.
12- Hêza
mezin a mirovekî ne liva wî, sekna wî ya bibiryar e.
13- Mirovê
xeynî bextiyariya xwe "ne xwedî xwestekek din be" ne qenc e.
14- Ji aliyê
piraniya mirovan ve bê kirin jî xeletî, xeletî ye.
15- Ti kes
ewqas ne mezin e ku kesekekî din biçûk bibîne. Ji bîr neke, roj bê tu yê di
dêvla her tiştê biçûk dibînî de berdêleke mezin bidî.
16- Beriya
reşkirina yekî, divê tu bizanibî ku pêşî destê te wê qirêj bibe.
17- Ji jiyana mirovên din ders û îbret bistîne. Mirov qasî "hemû xeletiyên cihanê bi xwe bike" najî.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder