2.12.2011

Xwîşk û birano ez ditirsim bêm girtin,

Pisîkên rebenên kolanan
Ev çend meh e bihna kur kurdayetiyê ji kî û kê hatibe, kî û kê şêmûga saziyek kurd û kurdistanî tarî kiribe  ew tên- hatin girtin û zîndankirin.

Dagirkerê har û hov
Nabêje ew jî mirov in, wek me bi dost û dijmin in;
nabêje ew bi qasî heval û hogiran xwedî çavnebaran in;
nabêje patronên bêrehm û bêwîjdan wan ji kar û şixul davêjin;
nabêje dikan û axûrên wan bêxwedî,  zar û zênçên wan di qula xênî de tî û birçî dimînin;  “xweş-mêr û xweş-jinênên bijarte yên Kurdan”  vê zivistanê, di nîvê şevê de - lê nehat bi destê sibê re -bi zora polês û leşkerên xwe, bi gef û zext û lêdan, ji nav cih û nivînên germ radike, li ber dê û bavên kal û pîrên êdî ketî, li ber çavên zarokên ji bênasnametiyê,  ji xizaniya malxirab  jixwe per û bas li wan şikestî berê wan dide zîndanan...    

Derdê bêderman ê ku jê re dibêjin “Kurdî û kurdayetî” Xwedê qe li hev neyne, li min jî geriya ye xwîşk û birano...
Tirsa min ew e ku ez jî  bêm girtin.
Bi kitêba ku we xwendî; ewlad û iyal; kofî û kulfet,  pîr û kal, axûr û sewal ne xema min e...
Stûyê min bi ser -du jê kor in- sêzdeh  pisîkên bêxwedî yên kolana min ên ku her sibe dinewkin û ji min xwarin dixwazin de xwar e .

Gunê min bi dayîka min a heftê salî na, bi merdîbanşoya me ya  "Meta Hacer"a Kastamonî ya bi nimêj û bi tahet tê; heger ez bi hinceta terorîstiyê bêm girtin dê ew ê porên xwe birûçikîne, ji kerba nexeş bikeve;  ji ber  ku ev çar sal e zikê zarokên xwe bi nanê terorîstekî hil û heram ê bêdîn û bêîman têr kiriye...

Heyfa  min bi zarokên min na; bi yên cînarên min ên tirk;  bi wan  tifalên“destekî goşt”ên bêguneh, yên ku gava ez  li wan diqelibim “şekir didim destan, serê wan mizdidim” tê...  Dibe ku ew “wek rebenên  ji alî doxînsistekî kurd ve tacîzkirî” bên hesibandin û enî  bên deqkrin; nav û dengên xirab li wan bên zeliqandin.

Tirsa min ne bavê min ê heştê salî ye ; ez ketime tatêla pîrejineke diranweşiyayî, xwediya xaniyê min e ;  Meta Selma, bi eslê xwe ji Afyonê ye; ew  bi salan e derdkêş û nexweşa  tansiyonê ye ; Xwedê wekîl  wê zirav lê biqete û di cih de ji kirîza dil bimire; çima ku min lê dipirsî her roj bi telefonê; ma qeyd û qûydên guhdariyê ne belgeya herî mezin a "hevkariya bi terorê re" ye?

Xweziya  mexdûrên li dûv min ev tenê bûna! Ez li ber  kî bikevim li ber kê nekevim, xwîşk û birano!


Alperenê Yozgatî yê  qesabê min, wê ji kerba dîn bibe çima ku bi satora xwe di ber de jênekiriye her du destê min...

Ez te jî jibîr nakim berberê min ê delalî;  Tadaşê Erziromî;  dê tu jî pir liber xwe bikevî, biqehirî, çi bikim ji destê te çû, poz û guhê min.

Mala min ê goşkarê min; te sê cot solên min ên kevin dirûtîbûn bi erzanî; Xwedê ji te re jî xirab lê anî ku -çi kêm çi zêde - te jî li kurdekî kir qencî; paşê ez xwe efû nakim,  Okeşê min ê Mereşî, nebî  nebî tu jî kezebreşî nebî!

Nîmetulahê Sêrtî yê xwediyê çayxaneya min; nebî nebî tu meraq nekî; ez ê çend salên din derkevim derve; wê dor, dora te be jî . Di dêvla merhebatiyên xwe yên beriya terorîstiya min ; ew merhebatiyên te yên  rûkenokî, çer hebe  tu yê  dizîka tûyî nav çaya min bikî; heyfa xwe bi vî hawî hilînî...

Bedoyê Keçel ê Kurmamê min,  Îsmetê kevnekirîvê min ê dêterekeme; her du îtirafçî yên  welatê  me. Ez dizanim hûn  tim û tim li min mane ne. Heta îsal siûda we neşuxulî, we firsenda xwe di min de nedît; xwelî li serê min be, min tiştek bi kêrî we werê nekir; Yeqîniya we bi xwedê be, heger ez li ber tirkên li jor rêzkirî neketiyama, min ê çend sûc û gunehan ji ber xwe çêkirana xwe “bi we bida îxbarkirin” Ez baş pê dizanim, ev salek e hûn bêpere û bêpol mane. Roja ku  ez bêm girtin; wê gel rabe  bo min bibêje, “ wî zimandirêjî tu tiştek nekiribû bo Kurd û Kurdistanê; tu xirabî û qenciya wî negihîştibû tu evdê Xwedê; ev kul û mereza mezin a dilê min e...

                                                 Mamoste Marûf



EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin