...
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
... Ehmedê Xanî
Divê mirov ev Kurdên
stûxar, sêwiyên umetê, nivîskarên van beytên jorîn
ên bi hesreta eferimekî xelîfe û şah û padişahan-ên Xwedê giravî parêzwanên hemî misilmanan- çûn ber rehma Xwedayê Jorîn”
û
binyatkurdan( kûrt kokenlî),
yên pişt bi biyaniyan ve girêdayî;
esilkurdên “methiyexwend û mersiyexwend” ên di koşk û serayên serdestan de bi îzet û îkram ezimandî,
kurdên di nav zêr û zîvan de xeniqandî û gevizandî”
ji hevûdu veqetîne...
Îjar em werên ser diharê binyatkurdên pişt bi biyaniyan ve girêdayî yên kûtxwur (Kût; nanê ketî nav axa tedûrê û ji hêla mirovan ve nayê xwarin) ên îro... Çi îtîrafkar, çi çepgir, çi rastgir, çi umetparêz, ên dûrî rê û rêxistinên Kurdan, ên dûrî tevgerên azdixwazên Kurdan, ên neyarê tevgera Azadiya Kurd, tev bi hev re ji vê çînê ne. Ew tev li ser hev, lê carinan dor bi dor kûtxwurên desthilatdar û serdestên îro ne.
Ev nivîs têra hemî kûtxwurên esilkurdan nake, loma ez dikim hinek qala kûtxwurên îro yên ketine dilqê Osmanîparêzan bikim. Ew jî wek yên pêşiyên xwe dibistan û medresexwendî yên gelê xwe ne; lê di zimanê serdestan de wek bilbil in; ji wana pirtir jîr û jêhatî ne. Hevokên wan wek yên Fuzûlî û Nabî û Nefî bi şox û şeng, şêrîn û şekirî ne. Ew jî wek generalên dagirkeran ên pêsîr bi madalya û nîşan û bi tîtik û pîtikan xemilandî;
ew ên xwedî bi dehan nav û ûnvanan; xwedî gelek ûnvan û payeyan in; şêwirmendê Şarederiyê yê esilkurd, ûstadek esilkurd, şêwirmendek serokwezîr ê esilkurd , rewşenbîrê esilkurd, civaknasê esilkurd, osmanîparêzê esilkurd, Îslamparêzek esilkurd, sîyasetmedark esilkurd, karsazek esilkurd, dîroknasê esilkurd, terîqneqşîyê esilkurd, televîzyongerokek esilkurd, dijberek esilkurd, Kurdek sipî hwd...
Gelekên wan pêşiyên xwe digihînin şêx û melayên berê, yên di dema serhildanên kurdan de, destşûştî, lingşûştî li ser post rûniştî... Ew şecerexwendên ewqas jêhatî ne ku bi sedan bav û kalên xwe bê sekn û bê qerar li dû hev rêz dikin û dawiya dawîn xwe bi awakî bi nîjadkî an bi Şêx Evdilqadirê Geylanî ve an bi Xalidiyan ve an bi Ebasiyan ve girê didin û pesnê xwe bi vê esaletê didin, xwe pê mezin dikin; lê gava kesek rabe bibêje “ ez bi hezaran salan e Kurd im; ji Kurdan hez dikim” wî bi İrqçitî û nîjadperestiyê tewambar dikin û lê pêşniyariya “tecdîd-î îman û tecdîdî Nikah” dikin.
Ew hemî dagirkerên li çar aliyê Kurdan, ji çermreşên Afrîkayê bigire heta Peştûnên Afxanîstanê, ji niştecihên girava Tîmora Rojava bigire heta Ûygûrên Çîn û Maçînê wek bira dibînin. Gava dikevin tengasiyê bi her dû çavan ser wan de digirîn; lê gava Kurdek ehlê Sinet mêyla kurdek elewî û Êzidî û yaresanî bike, an dilê wî bi Ermenî û Asûrî û Kildanyek bişewite, mafê wan rebenan jî biparêze; an jî bi demokrasîxwaz û aşitîxwazên Cihanê yên nemisilman re têkilîkî dayne di cih de bi termînolojiya serdest û dagirkerên hezaran salan dest bi dijûn û êrişan dikin: “ Kafirê bê dîn û bê îman! Dijminê Dînê Mihemed! Xurufiyê dojehmekan!”
Hin caran jî bona ku her kes bizanibe ew ji wan ronakbîrên di zanistê de pir kûr û modern in; ji her dû cihanan( ser erd û bin erd) jî haydar in, bi têgehên nûjen ên ji lîteratûra – bi qewlê wan- ji kafirên bê dîn û bê îman deynkirî jî êriş û kufuriyan dikin: “sekûlerê di şopa Kemalîstan de!” “Ateîstê kurê satanîstan! Marksîst û Stalînîsto!
Carinan jî xwe li bijîşktî û li hekîmtiyê datînin û teşhîs û tedaviya “Kurdên şiyar û bixwe hesiyayî” didin ser milên xwe:” PKK rewşa derûniya Kurdan travmatîze kiriye; divê ev travma bi rê û rêbazên Osmaniyan, bi waez û şîretên şêx û meşayîxan (bi yên bav û kalên wan ên hevkar; ne bi yên welatparêzan), bi biratiya misilmanên ehlê sinet û wel cemaat bê dermankirin...
Di pêşniyariyên wan kûtxwuran de, di modela wan a ji ber pergala riziyayî ya Osmaniyan girtî de, Elewî, êzidî, Ermenî, Asûrî û kildanî tev li ser hev tebaya kafîrûn in û tenê layiqê baca “xerac û cîzye” yê ne... Her çiqas bi awakî aşkere nebêjin jî, bi ya wan jin û mêrên enî naçe ser sicdê, terkî selat, jinên porvekirî, sosyalîst, araqxwur bi tevahî rafizî yên gunekar in û ne layiqî hurmet û rûmet û nîmetan in; li wan maneyan digerin, fesala xwe bibînin wê qetla wan jî helal kin.
Kûtxwurên Osmanîperest dijber û neyarên şêx û meşayîx û zana û mela û oldar û nimêjkarên Kurdan ên demokrat û azdîxwaz in. Niha ew hevkarên AKP’ê, endam û bendewarên post û meqamên li jor in; lê axir û aqûbet, dawiya dawîn, ew jî wek Nabî û Nefî û Fuzûlî, ebter û ûrtkor in.
Mamoste marûf