8.02.2021

Nameyek ji xwedayê jorîn re

Xwedêyo, Ez nizanim, çend hezar sal berê bû, te tovê mirovan li ser rûyê reşand; ji bo me kurdan jî Mezopotomyaya jorîn veqetand. Me stûyê xwe li ber te tewand. Me ne got “kêm e zêde ye”, me got “a me ye”. Me navê xwe lê kir û dest bi serpêhatiya jiyanê kir. Tu heqî şahed î, me ji Kurdistana xwe pir û pir hez kir. Çiqas dar û berên wê, kevir û zinarên wê, teyr û tirûl û rewilên wê hebûn me tevan bi zimanê xwe bi nav kir.

Em nebûn pan-kurdîst me doza “sêva sor” nekir… Me dilê xwe yê rezîl bi hulîtirşk û sêvtirşkên çolên xwe aş kir. Me ti car ji te daxwaziya “tiştek ne li rê ” nekir. Te çi da me, me da “ser seran û ser çavan” û me erê kir.

Te berê tevahiya okyanûsan ji me re bi dîwar û çeper kir; çavên zarok û zêrçên me di hamsî, palamût û mîdyeyên xweşik ên deryayan de hîşt. Te em muhtac û mehkûmê “masiyên zere” yên bi hezar dasî yên Erez û Botnê, Ferat û Dicleyê kir; dîsa jî me doza “Adrîyatîkê” ji te nekir.

Rebbiyo, gava em Medî û Gûtî bûn, bi sedan salan em bê çay û qehwe man. Me, dewê xwe yê tirş û tal ser xwe re kir, hê di gewriya me re nediçû xwarê, me ji te re hezar caran şikur kir. 

Em tu car neçûn ber “Bedena Çînê” û çolên Yemenê, me dizî û talan û cerda kesî nekir. Te riyên hevrişîm û biharatê di nava eraziyên me re derbas kir; ji Hîndîstan û Çînê bigire heta Portekîz û Îtalyayê hemû derî û bacan ji me re vekir. Karwanên vanîlya û kîmyonan, kakao û anasonan ber çavên me re derbas kir, dîsa jî me, xwarina xwe bi simaq û bi îsota Rihayê çêkir.
Xwedêyo, me jî dizanîbû tehma porteqalên Dortyolê, Şeftaliyên Bursayê! me got; “ne yên me ne” me tu car tahm nekirin, ji wan nexwarin! Navên wan li memikên keç û bûkan kir, ji tirsa te heft kilît lê xist, bi bişkokan mohr kir.

Rebbiyo, me dil ne bijand mûzên çikîta û yên Anamûra kesî; me nefsa xwe bi ribês û siping û kerengan ko kir. Biyaniyan, henek û tinazên xwe bi me kirin, me got; “derman in, şekirê şamê ne” feydeyên wan lê zêde û gur û pir kir. 

Xwedêyo, me ti car çav berneda somî û firancalayên genimî; me zikê xwe bi nanê tisî yê ji ceh û garis têr kir. Gelek caran di ber me de ma, bihn li me çikand, em fetisîn, me bi devekî eşheda xwe anî bi devê din dîsa jî ji te re şikur kir. 

  Me guh neda cil û bergên hevrişîmên xelkê, me dêriyên rîs û hirî li bejn û bala keç û bûkên xwe yên çavxezal û bejnrihan û lêvşekir û xeberxweşan kir. Me bi şal û şapikên xwe bi wan horiyan re dîlan girt, govend gerand. Xwedêyo, guneh be tu efû bikî, hinek caran me çav qirpand, destê wan quricand, lê me, şalên xwe bi doxînên ji werîs girêdan, dest navêt namûsa kesî, ji Çînê ta Îspanyayê jinên xelkê bi darê zorê wek cariye û odalik û halayik li ser xwe qeyd û tapî nekir. Eyba reş, şerma giran, bi serde jî, ew stûxwaran wek Walîde Sultan bi nav û nîşan nekir.

Xwedêyo, me guh neda zambaq û manolyayên biyaniyan, xas û bas baxçeyên atatirkan, me dilê berdilkên xwe yên çavxezal, bejn zirav û çepil dirêjan li ser riyên bêriyê, di nav mexelên pez û dewaran de, bi bêhna xuşkî û sergînan, bi dirik û gûniyan, bi giha û pincarên çol û çiyayên xwe, şad kir.

Me dest dananî ser Stenbol û Anî û Atînaya kesî. Li Viyanayê em nebûn ên ku zor dan derî! Bi navê te kim, di dêrisê gundan de, di korta Tekmanê de, di Diyarbekira xwe ya şewitî de, me pir û pir kêf kir! Ji eşqa dilan em bûn dengbêj û me ji te re bi hezaran stran û kilam çêkir.

Xwedêyo roj hat em li hev hatin xezebê, me rika xwe kuta hevûdu, cih li xwe teng kir. Wek pezkûviyên Sîpana Xelatê qoçên xwe yên mîna şûr, di can û bedenên hev de ko kir. Em ji hev belav belavî bûn, yekîtiya xwe xira kir. Di gundekî heft malî de heft tax avakir! Bi vê jî neman, me şahîn û qertelan ji cih û war kir, şûna hêlînên wan de gom û mezre ava kir. Me got; “serê şikestî di bin kum de veşartî ” û gilî û gazin ji halê xwe nekir; ji ber ku me ji welatê xwe bê hed hez kir.

Xwedêyo, te çi rê da ber me em pê de çûn. Tu bi kîjan navî bi çi zimanî xuyayî, me serê xwe li ber te kûz kir. Guhê xwe vekir; te çi xwend me pê bawerî anî, guhdarî kir . Te got bibin misilman, me Ahûra Mazda û Zerdeştê kal di cih de bo te qurban kir. Sulhedînê me yê Eyûbî ji bo xwe na, bo te xwe bi çek û rext kir. Êdî ez nizanim çê kir an xira kir!? Me pişta xwe bi te ve girêdabû, çi kir te kir… 

Xwedêyo, hezar sal berê, ji Asyaya Navîn, te bi sed hezaran mirovên tî û birçî, rût û repal belengaz û tazî, hov û kûvî bi ser me de bi rê kir. Te got; “ev nîvco-misilman in” lê dîsa jî birayên we yên heq in! Me jî bawer kir. Em berbayên wan ketin, me deyşta Milazgirê ji xwînê sor gewez kir. Me mala kirîvên xwe, mala; Hagop û Artîn, Aram û Karapêt xira kir, konê wan ji nava konan rakir. Me nizanîbû xweliya heft gundan bi serê xwe de kir, mala xwe jî wê rojê bi destê xwe xira kir!

Me kir ne kir, ew gurên har ên dev bixwîn bi hev nekir. Me deşt ji wan re hîştin, Agirî û Sîpanê, Cûdî û Gebarê hembêz kir. Me dilê şikestî bi bilûra şivanan aş kir. Doşega xwe ji kevir, balîfa xwe ji postê jûjî çêkir û xwe lê dirêj kir. Wek “Eshabê Kêf”, serê xwe avêt xewa şirîn û şerîf, hezar salan bi xewn û xeyalan derbas kir. 

Xwdêyo, ez dibêm, sed sal berê bû, te gelan tev rakirin, ew bi serok û bi qumandar kir.Te got; “rabin dereng e, ji her netewek re paytext û dewlet e!” Lê te, xelkê bi Qitmîr, me bi “gurê boz” şiyar kir. Gurê boz got; “Hawar e, dijmin li ber derî ye, hûn kurd in, mêr û mêrxas in, birayên me yên misilman in, werin me xilas bikin” Me got; “ em xizan û belengaz in; bi qewl û gotina we, “kurdên çiyayî, nezan, bêzar û ziman in”.  Gur devê xwe kir saqa gîzmên me lava û rica kir, wî em bi vir de wê de kaş û berkaş kir. Me dost û dujminên xwe dîsa şaş kir. Me bi şûr ajot ser alayên ûris û emeniyan, bi sedan top ji wan stend û kerr kir. Bi dek û dolabên wî, bi ferman û planên wî, me koka kirîvên xwe yên Aram û Karapêt anî, ew bi tevahî qir kir, ocaxa wan vemirand, ûrtê wan kor kir. Me tûrê parsê bi milê serhediyên xwe ve kir, bi zarok û zêrçan, bi kofî û kulfet gişkan mihacir û penaber kir. Heşt sed hezar canî ji Gurê Boz re qûrban kir. Dawiya dawîn, jon tirk ên ji pişta gurê boz xwîn û xwîdana me berhewa kir. Te çima wê rojê em şiyar nekirin?

Xwedêyo, te Şerê Cihanê yê Yekemîn bi dawî kir. Pergel û cetwel da dest, cihanê nava gelan de parve kir. Wê rojê em jî li wê bûn, te çima em ji bîr kirin? Zevî û mêrgên me di nav tirk û ecem û ereban de parçe parçe kir, stuyê me li ber neyarên me xwar kir!

Di rastiyê de, tu agah û besîr î, rehman û rehîm î, bêşık û bêşuphe tu adil î! Em baş pê dizanin tu ne bertîlxwir î. Gunehê me çi bû, te çima li me wiha kir? Te bi xwe got, “ev neheqî, zilm û zordariya giran a li ser we dişibe ya Nemrût û Fîrewin.” Te, ji ber vê yekê rejîma Kemal tewambar û mehkûm kir. Te şêx Seîd ê pîr, Seyîd Rizoyê kal ji nimêj û taetê, ji zikir û semahê kir; tizbî ji wan stend, ew bi şeşagir û bi mawzer kir. Me got qey tu yê nîşanên zêrîn bi wan ve bikî, lê te ew bi kindirê reş xelat kir!

Xwedêyo, me cara ewil, bi beg û mîran serî rakir te qebûl nekir. Em bi şêx û seyîdan tevgeriyan te dîsa erê nekir. Wek elewî û sunî, te ew jî red kir. Me kal û pîr, ter û can tev li hev kirin, te ew tevan gor bi gor kir. Me, te bi jinan tecrûbe kir, Zarîfe Xanim ser te de şand, te wê jî bi destê îxanetê serjê kir. Weleh, heta me tu nas kir, te heft nifşan hêsîr û dîl, reben û stûxwar kir. 

Xwedayê jorîn, em dizanin tu yê, dawiya dawîn, me bi mirazê me şad bikî. Zarokên me di pêşerojê de, di welatek şên û aram de serfiraz bikî. Çi ji me tê em dikin, ji kerema xwe re îcar tu me ji bîrnekî!          
                                                                                                                 Mamoste Marûf

7.02.2021

Derheqê ziman û wergerê de çend gotin....


Ziman, amûra  bi devkî ragihandina hest û raman û daxwziyên mirovan e.

Gelek zanyar  wê wek mirov û sewal û riwekan organîzmayek jîndar dihesibînin û dibêjin ew di encama bûyereke pir zehmet û ne zelal de dizê, wek pitikek bi çapelûkan dikeve hêdî hêdî mezin dibe, xurt û geş dibe;  heger xwediyên wî di ber de ked û xwîdan nede, lê xweş xwedîtî neke dimire diçe. Heta niha bi hezaran ziman bêxwedî mane, ji rûyê dunê paxiş bûne çûne.

Gelo ziman çawa dijî, lê xwedî derketin çiye?

Gelek Kurdên di warê ziman de şiyar û hestiyar sibeh êvar li ser Kurdiya reben, ji tirsa ku ew ê ji dest biçe  li çokên xwe dixin, dilorînin. Bi rastî jî li Bakûr Kurdî bi xetereyeke pir mezin ve rûbirû ye.

Piraniya Kurdên bi rûmet di wê baweriyê de ne ku heger Kurdên îro  wek mezinên xwe yên gorbihûşt bi Kurdî biaxifin wê Kurdî bijî...

Ez li ser navê xwe ji berê de wek wan nafikirim. Bi ya min zimanê mezinên me êdî pîr bûye, têra hewcedariyên îro nake. Meriv tenê pê dikare li hev bipirse, deheqê mijarên navmalî û navgundî de biaxife. Jixwe gava bala xwe didî Kurdan, piştî “çawayî baş î, hal ûkêfa te çawa ye?” heger mijar bê ser zanist, teknolojî û aborî û Hwd, dev bi Tirkî dikin, ji ber ku Kurdî bi sedan salan ji van qadan dûr maye, peyv û têgînên nû neafirandiye, ên hatine dîtin an çêkirin jî neketine ser zimanê  gel.

Gorî pêkerên zanistî, gere demildest rê li ber vebe ku zimanê Kurdî jî di qada “zanist, aborî, teknolojî , huner û wêje û  kar û barên fermî yên bi dewletê ve têkildar” de bê bikaranîn(*)   û e  ji nifşa kal û pîran  bigihîje nefşa ciwan û zarok û pitikan. Dîsa divê li ser xebateke pir û pir kûr û zanistî bê kirin ku zarok wî biecibînin û hindekariya wî , axaftina wî ji dil û can bixwazin.

Kurtasî gorî zanistê divê zimanê Kurdî, li  cem zimanê ku xwediyê wî  dewletê xistiye nav dest û lepên xwe , bibe xwedî heman derfetan ku bikaribe li ser xwe bimîne, bijî.

Gelo em, Kurdên “dev û pênûs bi Kurdî”  di vê rewşa  bindestiyê  û bêderfetiyê de, bo ziman dikarin çi bikin...?

Pêşî , divê bê zanîn ku Kurdî bi Kurdiya gundiyan najî. Lwre hevalên  hestiyar çi bi devkî dibe  çi bi nivîskî dibe Kurdî di hemû qadan de bikar bînin.

Dîsa hevalên zanîngeh xwendî û yên li ser mijarekê hûr ûr bûne gere  di wan qadan de lêkolînan bikin û bi Kurdî  ragihînin gel da ku têgihên cûrbecûr bikevin devê gel. Kurdên zimanên biyanî dizanin pirtûk dibe,  nivîs û gotarên hêja û balkêş dibe, fîlm û vîdeoyên popûler dibe, wan li Kurdî wergerînin ku zimanê me  xwe bigihîne asta zimanê nûjen.

Hemû saziyên Kurdan, di serî de Enstîtûya Kurdî û NÇM gere piştgiriya madî û moralî bidin xebatên bi Kurdî  û wan di ser hemû kar û baran re bigirin.

Bo pêşve birina  ziman girîngiya wergera ji zimanên biyanî

Werger bo dewlemendkirina zimanekî wekî Kurdî bi sedan salan di çarçoveyeke teng de hepskirî pir girîng e.

Hîlmî Ziya Ûlken dibêje; “ di hîmê şaristaniyên Çîn, Hînd, Yewnan û Îslamê de danûstdandina  çandî heye. Bingeha wê jî werger e.”

  Orhan Okay, mamosteyê min  ê zankoyê bû, digot ; “ Bi rastî ji şaristaniya kevnarareya Yewnan bigire heta du navendên zanyariyê  Îskenderiye û Bexdayê, ji wir heyta Ronesansê biçe, di hemû şoreşên şiyarbûn, guherîn û veguherînan de rola wergerê pir girîng e.

Tirkiya Anatoliyê ya beriya Komara Tirk jî  Kurdî perîşantir bû. Tirkên Anatoliya Navîn ji yên Karadenizê, yên Karadenizê ji yên Egeyê, ew tev ji zimanê Trakyayiyan fêm nedikirin. 

Sala 1966an malbata me  koçî herêma Egeyê kir. Min heman salê dest bi dibistana seretayî kir. Çend sal şûn de min Tirkiya xwe û ya Radyoya Îzmîrê da ber hev, min dît ku  ez bi nîvî be jî hînî Tirkî bûme lê gava min bala xwe da hevalên xwe yên dibistanê ( ew bi gişkî Tirkên Egeyî bûn) Tirkiya di devê wan de ji dubare kirina 40-50 peyvan wêdetir ne tişt e. Tê bîra min salên 60î malbatek ji Qeyseriyê hatibû Manîsayê, Tirkên wir ew wek Kurd bi  nav dikir ji ber ku zimanê malbatê bi wan biyanî bû.  . Ez tim û tim dibêjim, heger ne bi zor û piştgiriya dewleta Tirk bûya, zimanê Tirkî nikaribû li ser xwe bima. Ew ji zû de wenda bubû.Aniha jî zimanê gundiyên me û yên Tirkan bidin ber hev, Kurdiya yên me du-sê car li yê wan dewlemendtir û herikbar e.

Dewleta Tirk bi destpêkirina neteweperestiyê re dest avêt mijara pêşde birina Tirkî ya wek zimanê qebîleyek  girava Okyanûsyayê, xeynî  cotkarî û şivantiyêd pê ti kar nedibû. Kurdî qenebe di medreseyan de bubû zimanê zanistên dînî, şaristanî, huner û merîfetê. Heta çend sal berê jî Tirkiya di nav gel de serdest  di rewşeke ewçend perîşan de bû ku meriv şerm dikir pê biaxife, ji ber ku bê çêr û dijûnên bi doxînê hevok saz nedibûn, li hev pirsîn ji “n’aber û n’olsûn” ( çi dikî? Çi bikim)wêdetir nediçû...

Padîşa Abdulhamîdê xûnkar Tirkî kir zimanê fermî. Beriya wî  karên fermî bi her zimanî dibû. Kurdî ne qedexe bû lê, ji ber elfabeya hevbeş Erebî bû  û Kurd jî ji netewbûnê para xwe nestendîbûn daxwaznameyên xwe bi Tirkî dinivîsîn, karên xwe yên bi dewletê re  bi Tirkî bi rê ve dibirin. Dewlet hê wan salan bi baca Kurdan xizmeta zimanê Kurdî dikir lê, hayê Kurdan ji bayê felekê tinebû, nizanibûn encama wê çibe. Dewlet xwendekaran dişand Ewropayê, wan hînî zanistên cûrbecûr dikir, bi xêra wan têgihên nû dixist nav Tirkî,  bi wan pirtûkên klasîk dida wergerandin.

Ji wan wergêran yê pêşî Yusuf Kamîl Paşa bû. Wî sala 1862an berhema Fenelon a bi sernavê Telemaque li Tirkî wergerand. Ev pirtûk digel tevlihevî û giraniya ziman 9 caran li ser hev hat çap kirin. Paşê dor hat romana Victor Hugo ya “Şerpeze” (Les Misérables). Paşê Paul û Vîrjîn a  Bernardin, de Saint-Pierre, Robenson Cruseo ya   Daniek Defoe  û bi sedan pirtûkên biyanî dan dûv hev. Bi xêra wan, Tirkî qenebe di nav bajariyan de piçek hat ser hemdê xwe.

 Komara Tirk hemû derfetên dewletê bo çand û zimanê Tirkî seferber kir. Sala 1940an Hasan Alî Yûcelê wezîrê perwerdehiyê  seferberiya wergerê da destpê kirin. Bo vî karî saziyeke bi navê “Bûroya Wergerê” saz kir. Ev bûro bi dehan zimanzanan di bin banê xwe de hewand û  ji klasîkên serdema antîk  bigire heta yên sedsala 20’an bi hezaran pirtûk li Tirkî  hat werdigerandin.

 Ez jî heta ji min tê gotarên bi Fransî yên bala Kurdan dikişînin li Kurdî werdigerînim. Hezar hemd ji Xwdayê jorîn re gelek heval beriya min dest bi wergerandina  berhemên  pir giran kirine. Ew ji min çêtir dizanin, ka ev kar çiqas zor û zehmet e. Carnan, gava meriv tengbûna zimanê xwe dibîne dilê meriv disewite, hêstir bi çavê çavan dikeve.  Paşê tu dibêjî “hêdî hêdî, gav bi gav dê em jî  bigihîjin ber mirazan” û li ber dilê xwe didî.  Carnan hêvîşikestî dibî, pênûsa xwe di ber xwe de berdidî, serê xwe davêjî xewa şêrîn a dermanê hemû derd û kulan....

Paşê bi dîtina bi sedan xêrxwaz û  xemxwurên zimanê Kurdî tu dîsa dibî şêr û piling, agir û bizot, na na dibê siwarê hespê boz û xwe berdidî nav zozanê zimanê xwe yê stûxwar...

---------------------------------------------------

 (*) Bo xwendina rapora UNESCOyê ya  krîterên ku pê asta zindîtî û mirina zimanan tê pîvandin jî dihundirîne bitikînin vê lînkê:  https://mamostemaruf.blogspot.com/2014/05/zinditi-u-mirina-zimanan.html

 

6.02.2021

Avesta, Zerdeşt û jêderkên olên Hînd û Aryenan




Jean Kellens

Profesorê Koleja Frensayê

 

 B î b l i y o g r a f î

 Wergêr :Mamoste Marûf      

 

Herçend dîroknas û feylezofên Grek derheqê ola Aryenan de, di serî de xwedî hin agahihan bin jî,  bona ku lêkolînên li ser mijarên mîtolojîk, olî û feylezofî yên di nav vê pirtûka pîroz de hene bên kirin, em heta nîveka sedsala XVIIIan li benda rêwiyê Frensî Anquetil-Duperron man ku ew ji me re ji Parsîsên Pondîşerîyê(1)  tekstên destnivîskî yên têra lêkolînên li ser Zend Avestayê dike” bidest bixe.
 

Grek û fîgûrê Zarahûştra

Gorî baweriyeke kevn a Clémentê Îskenderî dispêre  nivîskarekî sedsala 1em  a serdema me (Piştî zayînê, Cornélius Alexandre Polyhistor radigihîne ku Pîsagor li Babîlê ji Zerdeşt perwerdehî dîtiye. Feylezof di Zerdeşt de peyama pêşwext a dûalîzma Platon dibînin. Derheqê dualîzma Aryen de cara ewil  Plutarque ev agahî dide; “min  ev agahî ji Théopompe wergitiye”.  Cihanê wek şanonoyeke mijara wê  “tekoşîna di navbera Xwedavendê qenc, Ahûra Mazda de  û  di navbera xwedavendê xebîs Angra Manyû,  bi navekî din Ahîrman de” pênase kiriye. Di serdema Helenîstîk de bavtiya majtiyê(Magisme, majîsm, majezîk) dibe para Zerdeştê navê wî(Ewropî navê Zoroastre li Zerdeşt kirine) bi rastî jî ji sêrbaziyê û ji zanista ezoterîkî ya stêrnasiya Xaldî(Kildanî) zaye. Ev tev fanteziyên mezin in: Zerdeşt hevçaxê Pîsagor nîn e û ti tişt ne xerîbê ola kevnare ya "Aryaya dayîka sêrbaziyê, stêrnasî û sîmyayê" ye. 

Piştî nifşekek di ser şerê Mediyan re çû, Grekî firsend dîtin ku bala xwe bidin Împaratoriya Persan; bi vê yekê re dilê wan bijiya egzotîzma olî. Xweşiya Herdodot bi Xêzkirina wêneyê gelekî bawermendê oleke bi gişkî xwezayî dihat. Digot; “Persî xwedî çi perstgeh, çi pût  çi gorîgeh in. Ew li serê çiyayan ezman bi gişk dihebînin. Cendekên miriyan  didin ber teyr û tirûlan,goştê wan didin xwarin,  paşê jî hestiyên ji ber wan mane bi şimayê rû dikin (mûmya) û wer dispêrin axê. Exlaqê wan him sade him jî rasyonal e; gunehê bi tena serî hatibe kirin guneh nayê hesibandin lê, di navbera fêlên qenc û neqencên jiyanê de hevsengiyeke (miwazene, balans)  gelek baş heye û ew sê rêgez ( prensîp) tenê didin ber zarokên xwe: Swarbûna li hespê, tîravêtin û rastbêjî. Karê kehanetê hunera  eşîra Medan a Majan (2) e.

Dûalîzma Aryen bûyerên cihanê wek şanoyeke mijara wê “tekoşîna di navbera Xwedavendê qenc Ahûra Mazda de  û  di navbera xwedavendê xebîs Angra Manyû,  bi navekî din Ahîrman de” pênase kiriye. Cara ewil Plutarque(3) ev agahî dide û dibêje; “min wê ji Théopompe(4) wergitiye”. Di serdema Helenîstîk de bavtiya sêrbaziyê (majîzm, efsûnkerî)  dibe para Zerdeştê navê wî bi rastî jî ji sêrbaziyê û ji zanista ezoterîkî ya stêrnasiya Xaldî zaye. Ev tev fanteziyên mezin in: Zerdeşt hevçaxê Pîsagor nîn e û ti tişt ne xerîbê ola kevnare ya Aryayê ya dayîka sêrbaziyê  stêrnasî û sîmyayê ye. 

Yê dora pêşî  Zaratûştra bi qeydeyê helanan wek Zoroastrès  bi nav kiriye(me ew kiriye Zoroastre)Xantosê Lîdyayî yê dîrokzanekî hevdemê Herodot e lê, bi temenkî ji Herodot piçek mezintire. Berhema wê negihîştibe me jî, em bi navgîniya nivîskarên din dizanin ku wî herî kêm du caran qala Zerdeşt kiriye. Em vê bidin alî, di parçeykî ji hêla Nicolas de Damas ve ragihandî de (sedsala I. a çaxa me) dibêje; “bahozek derketiye, xêra ku Krezûsê kesra dikir di nîvî de hîştiye, lewre li Lîdyayê reşkujî (teror) serdest bûye”.  Xanthos digot, wan Kehanetên Sbylle (5) û logiayên(6) Zerdeşt bibîr dianîn. Ji aliyê din ve Diogène Laërce yê di dema desthilatdariya Alexandre Sévèr de dest bi nivîsandinê kiriye, kevneşopiya ku li Xanthos barkirî –ku ew Zerdeşt dibe şeş hezar sal beriya şerê  Xerxes ê li dijî Grekan û li wir wer dihêle.  

Di ser re çend deh sal diçin, (ber bi 380an) di dema Alcibade ê yekem(7) de Platon jêderka zanista majîzmê bi Zerdeştê Ahûra Mazda ve girê dide, bi vî hawî behsa  navê sazûmankarê doktrînê û xwdawendê wê dike. Ji wê rojê pê ve antîkîte êdî xwe “ji bicihkirina Zerdeşt û felsefeya wî ser bingeha zanyariya resen a aydî wî” nade paş. Dîsa gorî baweriyeke kevn a Clémentê Îskenderî dispêre nivîskarekî sedsala 1em  a beriya serdema me(sedsala yekem a Beriya Zayînê), Cornélius Alexandre Polyhistor(8) radigihandiye ku Pîsagor li Babîlê ji Zerdeşt perwerdehî dîtiye. Feylezof di Zerdeşt de peyama pêşwext a dûalîzma Platonî(9) dibînin. Dûalîzma Aryen bûyerên cihanê wek şanoyeke mijara wê “tekoşîna di navbera Xwedavendê qenc Ahûra Mazda de  û  di navbera xwedavendê xebîs Angra Manyû,  bi navekî din Ahîrman de” pênase kiriye. Cara ewil Plutarque(10) ev agahî dide û dibêje; “min wê ji Théopompe(11) wergitiye”. Di serdema Helenîstîk de bavtiya sêrbaziyê (majîzm, efsûnkerî)  dibe para Zerdeştê navê wî bi rastî jî ji sêrbaziyê û ji zanista ezoterîkî ya stêrnasiya Xaldî zaye. Ev tev fanteziyên mezin in: Zerdeşt hevçaxê Pîsagor nîn e û ti tişt ne xerîbê ola kevnare ya Aryayê ya dayîka sêrbaziyê  stêrnasî û sîmyayê ye.  


Zayîna rojhilatnasiyê

Dûalîzma damezrîner xwedî rengeke olî nîn e, felsefî ye û ev felsefe jî bi exlaq têrtijî ye. Wî qencî û xerabiyê ji hev veqetandiye û “exlaqeke tevgerr û libatê  ya binpêkirina wê  piştî mirinê rastî cezadanê bê”  afirandiye.

Mîrateyê kevneşopiya Helenîstîk, Kesayetiya efsanewiya Zerdeşt; mîrê sêrbaziyê, mamosteyê stêrnasiya Xaldiyan (Kildanî), rêberê Pîsagor di domahiya qirna navendî de û di heyama Ronesansê de hebûna xwe berdewam kir. Lê ew wek îlhamdarê dûalîzma  Manîşeîzma(12) "nalet lê hatî" jî tê nasîn. Bo perspektîfeke nû ya radîkal bizê em li benda sedsala XVIIan man. Sala 1660’an Kapûsenê Frensî Raphaëlê Mansî ji mêvantiya  xwe ya dûvdirêj a li Îsfehanê nûçeyek ragihand;  “oleke agirperest ango Zerdeştî li Îranê hêj dijî”. Çend sal şûn de du rêwiyên din nêzîkayiya bîrdoziya xwe û xaçparêziyê destnîşan kirin:Tavernier digot;Zerdeştî derheqê sirên Xaçparêziyê de xwedî agahiyên tevlihev in. Chardin jî "bawerî anîna bi xwedayekî mezin ê di ser gelek xwedavendên din re û heman demê di ser her du rêgezên nûnertiya qencî û xerabiyê dikin re” ya Zerdeştiyê derdixist pêş û pesnê wê diada.Di berbanga qirna Ronakbûnê de kes nikaribû çavê xwe ji van nûçeyên ji Rojhilat dihatin re bigire. Ji 1670an şûn de bîrewerên serbixwe Îngilîz Marsham û Spencer bandorgirtina Cihûyan a ji cînarên xwe fikirîn û ji wir jî bal kişandin ser hin doktrînên hevpar ên pûtparêzî û Xiristiyantiyê.

Bi hatina sala 1700an, metranê anglîkan ê Oxfordê Thomas Hyde,  karê  berhevkirina her tiştên derheqê olên Aryen ên beriya Îslamê de tên zanîn dide ser milê xwe û bi vê yekê dikeve bin barê kolandina pirsgirêkeke girîng a teolojiya Xaçparêziyê: Gere Zerdeşt, an wek pêxemberekî qenc ê pê re ronahiya yek xwedayî hebû bê hesibandin an jî kafirekî yekîtiya Xwedê kiribû du qetên dijberên hev ên yek qenc, yek xirab... Hyde vê doktrînê xemiland û bi Latînî navê “dûalîzm”ê lê kir. Çiqas di zanistê de kûr be jî Hyde nikarebûye  bi têra xwe ji bin vê pirse derkeve.

Bi xêra naskirina çavkaniyên klasîk ên Rojhilatnasiya(oryantalîzm) hêj teze bi çaplûkan ketibû, Hyde daket nav tekstên Erebî û Farisî. Wî dizanibû lê em hêj bersîva vê pirsê nizanin “gelo bêyî  xwendina  destnivîsarên Avestayê û pehlewî bizanibe, ew çawa  karibû wan bidest bixe?”.  Dîsa jî xebatên wî yên di vê qadê de wek pêşengtiya xebatên  zanistî tên hesibandin, ji ber ku wî ji belgehên klasîk ên îro wek bingeh tênzanîn na, ji yên cuda, ji yên resen sûde wergiritiye. Hydê bi vî şiklî xwe bi çek kirî,  di dawiyê de gihîje vê baweriyê ku “Zerdeşt pêxemberekî beramberê Hezretê Brahîm e û wî  gelê xwe demekê ji rizîna pirxwedawendiyê parastiye”. Tawanbariya dualîzmê ne bêbingeh be jî ewqas ne girîng e. Dûalîzma damezrîner xwedî rengeke olî nîn e, felsefî ye û ev felsefe jî bi exlaq têrtijî ye. Wî qencî û xerabiyê ji hev veqetandiye, “exlaqeke tevgerr û libatê  ya binpêkirina wê  piştî mirinê rastî cezadanê  bê”  afirandiye.

 

Anquetil-Dupron û wergera pêşî ya Avestayê

 Di şert û mercên weha de bûyereke girîng qewimî: Ola kevnare ya Aryen ne tenê liwelatê Persan, ango  Îranê,  di civaka Parsîs a ji ber dagirkeriya Misilmananan reviyabû, li peravê rojava yê Hîndîstanê kom bibû de jî  jiyana xwe berdewam dikir. Sala 1723 Parsiyek Sûratî(13) destnivîsarek da bazirganekî Ingilîz, wî jî ew ragihand Pirtûkxaneya bodléienne  a Oxfordê:  Ewropa bi vî hawî têgihîşt ku pirtûka Zerdeşt ne wenda ye. Êdî divêt bi gişkî bigihîje ber destan, bê fêmkirin ka çiye çi dibêje. Ev yek jî divêt bi dilê alimên  olî yên Parsîsan bûya. Ev xebat jî bû  berhema Français Anquetil-Duperron  (1731-1805)  an Champollion, (14) lêkokolînerê Îranê yê digel bîyografiyeke pir û pir xweş a derheqê Raymond Schwab (1934)de  û rûpeleke bi hestiyarî tijî ya bo Micheletê îro êdî bi têra xwe nayê naskirin.  Wî sala 1754 di 23 saliya xwe de hêviya alîkariya madî ya li bendê bû da alî û bi çend kesên ji girtigehan derxistî û bo leşkeriyê hildabûn bin çekan tevlî artêşa Hîndîstanê bû û bi keştiyê bo Pondichéry (15) derket rê. Bi qewlê Raymond Schwab, fîlolojiya Aryen dişibe romana Manon Lescaut ya lehengê wê bi karwana girtiyan a diçe koloniyê destpê dike û wer jî bidawî dibe. Gava ew vedigere Frensayê, salname 15ê Gulana 1762an nîşan dide. Anquetil-Duperron sed û heştê destnîvasaran datîne ser tereka (ref) pirtûkxaneya Kesra. Lêkolînên ser van belgehan deh salên wî yên din jê  dibin: wergera wî ya Avestayê,  pirtûka navdar a Zerdeşt sala 1771 an tê weşandin.

Bi destê Anquetil-Duperron ji gorê derxistina Avesta, bûyereke bandorgiran e û nîşana guhertina serdemekê ye. Ji vir û pê ve ola Aryen û kesê  wek sazûmankarê wê pejirandî, ji nav gengeşiyên felsefî  derdikeve û dibe mijareke cidî ya  zanyarî û fêlsefî. Lêbelê,  kesayetiya Zerdeşt dîsa jî ji xewn û xeyalên rojavayiyan naçe. Ew heta dawiya edsala XIXan wek objeyeke qada wêjeyî didome. Sala 1756 Voltaire di ceribandina xwe ya derheqê exlaq de, bo Zerdeşt elaqeyeke mezin dide der; bi ya wî Zerdeşt piştgirî dide tekoşîna wî ya li dijî Mesîhîtiya ku ew dil dike “kevneşopiya hevbeş a Mûsewîtî û Îsewîtî dîmanî(îzafî)bike”.Bi ya Voltaire tekxwedawendperestê ewil Mûsa tenê nîn e.

Sala 1810an Kleist(16) bi helbesta xwe ya bi sernavê Prière de Zoroastre (Duaya Zerdeşt) bangewaziya “xwe azadkirinê”  li hemwelatiyên xwe dikir.

Shelley(17), di dîskûra xwe ya Promethée yê azad de rastî li hev rasthatina Zerdeşt û giyanê xwe tîne ber çavan.

Dawiya dawîn Nietzsche li xwe mikur tê, ji ber ku gotina bêexlaqiyê bi Zerdeşt re, bi exlaqparêzê pêşî yê “gengeşiya di navbera qencî û xerabiyê de wek motora tiştan dîtiye” ve zeliqandiye. Ev ji gelek mînakan çend  heb tenê ne.

Jêderkên Avestayê

Di nîveka hezar salên beriya vê qirnê(BZ)li Aryayê  ango li Îrana îro, li Efxanîstanê, li parçeyeke Asyaya Navîn a Sovyeta berê- di hewza du robarên Bakûrê Hîndîstanê; Îndûs û Ganjê de gelên axêferên  zimanekî Hînd û Ewropî dijiyan. Ev jî tê wê maneyê ku lêzimtiya zimanên Hîndîyan û  yên Aryenan bi Grekî, bi Latînî bi zimanê Seltan, bi Almanî û bi Slavî re heye; lêzimtî ewqas qethî ye ku meriv dikare wê bi qanûneke dengzaniyê ya hevpar pênase bike; Xeynî vê, di navbera wan de hevalbendiyeke ewçend mezin heye ku di wê dîroka kevnar de, her yek xwedî cudatiyên bêqîmet ên devokeke Hînd û Îranî dixwiyê.

Belgehên resen ên Hîndû-Îranî, yên di dîrokê de cara ewil  bi zimanê xwe hîştine nivîsarên qralî ne: li Îranê kesrayên Aşemenîd (Axemenî) bi desthilatdariya Darîûsê yekem re destpê kirine, li herêmên Rojavayê Împaratoriya xwe ya bi Mezopotamyayê ve ye, li Hîndîstanê, li ser erdê ji peravên kendava Bengalê bigre heta herêma Kabûlê  nivîsên ser kevir û zinaran kolandî reşandine. Li  ser wan dinivîse ku Kesra Asoka serî li ber qanûna exlaqî ango  “Dharma” tewandiye, dibe ku  tevllî nav ola Bûdîzme” jî bûbe. Ji wir wer dixwiyê ku nivîsarên Aryen yên herî kevnare ev in; heger belgehên Asoka beriya qirna me, di sala 255an de bên bicih kirin, wê wextê dîroka nivîsara Ahamenîşan a sala 519an hatiye kolandin bi awayeke qethî ya herî kevn e. Îranî, dibe ku  ji ber, wek gelekî pêşî nivîs xebitandî tê hesibanin. Kesrayek Aşûrî di tableteke wek aydî  sala  BZ 835 tê qebûlkirin de,  qala geştecengeke xwe ya dijî Madaiyan ên Grekî navê “Medî” li wan kirine  dike, em jî bi ya wan dikin û dibêjin Med. Bi vî awayî em pê dizanin ku ev eşîra(18) ji başûr-rojavayê Îranê ya tixûbê Qefqazya û Ermenîstanê bidestxistî, BZ di nîveka sedsala IXan de, beriya ku di nav dîasporayê de ji hev bikeve û rastî dagirkeriya koçeran bê, li ser axa  xwe yê dîrokî jiyaye. Jixwe dîrok jî nahêle em  bêhtir herin dema berê.

Bêguman gelên xwedî zimanê Hînd û Ewropî ne xwecihên ( Otokton) Hîndîstan û Îranê ne lê, wek beşdarên konferansa sala 2000an  li ser vê mijarê di Koleja Frensî  lidarxistî de gotin,  em jî dibêjin çi dîroka hatina wan çi jî rêgeha (gûzergeh) wan ne diyar e.

Dîsa jî  gelên xwedî zimanê Hînd û Ewropî yên li Hîndîstan û li Îranê beriya zayînê di sedsla VIan bigire heta sedsala IXan hebûne gelek baş hatine belgewarkirin. Bi xêra kevneşopiyeke hevbeş a çandî, Hîndî û Îranî rêzetekstên  kevn ên  pîroz hesibandî, li Hîndîstanê Wedayan, li Îranê Avestayê bi ragihandina devkî xweş parastine. Ev pirtûkên ku encax bi sedan salan şûnda ji ber devan hatine nivîsandin paşmendiya (rabirdû) dûvdirêj a Hînd û Îraniyan a bêemsal pêk tîne: Ev pêşdîroka (prehistory) belgekirî an dîrokzaniya beriya nivîsê (protohistory)ye.

Meriv nikare darejnivîsa wan (kompozîsyon) bi awayek qethî di dever û demekê qethî de bicih bike. Nivîskar û civaka jê zane ji binî ve  bi me nenas e. Tiştê ku meriv dikare bike;  bi van hemû nediyarî  û hezrên heyî,   çêkirina kronolojiyeke goranî(Rolatif) ye. Em ji aliyekî ve berhemên zimanî yên  Hindiyên Rojhilata Nêzîk wek nîşana dema gihîştina hev a wêjeya pîroz a Hînd û Îraniyan dibînin; ji aliyê din ve em dikin arkaîzma zimanê tekstên Vedayî û Avestayî gorî belgehên resen ên ewil, nivîsarên Darîûs û yên Asoka binirxînin. Ev nêzîkayiya ampîrîk, heger argûmaneke di şiklekî din de  jê dernekeve,  dike em van pirtûkên pîroz bibin 1000 an 1500 sal beriya zayînê û li wir bicih bikin.


Du pirtûkên pîroz: Avesta û Veda

    Çi yên li Îranê man,  çi jî yên  koçî Hîndistanê kirin,  digel hemû kar û xebatên bawermendên bi dilsozî  li ser ola xwe ya kevn mabûn û  bo parastin û ragihandina devkî ya wesfên teorîk ên doktrîna xwe têdikoşiyan,  dîsa jî rewşa Avestaya nivîskî, heta sedsala çûyî "zanatiya zanistî" bala xwe bidê, ber bi xerabûneke "temîra wê ne pêkan" ve diçû.

    Avesta, ya  navê xwe ji parsîsa nûjen, stendiye, di eslê xwe de bêteşeyîbûyîna peyveke kevn a tê wateya "pesn"hatiye hilberîn.  Avesta him bi ziman ve him bi olv e ealqeder e, ango bi watekî du alî ye Zimanê wê yê Avestî  ji du zaravayên Îrana berê pêkhatî ye;  ya yekem şahediya Sanskrîtiya Wedîkî ya Hindîstanê dike, ya duyem  biş Farisiya kevnare, bi nivîsînên Ahuramanî ye. pispor bi dilê xwe navên cuda cuda li vê pirtûka  pîroz û ola aydî Îrana beriya Misilmantiyê ye kirine: ji ber xwedavendê wê yê hikumgiran “Mazdeîzm”, Ahûra Mazda, an Zerdeştîzm;li damezirîner û teblîxkarê wê jî navên Zarahûştra an Zerdeşt...  

    Bi zimankî, bi şêwaz û Têgihên olî çiqas bişibe Veda bila bişibe, Avesta herî kêm bi du taybetmendiyên giştî jê cuda dibe û ev jî bi pirsgirêkeke zanistî ya pir cuda ve elaqeder e. Beriya her tiştî ew xwedî rehendeke(Boyût)biçûktir e. Weda pirtûk nîn e, bi her awayî  pirtûkxane  ye, herçend dahûrandina wê (Analîz) bêhna meriv teng bike jî, Avesta çi kêm çi zêde pirtûkeke bêrikê ya bi 250  rûpelî ye û ji ber  zêdehiya materyalên nemirovî û ji ber timatiya di warê“ li hev qelibandina pasajên paralel” de, ger hewcedarî bi analîzeke zimanî tunebe, ew dest dide dahûrandineke teknîkî tenê. Nivîsar bi xwe jî ne ji kêmasiya tekînîkê îraniyan, wer dixwiyê ku ji ber kevneşopiya Mazdeyiyan a ku  "him rastî  keyrana berdewamiya xwe  hatiye,  him jî li çareseriya  wê geriyaye" pir nebaş hatiye veguhastin. Ji van yek bi her awayî qethî û diyarker e. Di sedsala VIIan de dagirkerî û misilmankirina Îranê ya ji aliyê ereban ve zor da  dibistanên  teolojiyê û kir ew belav bibin û rastî xwardeçûyîneke olî ya temîrkirin wê nemimkun a vegotinê bê.

Çi yên li Îranê man,  çi jî yên  koçî Hîndistanê kirin,  digel hemû kar û xebatên bawermendên bi dilsozî  li ser ola xwe ya kevn mabûn û  bo parastin û ragihandina devkî ya wesfên teorîk ên doktrîna xwe têdikoşiyan,  dîsa jî rewşa Avestaya nivîskî, heta sedsala çûyî zanatiya zanistî bala xwe bidê, ber bi xerabûneke temîr ne pêkan  ve diçû. Heger Veda nivîsareke bêkêmasî yê xeletiyên wê awarte bin, Avesta xera bûye û bo têgihîştina wê xebateke dirêj û bizehmet a temîrarteke zimannasiyê divê;  ev yek, di rûyê “tunebûna diyarokên delîlên kêfî yên wê bi nan û av dikin  û tim  çavdêrî lê dikin”  de xebateke gelek caran bêhêvî ye...  

Destnivîsarên cuda

Elfabeya Avestayî  ti car di nivîseke xeynî Avestayê de nehatiya xebitandin. Ihtîmala mezin, ew dayîka nivîsa Sasanîkî be û pêşî bo qeydkirina nusxeya rêzikeke olî tenê hatiye îcad kirin, li cihekî pir bi ewle hatiye parastin  da ku mirovên olî bo çareserkirina nîqaşên olî yên girîng herî dawî serî lê bidin.

Ev guherînên bê çavdêriyên ji derve, bi me didin zanîn ku em dîroka Avestayê ji çêkirina wê bigire heta ji gorê derxistina wê ya ji aliyê Anquetil-Duperron ve  pir kêm dizanin. Çend tiştên qethî jî nû bi dest ketine. Çapa rexnegir(krîtîk) a Avestayê ya ji aliyê Karl-Friedrich ve di dawiya sedsala XIXan de li ser hemû belgehên girîng ên ji civakên Parsîs stendî hatiye kirin. Hemî destnivîsên girîng û piraniya destnivîsên di grîngiyê de di rêza duyemîn de hatine vekolîn, dîsa jî mimkun e ku em paşê nîmetên materyalekî nû jî  berhev bikin. Malbat bi malbat sinifandina destnivîsaran û diyarkirina dê û bavên wan karaktera herî dawîn a kevneşopiya destnivîsaran derxist holê. Du kevntirîn destnivîsarên girîng  (J2 û K5) bi destê heman kopyakerî ve hatine nivîsandin û dîroka wê 1323 e. Destnivîsara herî kevn (K7) jî bi texmîna herî zêde digihîje sala  1268 û di hişê van nivîsaran de modeleke wendabûyî ya meriv dikare di salên 1020î de bicih bike wêdetir tişt tune. Herweha xeletiyên gelemperî vê yekê destnîşan dikin ku hemû destnivîsar bêîstîsna ji orjînaleke wenda ya em jê re dibêjin "destnivîsa hîmî" hatine dariştin û kêmasiyên wan dispêrin dem û dewrana serobinobûna ji ber koçberiya Hîndîstanê, ango  sedsalên VIIIan û Xan.


Elfabeya Avestayê bi struktûr û bi taybetmendiyên xwe yên teşeyî (şiklî) Nûvedaneke (îcad)  zanistiya dewra Sasaniyan e. Ev ne çêlikê geşdaneke tesadifî ya sîstema nivîsekê ye; îcadeke taybet a bo nivîsandina Awestyê tenê ye.

Ji ber vê yekê mayîna li benda destnivîsareke heta niha parastî ya dijberê yên din derasayî ye, hêviyek pûç û vala ye.  Ew gişk bi heman  rengî çêlikên destnivîsara bingehîn in û meriv bi dayîna wan a ber hev bi dest xistina versiyoneke wê ( Avesta)  ya  di mîlenyûma yekem de lewitandî pêve ti tiştekî nû bi dest naxe. Pirtûka pîroz ne tenê  nû ye, pir û pir jî tenik e.

Di dawiya salên 60î de, deme Karl Hoffman bi analîzeke hişk a paleografiyê xwe gihand çavkaniyên veguhêziyên destnivîsan û bi vî awayî pêşveçûneke girîng pêkhat. Elfabeya Avestayê bi struktûr û bi taybetmendiyên xwe yên teşeyî (şiklî) Nûvedaneke (îcad)  zanistiya dewra Sasaniyan e. Ev ne çêlikê geşdaneke tesadifî ya sîstema nivîsekê ye; îcadeke taybet a bo nivîsandina Awestyê tenê ye. Îcatker ji du modêlan best (îlham) girtiye. Ji hêla formê ve wî piraniya stokên nîşanên xwe yên “bi nivîsa Pehlewî” xerc kiriye; ev nivîs cûreyeke taybet a zaravaya Farisiya navîn e û  ji elfabeya Aramî hatiye piraştin. Lê, digel ku ev dengdêran şanî nedikir û gelek dengdaran jî bi heman remzan nîşan dida,  lewre jî tevlihevî çêdibû, Karl Hoffmanê elfabeya Grek a ji berê de dinasî û jê du nîşanan deyn kiribûn, îcar prensîpa tipolojiya “nîşanek yeksan e(=) dengekî” wergirt. Ev prensîba xebatê,  nîşanên hêja peyda kirin. Nîşaneke kronolojîk a herî pêşî: Taybetmendiyên xuya û qethî yên nivîsa Pehlewî ya ku bi Nîşana herî pêşî: Taybetmendiyên xuya û qethî yên nivîsa Pehlewî yên ku di elfabeya Avestayî ji serî de diafirîne, di destpêka sedsala VIIan de bi dest dikeve. Meriv dikare bibêje elfabeya Avestayî cardin tê afirandin. Dahênerê anonîm û modela pergala elfabeya Greko-Latînî rastbe jî, nivîseke bo qeydkirina Farisiya Navîn hat bikarann  destnîşan dike ku ew bi bayê Rojava xebitiye, bi gotineke din  li Persê; parêzgeha otokton a desthilatdariya siyasî ya Sasanîyan.Efabeya Avestayî  ti car di nivîseke xeynî Avestayê de nehatiya xebitandin. Ihtîmala mezin, ew dayîka nivîsa Sasanîkî be û pêşî bo qeydkirina nusxeya rêzikeke olî tenê hatiye îcad kirin, li cihekî pir bi ewle hatiye parastin, da ku mirovên olî bo çareserkirina nîqaşên olî yên girîng herî dawî serî lê bidin.Muşkulpesendiya bi rastî jî biisrar a guhertinên fonetîkî yên hesas, bi me dide xuyan ku ew bo rast nivîsandina nûansên axaftina derheqê nimêj û taetê de hatiye sêwirandin. Elfabeya Avestayê, bo formeke nivîskî bidin berhemeke devkî hatiye îcadkirin. Ev jî dide xuyakirin ku berê ti hewldaneke nivîsandina Avestayê çênebûye. Em viya jî lê zêde bikin; hemû tekstên tên zanîn nehatine nivîsandin, yên hatine nivîsandin jî dibe ku beriya dagirkeriya Ereban be.

Xwendin û şîroveyên yekem

Destnivîsarên Anquetil-Duperron ên di 1762an de di pirtûkxaneya kesra de  bicihkirî,  herçend  ev nav lê hatibe kirin jî, ne parçeyên Avestayê ne. Çend parçeyên vir de wê de ne tê de, rêzikên olî yên Sasaniyan di destpêka mîlenyûma duyem de wenda bubûn. Tekstên Anquetil jêgiranek (îktîbasek) e bo çêkirina du antolojiyên olî yên ji hev cuda ye. Ew ji du antolojî wan tekstan hatine hilbijartin. Ya yekem strîna îlahiyekê ya  bi versiyona xwe ya herî dirêj, sê pirtûkan di nav xwe de dihewîne; Yasna, Vîspard û Vîdevdad. Ya duyem îlahiyên qurbanê yên bo xwedavendên xeynî Ahûra Mazda (Yaşt) û çend rê û rêzikên  merasîmên olî  yên taybet (xorda Avesta) dihundirîne. Dibe ku ev antolojiyên feydexwaz,  beriya li nav hev ketina rêgezên olî yên Sasaniyan hatibin çêkirin.

Deşîfrekirina cara ewil a van nivîsaran, wer dixwiyê ku “nîqaşên berê yên derheqê  sîstema ola Mazdeîzmê de” mafdar derxistiye. Ev sîstem li gorî  pirtûkên damezrîner guheriye  û xwe bi her awayî li xêzikên wê yên  nezelal pêçaye. Yaşt şahediya pirxwedêperestiyeke hîyerarşîk dikin. Dilê Yasna bi tekperestiyeke nezelal a xwedêyê wê yê yekta "bi razberkirineke xwedayî ve dorpêçkirî" re ye. Nîşankirinên dualîst di nav tevahiya nivîsaran de belav bûne lê, di Vidêvdâdan de bêtir diyar in. Bi kurtasî, dema  li ser nivîsarên resen dixebitî,  “paşgoh kirina Anquetil-Duperron a şîroveyên Hyde” bi meriv  aloziyeke balkêş dixwiyê.

 Xebatên Martin Haug

“pêşî du giyanên ji du cotecêwiyan pêkhatî hebûn, her yek ji çalakiyên xwesrî çêbubûn û xwedî şêwazên ji hev cuda” bûn: Ev her du giyan bi gotin, bi raman û bi bi kirin qenc û hîmî bûn”. bi vî awayî Haug şîroveya Hyde ji serî de nirxand û tekxwedatiyê wek teolojiya Zerdeşt, dualîzmê jî wek felsefeya wî pêşkêş kir.

Zimannasê dora pêşî rêzimana  kemperî (Muqayeseyî)  ya Hînd û Ewropayî, bi taybetî jî zimanê Hînd û Îraniyan-qasî  ku em bikaribin Avestayê tevî pergala wê ya olî  fêm bikin-analîz kiriye Martin Haugê elmanî ye. li dora sala 1870an, wî angaşt kir ku kuliyata metrîk,  ji 29an heta  34an, ji 43an heta  51an û  53yan a  beşên  Yasna ya Gata, ango beşên îlahiyan dihundirîne û taybetmendiyeke sêmend teşkîl dike: zimanê wan ji yê kuliyata mayî  arkaîktir e, Zaratuştrayê (Zerdeşt) tê de cih girtiye lehengekî efsanewî nîn e, di realîteya rojane de çawa be,  (aktûel) bêyî ku  tiştekî din lê bê zêdekirin tevdigere. Welhasil ew, carek be jî xeynî Ahûra Mazda qala navê Xwedawendekî din  nake.

Ev  sê  çavdêrî ne ku Haug li ser hîmê wan kronolojiyeke derbirînên olî yên cuda cuda yên Mazdeîzmê ava dike. Bi ya wî "Avesta  bi Gathayan re dest pê kiribe, Mazdaîzm bi tekxwedayî dest pê dike. Ev berhema kesayetiyeke dîrokî ye û Zerdeşt û şagirtên wî  rê dan ku ew bi dualîzmê û bi  pirxwedêtiyeke hîyerarşîk xira bibe".

Haug dîsa jî nikare ji bin diyaroka ku dibêje “Di navbera yekperestiya orîjînan (Jêderk, reh, çavkanî) û  dûalîzmê de têkiliyên hevdemî hene” derkeve, ji ber ku Gatha bi xwe di çarîneke bi wergera Haug de  (Y 30.3)  bingeha esasî ya du hêzên antagonîst weha pênase dke: “pêşî du giyanên ji du cotecêwiyan pêkhatî hebûn, her yek ji çalakiyên xwesrî çêbubûn û xwedî şêwazên ji hev cuda” bûn: Ev her du giyan bi gotin, bi raman û bi bi kirin qenc û hîmî bûn”. Bi vî awayî Haug şîroveya Hyde ji serî de nirxand û tekxwedatiyê wek teolojiya Zerdeşt, dualîzmê jî wek felsefeya wî pêşkêş kir. Bi têgihîştina hişmendiya yekîtiya kesayetiyeke xwedahî, pêxember bi zorî û zehmetî  vegot ka afirandina hebûneke  bêkêmasî çawa dibe. Wî vê yekê wek “hebûna du sedemên pêşîn ên bi mirovan û bi Xwdê bi xwe ve girêdayî” hesiband. Ew wek maînîîû  an "giyan"  binavkirî ne û hêzên halê zîhnî,  herî kêm ji wan yek afirînerê her tiştên qenc, yê din afirînerê hertiştên xirab in. Piştre doktorên Mazdeîzmê teolojî Û felsefeyê li nav hev xistin û oleke bi rastî jî dûalîst çêkirin. Manyûyê qenc tevî Ahûra Mazda hat kirin, yê xirab kirin dijberê wî yê  sereke. Serkeftina wê çiqas mezin  û domdar dibe bila bibe, tê dîtin ku "ev şêwaza tekperestiya bi dûalîzmê ve ahengdar" ji du aliyan ve şikbar e. Ew di serî de  şîroveyeke pêş-zanistî çêdike û spekûlasyoneke ji tekst derxistî na,  feylezofiyeke xwedêgiravî gerdûnî li nivîskarê Gatha bar dike. Haug dîsa jî hêjayê  qîmet û hêncet e, ji ber ku bi mantiqeke bêkêmasî tevgeriyaye: Ew bi xwendina çarîna Y 30.3 gihîştiye wê encamê ku nîqaşa kevnare dadmend(Adîl)nebe jî rewa ye.



Xebatên James Darmesteter

“Mazdeîzm, mîna Vedîzmê pêşketineke jixweber û serbixwe ya ola Hînd û Aryen a  di nav bêdengiyê de pêkhatî” ye û bêyî hewcedariya wê bi dagirkeriya biyaniyan, an şoreşeke navxweyî  bibe  xwe guherandiye.

Panzdeh sal şûnde,  James Darmesteterê Frensî analîzeke Ola Avestayê ya ji binî ve ji ya Haug cudatir kir. Bi ya Darmesteter ola Îranê ya beriya Îslamê bêşik û tim û tim dualîzm bû. Lê ev dualîzm ne resen e, ji ber ku  ew, ji ola kevnareya Hînd û Aryen a wan wextan wek dualîzmeke xwezayî dihat pênasekirin zaye. Pêşketin  bi kesayetiya du pêşengan tê rave kirin; Ahûra Mazda û Anngra Manyû. yê yekem Xwedawendê  kevn ê ezmanê birqok ê bûye xwedayê qenciyê  ji ber ku wek emsalê xwe yê Hîndî Dyaûs  Pîtar,  ango Varûna yê pergala cihanê afirandiye û pasvanîya wê daye ser xwe.  Dûalîzma di Mazdeîzmê de ne çêlikê spekûlasyona feylezofî ye, encama pir kevnare ya temsîla mîtolojîk e. Pergala di nav xwezayê de serdest, bê têkoşîneke timî ya di navxwezayiya li  dijî hêzên tevlihev de nameşe. Darmesteter binyata Angra Manyû di motîfeke mîtolojîk a sirûdên vedayî de vegotî bi cih dike: pêşve xistî de bi cih dike: “Hesreta marekî bi ronahî û bi avê” wan  di hembêza xwe de heps kiriye. Xwedayekî birqok wî cinawirî kuştiye û  girtiyan azad kiriye. Bingeha xweristka (Natûralîst) a vê beşê têkoşîna di nav ba û bahozê de tê hesibandin. Tarî seransrê cihanê dadigre lê, çeka ronahiyê lê dikeve û ew digel barana diherike, tê qewirandin. Angra Manyû ew mar e ku xwe  li  ebateke  manewî ya dijberê xwe tîne( Adapte dibe) û rûyê xwe diguherîne û xwe vediguhêze efsaneyeke  kozmolojîk a deqîq  a  dîroka  gelemperî ya dunyayê. Xirabî wek tarî cihanê dagir kiriye. Teqîna wê demê û çerxên giran ên xwezayê dixebitîne; hilçinîna (elimination) wê ya piştî 6.000 salên serobinobûnê,  dawiya wê nîşan dide. Hingê senaryoya Darmesteter bi sê aliyanve ji ya Haug cudatir e.

1. Ev mîrata mîtolojiyeke kevnare ye.

2. Bingeha wê ne dijberiya  di navbera her du giyanên reftarî de , di navbera Rta û Druj de, ango pergal û bêpergaliya dunyayê de ye.

3.ji ber ku dûalîzm, li ser hîmê yekxwedatiya berê ya şopa wê nayê dîtin, hatiye lêkirin, ti sedemeke tune ye ku  meriv Mazdeîzmê wek berhema şoreşeke olî bibîne. Darmesteter du sal berê pir di cih de wiha nivîsiye: “Mazdeîzm mîna Vedîzmê pêşketineke jixweber û serbixwe ya ola Hînd û Aryen a  di nav bêdengiyê de pêkhatî” ye û bêyî hewcedariya wê bi dagirkeriya biyaniyan, an şoreşeke navxweyî  bibe  xwe guheriye.

Ber bi xwendinên nû ve

senaryoya Darmesteter teqez ji ya  Haug kêmtir jî zêdetir jî bawerdêr nîn e lê, ew nişkave û bêwext ketiye  nav dîroka zanista me. Bikaranîna monomanîak(19) a mîtolojiya bahozê wan û bawermendên Vedayê yên “bo têgihîştina dîmenên mîtolojîk ên Mzdeîzmê xwe pir xweş amade kiribûn” êşand; Darmesteter bi xwe jî di cih de bêalîtiya xwe eşkere kir.  Xirakirina mîtolojiya Xwezaparêz bikaranîna wê li ber çavan reş kir  lê, red kirina wê çawa ku mezinan gotine “avêtina pitikê tevî ava serşokê” bû (20). A rast,  bi Darmesteter re feraseta şêwaza pêşxistina Mazdeîzmê  hebû lê, ew bo lêkolînê ne xwedî rêgezên gihîştî bû: Gelo kê dikaribû, sala 1877an, xeynî bi ya ku Max Müller navê xwe lê kiribû,  bi rêbazeke din nêzîkî efsaneyan bibe? Dîsa jî Darmesteter têgihîştibû ku bingeha dualîzma Mazdeîzmê  neyartiya di navbera Rta û Druj de ye;  ev dijminatî  di dîrokeke efsanewî ya cihanê de cihê xwe girtiye û di wir de kozmogoniya(22)  ku jêderka xwe jê girtiye derbas dike, bi dagirkirina demê re axîretê jî çareser dike. Senaryoyek wiha, heger ne ragihandina şerekî bahozê be, bi wesfa xwe ya mîtolojîk ji me re nirxandineke nû dihêle.

 Adar 2004

 ---------------------------------------------

(1)    Parsîs;  zerdeştîyên  di navbera sedsalên VII- Xan de, ji ber Erebên dagirker ji Îranê, ji Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî ji Xoresanê reviyayî û li Hîndîstanê bicih û war bûyî ne. Ew piranî li herêma Mûmbaî dijîn. Îro nifûsa wan kêmzêde 60-70 hezar e.  Parsîs  di aboriya Hindîstanê de xwedî giraniyeke mezin in. Şîrketa wesayîtan a Tata jî di nav de şîrketên herî mezin ên wek Goderj  û Wadia di destê wan de ye. Zerdeştiyên li Îranê mane bi alîkariya Parsîsan  saziyên xwe  û gelek kar û barên xwe bi rê ve dibin.

Pondîşerî; Bajarekî li Başûr Rojhilatê Hindîstanê, baytexta herêma bi heman navî.

(2) Mage(Maj); Li welatê Medan endamê kasata di wesfên wê de xizmeta ola  Hurmiz hebû. Ew ji aliyê biyaniyan ve wek sêrbaz hatine nasîn, lewre navê wan bo pênasekirina sêrbaz û sêrbaziyê hatiye bikaranîn. Magic, magical, magicien...

(3) Plutarque; jidayîk bûn kêmzêde PZ46, mirin 125. Feylezof, nivîskarê bîyografiyê, exlaqparêz, bîrewrê mezin ê Romaya kevnare yê bi eslê xwe Grek.

(4)Théopompe; dîroknas, gotardêr û siyasetmedarê Yewnanîstana berê. Beriya zayînê sala 403 an 378an  hatiye dunê, BZ ber bi sala 320an miriye.

(5) Sibylle; di mîtolojiya Grek de  rahbikeke Apollon e ya ku kunendetiyê (kehanet) û kahîniyê li kesan bar kiriye.

(6) Logiia; ji sê fêkiyên Iblîs ê herî kêmpeyda ye. Ev cûre fêkî rê li ber bikarhêner vedike ku ew  laşê xwe bi kêfa xwe biguherîne, bike elementekî xwezayî, an ji nû ve çêbike û kontrol bike.

(7)Alcibade(Alkîbades;stratejîst û generalekî Atînayê yê BZ 440an ji dayîk bûye, bz 404an miriye.Kesayetiyek rengîn a hemdemên wî heyran û qurban bûn. Di wê kesayetiyê de arîstokratî, mîratê kesekî xwedan erdê mezin û bedewiyeke bêhempa gihandibû hev.

(8)Polyhistor;Nivîskarê Grek ê ji bajarê Efesa kevnare yê. BZ di sedsala ı.de jiyaye. Ew dîl dikeve destê artêşa romayê û wî dibin Romayê û li wir pê mamostetî didin kirin. Paşê tê azad kirin. Di şewata di mala wî de rû dide de dimire. 42 pirtûkên di her yekê de qala erdnîgariya herêmên cihanê yên merivên wan çaxan dinasîn nivîsîne.

(9)Platon;an Eflatûn, feylezof û zanyarê Grekî yê antîk e. Jidayîkbûn;BZ 428/427 an 424/423, mirin BZ 348/347 e. Damezirînerê akademi ya zanîngeha pêşî ye. Ramanên Eflatûn bandor li xaçparêzî û li misilmantiyê kiriye.

(10)Plutarque; Di navbera salên 46-125an de jiyaye. Di dibistana Eflatûn a Atînayê de xwendiye. Paşê çûye Romayê û li wir mamostetiya Zimanê Grek û exlaqê dike.Tê gotin ku wî 2276-260 pirtûk nivîsîne lê, yên gihîştine roja me 75-80 heb in.

(11)Théopompe;Siyasetmedar û gotardêrê Gerk ê kevnare yê BZ sala 403an an  378an hatiye dunê.

(12)Manişeîzm;ola di sedsala IIIan de ji aliyê Manî ve bi piştgiriya Şapûrê kesrayê Îranê hatiye damezirandin.

(13)surat;bajarekî dewleta Gûjarat a li Rojavayê Hîndistanê ye.Navenda herêma Surat e.

(14)Champillon;Jean François Champillon misrnasekî Frensî ye û zanyarê pêşî yê pêşî nivîsa Misirê deşîfre kiriye.  

(15)Pondichéry;Bajarekî li Başûr Rojhilatê Hîndistanê ye. Navenda erdê Pondichéryê bajarê sereke yê herêma Pondichéry yê bi Tamîl Nadû ve dorpêçkirî ye

 (16)Kleist;Helbestvanê Elmanîyê di navbera salên 1715 û 1759an de jiyaye.

(17)Shelley; Navê wî yê bi gişkî Percy Bysshe Shelley e (1792- 1822)  Helbestvanê herî navdarê wêjeya Îngilîz ê heyama romantîzmê ye.

(18)Ev nêrîn xelet e; Medî ji  eşîrek tenê ne pêkhatî ye. Gorî daneyên dawî MED ango MEDYA navê "konfederasyonekê ji gelek eşîran pêkhatî"

(19)monomanîak;Kesê hêsîr û dîlê raman û armancekê û xeynê wê nikare ti tiştekî din bifikire.

(20)Meriv dikare vê gotina pêşiyên Fransiyan bike şûna gotina pêwşiyên Kurdan a dibêje "Me got kil ke, wî kor kir" Bona biwêjeke Fransî bê nas kirin me ew neguherand.


EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin