28.12.2012

Serpêhatiya min a bi gayekî Xwedê re


25 ê Berfanbara sala 2012’an nizanim dinya çawa bû lê Stenbol bi mij û bi serma bû. Ew roj ez betal bûm. Serê sibê zû rabûm, bêyî xurunî bikim  ji malê derketim û berê xwe da firneya nanê lawaş ya serdestê malê; jê çend nan stendin û paşê xwe berda penîrfiroşê Wanî nav Evdimelîk, da ku ji wî jî bikirim hinek  penîrê bi sîrik ... Min dil hebû biçûma dikana hevalekî xwe yê kurd; kurdekî bêxêr... Jê re dibêjim bêxêr  ji ber ku ev çend salên dawîn, hingî ku bi çend tirkên beredayî re hevaltî daniye û bi wan re  danûstandinê dike,  ez jî di nav de, li hevalên xwe yên berê yên Kurd êdî  qe napirse!   Çav lê ye, çawa ku tê serê gelek Kurdên li metropolên Tirka, ew jî ji refê xwe veqete û bibe ji wan sûtalên bêserûber... Min di dilê xwe de digot; bi vî xweş penirê welêt, bi vî nanê lawaş ê germ, ez ê kurdbûna wî bikim bîrê, dibe ku rehm bikeve dil.

 Min penîrê xwe jî kirî, bi lez û bez li otobêsê siwar bûm, peya bûm, bi rev, lezabez çûm ber deriyê dikana wî, biketimahundir lê, li ber şemûgê merivek girê geriyayî yê wek hûtan, na na wek hirçan bi tirkî kir “hop birader!” û ez dam sekinandin û got; “ civîneke taybet e, ketina nav dikanê vê gavê qedexe ye”.  Min dest avit telefonê  ku ji hevalê xwe yê bêxêr bipirsim “lawo, ev çi hal e?” Telefona wî heta dawiyê kire zirînî lê mariso venekir. Ez rebenê Xwedê poşeta nan û penîr di destan de,  di kolanên Stenbola şewitî de wekî ji kerê bikevim wer mam û mam... Bihna min pir teng bû pir...

 Qasek virde wêde çûm hatim, nan û penîrê min ket bîra min. Çi bikim, çi nekim, ya qenç ew e ku  ez wan li pisîkan belav bikim. Min kir pişo pişo, çend heb hatin xwe li şalê min gerandin, min ji tûrê xwe kerîkî nan û qetek penîr derxist da ber wan, pisîkên heram qasek bihn krin û pişta xwe  bi min de kirin û lêxistin çûn! Hela li min û li van pisîkên Tirka! Lawo, ên me bo parçeyek nanê tisî dîwaran qul dikin, yên xelkê xeynî pişik û kezebê devên xwe nadin ti tiştekê! Jixwe gava mirov li boçikan dinêre têderdixe ku  pisîkên me û yên  serdestan jî ne wek hev in! Ên wan  ji kêfan boçikên xwe bi gelemperi li ser pişta xwe dikin çingir, an wek dîrekên ala Tirk tîk dikin dihecînin; ên me di nav şeqan de, pir caran bi erdê ve kaş dikin, bi zorî bi xwe re digerînin. Heger wan  rê û dirb bizanîbûya, dê ew jî ji Kurdistanê koç bikirana û bihatina biketina kolanên metropolên Tirkan. Ma  me bi piranî bo zikê xwe, welatê xwe ne terikand! Ma em jî exleb,wek kûçik û pisîkan di kuçe û kolanên vê metropolê de  nanoziko lê digel bindestiya xwe dîsa jî bê xem û bê keder naçin nayên? Bihna min dîsa teng bû...

 Min poşeta nan û penîr ji hêrsan qil kir avit ser sergo.  Nabe ku tu penîrê bi sîrik ê Kurdistanê li welatê xerîbiyê, di çayxaneyekê de li ber çav û pozên “bajariyên nekurd ” bidî ber xwe û bi kêfxweşî bixwî. Dilê Tirkên sipî ji vê bihna penîrê bi sîrik ê bi me Kurdan pîroz e digere.  Dilê wan bibije penîrê te jî, ew di nav civatê de gere dilê xwe jê bigerînin ku  ji taybetmendiyeke Kurdewarî bi dûr kevin. Gelek caran hatiye serê min, an ez bûme şahed ku  ew giliyê penîrxurên me  bi xwediyê çayxaneyan ve kirine, an rasterast giliyê penîr bi penîrxuran ve... Heke ew, nikaribin bi te û bi penîrê te, wê wextê, bi terikandina çayxaneyê te jî, penîr jî, çayxaneyê jî, bajarê ku tu lê yî jî,  ên ku rê li ber hatina te ya wir vekirine jî protesto dikin. Deng nayê te lê,  ew jin û maka meriv jî didin ser hev...  Tu çiqas bibêjî “ker çi dizane zahferan çiye” jî bê feyde ye...  Ax heft xwezî, ez niha di axûrekê Kurdistanê de bi pez û çêlekan re bûma...  Bihna min dîsa teng bû!

 Ji rojnamefiroşekî Kurd  Gundem û Azadiya Welata xwe stend û  berê xwe da taxekê din. Min dizanibû ku li wir bo cixarekêşan çayxaneyeke sergirtî heye. Ber bi nîvro ve çend hevalên mal nêzîk jî hîn bûbûn  dihatin wir. Siûda min lê werê, îro jî ew ê werin, em ê hinek laqirdiyan bikin, derd û kulên dilê rezîl parve...

 Qasî saetek peyatî çûm. Min simîtek stend ketim çayxaneyê. Ji bextê min re mase tev tijî bûn. Bala xwe da, merivekî 45-50 salî yê dirufê Kurdan pê dikeve li ser maseyek bi tena serê xwe rûniştî ye. Camêro, por û simbêlên xwe reş tarî boyax kiriye lê, kî dizane çend roj in rûyê xwe kur nekiriye. Qirawata wî ya sor, di bin rûyê sipî de şemal dide dibiriqe...  Serê xwe kiriye ber xwe, tu dibêjî qey Qur’ana pîroz e , bi baldarî rojnameya “ Fotomaç” ê dixwîne. Min kursiyek peyda kir û li nêzîkî wî rûniştim. Pişta xwe pêde kir ku aciz nebe. Min alîkî ve simîta xwe dikojand aliyê din ve jî rojname dixwend. Dora pêşî ya Gundemê bû. Çend rûpel jê çûn, nizanim di rûpela çaran de , yan ya pêcan de bû, nûçeyek derbarê komkujiya roboskiyê de  ji nişkave bû tîr û li ser dilê min çik bû ma. Bi dehan Kurd, ên ku ez dizanim li vê  metropolê tirkan,   bi awakî rezîl û perîşan dijîn di ber çavê min re yeko yeko derbas bûn. Hevalê min ê heta çend sal berê şoreşger, lê niha bêserûber, du birayên wî yên tînerkêş û balîkêş, xwîşkên  wî yên rojê bi yekî re, dêbavên wî yên di qula xênî de tî û birçî li benda mirinê, xwendekarên min ên ku xwe ji nasname ji ziman kirî, mezinên wan ên ku di  atolyeyê di bin erdê de nanoziko dixebitin, ev zarokên boyaxkar ên heft-heşt salî yên wa ye li ber çavên min  bo çend quruşan solên  mişteriyên çayxanê ji destên hevûdu direvînin... 

 Ma  berpirs û sedem û kirdeya perîşaniya Kurda ne dagirker e? Ma zarokên Roboskê jî koçî vê metroplê  bikirana û di kuçe û kolanên wan de rezîl û rûsiwa bûbûna, bûbûna tînerkêş û tîryakêş xema dagirker bû? Bi ser de dagirker di bin simbêlan de nedikeniya, şa ne dibû; çima ku ew nebûne şervan? Çima ew sibe êvar agir bi ser Kurda de dibarîne; nahêle Kurd di welatê xwe de kerîkî nan bi dilrehetî bixwin?  Ev bi deh hezaran avahî, fabrîqe, kul û kureder ne bi ked û xwîdana erzan a zarên  Kurdan hatine çêkirin? Ev tekstîla wan a bi Çînê re dikeve ber qayişê dîsa ne li ser pişta vî gelî ye? Ma dijmin çiqas bikuje Kurdistanê ewqas vala nake? Çiqas vala bike ewqas kar nake! Oro zarokên bi xîret, oro zarokên li Roboskê şewitîn bûn komir, di gorên xwe de bi dijmin bikenin. Bibêjin em mirin lê em nebûn dîl û koleyên te.

 Gundemê  wêneyên her sih û çaran jî di nav çarçovekê de qor bi qor dabû ber hev. Pirî dilê min bi wan zarokan şewitî bê hemdê min çend dilop hêstir niqutîn ser wêneyên zarokan... Rebiyo, ev çi zilm e, ev çi hovîtî ye, ev çi... Min hey dît ji paş ve yek diniçîne min. Zivirîm. Min bala xwe dayê ew zilamê li paş min e. Tu nabêjî ji paş ve rojnameya min xwendiye. Bêteklîf û bêdestûr, wekî bi gundikî  xwe re baxive, bi dengekî  heta jê hat bilind, bi tirkiyeke heta dibêjî qirix  bi ser min de qîriya:

 “ Ben askerlîgî yuzbaşî oleraq, yox yox, astegmen olaraq yaptî; ben gordim o qantirlerle buyuk buyuk sîlehler taşîyorler. Esker oldiriyorler. Benim bolikten yirmî uç tene oldirdiler; senin bu qezete onî niye yazmiyorler ha!”

 ( Min leşkeriya xwe wek yûzbaşî, na wek astegmen kiriye. Min bi çavên xwe dîtine, ew bi wan hêstiran çekên giran dikişînin û leşkeran dikujin. Di yekîneya min de bîst û sê heb kuştin; rojnameya te çima wan nanivîse!)

 Bîst- sih kesên di çayxaneyê de rûniştî tev li me mêze dikirin. Kurdayetiya wî (Kurd nebe jî teqez Kurdistanî bû) ji tirkiya wî ya qirix, ya min ji rojnameyên min  eşkere bûbû.

 Gelî xwendekarên birûmet, meriv bindest be, bi ser de  Kurd be, ya herî xirab di nav netewek wek Tirkan de  ( heşayî çend şoreşger û demokratên wan) bijî,  bibe nebe ji mirovên normal konektir û fêlbaztir dibe daku bikaribe li ser xwe bimîne. Ev zagona xwezayê ye. Hemû jîndar bo berdewamiya jiyanê  gorî şert û mercên ku tê de ne, dibin xwedî huner û merîfet. Heger kelecana min biserketa, min xeletî bikira û pê re nîqaşa heqî û neheqiya Kurdan bikira, ji wê çayxaneyê ez bi saxî dernediketim. Bi pelixandina serûguh jî nedimam, niha di destê dewleta wî cahşî de dîl bûm.

 Min awirek heta dibêjî cidî û tûj dayê, xwe kir dilqê ji wan yûzbaşî mîzbaşiyên ku zirav li wî û li hemî Kurdên cahş qetandiye... Di cih de gotina wî bi dengekî ji yê wî bilindtir birî  û  bi fermanî bi ser de qîriyam : “ Nasnameya xwe derxe!”

 Carek din hewl da êriş bike, di devê xwe de gerand got ; “ Ma tu jî tu terorîst î, çima ev qas hêrs dibî!”  min qe guh nedayê û li ser gotina xwe mam. Plansaziya xwe ya êrişê li ser peyva yûzbaşîya ku bi xeletî ji devê wî reviyabû saz kir.

“zû! Nasnameya xwe derxe! Tu sextekar î! Tu dibêjî ez yûzbaşî me... Tu bi vî navî mirovan dixapînî, dolandiriçîtî dikî! Zûke belgeya xwe, an nasnameya xwe nîşanî min bide!”

 Min dizanibû ku ew derewan dike... Min dizanibû ku dewleta dagirker, cahşên kurdistanî yên xwedî Tirkiyeke evqas  qirix nake hundirê malê; wan  dike muxbîr, dike cerdewan, dike milîs û wek kûçikan dide ber deriyê xwe. Hesabê min li ser koma mirovên ku di çayxaneyê de guhên xwe bel kiribûn û li me temaşe dikirin bû. Azadiaya Welat a ji aliyê wan ve hatibû dîtin bi Kurdî; Gundema li ser masyê wek pelên keleman ji hev belav belvî jî bi Tirkî ez dabûm dest... Heger ez bikaribim xwe, wek  parêzvanekî ewlehî û berjewendiya vê keriyê nîşan bidim,  ez ê ji vê rewşa xerab xwe xilas bikim... Nikaribim xweliya heft gundan li serê min! Ez ê biçim çem û çem... 

 Min bênavber hevoka “zû, zû,  nasnameya xwe derxe!” dubare dikir. Ehlê çayxaneyê tev lê dinêrîn. Cahşo rabû ser piyan,  dest avit bêrikan, qaşo li nasnameya xwe digere... Vir de wê de qilqilî, xwe bir anî, xwe şaş kir ji min re got; 

qomitan, min cuzdan li malê jibîr kiriye”

 Min têderxist ku bask ketine nav lingan! Êdî ço ketibû destê min. Min rewşa xwe ya desthilatdar xera nekir. Rûyê xwe ji berê jî tirştir kir û bi dengê mêrên berê jê re got:

“ Bênamûsê kurê bênamûsan, rûnê! Cardin sextekariyek weha neke û milet nexapîne. Du qiram mejiyê te tune, heywan! Li derekî din  gotinên tewşo mewşo yên wiha neke. Tûûû li nav çavê te. Mîkrop he wellah!”

 Risteya serî ya mewlîda Kurmancî ket bîra min; hemd bê hed be, bo Xwedayê rebê alemîn, ew xweda ye daye me... Guhsisto ji tirsan be, ji şerman be, dengê xwe birî û serê xwe kuta nav rojnameya xwe ya Fotomaçê.

Tirsa min ew bû ku ji temaşevanan yek rabe û ji min bipirse, “tu çi karî dikî?”  Bona ku vê firsendê nedim wan, min deng li xwediyê çayxaneyê kir û jê re got;

“vî mişteriyê xwe yê sextekar baş nas bike. Li cem rûnê û jê biipirse ka ji ku ye, li van deran çi digere.  Ew xwe li qomitantiyê datîne... Ez dibêjim ew dixwaze ji van mirovan yekî bixapîne... Dibe ku beriya niha xapandiye jî. Paşê serê te jî pê re dikeve belayê ha!”

 bi ya min kir. Gazî mişterîkî xwe yê ji xwe baqiltir kir û her du çûn ser maseya wî rûniştin. Bala her kesî li ser wan bû. Ez rabûm ser piyan û ji wir bifizirim, derkevim. Xweş siûda min dîsa lê hat...  Hevalekî min ê mamoste ket hundir.  Me hevûdu ji dil û can hembêz kir û  bi hev re derketin derve.

Aqil û jîrtî û konektiya ji bindestiya malkambax gihîştibû min wê rojê  ez xelas kirim. Heger ez rebenê Xwedê, rojek din li derekî tenha rastî wî gayê Xwedê werim, ez dizanim çi tînim serî! Çer heye kapê wî ketiye destê min...

                                                                Mamoste Marûf

 

 

14.12.2012

Darwînîzma Tirko-Misilmantiyê



Omer Dînçerê wezîrê bere yê Tayîp gotibû  ku ji vir pê de dê  ew ên Zazakî wek zaravayek Kurdî na, rasterast wek zimanek serbixwe bipejirînin û di warê perwerdehî û weşanê de jî wî ji Kurdî veqetînin. Wezîr dîsa gotibû ku heta niha hin pisporan ew xapandine, lewre  xeletî kirine ku  Zazakî wek zaravayek Kurdî hesibandine.

Tirko- Misilmanino, beriya ku me Kurdan netewa Tirk nas nekiribû, teoriya tekamûlê ( evrîm) ya Darwînê reben jî fêm nekiribû.
We bi wî mejiyê xwe yê IQ 180,  û “bi xweş adan”, 
we, bi wî jîrtî û jêhatîtiya xwe ya bêhempa,
Teoriya tekamûlê ya Darwînê tiral û tolaz a ku digot; “mirov sed hezar salan de bi zorî  bûne mirov” derewand û  mirovbûnê di heştê salan de kir para me Kurda!

Berê, mala minê, xwelî li serê me be,  em Kurd ne mirov bûn ! Me çi nav bû, çi zar û ziman bû. Çi mal û pêxirîk û ocax bû.
Ji vir heştê sal berê, we em di şikeftên bê serî û bê binî yên çiyayên Kurdistanê de dîtin, keşf kirin, di laboratûwarên dewleta xwe de terîf kirin.( tanimlamîş kirin)  Em, bi qewl û qerarê we şarezayan, li gor zanist û lêkolînên we zanyaran, ji wan nîv-merivên pişt bi hirî qûn biboçik bûn.(Kûyrûklû )

Çil -pênce sal bi ser de çûn, neçûn; we em di ser bi hezaran qirnan de dîsa qil kirin(çax atlatmak), Xwedê ji we hezar car razî, we em ji pûrt û ji boçik kirin, em kirin mirov. Lê, em dîsa jî bê nav û bê nîşan,  bê zar û bê ziman bûn...

Sal bi sal we em guherandin- veguherandin kirin “homos- kartkurtos”  ew  neandartalên girên geriyayî yên serê çiyayên Kurdistanê...

We dawiya dawîn navê Kurd li me kir lê, bela hovîtiyê, di devê me de hêj ziman tunebû! Her çiqas em gel û gît, yat û kalk’a we ( here- were, vezele- rabe) ya ji serdema “kurd memedê nobedar” mabû tenê zanibana jî, we  got; “ew lo lo , lê lê ya we jî, ew gotin û qisedanên we yên bêwate jî, ji dewr û dewrana kedîkirina we ya ji alî me ve maye û ji binîve Tirkî ye lê, ne ji wê Tirkiya nazik û nazenîn, devokeke wê ya lewitandî ye”.

Tirko- Misilmanino, destê Elî û Mihemed li pişta we be, we welatê me seranser veguherand laboratûwara zînadana Amedê û  we em di sih salan de di ser çend hezar qirnên din re jî avitin, bi darbekî ve, em kirin Kurdo-Tirkîaxêv...

Lê, nizanim çima, çi xeletî bû, çi ecêb û gosirmet û teşqele bû ku li we û li me qewimî;  teoriya Darwîn jî, ya we jî têk çû, lewitî, pûç bû. Sal hezar û nehsed û heştê, boçika bi qûna me ve  zû de jixwe çûbû lê, îcar di serê me de qiloç şîn bûn, ketin şûnê! We îcar em kirin homo- terorîstûs û dîsa derxistin çiyê.  

We kir, ji me hin neodartalan kir, îsal sal du hezar û dozdeh, hema bibêje kir sih sal,  ew qiloç ko nebû çû...
We lez da tekamûlê, em kirin Kurd, em  kirin xwedî Kurdî, xwedî telewîzyon...
 Meqarne û komir û TRT 6, qoriçî û keleş têrê nekir, we pere dan me mîlyon bi mîlyon.
Ew jî nebû bi ser me de bombeyên xwe  barandin her yek nizanim çend kîlo û çend ton.

Tekamûl  û darwînîzma Tirko- Misilmantiya we, bi ya Darwîn re ketiye pêşbaziyê û ber qayîşê.
We sih salan de maşallah, pêvajoya netewbûna Kurdan qedand, îcar dor hat ji hev cûdakirinê...
Li gor teoriya Tekamûlê ya wan zanyarên xaçparêz û cihûyên bê ol û bê îman,  ziman bi hezaran sala berê kom bi kom ji hev veqetiyane, bûne Hîndo- Ewropî, bûne Hamî- Samî, bûne Ûralo Altayîk...
Disa ew kom, di dirêjahiya hezaran salan de ji hev cihê bûne, bûne komikên wek zimanên Latînî û Germanî û Slavî û Îranî ...
Dîsa bi hezaran sal di ser re derbas bûne, ew komik parçe bûne, veguherîne bûne çendik û çend zimanên resen û her yek ketiye devê netewek.
Her yek ji kêfa dila re nebe jî, ji ber hewcedariyek bi cih bûne li ser koşeyek  cihanê.
Dîsa  bi ya wan gawir û bêîmanan, herî kêm hezar sal divê hebe, heta ku ji zimanek zaravayek bizê û bê dinyayê...

Kurdino, de ka îcar bala xwe bidin vê derhozeyê û vê mûcîzyê, vê darwînîzma Tirko- Misilmantiyê!
Ew, di çend mehan de, ji Kurdiya we  zaravayek jî na, zimanek resen û serbixwe diafirîne, nav lê dike derdixe vê meydanê.
                                                           Mamoste Marûf

   


.

  








12.12.2012

Dewlet Ketiye qalikê Kemal Burkay



Bahri Selin,  di dilqê kalekî xerifî de 
Kemal Burkay














 

 




--------------------------------------------------------------------------------------------------------


Xerifîn ew nexweşî ye ku -Xwedê neyne serê ti kesî- wek kurmek dikeve tasa serî, mejiyê meriv dixwe, emrê mirov yeko yeko jê dikuje,  sal bi sal bi paş ve dibe, dike civan, paşê zarok, dûv re pitik... Dawiya dawîn gûyê meriv bi meriv dide xwarin û  paşê jî dikuje.

Vî êvarê gava min di televîzyoneke Tirka de Kemal Bûrkayê kalê ketî dît, ev nexweşî û halê  hin mezinên gundê me yên xerifî ( Bijîşk dibêjin alzaymir) ket bîra min.

Ew camêrên rûspî, sal bi sal xwe “ji taybetmendiyên mezintayî yên ku biçûkên malê pê serbilind dibûn” dikirin. Nizanim çima dora pêşî bawerî diçû!  Tizbiyên xwe -yên 99 libî yên heta duh bo zikir û wirdan bûn- dikirin stûyên ker û hespên xwe, postên nimêjê qil dikirin davitin ber kûçikên birçî, dev ji nimêj û tahetê berdidan, dibûn neyarên sondxwarî yên  melayê gund...

Paşê rihên xwe yên spî kur dikirin, simbêlan reş boyax dikirin, nizanim çikên xwe tûj dikirin eyb û şerm, çi hebe jibîr dikirin;  nedigotin bûka malê ye, nedigotin keçik e, nedigotin nevîçirka wan a  destekî goşt e, bi çavê bênamûsiyê li herkesî mêze dikirin; canê heram di desteki de, gopal di destê din de,  çav û guh di reqsê de,  serê gund, binê gund ji xwe re   malo malo digeriyan. Te digot qey dixwazin heyfa xwe hilînin ji mirazê ku di xortaniyê de pê şad nebûne...

Wa ye eşkere dixuyê ku
Kemal Burkayê heta çend sal berê jî ji aliyê gelekan ve
wek giregirek doza  kurdî,
wek ronakbîrek bi sedan caran Das Kapîtal xwendî,
ne ji wan serokên gundî, heta dibêjî efendî   dihat hesibandin, xwe ji bîr û bawerî kiriye. Ew bawerî bû bû ku “digot Kurdistan kolonî ye, dagirker mijok e, sosyalîzm pîroz e, serxwebûn li gelê Kurd ferz e...”

Ew wek kalên me yên xerifî li dûv doxîna xwe  mal bi mal negere jî, kanal bi kanal digere.
Ew Serokê Tevgera Azadiyê  dike şûna mela, na na şûna pîrê gundê xwe, bi  neyartiyê namîne, çi îftira namîne  bi stû ve dike.

Ew çi hebûn û hêjayî hene ku gelê kurd pê serbilind e, dike nav dest û lingê neyar.

Hezar endamên MİT’ê dike nav şervanên azadiyê,
Bi hezaran  siyasetmedarên derbxurên dewleta Tirko dike nav refên Ergenekonê,
Bi mîlyonan Kurdên şiyar û serbilind dike şûna wan ehmeqên hay nîne ji bayê felekê.

Serên xizmên xerifiyan tim  di ber wan de bû. Şerm dikirin. Digotin şeytan ketiye qalikê kalê me.
Serê gelê Kurd jî berjêr e. Em jî şerm dikin. Em dibêjin dewlet ketiye qalikê Kemal Burkay.
                                                               Mamoste marûf








22.11.2012

Filor Uluk Benlî; jinek Ermen a ne ji wan Ermenan


Ermen ew gelê hilberîner û afirîner e ku li Mezopotamyaya jorîn çêbûye, piyê wî li wir erd girtiye, li wir kemiliye, digel bi dehan caran serobinîbûyina erdnîgariya wî dîsa jî li ser axa xwe liberxwe daye, li ser xwe maye.
Di dawiya sedsala XI’an de, ji Asyaya Navîn ber bi Ermenîstan û Kurdistan û Anatoliyê ve hatina Tirkên şerûd û gerokên di bin serokatiya Alparslanê Selçûkî de, xweş dewrana gelê Ermen bi ser serê wî de wergeriyaye. Ew, heşt sed salên dûr û dirêj di bin şert û mercên koletiyê de jiyanek dijwar derbas dike, lê dîsa jî hebûna xwe ya girsehî ya li ser axa bav û kalan, hebûna xwe ya rêxistinî ya olî- civakî ya li bajar û bajarokên di bin serweriya Osmaniyan de diparêze.
Di nîveka sedsala XIX’an de wek piraniya ronakbîrên netewên din, ronakbîrên Ermen jî ji bîrdoziya neteweparêzî û welatparêziyê ya ji Fransayê dizê hayîdar dibin û li ber zilm û zordariya desthilatdariya Tirk serî radikin. Ev serhildan dora pêşî wek “bi rê û rêbazên aşitiyane şiyarkirin û hişmendîkirina gelê Ermen” xwe dide der. Daxwazên bingehîn ên serhildêran; di her warî de wekheviya Xaçparêz û Misilmanan, di rêveberiyên herêmî de hebûna nûnerên gelê Ermen, çawa ku îro Kurd jî dixwazin, bo parastina gel afirandina hin yekîneyên çekdarî ne.
Desthilatdariya Tirk -çi Osmanîparêz û umetparêz dibe, çi İttihadî û kemalîst dibe -  ji sedsala XVI’na vir de “bi her awayî ji qidûman ketî, li ber emperyalîstên Rojavayî çok û serî danî”, di destan de çi derfet mabe bo tunekirina gelên di nav xwe de bikar aniye, hêj tîne...
Yavuz Sultan Selîm ê xwînxwarê Elewiyan kordelaya “komkujiyên navxweyî” di sedsala XVI’an de dibire, di wî derîyê bêyom re Kuyucu Murat Paşa, Enver Paşa û sazûmankarên Komarê û tevahiya desthilatdar û erkdarên vê “komara  xwedêgiravî”  dor bi dor derbas dibin.  Di dîroka mirovahiyê ya nûdem de Komkujiya herî mezin û ya yekemîn  dibe para gelê Ermen. Dagirkerê har û hov nabêje kal û pîr e, nabêje zarok û zêç e, mêr e jin e kî û kê li ber destan dikeve dikuje, gund û bajaran talan dike, ên ji vê kerasetê xilas dibin jî  ji xwe re dike berdestî, bermalî û kole...
Gelê Ermen ê  beriya komkujiya 1915’yan bi mîlyonan bû, êdî ne gel , ne jî netew bû; ew bi hejmarkî bi qasî terîqetek biçûk, civateke olî ma û ma. Gotina dawîn,  di Komara Kemalîst de 50-60 hezar ermenên ji ber milyonan mayî, li ber diwarên çend dêr û dibistanên xwe yên li Stenbolê, dest li ser kezeban stûxar û reben wer man û man...
Di salên 60’an de hin Ermenên wek Sarkis Çerkezyan di nav tevgerên sosyalîst û komînîst de cih girtibin jî ew deh car li Tirkên şoreşger rastî pest û pêkûtiyan tên. Alîkî ve dewlet, alikî ve jî  hin giregirên Ermenan ên apolîtîk û berjewendîperest çi namîne tînin serê şoreşgerên Ermen. Ev qedera bêyom bi sikura Hirantê rehmetî ve jî zeliqîbû. Ew bêbextên “kurmên ji darê”, ew Ermenên hevkariya dewleta Tirk dikirin û piştî komkujiya mezin tevahiya dêr û dibistan, nexweşxane û goristanên gel xistibûn nav dest û lepên xwe, nedihîştin rojnameya wî ya bi navê “Agos” bikeve saziyan, ji alî gelê Ermen ve bê xwendin. Ew, çawa ku cin ji hesin ditirse, ji bîrdoziyên dijber, ji hevkariya bi şoreşgeran re, bi taybetî, ji Tevgera Azadiya Kurd û rêhevalên wê yên Ermen ditirsiyan. Tirs li alîkî gelek caran neyartî jî dikirin. Ev tirs û xof  kesayetiya wan derizandibû, kiribû du qet:
Rûyê wan ê li derve heta dibêjî hevkarê dewleta Tirk, kemalîzmperest, leşkerperest, ji tirkan bêhtir tirkperest; rûyê di nav civakê de xaçparêziyek hişk û carna nijadperest...

Lê, giregirên civakê yên bi vî durutiyê bi salan civaka Ermen birêve biribûn, ranta civakê xwaribûn nizanibûn ku Tevgera Azadiya Kurd ji binve  bandorek mezin li Ermenan jî kiriye. Girseyek mezin a Ermenan êdî ne ew Ermenên berê bûn ku “serê xwe dikirin ber xwe û nanê xwe dixwarin”... Ew serî ji qalik derxistibûn û dilsoziya gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd “a paradîgmaya sed salan a dewleta Tirk parçe parçe kiribû” nas kiribûn.  Bi taybetî piştî kuştina Hirant Dînk, di merasîma birêkirina wî de  civaka Ermen bi awakî rût û repal dît ku Kurd  ne Kurdên berê ne; zilm û zordestiya ku li Ermenan hatiye kirin û hêj didome,  bi qasî  Ermenan li zora Kurdan jî diçe; di tengasiyê de wê Kurd bigihîjin hewara wan.
Di civaka Ermenan de gelek kes û kesayetî yên wek Sarkîs Çerkezyanê gorbihûşt hêj hene û bi rastî jî ew hêjayê pesndayînê ne. Mirov, bi dîtina wan ve  dixwaze biqîre bibêje; “her hebî, bê te me yê çi bikira”
Gava mirov wan nas dike zagona xwezayê ya dibêje “her tişt yek bi yek ji hev cuda  bixwiyê jî, her tişt di nava xwe de bi hev ve girêdayî ye” bibîr tîne. Ew zagona ku dîsa dibêje   “heger mirov ji wan jîndaran yekê bikuje, koka yekê biqelîne pergaleke ekolojîk jî dimire“ bibîr tîne... Ew pergala ku tê  de şêr bê rovî, rovî bê mişk, mişk bê mar, mar bê kundo, kundo dîsa bê mişk nikare bijî...
Ma hin axa û malmezinên me Kurdan, ew serhişk û nezanan, ew rebenên ji zagona xwezayê bêhay, ji dawiya sedsala XIX’an heta  1915’an bi hevkariya xwe ya bi Osmaniyên xwînxwar re, li Kurdistanê koka Ermen û Suryaniyan neqelandin? Kurdistana bê wan,  wêran û wêrtas, kawil û dêris nebû? Ew bihûşta heft reng a, ew welarê warê bi dehan şaristaniyan û gelan veneguherî nebû warê dûpişk û maran?
Mabesta vê nivîsê bi we nasandina jineke jîr û jêhatî û kezebpola ya Ermen e lê dikim nakim dor nayê wê.
Min ew, cara ewil ber bi dawiya salên 90’’i, bi dîtina afîşek nas kir: Wêneyê jinek rûken a bi xemla xwe ya rengîn di binê wêneyê de navê wê lêkirî “Filor Uluk Benli; endama Keyatiyê ya taxa Kocamustafapaşa”.
Hela li vê ecêbê; tu Ermen bî, bi ser de jin bî, bi ser de li Stenbolê bijî, di van salên bi kuştinên kiryar nediyar ve têr û tijî de, di vê heyama ku kes newêre bi nasnameya xwe ya rasteqîn bêtirs bijî de, bi navê xwe yê “Filor Uluk” afîşan derxî, wan bi kûçe û kolanan ve bizeliqînî...!!!
Rojek ji wan rojan, ez di kargeha hevalekî de rûniştîbûm ku min hey dît ew kete hundir. Me li hev pirsî. Min xwe pe da nasîn: “Ez marûf, di filankes dibistanê de mamoste, kurd û endamê sendîkaya... “
Min hêj dawî li kartvîzîta xwe ya devkî neanîbû ku ew gotina min ji devê min revand:
-      Eğîtîmsen... Ez jî Filor, Ermen û dostê Kurdan... Digerim mal bi mal, dikan bi dikan bo dengan...
Bi xweş gotinên wê em tev keniyan û bi hev re keliyan.
Ji wê rojê şûn de di her hilbijartinê de, di her çalakiyê de ez rastî Filora Delal hatim.
Di dema hilbijartinên parlementoyê de di bûroya li Kocamustafapaşayê ku bo kampanyaya Sırrı Süreya Önder hatibû kirêkirin de dîsa ew bi keçika xwe re dixebitî.  Xebat çi xebat! Berpirsyarên bûroyê li ser maseyan bi kêf û henek rûniniştî, Filor li ser piyan afîşan rêz bi rêz bi bendan ve dizeliqand, wan dibir bi eniya kûçeyan ve daliqand, ji wir dihat  xêrhatina mêvanan dikir, bi destekî belavokan dida wan bi destê din çay û qehwe... Min di ber xwe de got; “lawo ji vê Filorê çendên din jî hebûna, li Stenbola şewitî deh Sırrî Sureyayên din jî dihatin hilbijartin! Ev jî tişt e, Kurdistan jî ava û azad û aram dibû, Turkiye jî xelas dibû diçû...

Di wan rojên grevên birçîbûnê de Filor dîsa li qadan xwe li ba dikir, di konên grevan de rojî digirt, bi xweş gotinên xwe hêz û moral belav dikir. Li ser piyan em axivîn.
Hey lo loooo, mala te re, kî dikare pê? Kî û kê dikare bi wê re bikeve ber qayişê! Filor ewqas bi xwe bawer, ji xwe  xweş e ku tu dibêjî qey ew ê bi tena serê xwe bikaribe aşitiyê bîne vî welatê kambax. Bi pirsa çawayî baş î re ew bi lez û bez dest bi vegotina kampanyaya xwe kir jî:
-      Mamoste min kampanyayek daye destpêkirin. ( ji çenteyê xwe qewşek dolbend derxist û kir qulq çavê min) Ha ev dolbendên aşitiyê ne. Ez yek ji vana didim mirovan, ew  bi zimanên xwe dolbendê dineqişînin, li ser hêvî û daxwaziyên xwe yên bo aşitiyê tînin ziman. Heta niha bi sedan kes beşdarî vê kampanyayê bûne. Ma ez werim dibistana we jî nabe?
Tu bi vî dilê xwe yê tenik ser çavan; tu bi vê dilsoziya ku Xwedê nake para her kesî  ser seran, Filora Delal...
                                         Mamoste Marûf

10.11.2012

Egîtim-Sen, zanist û Kemalîzm

                                                                               10 . 11. 2012

Lijneya rêveberiya Eğitimsenê,  bi boneya mirina Mustafa Kemal Ataturk, di malpera sendîkayê de  peyamek dilsotîner  weşandiye û tê de derewên heştê salan ên Kemalîstan dubare kiriye.

 Di destpêka  nivîsa navborî de şerê li Sûrî, û hewldanên gurkirina şer yen desthilatdariya AKP’yê  tên vegotin  û paşê gotina Ataturk a dibêje “li welat û li cihanê aşitî”  pê ve hatiye zeliqandin.

Ber bi dawiya  peyamê, nivîskar,  dîmenek ji hewldanên AKP’yê, ên paşvebirin û nijadperestkirina qada perwerdehiyê dike qula çavên me nezanan  û dîsa zor dide pesnên Ataturkê xwe yê delalî: “em Mustafa Kemal Ataturkê di dirêjahiya jiyana xwe di riya ronakî û zanistê de serkêşiya sereke kirÎ, bi boneya 74. salvegera mirina wî, bi giramî (bi hurmet û siyanet) bibîr tînin .

Gava mirov ne kurd be , an jî biyaniyek ji  rewşa vî welatî bêhay be, bi xwendina peyama Eğitim-Senê dibêje qey 74 sal berê serokek, an feylezofek  şoreşger ê  wek Ghandi, wek Lenîn, wek Martin Luther King li vî welatî bûye desthilatdar, pergaleke demokratîk a  dûrî faşîzmê, dûrî nijadperestiyê, dûrî şer û pevçûnan ava kiriye; li ser axa vî welêtî Tirk û Kurd û Ermen û Çerkes û  Cihû û Rûman dewr û dewraneke  bê qal û qir derbas kiriye, gur û “bizina kol”, bizina bê qiloç, bi hev re çêraye, paşê ew “cenabê laşpîroz”  ji nav me bar kiriye çûye lê, nevîkî wî yê beredayî yê bi navê “Tayîboyê  Bêxêr”  derketiye,  pergala wî ya têkûz a  heta 2002 li ser xwe mayî, serobino kiriye, aşitî ji xwe çûye, perwerdehiya zanistî jî daye dûv...

 Gelo, ev sendîka, xwedê giravî xwedî endamên demokrat û  şoreşger û welatparêz, bi ser de jî bi piranî Kurd, cardin xwedêgiravî sendîkaya parêzwanê perwerdahiya zanistî çima bi derewên weha  zanistê binpê dike, xwe jî, me jî rezîl û rûsiwa û rûreş?

 Gelo em, bi deh hezaran  mamoste û xebatkarên Kurd ên endamên vê konfederasyonê ne, me bi têra xwe têkilî ji Kemalîzmê nebiriye ku Kemalîzm hespê xwe bi dilrehetî, bi serbestî, di zeviya me de dibezîne?

 Gelo  me  derba ku ji Kemal û ji Kemalîzmê xwariye eşkere nedaye der ku rêhevalên me (?)diwêrin bi pereyê bêrika me,  pesnên neyarekî me yê sondxwarî bidin?

 Min mejiyê xwe bi van pirsan mijûl dikir ku ket bîra min: Egîtîm- sen sendîkayek demokrat e; parêzwanê azadiya fikr û ramanan e; modêla bi hev re jiyîna gelan e. Lewre divê ji vir pê de di  kovar û rojname û malperan de cih bide rexneyên Kemalîzmê jî. Divê nijadperestiya Komara  Mustafa Kemal a ku dibêje “mirovê ku dibêje ez Tirk im, çi serfiraz e”, derzanistiya Kemalîzmê ya ku dibêje “gelê vî welatî bi tevahî Tirk e û  ew bi koçerî ji Asyaya navîn hatiye” jî bê nivîsandin. Divê komkujiyên wî yên li Koçgiriyê, li Dêrsimê, li Geliyê Zîlan, li Agiriyê jî bên vegotin. Divê polîtîkayên wî yên înkar û tunekirinê yên li ser gelê Kurd û li ser gelên din  jî bên vekolandin. Divê endamtiya wî ya Partiya Îtihad Terakîyê jî, heger hebe  hevkariya wî ya bi Îngilîstana Emperyalîst re jî, dîsa heger hebe  pêçiya wî ya di kuştina Sebahattin Alî û Alî şukrî de jî, desteserkirina hebûna cihû û Ermen û Rûman jî rasterast, rût û repal, bêalî, bi awakî zanistî bê nîqaşkirin.

 Ma navê sendîkayê ne sendîkaya karkerên perwerdehî û zanistê ye? Sendîkaya me perwerdehiya zanistî naparêze, di ber  vê bîrdoziyê de bi sedan berdêl nedaye? Ma zanist bo tiştên weha ne lazim e?

9.11.2012

Nifirên ji nav dil û kezeban


Bekir Bozdogê cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê, derheqê zarokên ku bi malbatkî li Alemanyayê bi cih bûyî û li wir  bi destê dê û bavên xwe rastî pest û pêkûtiyan hatî û lewre jî bi saya Dewleta Alman ji alî malbatên Alman ve tên xwedîkirin de  gotiye: “Aleman Çar hezar zarokên Tirkan  dikin xaçparêz”.
De were nebehece! De were dîn û har nebe!
De were jîr û jê hatî, şiyar û zana nebe, bi çiyayên Kurdistanê ve nekeve!
De were di dawiya temenê xwe de nebe bendewarê Zerdoştê kal!
Bekiro lawo , ev ne hûn in ku ev dike sed sal, salê bi sed hezaran zarokên kurdan bi darê zorê dikin Tirk?
Ew ne hûn in ku her roj, serê sibê, piştî nîvro sonda herî nijadperest a dibêje “xwezî bi wî kesî, bi wê kesê ku dibêje ez Tirk im” bi wan dîl û rebenan dididne xwarin!
Ew ne hûn in ku çi Kurd  çi Ereb û çi Laz û çi Gurcî, çi Ermen û çi cihûyên xwecih,  çi  Ûkranyayî  çi Rûs û çi Alemanên bi awakî di nav we de dijîn, gava bêgav dimînin  zarokên xwe dişînin  dibistanên we û dikevin nav dest û lepên we, pirtûka xwe ya pîroz a agahiyên civakî ( sosyal bilgiler) û ya erdnîgaryê didine  destan û kevneperestî û nijadperestiya xwe ya bi derewan neqişandî di çav û guhên wan re dikin û ji wan re dibêjin; “ev welatê Tirkan e, Xeynî Tirkan kes li vir najî; ji sedî 99,9’ên hemwelatiyên Tukiyeyê misilmanên sunî ne bi bawerî; em, hûn, ew Tirk in bi tevahî; Tirkên çeleng û leheng ji Asyaya navîn hatine bi girsehî û bi tomerî”

Ew ne hûn bûn ku  duh bi wan ên nedigotin  “ ez Tirk im” gû didan xwarin!
Ew ne hûn in ku îro li Enqereya şewitî,  li hemberî daxwaziyên kurdan we  ling hişk  kutaye erdê, guh li xwe kerr kiriye û mirina deh hezaran Kurdan bi kêfxweşiyek mezin temaşe dikin; wek kerên “zîreeta cumhûriyetê”  yên duh , ên ji zimanê Kurdan, ji rabûn û rûniştandina kurdan, ji berxwedana kurdan, ji daxwaziyên kurdan ti tişt  fêm nekirbûn lew re bubûn sedema kuştina bi sed hezaran mirovan...
Ew ne hûn in ku  dikin dîsa gû bidin xwarin; bi wan kurd ên berxwedêr ên di “rojiya bê fitar” de ne;  
bi wan Kurdên ku “bo siberojeke azad, bo kurdistaneke serbilind a ku kes nikaribe tê de bi  wan, bi zarok û neviyê wan  heta roja heşr û mîzanê gû bide xwarin”  têdikoşin, xwîn û xwîdan dirijînin, ji birçîna xwîn vedirişin...
Îcar Bekiroyê ewan, radibe ji me re dibêje “wa ye Aleman çar hezar zarokên Tirka dikin xaçparêz”!
Hela li vê ecêbê, li vê gosirmetê! Deh hezar can di qulên zîndanên wî de bo nasname û ziman, tî û birçî li ber mirinê ne, ew çi dibêje!
Lawo, di nav wan çar hezar sebiyan de herî kêm hezar jî zarokên Kurda ne; em di welatê te de, bi destê te, bi plansaziya te,  rojê bi sed hezaran dihelin, ji nirx û hêjayiyên xwe diqetin, dibin ji wan tirkên esilkurd, ji wan ên rezîl û rûsiwa, îcar  tu rabûyî ji me re qala dermirovahiya Alemanan dikî! Bi Alemankirin û bi xaçparêzkirina  çend hezaran çav li me ditirsînî
Em ketine tatêla mîlyonan, tu çar hezar zarokên di rastiyê de nizanim çend ji wan Tirk in, çend ji wan Kurd û Çerkes û Gurcî û qeraçî ne, bi tevahî dikî  Tirk; bi ser de Tirkîtî û misilmantiyê jî dikî yek û  dibêjî “ew dibin Xaçparêz”!
Tayîboyê  te jî duh gotibû; “kurdên ji Tirktiyê dûr ketine, bûne PKK’yî, tev zerdoştî ne”   
De werê nebêje Aleman qenc dike!
De werê nebêje; dibe ku ew zarokên stûxar ên bêsiûd bên guherandin û veguherandin, ji tirktiya “har û hov û hişk û hola ya we bi wan ve zeliqandiye” dûrkevin bibin mirov.
De werê nebêje hûn ew merivên bêbext û xayîn in ku bi piyên xwe dikevin çala ku we ji kurda re kolandiye.
De were nebêje  cot pêçiyên Mihemmed û  Îsa û Zerdoşt di qula çavên we re  biçe xwarê!
De were nebêje goşt û savarên ku hûn “li ber çavên girtiyên azadiyê yên ketine rojiiya bê fitar” dixwin ji zikê we dernekeve!
                                               Mamoste Marûf


12.10.2012

Gelo ji Îmraliyê petrol bipijiqiya?



Gotineke pir xweş  a mirovek baqil he ye, dibêje :   pere bişopîne; tu yê rastiyê bibînî”.
Deh  sal dike ku ez bi vê gotinê hesiyame.  Li ser wê pir hûr û kûr bûm. Di jiyana xwe de min kî û kê nas kiribe di hişê xwe de biriye aniye, dilsoziya wan bi vê gotinê pîvandiye; binê wan kolandiye; caniktî û camêriya wan  wan ceribandiye...
Dîsa li vê dinyayê – ya ku 52 kiriye ez lê mêvandarî dikim- şeş rastiyên min hebûn; min yeko yeko her şeşan jî  kuştin; dudo yên nû xistin şûna wan:
<1-Kurd netewek bêsiûd e; heta ew  li her parçeyan şiyar nebe; tifaqa xwe neke yek bi mirazê xwe şad nabe.
<2-   Bo pergala kapîtalîst a navneteweyî  çav û rû tune ye. Berjewendiyên aborî  nîn be bavê xwe jî nas nake. Ol û mezheb, bîrdozî û dilsoziya wê tenê pere ye. Bavê te be jî, kes û kesayetiyên ku   vê pergalê red nekiribin divê tu jî wan nas nekî.  Gava tu bala xwe  tûj bidî  kar û bar û rabûn û rûniştandin û ken û giriyên wan, emrê Xwedê ye, tu yê teqez ji wan bihna pere hilbidî.

Çend meh beriya kongreya AKP’ê , hevalek min ê zarokatiyê hat Stenbolê. Min wî hevalî li bajarek Anatoliya Rojava, di destpêka salên min ên di îmam xetîbê de,  di  xweş heyam û dewrana xwe ya dûrî derd û kulên Kurdbûnê de nas kiribû. Piştî, hema bigire, çil salan numreya têlefona min bi awakî bidest xistibû û hatibû dîtina min.

Vir de wê de em axivîn. A rast ew axivî min lê guhdarî kir:

“par, şîrketa Dengî mîr firat îhaleya  kişandina (neqliyeya) madenên  Bîgadîçê stendibû; bajarê Balikesîrê tev rabû ser piyan. Ma kesî  Balikesirî dikare biçe li Amdê, an li Şirnexê karek  bike? Ew  çima hatiye van deran, dike nanê wan ji wan bistîne! Dengîmîr dît ku nikare , wê tiştek neçê bê serî, dest ji vî karî berda û reviya”.
“Mehdî Eker çi derfetên dewletê hene dide Amedê û bajarên din ên Kurda; lewma cotkar û sewlvanên herêmên din pir feqîr ketine”

“ Kekê min ê mezin H...  dest ji kar û barên aboriyê  berdaye, dixwîne, nimêj û taheta xwe dike di ber re pirtûkan dinivîse.  Yek caran nazir û parleman tên serdana wî. Ew bi hev re qala tiştên paşperdeyê dikin; mirov şaş dibe dimîne “.

Dît ku ez guhdarekî  sernerm im; dor anî  siyaseta kûr. Ew ji min dernedixist ku ez ne hevalê wî  yê zarokatiyê yê çil  sal berê; ew ê bi nijadkî Kurd, bi jiyankî Tirk im; lewre dev bi dayîna pesnên Tayîp kir. Bi ya wî Tayîp,  bo vî miletî ( navê netew bilêv nekir ku ez jî bikevim nav keriyê)  piştî heştê salên reş û tarî dayîna Xwedê  bû. Ew ê dawiya dawîn tevahiya umetê bîne cem hev; ji dewleta Osmaniyan xurtir û firehtir û têkûztir dewleteke nû ava bike.  Ma Xwedê di Qurana pîroz de negotiye ku ew ê teqez nûra xwe ( li her deverî) heta dawîn belav bike? Xeynî Kurdên cudahîxwaz, xeynî elewiyên pêxembernenas, xeynî Şiîyên xwedî baweriyên şaş, bi destûr û  hêza Xwedê li ber vê yekê tu astengî  tune. Çawa ku bi alîkariya Rebê Alemîn ew vê dewletê ji destê Kemalîstan derxistibe, dê ew ê umeta Mihemed jî ji van kafiran rizgar bike. Hin  misilmanên xwedî baweriya ( îman) lawaz dibêjin ev ne pêkan e! Xwedê teala çawa ku mejiyê hin kafirên wek Ahmet Altan, Ali Bayramoğlu, Etyen Mahçupyan  tevlihev kir û wan kir piştgirê Tayîp, îro Obama jî kiriye piştgir û alîgirê Tayîp ”
( Bi vê hevoka dawîn ez çûm Batmana 92yan. Wê demê xwendekarekî min ê bubû hîzbulayî  ji min re gotibû polês û hin mirovên dewletê rasterast alîkariya me dikin. Li ser vê gotina wî,  min  şîretan lê kiribûn û gotibû; “ev dafikek mezin e ku dewleta Tirk daniye ber we û ber me hemî Kurdan ”. Wî jî wek vî hevalî li min vegerandibû gotibû; Xwedê, ku kafir bin jî hin kesan şaş dike û dike alîkarê bawermendan)

Hevalê min ê xweşxeber, ji helîmî û selîmiya min a “bi zorî”, ji sernermiya min a dişibî ya mirîdekî  jidilê xwe sax” hey diçû doş dibû:

“- Kes rast nizane li Sûriyê çi diqewime! Dîsa di serdanekê de wezîrek pir hêja û zana ji kekê min re dibêje; ez jî ji te re tenê dibêjim, Tayîp, bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê û bi ya  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkyê  ( hevalê min negot ev projeyek emperyalîstan e. Çer hebû Xwedê hemî kafiran şaş kiriye, çav li wan girêdaye  û kiriye sazûmankarên  Dewleta Osmaniyan a bi dilê Tayîp)  dixwest tevahiya nefta welatên xwedî baweriya ehlê sinet (sunî) û wel cemaet di axa Sûrîyê re bi lûleyek “deh caran li ya Misûl –Kêrkûkê  û li ya Bakû Ceyhanê” bikişîne bîne Tirkiyeyê; di wir re jî bide Ewropayê. Bi vê projeyê ew ê bandora Rûsya’yê – bandora ku ji firotina Petrol û gaza xwezayî  pêk tê – ku li ber yekîtiya Misilmanan dibe bendav ji holê rakiriba.  Lewre bi Beşer Esed re (negot esat) di serî de dostanî danî, ket qalikê wî, ( bi tirkî got kafakol) lê Esedê rafizî nexwestiye xweş têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xera bike. Tayîp sê meh şûn de pêlî bişkoka şer kir. Esed têdernexist ku Tirkiye dikare li tevahiya welatên Rojhilata Navîn tevlihevî û aloziyan derxe; agir bi ser wan de bibarîne. Ew î Osmaniyan jibîr kiriye”
Min wekî kesekî ecêbmayî û guhlêdirêjbûyî serê xwe hejand û di ber xwe de keniyam. Min xwe amade kir ku bersîvek qenc bidimê; hûrik hûrik jî tinazên xwe pê bikim...  Min nalet li çavê şeytanê kor anî; hişê xwe da serî... Lahzekî fkirîm. Min di dilê xwe de got “ bila bikeve cezbeyan. Di kîsê wî de çi hebe bila serbest bide der. Cardin yekî weha yê dûrî takîyekariyê,  dûrî durûtiyê zû bi zû bi destê min nakeve. Bê hemd ji devê min derket; min got :
“Elah û Ekber!”

Li ser Elahûekbera min a ji nav dil û Kezeban firyayî  ji berê pirtir bi kelecan dev bi xeberdana xwe kir; tirpana Tirkî  da dest û pêde çû:
“ Barzanî baqilî kir ku li ber bayê Eset û Malîkî û Rûsa neket. Ew dizanibû ku heke li pişta Tayîp ranebûya, nebûya alîgir û şirîkê wî, wê çi bihata serî! Îro çi nefta di bin axa wî de heye bi bihayek herî erzan  dirijîne Tirkiyeyê. Ez tiştek ji te re bibêjim; ne ji nefta Barzanî bûya, wê aboriya me ji ya Yewnanîstanê jî xeratir bubûya; dê em ê biçûna çem û çem! ( Hêj kesî nizanibû ku wê Kek Mesûd beşdarî Kongreya AKP’ bibe) Tayîp ferman daye ku  Barzanî jî bo kongreyê bê vexwendin...
Rast ne rast... Ez derewînê devê wî hevalî me... Bi hatina Kek Barzanî ya bo kongreyê re hin Kurdên me jî bi cezbeyan ketin û dest bi nirxandinên kûr kirin
-AKP dixwaze pirsgirêka Kurd   ne bi PKK ya çepgir re, bi KDP ya demokrat re çareser bike; lewre Tayîp Kek Mesût anî Enqereya rengîn û wî derxist pêşberê raya giştî ya Tirk û Kurd û ya Cihanê... Bimire PKK; bijî KDP û AKP!

-Ev cara yekem e ku di kongreyek partiyên Tirka de bi Kurdî, bi serde jî bi Kurmanciya jorîn hat axaftin! Di kongreyên PKK û BDP de gelek siyasetmedarên Kurd bi Tirkî diaxivin. Tayîp, camêro,  bo doza Kurdî , bo zimanê Kurdî zêrê zêrîn e! Bijî Tayîp; Tu qe nemînî Ocalan!
- Kek Barzanî yê serok pêşmerge,  ji alî Cihanê ve wek serokê rewa yê tevahiya Kurdan tê pejirandin; Ocalan ji ber gerîlatîheziya xwe bûye dîl û hêsîrê Îmraliyê, lewma nikare serokatiya Kurda bike. pêşmerge in; Gerila aout! ( Xwedê bela min ji ber lingên min bide! Min kerran bi guh kir. Ev gotin hêj nehatibû hişê hinekan, piştî vê nivîsê ew ên wê jî bixin nav ferhenga xwe ya dijbertiyê)
Piştî saetek, beriya xatirxwestinê hevalê min sedama hatina xwe ya Stenbolê jî, sedema serdana xwe ya li min rebenê Xwedê jî da der:
“ -Saxdiç (kirîvo), min kaniyek rûnê zeytûnan  a pir qenc û erzan bidest xistiye. Bi alîkariya te ez dixwazim  vî rûnî li Stenbolê bifroşim. Ez dizanim tu binyad kurd î( Kurd kokenlî) ; ez fikirîm bo ketina bazara Stenbolê tu ji hevalên din çêtir î. Bi vî xweşbazirganiyê dê tu yê jî  kar bikî ez ê jî”.

Kin û kurt, ew î dixwest bi min re tifaqa xwe çêke û ji Balikesîrê lûleyek rûnê zeytûnan bikişîne Stenbolê... Min lê vegerand û got: “ Hevalê delal, tu dizanî ji ber Şerê li Sûrî  tevlihevî ye; çi dibe çi nabe kes pê nizane. Piyasa û bazar li benda serkeftina Tayîp sekinîne. Ez dibêjim em jî şîrketa xwe, bi destpêka lûleya neftê ya Tayîp,  ya di ser Sûriyê re wê bê, saz bikin wê çêtirbe. Ew roj wê ji me re bibe roja cote dîlanê ”

Ew, ji ber  bêdililiya min paş stûyê xwe xwirand û çû. Ez li çayxaneyê bi tena serê xwe mam. Min serê xwe kir ber xwe, bi xema dilê xwe, pere şopand, kûr û dûr çûm.  Çûm,  çûm li girava dêris û kavil a Îmraliyê derketim ser rûyê erdê. Gelo hucreya Birêz Ocalan parçeyek azad a Kurdistanê bûya û derbûya û jê neft bipijiqiya ew jî niha ne azad bûya?    
                                      Mamoste Marûf


10.10.2012

Du Kurd-man: Bav leşkerekî Tirk û Kurê mîrê mihallemiyan


Li gorî zanîn û zanist û hişmendiya gerdûnî - yaku mirovahiyê di dirêjahiya bi hezaran salan de afirandiye - şer  bi xwe jî rastiyeke jiyanê ye. Di vê çalakiya malwêran û malkambax a ku heqî  û neheqî  li ber hev radibe  de, herî  kêm, du aliyên dijber divê hebe. Di dil û wîjdanên “xwedî wîjdanan de” bê şik alîkî heq alîkî neheq, alîkî mezlûm alîkî zalim, alîkî xizan û belengaz alîkî zikmezin   divê…
Heger her du alî neheq bin û her du serî jî bo berjewendiyên xwe yên takekesî(şexsî), an ji ber bîrdoziyên kevneperest û  nijadperest û desthilatdarîperest  rika xwe kutabin hevûdu, qîra xwe li hev dabin, dîsa jî di şer de teqez, bê şik û bê guman,  alîkî wek destpêkirê  pêşî  yê êrişê  yê neheq divê,  alî kî jî li dijî êrişê berxwedêr lewre mafdar divê…
Di dawiya dawîn de mirovê xwedî wijdan bi awakî heqî û neheqiyê ji hev vediqetîne û bi çalakî dibe, bi devkî dibe, heger  hêz û quweta wî negihîje di dil de nifir û şermezariya aliyê neheq dibe, helwesta xwe bi awakî  dide der, an jî dide dil û kezeb û gurçikan…
Ev sekn û helwest ya xwedî wijdanan e.
***
Di şer de alîkî din jî heye ku ew jî “rovî” ne; roviyên ser berateyan…
Ew debara xwe bi şer dikin. Ew tirsonek û lerizok, ewqas jî durû ne. Erd û ezman tevlihev bibe jî ew rovîtiya xwe eşkere nakin, napejirînin, nadin ser eynan. Rovî dikevin her dilqî; heger werê hesabê wan bo kemçûrek, bo kerîkî nan, bo bihustek post  dibin xal û xwarziyê gur jî,  dibin birazî û destbira û pismamê xezalê jî…
***

Roja 2’yê Îlona 2012’an de li Beyşebabê gerîlayên HPG avêtin ser  avahî û saziyên dewletê. Wek encam, bi  gotina rayedarên dewleta Tirk,  deh leşker hatine kuştin, nizanim çend ji wan jî birîndar...
Hesab û bilançoya kuştî û birîndaran bila bimîne ji dewleta Tayîpê bazirgan re; kesayetiya derizî û şikestî ya hin roviyên kurd û Kurdistanî jî  ji min re…
***

Ev rovî du cure ne: Ên guhsist û bêtextik û totikvala,
ên jîr û xwedî hisab û bi planên gemarî û genî...

Mînakek “taze û rojane” ya roviyên guhsistan, di 03.09.2012’an de di rojnameya Hurriyetê de xwe dabû der. Bi gotin û wêneyên vê rojnameyê, ew kes bavê leşkerekî Tirk e ku lawê wî di şerê Beyşebabê de hatiye kuştin...
Ew, ew bav e ku di şîna kurê xwe de,  hêj xwîna cendekê rebeno nekişiyaye dest bi karê rovîtiyê, dev bi polîtîkaya gemar a ku “dewleta wî daye ber” kiriye û gotiye:
“Ên çav berdane ala Tirkiyeyê ne  ciwanên min in. Ên çav berdane welatê Tirkiyeyê ne ji netewa Tirk in. Heke şer be, ez ê jî çiya û keviran bişewitînim;  ka çeka kurrê min li kû ye, wê bînin bidin min; ez ê  bi tena serê xwe biçim bi ser wan de bigirim. Çar çapûlçî xwe dane çiyê û mêranî dikin. Ez jî Kurd im; Wanî me; ji Erdîşê me...” 
Li ser vê gotinê, jina wî ya “nezan û belengaz û apolîtîk” li ber mêrê xwe radibe, ji nav kezeba xwe ya peritî  bersîveke dide  wî, hesab û planên mêrê xwe pûç dike:
“ Em ne Kurd  in; Tirkmanên Qafqasan in!”
Ev jinika reben, dibe ku Kurdayetiyê layîqî xwe nedîtibe; dibe ku  hisab û kîtabeke wê ya li ser Kurd û Kurdistanê tunebe; dibe ku  rant û bertîl û kemçûrek di kurdbûnê de hêvî nekiribe, lê mêrik?
Gelo ew  çima derewan kiriye û gotiye “ez jî Kurd im”?
Bi ya min ev zilam,  bi kezeba xwe ya şewitî,  bi çavên xwe yên şilek, bi pozê xwe yê çilmok dîsa jî berdevkiya polîtîkayên sed salan ên dewleta xwe kiriye;
ew polîtîkayên ku ji serî heta binî derewan, bi dek û dolaban xemilandî;
ew polîtîkayên ku pişta hemwelatiyan zexm(saxlem), bêrika wan tijî dike; heta heft nifşan nevî û nevîçirkên hinekan serfiraz dike.
Wî zilamî, peywir û berpisyariya tirko-misilmantiyê ya êdî bûye xû(benekî) aniye cih.

Ew dizane ku di xweş bazar û borsaya xwînê de xwîna “Kurdekî birakuj”,  xwîna “kurdekî dewşirme”
ji ya Alperênê Yozgatî hezar car meqbûltir e.

Ew dizane ku Tirkek “bi binyadkî Kurd” (esil Kurd, Kurd kokenlî) ji Tirkek koçer (yorûk) ê “ji heft bav ûkalan Tirk” meqbûltir û muhtebertir e...

Ew dizane ku îro, di qada neteweyî û navneteweyî de gotineke Tirkiyeyê tenê maye:

“Em jî dibêjin hemwelatiyên me yên “bi binyadkî kurd” hene; wa ye em ê hêdî hêdî hin mafên wan ên takekesî didine wan. Lê belê hin terorîst dikin herêmek  welatê me ji me bistînin; wî parçe parçe bikin û li ser dewletek Stalînîst û Zerdoşîst û terorîst  ava bikin. Hemwelatiyên me yên bi binyadkî kurd bi tevahî ne PKK’yî ne; ev şer ne şerek neteweyî ye; wa ye piraniya kurdan di nav artêşa me de wek leşker, di saziyê me yên fermî de wek karker, di nav partî-pûrtiyên me de wek nefer, di nav rûpelên çapemeniya me  de wek ronakbîr û rojnameger li hemberî PKK’yê têdikoşin”. 
Ev paradîgma ji bo berdewamiya dagirkeriyê hêjayê bi sed hezaran zêrên zer e; çend  zêr jî teqez wê bubûya  para “kur şehîdketî” yê rovî yê tirk-man; lewre ew  zor dide xwe ku bibe Kurd-man...

Îcar dor dora Roviyek din e, rovîyek bi hisab û bi plan...
***

Ev sed sal e gelê Kurd bo mafên xwe yên neteweyî û xwezayî bi dagirkeran re serî digerîne, şer dike. Car heye ronakbîr û rewşenbîrên wî di hibra ( mûrekkep) pênûsan de hatine xeniqandin. Car heye serok û malmezinên wî li meydanan li ber çavên wî hatine daliqandin; car heye xwîna ewladên wî yên herî hêja li serê çiya û baniyan, di deşt û newalên kûr de bi qasî ava heft aşan hatiye rijandin. Ev neheqiya ku li vî gelî hatiye kirin van sih salên dawîn –bê şik û bê şubhe-  bi saya serê tekoşîna kesnedîtiya serok û şervanên vî gelî,  bandorek mezin li kurdên dilşewat ên heta niha di xewa şêrîn de razayî kiriye;

bandor li  Tirk û Ereb û Laz û Çerkezên ronakbîr û çepgir ên “xwedî wijdan” kiriye;

bandor li  hin Tirkên “jidil oldar” kiriye.

Gelek kes û kesayetiyên bi nijadkî“ne kurd” bi dilên xwe yên sax , bo xatirê nirx û hêjahiyên mirovatiyê û yên misilmantiya rasteqîn, êş û jana gelê Kurd di giyan û mejiyên xwe de hewandine, mezin kirine,  gelek  caran talûkeyên mezin dane ber çavan hest û nêrînên xwe bi devkî û bi nivîskî dane der, çalakiyan lidar xistine,  bo çareseriyek aşitiyane ya bi rûmet çi ji destê wan hatiye kirine...
Bi Kurtasî, em dikarin vê yekê bibêjin ku di vî şerî de, eniya rastî û heqî û mafdariyê ji sê cure kes û kesyetiyan pêkhatiye:
-Kurdên dilşewat,
-Ronakbîr û çepgirên xwedîwîjdan ên ji nav gelên din derketî,
-Oldar û umetparêzên jidil( samîmî)...
Lê dîsa jî, çawa ku me li jor qala roviyek di eniya şer de kiribû, di enî û çepera kurda de jî hin kur-man ên rovî hene . Ji wan yek jî Orhanê Kur mîr e.
                                                   ***
Peyva “mîr” di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedî wateyek pir kûr e. Ev peyv bi serê xwe li çar parçeyên Kurdistanê camêrî û comerdî, mêranî û mêrxasiya “mêrên berê” tîne bîra Kurda:
 Ma mîr, ne ew Mîr Mihemmedê Soran bû ku di sala 1830’yan de bo azdiya Kurdistanê li ber Osmaniyan serî rakiribû...

Mîr ne Bedirxan Beg bû ku 1842’yan de  Kurdistaneke azad saz kiribû?
Mîr ne Elî’yê kezebpola yê Êzdî bû ku li ber eşîrên sunî-Kurd ên deh caran lê, deh caran serî rakiribû?

Dîsa ew mîr nebûn ku digel pest û pêkûtî, zilm û zordariya Osmaniyan hîmê rojnamegeriya Kurd avêtibûn, elfabêtka Kurdî afirandibûn; digel dewlemendî û arîstokratbûna xwe,  xwe li Kurdên belengaz,  li kurdiya stûxar  girtibûn û jiyana xwe ya bextewar veguherandibûn dojehê; tevî zarok û zêçên xwe, bi kofî û kulfetên xwe, bubûn koçerên heft welatan?  

Ma Orhan jî ji bav û kalan nedigihîşt wan gorbihûştan?

Keremkin, va ye  çîroka wî:
Kurê mîr Orhan, gava Apê Mûsa tê kuştin, ji ber siûda(şans) xwe ya lê nehati (xerab), di trêmpêla ku Apê Mûsa ber bi mirinê ve dajot de, bi halê xwe yê tim û tim reben û feqîrok rûniştî ye... Apê Mûsa tê kuştin, lê ew bi birîndarî difilite. Piştî ku sax dibe û radibe ser xwe, hişê wî tê serî, dest bi  çêkirina tevn û pilan û projeyên xwe dike...
Ew dixwaze bêsiûdiya ku bêhemdî hatiye serî, belaya ku lê qewimî vegerîne xweş siûd û bextewariyê...

Paşnavê kurmîrtiyê,  Xal û Xwarzîtiya “xwedêgiravî” bi Apê Mûsa re, rêhevaltiya wî ya roja kuştinê ya bi Apê Mûsa re,  rê li ber vedike ku ew di demek kurt de, di  nav HEP û DEP’ê de cihê xwe xweş bike. Bi endamtiya xwe ya parlementeriyê ya li Mêrsînê îcar ew, ne tenê wek birîndarekî ji destê neyar û bêbextan,  wek siyasetmedarekî Kurdan jî  bi têra xwe nav û deng dide...
Bi desthilatdariya AKP’yê re Tirko-misilmanên kevneperest û Kemalîstên neteweperest dikevin qirika hev. Jixwe her du serî ji 28’ê Sibata 1997’an vir de ji hev nagerin; wek kevneperest û ergenekonperest dibin du bend û  kîjan alî  firsenda xwe bibîne pûşê yê din, derdixe holê... Bê dil be jî, AKP,  bona ku  derba mirinê li Kemalîstan bide, bêgav dimîne zilm û zordarî, komkujî û wehşeta  Kemalîstan a li ser Kurdan qasî pozê kêrê, bi qasî hesabê xwe  nîşanî  raya giştî bide... Kurê mîr, derbxur û şahedê tesadufî yê kuştina rûsipiyê Kurdan Mûsa Anter, rasterast di vê pêvajoyê de- kes nizane ji ber kêjan huner û zanyarî û me’rîfetê ye -dibe yek ji wan nivîskarên Rojnameya Tarafê... Ew di destpêkê de wek ronakbîrekî Kurdê derbxurê pergala kemalîst dixwiyê û di halê xwe de û li ser qedera dilsotîner a  gelê Kurd “bi her du çavan” digirî û dilorîne. Xwe nagire li ser navê me hemî Kurdên stûxar û belengazan, qanal bi qanal digere hêstirên çavan dibarîne. Alîkî ve jî hûrik hûrik, nermik nermik, şîret û rexne û çêr û dijûn û pesn û palûpûsiyan tevlîhev dike “bê adrês û bê navnîşan” bi ser Tevgera Azadiya Kurd de dişîne.

Piştî çend mehan, di sala   2009’an êdî piyê wî xweş erd digire ku di quncikê xwe de weha dinivîse:
“nivîsandina min a di Tarafê de karê herî bi rûmet e û ev yek têra min dike. Ez bi nivîsandina di vir de pir û pir kêfxweş û dilgeş im. Êz ê êdî têkilî siyasetê nebim”
Piştî demekê kurt, baş tê fêmkirin ku ew   bi vê hevokê  xwestiye ku bibêje; “ ez ji siyasetê na, êdî ji çeper û eniya Kurdan veqetiyame”

Meh bi meh rexneyên xwe tûj dike, adrêsa neyartiya xwe eşkere: “PKK û BDP hevkarên Ergenekonê ne, nikarin nûnertiya Kurda bikin”.
Lê dîsa jî ew, xwe;
 wek ronakbîrekî Kurd ê helîm û selîm ê çareserîxwaz;
wek Kurdekî  ji kar, kirin û fêlên xortaniya xwe “yên bi tevahî şaş” pol û poşman,  “êdî kal û rûspiyekî Kurd ê aşitîxwaz” nîşan dide.
Di Kanûna 2010’an de di malperek Kurdan de nivîsek li ser navê kesekî ji alî Tevgera Kurd ve nenaskirî tê weşandin. Xwediyê nivîsê çend rexneyan li Kurê mîr  girtine û di dawiyê de jî gotiye: “heger weha biçe  navê wî bi pênûseke hibr-sor tê xêzkirin “Kurê mîr” dibe “kurê mirî yan”.




(Bala xwe bidinê, camêr negotiye ku ew ê bê kuştin û bibe kurekî mirî)  


Ev hevoka dawîn a vê nivîsê, ya  ku tu kesek xwedî aqil û xwedî wîjdan, bi zorî be jî, jê wateyek “tehdîtkirin û tirsandina bi kuştinê” dernaxe, destûr dide Kur-mîrê me  ku ew êdî bibe neyarê sondxwarî yê Tevgera Azadiya Kurd.

Kurê mîr êdî yek ji wan îtîrafkarên binyad-kurd e (esil kurd)... Ji Evdiqadirê Aygan û ji evdihekimê Guven û ji Mehmûdê Yeşîl cudahiyek wî tenê maye: Bi Tevgera Azadiya Kurd re Têkoşîna bê çek û bê fîşek...
Nivîsa wî  ya di 30.08.2012’yan de, ya di Rojnameya Tarafê de hat weşandin bû sedema nivîsandina min a vê gotarê. Bi ya min ev nivîs, di nav hemî nivîsên  wî yên heta niha de ya herî jidil û can e. Bi serê xwe îtiraf e, êş e, jan e, kul û keser a pênce salan a dilê wî ye, barê giranê pişta wî ye...  Ev bar; barê Kurdayetiyê ye.

Nivîsa bi sernavê “ Trajediya ronakbîrên Kurda  de ew qala ronakbîr û mîr û malmezinên Kurdan ên hema bigire bi tevahî “derbxurên dewletê ne” dike. Di paragrafekê de navê eşîrên Kurdan yek bi yek rêz dike, di dawiya hevokê de dor tîne bav ûkalên xwe:
“... bav û kalên min ên Mîrên Mihallemî yên bi tevahî rastî zordestiya dewletê hatine”
Bi xwendina vê hevokê ez wekî ji kerê bikevim, şaş û metal mam... Min ji serî heta binî nivîsên wî dîsa xwendin. Na, di tu yekê  de qala Mihallemîtiya xwe nekiriye. Min ji hemî Kurdên derûdorê pirsî, tev jî gotin ew xwarziyê Apê Mûsa ye... Elah, Elah...

Min li pirtûkan nêrî mihallemî, bi qewlê me Kurmancên reben Mihelmî, Kurdistanî ne, bi nijadkî  wek Ereban“Samî”, bi zimankî xwedî devokek Erebî ya  bi navê “kiltû” ne.  
Gelo nav û “dengê Kurê mîr” ê wek “ronakbîrekî Kurd” ji ku derketiye?
Çima di raya giştî ya Tirk de, pêşnavên “ronakbîrên rasteqîn ên demokrat û aşitîxwaz û alîgirên Tevgera Azadiyê yên ne-tirk, Kurdçî ne lê, navê kurê Mîrê Mihelmî çima hêj ronakbîrê Kurd Orhan Mîroglû ye?
Ez, di nav xem û fikaran de digevizîm ku hêşê min çû bîst sal berê...

Roj, roja sazbûna NÇM’yê ya li Tarlabaşiya Stenbolê bû. Ez û çend hevalan em jî tevlî vê roja şahiyê bubûn; çûbûn cem Apê Mûsa; li teniştê rûniştibûn. Piştî silav û çend gotinên lihevpirsînê, ew wekî xalê me yê helal  serê gotinê, binê gotinê ji me re jî digot xwarzî... Xal û xwarzîtiya wî ya bi kurê mîr re jî ne tiştek weha be?
Paşê hevalekî min ê ji Stilliyê gihîşt hewara min:
“Orhan Mîroglû, ji aliyê dayika xwe wek  lêzimek Apê Mûsa tê zanîn, lê çi Apê Mûsa çi jî Orhan bi xwe  asta lêzimtiya xwe nizanin, Apê Mûsa jê re digot xwarzî, ew î jî lê vedigerand digot xalo...”
Min li jor jî gotibû, li vî welatî eniya aliyê heqiyê ji sê cûre kes û kesayetiyan pêktê:
-Kurdên dilşewat,
-Ronakbîr û çepgirên xwedî wîjdan ên ji nav gelên din derketî,
-Oldar û umetparêzên jidil( samîmî)...
Orhanê Kurê mîr bi devê xwe gotiye “ ez ne kurd im”
Dîsa ew, ji zû de eşkere  kiriye  gotiye çepgiriya min a xortaniyê xeletî bû, ez êdî dûrî sosyalîzmê me...
Bi qasî ku ez dizanim ew  ne umeparêz e; bibe jî hêj deklare nekiriye.
-Oldarî?
Bona ku  xwe bi Xwedê bide bexşandin, van rojan  dest bi nêmêj û tahetê kiribe ez wê jî nizanim...  
Di wan rojên ku min serê xwe li ser Kurê mîr diêşand de, hey dît ew pihînek li “terafê” xwe yê nû jî xistiye. Piyê xwe daniye şûna “andiçkarên” 28’ê Sibatê. Çawa ku li xalê xwe yê Mûsa yê di gorê de kir, xew li  Xalê xwe yê(!)Ahmet Altan jî herimandiye, bi bayê payîzê re çûye ketiyê bin baskê Tayîp!

Kurê mîr çima weha kir? Bi ya min ew têgihîşt ku êdî wek “Kurd-man” jî  nikare bijî, lewre...
                                                                       Mamoste Marûf
Têbinî:
Bo hûrûkûrbûna li ser veguherîna Kurê mîr hûn dikarin li nivîsên min ên berê jî binêrîn:






Nameya 18ê pûşpera 2019an

Ji raya giştî re; Kamuoyuna duyuru; Min pêwîstî pê dît vê daxwiyaniyê bidim; ji ber ku bi munasebeta grevên birçûbûnê yên van demên ...