25 ê Berfanbara sala 2012’an nizanim dinya çawa bû lê Stenbol bi mij û bi serma
bû. Ew roj ez betal bûm. Serê sibê zû rabûm, bêyî xurunî bikim ji malê derketim û berê xwe da firneya nanê
lawaş ya serdestê malê; jê çend nan stendin û paşê xwe berda penîrfiroşê Wanî
nav Evdimelîk, da ku ji wî jî bikirim hinek
penîrê bi sîrik ... Min dil hebû biçûma dikana hevalekî xwe yê kurd;
kurdekî bêxêr... Jê re dibêjim bêxêr ji
ber ku ev çend salên dawîn, hingî ku bi çend tirkên beredayî re hevaltî daniye
û bi wan re danûstandinê dike, ez jî di nav de, li hevalên xwe yên berê yên
Kurd êdî qe napirse! Çav lê ye, çawa ku tê serê gelek Kurdên li
metropolên Tirka, ew jî ji refê xwe veqete û bibe ji wan sûtalên bêserûber...
Min di dilê xwe de digot; bi vî xweş penirê welêt, bi vî nanê lawaş ê germ, ez
ê kurdbûna wî bikim bîrê, dibe ku rehm bikeve dil.
Min penîrê xwe jî kirî, bi lez û bez li otobêsê siwar bûm,
peya bûm, bi rev, lezabez çûm ber deriyê dikana wî, biketimahundir lê, li ber şemûgê
merivek girê geriyayî yê wek hûtan, na na wek hirçan bi tirkî kir “hop
birader!” û ez dam sekinandin û got; “ civîneke taybet e, ketina nav dikanê vê
gavê qedexe ye”. Min dest avit
telefonê ku ji hevalê xwe yê bêxêr bipirsim
“lawo, ev çi hal e?” Telefona wî heta dawiyê kire zirînî lê mariso venekir. Ez
rebenê Xwedê poşeta nan û penîr di destan de,
di kolanên Stenbola şewitî de wekî ji kerê bikevim wer mam û mam... Bihna
min pir teng bû pir...
Qasek virde wêde çûm hatim, nan û penîrê min ket bîra min. Çi
bikim, çi nekim, ya qenç ew e ku ez wan li
pisîkan belav bikim. Min kir pişo pişo, çend heb hatin xwe li şalê min
gerandin, min ji tûrê xwe kerîkî nan û qetek penîr derxist da ber wan, pisîkên
heram qasek bihn krin û pişta xwe bi min
de kirin û lêxistin çûn! Hela li min û li van pisîkên Tirka! Lawo, ên me bo
parçeyek nanê tisî dîwaran qul dikin, yên xelkê xeynî pişik û kezebê devên xwe nadin
ti tiştekê! Jixwe gava mirov li boçikan dinêre têderdixe ku pisîkên me û yên serdestan jî ne wek hev in! Ên wan ji kêfan boçikên xwe bi gelemperi li ser pişta
xwe dikin çingir, an wek dîrekên ala Tirk tîk dikin dihecînin; ên me di nav
şeqan de, pir caran bi erdê ve kaş dikin, bi zorî bi xwe re digerînin. Heger wan
rê û dirb bizanîbûya, dê ew jî ji
Kurdistanê koç bikirana û bihatina biketina kolanên metropolên Tirkan. Ma me bi piranî bo zikê xwe, welatê xwe ne
terikand! Ma em jî exleb,wek kûçik û pisîkan di kuçe û kolanên vê metropolê de nanoziko lê digel bindestiya xwe dîsa jî bê
xem û bê keder naçin nayên? Bihna min dîsa teng bû...
Min poşeta nan û penîr ji hêrsan qil kir avit ser sergo. Nabe ku tu penîrê bi sîrik ê Kurdistanê li
welatê xerîbiyê, di çayxaneyekê de li ber çav û pozên “bajariyên nekurd ” bidî
ber xwe û bi kêfxweşî bixwî. Dilê Tirkên sipî ji vê bihna penîrê bi sîrik ê bi
me Kurdan pîroz e digere. Dilê wan bibije
penîrê te jî, ew di nav civatê de gere dilê xwe jê bigerînin ku ji taybetmendiyeke Kurdewarî bi dûr kevin. Gelek
caran hatiye serê min, an ez bûme şahed ku ew giliyê penîrxurên me bi xwediyê çayxaneyan ve kirine, an rasterast
giliyê penîr bi penîrxuran ve... Heke ew, nikaribin bi te û bi penîrê te, wê
wextê, bi terikandina çayxaneyê te jî, penîr jî, çayxaneyê jî, bajarê ku tu lê
yî jî, ên ku rê li ber hatina te ya wir vekirine
jî protesto dikin. Deng nayê te lê, ew jin
û maka meriv jî didin ser hev... Tu
çiqas bibêjî “ker çi dizane zahferan çiye” jî bê feyde ye... Ax heft xwezî, ez niha di axûrekê Kurdistanê
de bi pez û çêlekan re bûma... Bihna min
dîsa teng bû!
Ji rojnamefiroşekî Kurd Gundem û Azadiya Welata xwe stend û berê xwe da taxekê din. Min dizanibû ku li
wir bo cixarekêşan çayxaneyeke sergirtî heye. Ber bi nîvro ve çend hevalên mal
nêzîk jî hîn bûbûn dihatin wir. Siûda
min lê werê, îro jî ew ê werin, em ê hinek laqirdiyan bikin, derd û kulên dilê
rezîl parve...
Qasî saetek peyatî çûm. Min simîtek stend ketim çayxaneyê. Ji
bextê min re mase tev tijî bûn. Bala xwe da, merivekî 45-50 salî yê dirufê
Kurdan pê dikeve li ser maseyek bi tena serê xwe rûniştî ye. Camêro, por û
simbêlên xwe reş tarî boyax kiriye lê, kî dizane çend roj in rûyê xwe kur
nekiriye. Qirawata wî ya sor, di bin rûyê sipî de şemal dide dibiriqe... Serê xwe kiriye ber xwe, tu dibêjî qey Qur’ana
pîroz e , bi baldarî rojnameya “ Fotomaç” ê dixwîne. Min kursiyek peyda kir û
li nêzîkî wî rûniştim. Pişta xwe pêde kir ku aciz nebe. Min alîkî ve simîta xwe
dikojand aliyê din ve jî rojname dixwend. Dora pêşî ya Gundemê bû. Çend rûpel
jê çûn, nizanim di rûpela çaran de , yan ya pêcan de bû, nûçeyek derbarê
komkujiya roboskiyê de ji nişkave bû tîr
û li ser dilê min çik bû ma. Bi dehan Kurd, ên ku ez dizanim li vê metropolê tirkan, bi
awakî rezîl û perîşan dijîn di ber çavê min re yeko yeko derbas bûn. Hevalê min
ê heta çend sal berê şoreşger, lê niha bêserûber, du birayên wî yên tînerkêş û
balîkêş, xwîşkên wî yên rojê bi yekî re,
dêbavên wî yên di qula xênî de tî û birçî li benda mirinê, xwendekarên min ên
ku xwe ji nasname ji ziman kirî, mezinên wan ên ku di atolyeyê di bin erdê de nanoziko dixebitin,
ev zarokên boyaxkar ên heft-heşt salî yên wa ye li ber çavên min bo çend quruşan solên mişteriyên çayxanê ji destên hevûdu
direvînin...
Ma berpirs û sedem û
kirdeya perîşaniya Kurda ne dagirker e? Ma zarokên Roboskê jî koçî vê
metroplê bikirana û di kuçe û kolanên
wan de rezîl û rûsiwa bûbûna, bûbûna tînerkêş û tîryakêş xema dagirker bû? Bi
ser de dagirker di bin simbêlan de nedikeniya, şa ne dibû; çima ku ew nebûne
şervan? Çima ew sibe êvar agir bi ser Kurda de dibarîne; nahêle Kurd di welatê
xwe de kerîkî nan bi dilrehetî bixwin? Ev
bi deh hezaran avahî, fabrîqe, kul û kureder ne bi ked û xwîdana erzan a
zarên Kurdan hatine çêkirin? Ev tekstîla
wan a bi Çînê re dikeve ber qayişê dîsa ne li ser pişta vî gelî ye? Ma dijmin
çiqas bikuje Kurdistanê ewqas vala nake? Çiqas vala bike ewqas kar nake! Oro
zarokên bi xîret, oro zarokên li Roboskê şewitîn bûn komir, di gorên xwe de bi
dijmin bikenin. Bibêjin em mirin lê em nebûn dîl û koleyên te.
Gundemê wêneyên her
sih û çaran jî di nav çarçovekê de qor bi qor dabû ber hev. Pirî dilê min bi
wan zarokan şewitî bê hemdê min çend dilop hêstir niqutîn ser wêneyên
zarokan... Rebiyo, ev çi zilm e, ev çi hovîtî ye, ev çi... Min hey dît ji paş
ve yek diniçîne min. Zivirîm. Min bala xwe dayê ew zilamê li paş min e. Tu
nabêjî ji paş ve rojnameya min xwendiye. Bêteklîf û bêdestûr, wekî bi gundikî xwe re baxive, bi dengekî heta jê hat bilind, bi tirkiyeke heta dibêjî
qirix bi ser min de qîriya:
“ Ben askerlîgî yuzbaşî
oleraq, yox yox, astegmen olaraq yaptî; ben gordim o qantirlerle buyuk buyuk
sîlehler taşîyorler. Esker oldiriyorler. Benim bolikten yirmî uç tene
oldirdiler; senin bu qezete onî niye yazmiyorler ha!”
( Min leşkeriya xwe wek yûzbaşî, na wek astegmen kiriye. Min
bi çavên xwe dîtine, ew bi wan hêstiran çekên giran dikişînin û leşkeran
dikujin. Di yekîneya min de bîst û sê heb kuştin; rojnameya te çima wan nanivîse!)
Bîst- sih kesên di çayxaneyê de rûniştî tev li me mêze
dikirin. Kurdayetiya wî (Kurd nebe jî teqez Kurdistanî bû) ji tirkiya wî ya
qirix, ya min ji rojnameyên min eşkere
bûbû.
Gelî xwendekarên birûmet, meriv bindest be, bi ser de Kurd be, ya herî xirab di nav netewek wek
Tirkan de ( heşayî çend şoreşger û
demokratên wan) bijî, bibe nebe ji
mirovên normal konektir û fêlbaztir dibe daku bikaribe li ser xwe bimîne. Ev
zagona xwezayê ye. Hemû jîndar bo berdewamiya jiyanê gorî şert û mercên ku tê de ne, dibin xwedî
huner û merîfet. Heger kelecana min biserketa, min xeletî bikira û pê re nîqaşa
heqî û neheqiya Kurdan bikira, ji wê çayxaneyê ez bi saxî dernediketim. Bi
pelixandina serûguh jî nedimam, niha di destê dewleta wî cahşî de dîl bûm.
Min awirek heta dibêjî cidî û tûj dayê, xwe kir dilqê ji wan
yûzbaşî mîzbaşiyên ku zirav li wî û li hemî Kurdên cahş qetandiye... Di cih de gotina
wî bi dengekî ji yê wî bilindtir birî û bi fermanî bi ser de qîriyam : “ Nasnameya xwe derxe!”
Carek din hewl da êriş bike, di devê xwe de gerand got ; “ Ma
tu jî tu terorîst î, çima ev qas hêrs dibî!” min qe guh nedayê û li ser gotina xwe mam.
Plansaziya xwe ya êrişê li ser peyva yûzbaşîya ku bi xeletî ji devê wî reviyabû
saz kir.
“zû! Nasnameya xwe
derxe! Tu sextekar î! Tu dibêjî ez yûzbaşî me... Tu bi vî navî mirovan
dixapînî, dolandiriçîtî dikî! Zûke belgeya xwe, an nasnameya xwe nîşanî min
bide!”
Min dizanibû ku ew derewan dike... Min dizanibû ku dewleta
dagirker, cahşên kurdistanî yên xwedî Tirkiyeke evqas qirix nake hundirê malê; wan dike muxbîr, dike cerdewan, dike milîs û wek
kûçikan dide ber deriyê xwe. Hesabê min li ser koma mirovên ku di çayxaneyê de
guhên xwe bel kiribûn û li me temaşe dikirin bû. Azadiaya Welat a ji aliyê wan
ve hatibû dîtin bi Kurdî; Gundema li ser masyê wek pelên keleman ji hev belav
belvî jî bi Tirkî ez dabûm dest... Heger ez bikaribim xwe, wek parêzvanekî ewlehî û berjewendiya vê keriyê
nîşan bidim, ez ê ji vê rewşa xerab xwe
xilas bikim... Nikaribim xweliya heft gundan li serê min! Ez ê biçim çem û
çem...
Min bênavber hevoka “zû,
zû, nasnameya xwe derxe!” dubare
dikir. Ehlê çayxaneyê tev lê dinêrîn. Cahşo rabû ser piyan, dest avit bêrikan, qaşo li nasnameya xwe digere...
Vir de wê de qilqilî, xwe bir anî, xwe şaş kir ji min re got;
“qomitan, min cuzdan
li malê jibîr kiriye”
Min têderxist ku bask ketine nav lingan! Êdî ço ketibû destê
min. Min rewşa xwe ya desthilatdar xera nekir. Rûyê xwe ji berê jî tirştir kir
û bi dengê mêrên berê jê re got:
“ Bênamûsê kurê bênamûsan,
rûnê! Cardin sextekariyek weha neke û milet nexapîne. Du qiram mejiyê te tune,
heywan! Li derekî din gotinên tewşo
mewşo yên wiha neke. Tûûû li nav çavê te. Mîkrop he wellah!”
Risteya serî ya mewlîda Kurmancî ket bîra min; hemd bê hed be,
bo Xwedayê rebê alemîn, ew xweda ye daye me... Guhsisto ji tirsan be, ji şerman
be, dengê xwe birî û serê xwe kuta nav rojnameya xwe ya Fotomaçê.
Tirsa min ew bû ku ji temaşevanan yek rabe û ji min bipirse, “tu
çi karî dikî?” Bona ku vê firsendê nedim
wan, min deng li xwediyê çayxaneyê kir û jê re got;
“vî mişteriyê xwe yê
sextekar baş nas bike. Li cem rûnê û jê biipirse ka ji ku ye, li van deran çi
digere. Ew xwe li qomitantiyê datîne...
Ez dibêjim ew dixwaze ji van mirovan yekî bixapîne... Dibe ku beriya niha
xapandiye jî. Paşê serê te jî pê re dikeve belayê ha!”
Wî bi ya min kir. Gazî
mişterîkî xwe yê ji xwe baqiltir kir û her du çûn ser maseya wî rûniştin. Bala
her kesî li ser wan bû. Ez rabûm ser piyan û ji wir bifizirim, derkevim. Xweş
siûda min dîsa lê hat... Hevalekî min ê
mamoste ket hundir. Me hevûdu ji dil û
can hembêz kir û bi hev re derketin derve.
Aqil û jîrtî û konektiya ji bindestiya malkambax gihîştibû
min wê rojê ez xelas kirim. Heger ez
rebenê Xwedê, rojek din li derekî tenha rastî wî gayê Xwedê werim, ez dizanim
çi tînim serî! Çer heye kapê wî ketiye destê min...
Mamoste Marûf
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder