23.10.2009

Xalê Salih ê Apaçî




Çend sal berê, rojek ji wan rojên havînê, nîvrokî, di kelekela Germa herêma Egeyê de, ez û du hevalên Tirk bi trambêlêke 40 salî derketin rê.


Me dil hebû biçûna çemekî ji xwe re masiyan bigirta. Lê, bela şeytan, di nîvê rê de motora me pêşî kuxiya paşîn çend car kir teqereq; dûvre dengê xwe ji binî ve birî û di bin siya qalikê xwe yê navê trembêlê lê kiribûn de serê xwe avêt xewêke şêrîn... Saetek em pê de ketin, me kir nekir mîrato şiyar nebû, nexebitî. Pol û poşman, me trembêlê li ser rê hîşt û ber bi gundekî 4-5 km. dûrî cihê bûyerê bi rê ketin.

Bi mabesta kurtkirina rê, me xwe avêt nav zeviyên bê serî û bêbinî yên xwedî pembûyên çiqil dirêj dirêj... Ewqas dirêj bûn ku gelek caran davêtên ser serê me. Ne ji xişîna pel û çiqilên nav dest û piyên me bûya, dê me yê hevûdu winda bikira.

Pembû hê nebişkivîbûn. Di bin tavê de, seriyên gilover ên li ser çiqilan û di nav pelan de wek ampûlên kesk ên bi darên Noelê ve daliqandî, dibiriqîn. Ez li pêş, du hevalên tirk li paş bi qasî çarikek çûn neçûn min hey dît wa ye mirovek li ber pozê min sekinîye. Çawa ku çavê min pê ket, ez veciniqîm û di cihê xwe de miciqîm mam. Qasekî şûn ve hişê min hat serê min. Min bala xwe dayê ew kalekî heftê heştê salî ye...

Camêr kal e, lê çi kal! Di vê germa havînê de poşîyek zer li serî, şalwarek Amedî li binî, sakoyek dirêj ê rîs ê bi dehan cihan pînekirî li navmilan, berçavkeke reş ê qetranî li ber çavan, çoyek stûr ê bi girnîş wek tivinga Modolî di destan de, xwe daye ser sînorekî bilind ê du zeviyan û wek yek ji wan peykerên Ataturk ên dike ber bi Samsûnê ve bazde, xwe qure kiriye û wer sekiniye... Min di mejiyê xwe de vir de wê de bir anî, gelo ez şa bim, xemgîn bim, bitirsim, ka çi bikim? ji paş ve hevalên min ên Tirk gihîştin hewara min. Ew her dû bi yek dengî bi devoka Tirkiya xweya Egeyê jê re gotin “maraba Dayi!” (meheba Xalo) û di ber re ajotin çûn.

Xalo qe guh neda “maraba Dayi” ya wan. Ew bi hiş û bi awirê xwe yê tûj li min nîşan girtibû; te digot qey ji rewşa min a şaş û matmayî têgihîştiye ez Kurd im û ji min silavek Kurdî dixwaze. Bi gotina “ çima sekinî lo! De haydê em biçin” a hevalan hişê min hat serê min û bi devkenî bi qeydeyekî heta tu dibêjî Kurmancî, ji nav dil û kezeban silaveke xweş pêşkêşî wî kir:

“-Silamûelîkim Xalo!”

- We eleykîmeselaaam, ser çavaaan, ser seraaan. Te xêr e peyayo; çi digerî li van deran?

Çendikî li bejn û bala min nihêrî; ji kûrahiya dil û kezeban kir axîn û got:

-Erê, Kurdo qertelo; diçim ku li ser serê min gere gero!





Min ê bûyerên qewimî jê re vegotina, lê “kalînek tenor” a bizineke muwazir û muxbîr gotina min di min de qurmiçand; hê dêhn û nezera min di nîvê rê de bû negihîştibû ser wê, hê kalîna wê bi dawî nebûbû ku, bi dehan sewal tev bi hev re, bi yek dengî nekirin barebar! Te digot qey kerî di nav zeviyê de dîlan girtiye, bizin serê govendê dikişîne û stran dibêje, ên din lê vedigerînin! Beriya ku ez bipirsim ka "xwediyê van sewalan kî ye kî nîne, di nava zeviyê de çi karê wan e, çima mala xelkê xera dikin"; hevaleki min ji nişka ve, revarev hat cem me û li ber rûyê kalo sekinî kir qîrînî; jê re got; “-Xalo, Xalo, eyb e, şerm e, heram e, qedexe ye, malê xelkê ye, notirvan hene...”

Kalo berê xwe neda wî û kêfa xwe qeeet xera nekir. Bi heman xweş sifetê xwe yê qure yê çend xulek berê min şahedî kiribû deng kir:

- Min goo! Ji vî kûçikbavî re bêje ev deşt bi tevahî ya min e; salek e dewleta wan daye min.

-Tu çi dibêjî xalo ez qurban? Ev yek tê gotin? Tiştek wiha dibe?
-Lawo tu bibêje, ji te re çi? Bînbaşîkî û tabûrek leşkerên dewleta wî par hatin; bi ser gundê me de girtin; agir berdan mal û axûr û merekê; sewal, zexîre, cil, berg, kinc, fol, firaq tev bi hev re şewitandin; min bi devê xwe jê pirsî; “dê em îja bi kude biçin qumandar?”

Wî got; “Bicehimin kude diçin biçin; hemî Tirkiye ya we ye, Kurdistan ne tê de!"

Min bi ya wî kir û ev der ji xwe re bijart!

Çavekî min li kalo, çavê din li zeviya pembû ya ku kalo ji xwe re kiribû zozan û çêrgeh bû. Li her alî pez û bizin, berx û kar belav belavî bubûn.

Hin ji wan te digot qey heyfa Kalo ji hinekan distînin bi kerb û hêrsa mêrên berê, piyên xwe li erdê dixistin dikirin gurmînî; qiloçên xwe yên wek şûr li hevûdu didan dikirin şîqîni; pel û seriyên taze yên pembû didan ber diranan dikirin kirpînî... Hin ên din zik werimandibûn kiribûn meşk; şitlên pembû wek xesîl raxistibûn û li ser mexel bubûn, kayîna xwe dikirin; bona sefereke din bihna xwe vedidan...

Xwedêyo, ev çi hal e? Ez bersîvek çawa bidim van hevalan? Ev çi afat û bobelat bû îro bi ser min de hat? Kalo dîsa li min deng kir:

“-Min goo! Ji wan hevalên xwe yên çavşîn re bêje, her sal van deman li welat, em genimê xwe radikin û pez û dewarên xwe berdidin nav zeviyan. Ma ev der jî ne welatê me ye?”

Xwedê kir ji vê hevokê, bi zorî be jî min wateyek nezaniyê deranî û ji hevalan re got:

“ -Kalo dibêje ev pembo hatine berhevkirin; tiştek bikêr tê de nemaye, loma ez sewalên xwe di nav de diçêrînim. De hevalno em dev jê berdin, çi dike bila bike. li welatê wî, di vê mehê de zevî vala ne, ew dibêje qey li vir jî wisa ye; rebeno nizane ku ...”
Min hê gotina xwe bidawî nekiribû dîsa dengê Kalo:

“-Min goo! Ji wan guhbelan re bibêje bav û kalên me jî di ber vî welatî de li Çaneqelê jiyana xwe dan. Ma xwîna wan ne hêjayê vê zeviyê ye?”

Hevalekî ji min pirsî ka kalo çi dibêje. Min hevoka Kalo qaşo wergerand Tirkî û got;

“ -kalo dibêje ez li çanaqeleyê çend salan mame, li wir jî di vê mehê de pez berdidin nav zeviyan.”

Herdûkan serê xwe hejand, kirin Elah Elah û gotin “de bes e em biçin.” Min ji Kalo xatir xwest û da dû wan ku ez jî herim, lê kalo dîsa deng kir:

- Min goo! Ka gazî hevalên xwe jî bike, bila ew jî bên; ez ê ji we re meseleke xweşik bêjim.

-Sipas xalo, wext teng e; divê hê nebûye êvar, em xwe bigihînin gund.

Min çend gav avêtêbû neavêtibû ku Kaloyê heta niha wek peykerek li cihê xwe sekinî, xwe avêt pêşiya min, bi zenda milê min ve girt û ez ber bi xwe ve kişandim û di guhê min de got:

-Lawo ew tirkên bêbext in; bi wan re neçe, ew ên tiştek bînin serê te ha ha; paşê tu nebêjî kalo çima ez hişyar nekirim.

Ez alîkî ve dikeniyam aliyê din ve bi gotinên xweş û şaş ber dilê wî dida:

- Xalo, ev hevalên min ên zarokatiyê ne; bi salan e em bi hev re cînartî dikin; belê ew Tirk in, lê merivên Denîz Gezmîş û Huseyîn Înan in...

Hey lo looo; tu ji kî re çi dibêjî! Min kir, wî kir, zenda min hew berda. Ez neçar mam, min gazî hevalan kir; me her sêkan li dorê çok da û em rûniştin. Çavên hevalan li pez û bizinên ku zeviya pembû dabûn ber diranan, dikojand bûn; ên min li birûyên wî yên têr û tijî yên qerqaş... Kalo ji bêrika sakoyê xwe Tebaqa xwe ya titûnê derxist. Cixareyek zirav pêça da min. Nav û welatê min pirsî. Min pirsa wî bersîvand. Dû re, bi tenê “lawo” ya wî veguherand kir xalo û bi devok û hevoka wî ji wî pirsî:
“- Xalo nav û welatê te bixêr?”

-Navê min Salih e. Li vir ji min re dibêjin Salihê Licî...

***
Hela tu li van birûyan! Te digot qey Kalo pezên xwe di ava Dicleyê de şûştiye û du bisk ji hiriya wan a sipî rûçikandiye û daye ser çarçoveya berçavka xwe, li ber tavê ziwa dike. Jixwe, şewqa brûyan ji derve dabû ser camên reş ên berçavka wî û di neynikê de tevlî wêneyên sewalan bubûn. Heke te li birûyan na, li caman mêzebikira, te yê bigota ew ne birû, cotek pez in û ji xwe re di nav pembû de diçêrin... Dest bi pêçandina cixareyeke din kir; pêv re bi dengê xwe yê dawidî dev bi xeberdana xwe:

- Min goo! Di dewra Pêxember de yekî kurd, yekî Ereb, ê din Tirk, sê hevalên wek we, şêwra xwe dikin yek, dibêjin em biçin Meke’yê serdana Mihemed selelahû eleyhê we selem û bibin sehabî.

Koroya sewalan disa kir barebar. Xalo li çavên min mêzekir, keniya got:
- Tu dibînî, bi bihîstina navê pêxember sewalan selewat anî; ji van Tirkên bê dîn û îman tu deng derneket!
Min hew xwe girt û ser kalo de qîriyam:
-Xalê Salih, ez qurbana binê lingê te, êdî bes e lo! Tu jî baş dizanî, ew ji zimanê te fêm nakin, loma hema çi tê ber devê te tu didî der! Ma min jî selewat neanî ez benî! Heke tu ewqas mêr î bi tirkî rasterast ji wan re bêje...

Xalo, dîsa mîna xwe yê berê kir. Bê hêrs, bê tirs û xof, awirê xwe da her du xortên bi heft bavan xerîb; û bi awazek bi têra xwe gundî û mêranî:

“-Min goo! Ben Apoçî, xanim Apoçî, bêş oxlim Apoçî, qîzim Apoçî, gelinlar Apoçî... Elah wekîl hem jî xweş Apoçî!” ( Ez Apocî me; pênc kurên min Apocî ne, keça min Apocî ye, bûkên min Apocî ne, him jî apociyên jidil in).
Berê xwe da min û bi devkenokî:

- Min goo! Tu Xalo hê nas nakî. Dewleta wan nikaribû bi min; îja ez ê ji van qûnbigûyan bitirsim!

Ez şaş û mat bûm û mam. Ev meriv gelo ji jiyana xwe têr bûye? Ji derd û kulan êdî ji canê xwe bêzar bûye? Na, na. Wisa bûya çi karê wî hebû li van çolan? Dê ew jî, wek tevahiya kal û pîrên nifşa xwe, dest şûştî, ling şûştî, li ser postê xwe rûniştî li benda Ezraîl bisekiniya. Dibe ku dîn be? Na lawo, kî evqas pez û bizin teslîmî dinekî dike...

Hevalên min Tirk in; lê bi xêra min ev çend sal e Xwedê giravî dibêjin em demokrat in. Em bi hev re mezin bûne; lê dîsa jî tirsa min ew e ku ji dê û bav û xizmên xwe yên neteweperest re qala Xalo bikin û tiştek neqenc bê serî! Jixwe çêrandina zeviya xelkê bi xwe jî ne sûcek bi serê xwe ye? Hosteyê ku dê em ê bînin ser tirembêlê, heke sewalê Xalo’yê min di nav zeviya gundiyê xwe de bibîne gelo ew ê çi bike? Min di ber xwe de kir pilepil û got “Xwedêyo tu wî biparêzî...” lê ew çi ye? Heval destên xwe dane ber rûyên xwe û bi dizîka nakenin!


-Min goo! Her sê camêr nabêjin şev e, nabêjin roj e bi mehan peyatî dimeşin; ez çi serê we biêşînim, welhasil xwe digihînin Meke’yê.

Hevalekî niçand min û daxwaza wergera Tirkî kir. Min got; “ bila Kalo biqedîne; paşê...”

Ma ez ewqas ehmeq im? Min xetere û sûrprîzên ne baş ên “wergera hevdemî” (sîmûltane) di şerê DYA û Îraqê de li ser ekranên televîzyonan bi çavên serê xwe nedîtibûn... Jixwe Kalo jî bi min pir rehmanî naxwûyê... Te hey dît jin û maka hevalan da ser hev... De îja tu mêr î safî bike... Na bavo, na ez ê dûre gotinên Xalo xweş sansûr bikim û pêşkêşî hevalan bikim.

- Min goo! Ew dikevin nav bajêr; pirsa mala pêxember dikin; diçin ber derî, mêze dikin qerebalix e, milet li ser pişta hevûdu ye. Sehabîkî Ji wan re dibêje serdan dor bi dorî ye. Her sê jî, pirî ji pêxember hezdikin tebat nakin, her yek ji wan dibêje dora pêşî ya min be, ez ê bikeve hundir. Piştî gelek nîqaşan, Ereb dibêje; heyra, hûn jî dizanin ez ji qewmê Pêxember im; loma divê dora pêşî ya min be. Ên din serê xwe kûz dikin û dibêjin erê. Dû re camêrê Kurd ji vê bazarê para xwe dixwaze dibêje; “ wele ez jî cînarê Ereban im; dora duyem ya min e! Tirk paş stûyê xwe dixwurîne qebûl dike. Ereb bi coş û heycaneke mezin dikeve hundir dibêje;

“Esselamueleykum ya Muhemed îbnî Ebdullah ibnî Ebdulmutalîb, îbnî Haşîm, îbnî Ebdûmenaf, ibnî qusay, îbnî Ednan, îbnî Îbrahîm, îbnî Nûh, îbnî Adem”

Ew silavê xwe bi zanetî dirêj dike ku demek dirêj li cem Pêxember bimîne. Piştre Kurdê me diçe hizûra Resûlulah û dibêje; selamûelîkim ya Mihemedê îbnê Evdila” ji destê wî ewqas tê; ew jî derdikeve derve.

Îja dor dora Tirko ye. Ew xwe li ba dike dikeve odeyê; Destê xwe dibe ser serê xwe dihejîne wekî hevalên te li min kirin, dibêje ;

“ -Maraba Memed Aga !”

Çawa ku Xalo dawî li çîroka xwe anî, min xwe kir dilqê wan merivên konek û muzawir, çavên xwe da ber berçavka wî; di bin simbêlan de keniyam û hêdîka jê re got:


-Xalê Salih, bi serê Pêxember, tu rast nabêjî! Ma Kurdê me yê malnemîrat jî negotibû “Merheba Xalê Mihemed” û me rezîl nekiribû? Tu jî wek televîzyonên tirka rastiyan berovajî diki loo!

Min bi milên hevalan girt û ew rakirin da ku zûtirkî wan ji xezba Kalo xelas bikim. Ez çûm desta, min jê xatir xwest. Ew bi destekî ez hembêzkirm bi destê din bi milê min ve girt û hat rûyê min.

Min dît hevalan bi lez û bez gotin “ eywalah dayi” pişta xwe bi me de kirin; nizanim çima, dîsa bû tîqetîqa wan keniyan û te digot qey bi bask in, firiyan, di nava zeviyê de winda bûn çûn. Xalo ser min de kûz bû di guhê min de got;

“-tu niha di dilê xwe de dibêjî Xalo heramxur û talankerekî ji der hanê ye; firsenda xwe dîtiye, li xwediyê vê zeviyê bêbextî dike! Na kurê min na; ne wisa ye... Par van çaxan em ji welêt hatin sirgûn kirin; xwediyê vê zeviyê seba berhevkirina pembû ji bajar em anîn di axûrê xwe de bicih kir. Em bi zaro zênç, bi kofî kulfet pazdeh roj xebitîn; me pembûyê wî rakir. Roja dayîna heqdestê me segbavo reviya xwe winda kir. Xortên me lê geriyan ew dîtin û pereyên xwe jê xwestin. Pere jixwe neda, serde jî giliyê wan bi qereqolê de kir got PKKyî ez tehdît kirime, ji min xeracê dixwazin! A niha kurekî min û biraziyê min di hepsa Îzmîrê de ne. Ew sal em tî û birçî di qula xênî de man. Ne ji xêra gundiyên me bûya, zarokên me wê ji birçîna bimirana. Lawo, derdê me ne yek e, ne dudo! Ez di şûna heqdestê par de zeviya wî diçêrînim û heyfa xwe hiltînim. De kurê min ji te re oxira xêrê be.”

Min bi hiş û mejiyek çelqiyayî, serobinobûyî ber bi hevalan çend gavên nejidil avêtibû ku:



“-Min goo! Nebî nebî pişta xwe bi wan marisan ve girênedî. Heke li bazara wan neyê, bavên xwe jî nas nakin ha! Ew, meriv bi erzanî difiroşin. Li welêt, çend çavşînên wiha du du kurên min wek te xapandin birin û serê wan xwarin. Her teyr bi refê xwe re kurê min...

Min gavên xwe hêdîtir avêtin da ku qasek be jî Kalo min bibîne, çendikî ji jiyana min ewle be û kêfxweş be. Min baş dizanibû ku dilê wî wek çivîkeke serjêkirî di qefesa xwe de bona min diperpite.


***

Gava di nav çıqilên pembû de me hevûdu winda kir, ez kelogirî bûm, qidûmên min di ber min de şikestîn. Gelo ji kerb û keserê tiştek bi kalo neyê? Na loo! Tu jî çiqas ehmeq î; ewqas bûyerên ecêb û dilsotîner li wî qewimîne, tiştek pê nehatiye îja ez ê biyanî bibim sedema şikestina vîn û berxwedana wî! Bi van hizir û ramanên dawîn, min berpirsyarya xwe da alî û ketim tatêla parastina wî ya ji hevalên xwe. Ma Xalo bi devê xwe negotibû ez Apocî me! Hevalên min devsistî nekin û li her deverî nebêjin “PKK’îyek wiha wiha, sewalên xwe berî nav zeviyan dabû û ziyana xelkê dikir?” Gelo Ew vê yekê wek nijadperestîya Kurdan û PKK’ê nenirxînin û nebêjin “Kurd neyartiya Tirkan dikin?” Ev pirs û tirs giranîyek mezin dabû ser kurtanê mejiyê min ê fehmkork. Min dikir nedikir rêyek çareseriyê peyda nedikir.


***

Şeytan got bes êdî çi dibe bila bibe. Min bi ya wî jî kir. Bona ku ez vî barê giran ji pişta xwe bavêjim û xwe jê rizgar bikim, min negot dê ser û guhê min bilewite, dê çiqil kincên min biqelêşînin, çavên min birijînin, çermê min biherişînin wekî kerekî moz pê vedayî ji kerba bazdam, bazdam, bazdam... Û gihîştim hevalan...

Min dît ku ew li erdê ser pişt ketine bi devekî dikenin; bi devekî jî qaşo gotinên kalo dubare dikin:


- Ben Apaçî, xanim Apaçî, oxlan Apaçî...

Çawa ku çav bi min ketin ken û xeberdana wan tevlîhev bû. Dengekî wek hîrehîra hespan wiha got:


“-Zilamê te mejî xwariye oxlim. Dibêje em Çermsor in. Ha ha ha! Ben Apaçî, oxlim Apoçî, gelîn Apaçî, hem xoş Apaçi. Ha ha ha... Ha ha ha...

Min bi devkî got:


"-Welahîn helal be, we baş fehm kiriye. Bi ya min jî ew Apaçîyek delodîn e..."



Lê, li ber dilê min, ew "Xalê min ê Salih" bû.


Xalê Salih ê Licî.


Çi bikim ku li welatê xerîbiyê vê gavê Apaçî...


Mamoste Marûf

4.10.2009

TEŞÎ

Tu, li salê 2800 sal berê bi
destê rebenek Elamî neqişandî dinêrî bixwe xwe
dibêjî qey Senema me ya Jina Hecî Xalis a ku çend sal berê çûye
ber rehma Xwdê, li ser parçê kevirê sitûna ji ber xirbeyên dêra Ermeniyan mayî
rûniştiye, li benda mirina masiyê ku xulamê wê Keklo bi destan hema gava din ji çem
girtiye û jê re aniye sekiniye ; alîkî ve teşiya xwe dirêse, aliyê din ve jî terîfa qelandina
wî masiyê qelew ê çavbeq ji berdestiya xwe ya Gozê, jina Keklo re dike.
Îboyê gobel ê muzawir jî ji xwe re nekirye bargiranî bi çakûç û mûc pê ketiye salê li
serdestê gund bi vê dîmenê neqişandiye ; li binî jî ji qeşmeriyan nivîsiye gotiye ;
«Meta Senem vê germa havînê ji bo fanoriyê masiyê xwe hirî dirêse, Gozê jî jê re dike ba û baweşîn» Ma teşiya wê ya kurdî, dêriyê wê yê qutnî, çavên wê yên gir û gilover ên bi kilê subhanî reşkirî, qelewî ya wê ya heta duh jî mêrên kurdan merezdarî kirî û helandî, bazinên wê yên zîvîn ên Helebî, eniya wê ya bi qorek zêrên Reşadî xemilandî, porên wê yên bi baldarî şeh kirî û şax şaxî hûrik hûrik hûnandî û ji hev veqetandî û bi qeytanên kesk û sor û zer bi hev ve danî ne rewş û girêdana Senemên me ye ? Di vî salê dîrokî yê 2800 sal berê bi destên hunermendên Elamiyên Mezopotamî hatiye neqişandin û li bajarê Sûs’ê hatiye dîtin de mirov, şopên çand û şaristaniya xwe dibîne.
Bi taybetî teşiya wê ya di destan de pir balkêş e. Kesên bala xwe dane teşiyan baş dizanin ku her çand ji xwe re bi teşiyek e. Tirk wê wek « kîrmen » bi nav dikin. Kîrmena wan bê neynûk e. Serê wê ji du çiqilên darên çeprast pêk tê û ne standart e. Li hin deveran serî li jorê darê, li hin deveran li ortê an li jêr e. Teşiya me ya Kurdî ji sê parçeyan çêkirî ye ; darê teşiyê, serê teşiyê, neynûka teşiyê( çengela ku beriya badana teşiyê ta an hirî, rîs pê ve tê girêdan)
Darê teşiya me bi xwe jî bi qalindî û ziraviya tayê ku pê tê rêsandin an qalind e an jî zirav e.
Dirêjiya wê jî dîsa bi van ve têkildar e. Ji 25-30 santîman bigire heta 60-70 santîman teşî hene.
Ji bo zarokên keçinî teşiyên biçûk ên hindekariyê tên çêkirin û ew pê pir şad û serbilind dibin; ji ber ku ev xelat wek nîşana ezebiyê ye.
Serê teşiyê jî ji heman darê pan û gilover lê, pir kêm jî qubekî tê çêkirin. Divê girayiya serê wê û dirêjiya darê lihevûdu bên.
Neynûka teşiyê çengelek biçûk a têl e û ew li orta qubeya serî tê çikandin. Modîneye(çap) serî 5-10 cm. ye. Ji darên cûrbecûr teşî çêdibin, lê yên ji darên sexm ên wek gûz û şindî û mazî meqbûl in.
Ji jinên bi teşiyê dirêsin re « teşîrês » tê gotin. Ev kar her çiqas pir hêsan bixwûyê jî di nava gel de wek hunerek bijarte tê pejirandin û bi serê xwe çandek e xwedî gelek têgehên resen in.
Teşî tê badan û pê hirî, rîs tê rêstin an rîstin.
Gava teşî bi têra xwe bigere teşîrês dibêje teşiya min ba girt.
Teşîya xwe pir bi zeft bivizîne dibêje min teşiyê zîz kir.
Teşî pir giran bibe û êdî nikaribe birêse, dibe ku tayê wê biqete dibêje « teşiya min bar bû »
Hunera teşirêsiyê zîzandin e. Tu çiqas xweş bizîzînî tayê te jî ewqas dirêj dibe û tu di demek kurt de ewqas pir dirêsî.
Li her gundekî Kurdistanê teşîrêseke bi nav û deng heye. Hin teşîrês bi sedan salan şûn de jî tên bibîranîn. Li Sasonê li ber devê çem zinarek bi bilindiya 30-40 metroyan heye ku ew wî bi hunera teşîrêsek bed a Ermenî bibîrtînin û wek « kevirê pîrê » binav dikin û dibêjin ; « beriya fermana fileyan pîrekeke Ermenî hebûye, tim û tim derketiye ser wî zinarî û teşiya xwe ewqas zîz kiriye ku darê wê gihîştiye ava çem, lê tayê wê dîsa jî neqetiyaye ! » Teşî û teşîrêsî di sitran û wêjeya Kurdî de xwedî cihek girîng e. Ma li seranserî welat ji bav û kalan heta îro kesek sitrana gelêrî ya « de bi lûr lûr lûr teşiyê » nizanibe û di dîlanan de li ber neleyîstibe heye ? De bi lûr, lûr, lûr teşiyê
De bi lûr, lûr, lûr teşiyê Teşiya min ji dara biyê
Lê dirêsim hirîya miyê
Îşev çûbûm govendê
Ketim milê berbûyê
(Dîsgotin)
Teşiya min ji dara darê
Lê dirêsim hirirya karê
Ez gewrê birevînim
Gune li hustiyê cînarê
(Dîsgotin)
Dara min ji dara merxê
Lê dirêsim hirîya berxê
Îşev çûbûm govendê
Ketim milê çavreşê (Dîsgotin)
Bi rastî jî teşî û teşîrêsî jibo jinên me Kurdan, ên hema bêje bi tevahî bi hezaran salan e jiyana xwe li ser rê û dirbên koçertiyê, di nav mêrg û zeviyan de, di nav pez û dewaran de, bi xwedîkirin û mezinkirina bi dehan zarokan, serde jî di bin zulm û zordariya dagirkeran de, ew jî têrê nake di bin pest û pêkûtiyên pergala feodal de, bûye demek kêfxweşî û bihnvedanê.
Ew wek zarokên dibistanî, tim û tim xwestine bihnvedana xwe ya bi teşîrêsiyê diborînin bi kêf û henekan, bi evîn û hêvîdariyê, bi xwen û xeyalên serfiraziyê bixemilînin.
Lê, talanker û dagirkerên di dilqê “feleka xayîn”de gelek caran wê kêfê herimandiye di wan de qurmiçandiye û nehiştiye ku jinen me bi teşiyên xwe jî şad û bextewar bin.
Ew her cara ku bi cih û war, bi gund û bajar bûne û di bin koxê xaniyên xwe de kerîkî nan xwarine, ev yek li çavên neyaran bar nebûye û xeynî rêşivanên ku dajon serê çiyayan jibo wan tu derfet û bendewariya jiyaneke bi rûmet nehiştine.
Di wan rojan de teşî û teşîrês û konên reş bi hev re reş girêdidin.
Belê jina kurd, berê, di dema fermanên qikirin û komkujî û koçberkirinan de;
ne digot şev û roj,
bê xwarin û vexwarin
hiriya reş dirêsand û jibo bextê xwe yê reş
dikir konê reş ê koçberiyê...
Di sala 1916’an de dîsa koçberiya bêgavî heye...
Kurdên Serhedê yên bê xwedî,
di meha çile de bi tevahî ji ber Rûs û Ermeniyan bar dikin.
Beriya hatina wan dagirkeran jin teşî di destan de bê rawestin dirêsin.
Nadirê Temirê Pûtî, bapîrê min , di nav nivînan de li benda Ezraîl e.
Ji keça xwe ya ezeb a bi navê “Pitê” av dixwaze;
lê jiber ku dijmin wext e werê,
konê wan di nîvî de maye,
Pitê naxwaze teşiyê deyne û ji bavê xwe yê di ber sekeratê de qultek av bîne;
li bendê ye ku teşiya wê bar bibe...
Çendikî şûn de hişê Pitê ya dilşewat tê serî, digirî û dilorîne dibêje;
“ Erêêê, kî diye kî bînaye; bavê meriya(merivan) li ber mirinê be, keça wî li ber serî teşiyê birêse.”
Sedema keder û kesera wê ev e ku teşî, di rojên serfirazî û dilxweşiyê de tê rêstin; ne li ber serê bavê nexweş ê bêhal ê li ber mirinê!
Nadir, heman rojî di nav cihê xwe de - di be ku-ji tîbûnê;
Pitêya wî ya delal jî çend meh şûn de,
tevlî bi deh hezaran Kurdên koçber
ji birçîbûnê
dimire...
251 kes ji heman gundî; ji Xîtika Tatosê bi girsehî, bi tomarî, bêxwedî, tî û birçî,
zivistanê, li serê çiyayê Qerejdaxê deh bi deh, bîst bi bîst bê kefen dibin para devê guran.
(jiber ku dewleta tirk, M.Kemal jî wê demê li Amedê ye, nahêle koçber bikevin bajaran; ji gundê Xîtikê ji 300 kesan 9 kes tenê bi saxî vedigere; ji hin gundan tu kes! wek mînak Kanîbûka Kop’ê ya 500 malî heta îro jî vala; xir û xalî ye...)
Amojna Dîlo, jineke Kurd a dengbêj e. Di maciriyê de li ser xwe dimîne. Pirî li ber "Pitê ya ter û can û bedew" dikeve û dikewice kilamekî pir dûvdirêj davêje ser.
Va ye keremkin, jê bendeke di bîra min de mayî: Lo mezelo, lo mezelo Derdê dilê min re li hembero! Jê derketin cotek marên wastû zero(stû zer) Maro qurban, li çav û biriyên belek Cara tu nekî tu sefero! ... Çanda teşî û teşîrêsiya me, wek sûr û bedena Amedê ye.
Di kûrahiya dilê me yê koçer de cihê xwe ewqas zexm çêkiriye ku sebir û hewiya hin wêjenasên me yên nûjen jî bê teşî û teşîrêsan nayê.
Bala xwe bidinê; Azad Zal di helbesta xwe ya bi sernavê “Dayika Teşîrês”de hestên xwe çiqas xweş, çiqas bi dilgermî û bi hostetî aniye ziman:
"Tu xwe ji xwe diafirînî ez jî xwe ji te
dayika teşîrês teşî dîsa li destê te ye wekî hercar
birêsî ne
rîsê xwe birêsîne diya min
teşîba li min hatiye xezebê bi ser serê min de tofanê dibarîne
rîsê xwe birêsîne
ji nava kezeba min hebo hebo bikişîne êşên min
jana nava dilê min birêsîne
rîs ji giyana min çêke bila gewherê te lê bibiriqin
ji jînenasiya min ta bi ta, qevd qevd bipêçe
ji pêr
ji duh
ji îro bide ser hev hiriya keriyê kederên min"
...
Omer Dilsoz jî di helbesteke xwe de hemî kul û keseran di serê teşiyê de dide der: "Min rêsa, min weriband
min keser li teşiya dil kirin
dil bada, dil raçand
dil ji bo te rûbar tîr kirin" Hêviya min ew e ku teşiyên dayikên me, êdî nebin şahedê bextreşiyên me...

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin