şerê 1.ê Cihanê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
şerê 1.ê Cihanê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

8.03.2009

KOMKUJİYA ERMENİYAN A 1915 Û KURD

Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî Ermenan hin komkujî pêk tên. Hejmara miriyan bi ya Ermeniyan, li dora 300.000 an e.) Piştî şoreşa Fransî padîşahên Osmanî û Partiya Îttihat Terakkî û jontirkan biryara ji holêrakirina -kurdjî tê de- tevahiya gelên “ne tirk” sitandîbûn. Ji ber ku xetereya mezin gelên xirîstayan ên di nava tixûbê dewleta Osmaniyan de bûn û li rojhilat ew bi Ûris re bi tifaq bûn, cara ewil ermenî ji xwe re kirin hedef. Nijadperestên tirk, di serî de di dilqê umetparêziyê de, paşîn rasterast bi nijadperestiyek hovane dest bi qirkirin gelan kir. Di serê sala 1915’an de bi dora 60.000 ermeniyan bi hinceta leşkeriyê birin wan  wek komên ji 50-60 kesan pêkhatî ji hev veqetandin û kuştin. Bi vî avayî  ermenan bê parastin hiştin. Dûv re bi alîkariya hêzên paramîlîterên ji eşîrên kurd û çerkes û ji yên din pêkhatî, artêşa tirk û endamên Teşkîlat- i Maxsûsa pêkehatî Ermenan bi gelemperî an di cih de kuştin an ber bi deştên bê serî û bê binî ve peyatî nefî kirin û bi mirinê ve rûbirû hiştin. Hejmara miriyan li dora 1,5 mîlyonî ye û her sal ew di 24 ê adarê de ji aliyê cihanê ve tên bîranîn.

Ev encamek Şerê Yekemînê Cihanê ye. Ev di rastiya xwe de xirecireke bo li hev parvekirina dewlemendiyên cihanên bû û di 1’ê Tebaxa 1914’an de rû da, lê binesaziya wê di dawiya sedsala 19’an de hatibû amadekirin. Li alîkî Îngîlîstan, Frensa û Ûris; li aliyê din Alemanya , Awistirya-Macaristan û Împaratoriya Osmaniyan bûn navendên şer. 1,5 mîlyar mirov bi fîtkirina van dewletan bi avayek ji şer zirar dît; 74 mîlyon ciwan wek leşker di nava şer de cih girt. 10 mîlyonî zêdetir mirov mir , bi 20 mîlyonan jî birîndar bû.

Gelo di nav van 10 mîlyon mirî û 20 mîlyon birîndaran de çiqas kurd hene?
Derheqê birîdaran de tu agahî tuneye, lê ji kurdan hejmara miriyan ji 1 mîlyonî zêdetir e! Bi gotineke din” ji 10 miriyan yek kurd e” Lê ev miriyên vê gelê bê xwedî û belengaz, sêwiyê mirovahiyê heta niha nebûn mijarê tu lêkolînek… Heta niha li ser van rebenan tu pirtûkek nehat weşandin… Xeynî dengbêjên sêwî, zarok û neviyên wan ên bê sihûd kesî stranek jî navêt ser wan… Belê çi bû, çi qewimî ku ev gelê xizanê doza avakirina dewleteke neteweyî jî  nedikir, tu hesabê wî yê bidestxistina bazaran jî tune bû, lê dîsa jî bi vî şiklî bi girsehî hatin kuştin?

Hîmên pozberî, dujminahî û hevdû qirkirina gelan bi Şoreşa bûrjûvaziya Fransî ve hat avêtin. Mirovahî, qaşo ji bo berjewendiyên neteweyî, lê di rastiyê de şerê kapîtalîst û emperyalîstan a ji bo bidestxistina bazaran bû, bi neteweperestiyeke tûj hat sorkirin û ket qirika hevdû. Yên plansaziya xwe ji berê de kiribûn gihîştin ber mirazê xwe û cihan parçe parçe kirin û di nav xwe de parve kirin. Lê Kurd bi mirina xwe man û ji hemû destkeftinan bêpar man. Di Dewleta Osmanî de rêveberên Partiya Îttihad Terakkî û Jontirkan jî çav dan emperyalîstan û kirin li ser xaka Îimparatoriya Osmaniyan dewleteke Tirk a neteweyî ava bikin, lê ew hêj di serî de li Balkanan têkçûn û rev a rev xwe avêtin Anatoliyê. Dîtin ku nikarin bi xiristiyanên rojava, tevlî hevkarên xwe yên Alemanan, berê xwe dan rojhilat. Cara pêşî koka Rûm û Ermeniyan ên li ser rêya xwe anîn. Armanca wan avakirina dewletek Tûranî bû. Dîtin ku wê kurd bibin belayê serê wan, şerê bi Ûris re kirin mane û di nav mij û dûmana vê aloziyê de ew ji cih û warên wan kirin û bi vî avayî kirin bi tevahî bikujin, an ji welatê wan derxin û bipişifînin, bikin tirk.

Di 2 Kanûna 1914’an de Hêzên Ûris êrişî havirdora Qersê kirin û pêre şerên li ser eniyan despêkir. Enver Paşayê cîgirê sefefemandariyê, di 22.12.1914’an de li sarîqamişê  xwest êriş bibe ser Ûris lê, leşkerên artêşa 2 yemîn a tirkan bi piranî qerisîn û mirin. Di bihara 1915’an de Ûris bi hevkariya Ermeniyan êriş kirin û Wan û Milazgirê bidest xistin. Bi sed hezaran kurd neçar man welatê xwe bihêlin û ber bi başûr ve bi rê kevin. Rê û dirb çiya û deyşt wek xwelî bi mirovan tije dibe. Bi piranî zaro û zêrç, kal û pîr in, bê xwedî û bê sitar in; ji ber ku yên civan an bi dilê xwe an bi darê zorê ji tirka re çûne leşkeriyê… Di heman rojan de Ermen jî ber bi tunebûyînê ve diçin. Yên li berxwe didin wek Kurdan bi zar û zêç, bi deh hezaran li serê çiyan kom bûne li hêviya dostên xwe yên Ûris in(!) Komek ji 60-70 hezar kesan pêkhatî li serê çiyayê Meretoyê li benda Ezraîl e. Hêviya wan ew e ku Ûris û Ermenî wê bên alîkariya wan û ew ji artêşa Tirk û ji milîsên Kurd bên xelaskirin. Ji wan Ermeniyan yek “Yegyazar Karapetyan” e. Ew di sala 1886’an de li Sasonê hatiye dinê. Di bîranînên xwe de weha dibêje:
“Di 25ê Tîrmehê de deyşta Mûşê ya bi kuştin û nefîkirina me xalî bibû, ji nişkave di bin piyên bi sed hezaran mirov û sewalan de heciya. Ew ji aliyê Exlat, Bûlanix û Xinûsê birêketibûn û wekî lehî ber bi çiyayê Xozmê ve diherikîn. Me bala xwe da, ew gundî ne û ji ber artêşa Ûris direvin. General Abatsiyev, bi artêşek ji 30.000 hezar leşkeran û  ji Ermenên dilxwaz pêkhatî ve ji aliyê Exlat û Xadavînê ve êriş dikir û diket deyşta Mûşê. Lê, Artêşa Ûris ji nişka ve paşve vekişiya. Li ser vê bûyerê, hêviyên Vahan Papazyanê (serokek Ermeniyan ê navdar e) ku digot sibeh an dusibeh gihîştina me ya artêşê pêkan e pûç bû. Wî gavek êdî dereng û bê hêvî avêt. 27 ê Tîrmeha 1915’an de gazî çend hevalên xwe kir û ji bo ku xwe bigihînin artêşa Ûris ew peywirdar kirin. Avedîsê bi zimanê Ûris dizanîbû û Mamoste Martîros ê ji Kopê bi hev re bi rê ketin. Martîroz lehzekî şûn ve vegeriya hat. Avedîs heta êvarê bi Kurdên ku me dorpêçkiribûn re şer dike lê, dibîne ku nikare xwe bigihîne artêşê bi guleya xwe ya dawîn xwe dikuje...”

 Çerxa felekê her dû gelan ber bi çiyayan ve kişandibû. Kurd li çiyayê Xozme, Ermen li tûjika Mereto li ber mirinê bûn. Her dû çiya hevûdu didîtin û hewar û qêrin û feryata herdû gelan diçû hev… Belê em îcar werên ser ew mirovên ji ber Ûris û dilxaz û alîgirên wan ên Ermen direviyan û deşt û çiya dihecandin… Ew kî bûn ?
Ew zarok û kal û pîrên Kurdên Hesenî bûn, Cibirî bûn, Heyderî bûn. Mêr û ciwanên wan di heman demê de, di artêşa Tirk de, ji bo berjewendiyên Tirkan û Almanan şer dikirin û bûbûn sedema têkçûyîn û vekişîna Artêşa Ûris û Erman, lê yên li paş mabûn? Hê di deştêde bûn, negihîştibûn çiya,  ji Eşîra Hesenan 20.000 kes hatin kuştin. Cibirî komek ji 200 zarok û kal û pîran pêkhatî avêtibûn ber Ûris û Ermenan û reviyabûn. Ji Heyderiyan 160 kes winda bûn û heta roja îro kes nizane çi hat serê wan. Ji yên xwe dispêrin çiya ji % 5 tenê li jiyanê dimînin û piştî vekişîna Ûris vedigerin malên xwe. Yên din bi mehan li serê çiyan, tî û birçî û tazî dimînin. Bi tevahî bi nexweşiya halê dikevin, bi piranî can didin, dimirin. yên mayî an ji hêla Artêşa Tirk ve ber bi Anatoliyê ve tên koçberkirin an bi nepenî xwe davêjin gund û bajarên wek Amed, Riha, Semsûr Edeneyê. Malmezinên kurdan ji birçîna bêrûmet dibin, dest bi firotina keç û lawên xwe dikin, bi parsê dikevin.

Tirkperestên bêbext hemû hêzên zindî yên Kurdan an di şer de, an jî bi avêtina ber Artêşa Ûrisê dagirker  ji holê rakir û rê li ber desthilatdariya xwe ya pêşerojî vekirin. Ev felaket li herêma Serhedê birînên kûr vekir. Kurdên Serhedê ji %70-80 an hatin kuştin, an hatin nefîkirin lê, dîsa jî wan li berxwe da. Sala 1925’an  bi şêx Seîd li seranserê welêt; di sala 1937ê de li Agirî; di sala 1938’an de li Dêrsim serî rakirin. Bi ya min heger ne ji windahiyên di maciriyê de bûna ev serhildan zû bi zû nedişkiyan.

Li ser hejmara miriyan herçiqas heta niha di arşîvan de xebatên zanisti yên dorfireh çênebûne jî, felaket pirî mezin e digel hemû hewldanên veşartinê û ji hiş paxişkirinê her tişt rût û tazî li holê ye... Wezîrê şer ê wê demê Talat Paşa, di deftera xwe ya reş de behsa 800.000 kurdên ku di navbera salên 1915-1916an de hatine miştexîkirin dike û dibêje “yên li jiyanê man e ji Îzmîtê heta Helebê li ser xetekî hatin bicihkirin.”
Li gorî îstatîskên ku wî kirine (!) hejmara yên saxî filitîne bi dora 250-300 hezar kes in. Nîkolay Hovhannîsyan di pirtûka xwe ya bi navê “Komkujiya Ermeniyan Qira Ermeniyan” de weha dinivîse; “Jontirkên ku komkujiya Ermenî û Aşûriyan bi destê Kurdan pêk anîn, piştî gihiştina armanca xwe, îcar dest bi qirkirina Kurdan kirin. Bi dora 800.000 kurd jî, di pêvajoya van komkujiyan de hatin kuştin” (Bnr; Nikolay Hovannisyan, Ermeni Soykırımı Ermenikırım, Pencere Yayınları, rûpel;105) Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin