19.06.2011

Çiqas Kurd neçûn ser sandoqan?

Hilbijartinên 12’ê Hezirana 2011’an, bo gelê Kurd bi serkeftineke mezin bidawî bû. Divê neyê jibîr kirin ku ev hilbijartin ne ya pêşî ye ne jî ya dawîn e. Gere em bo hilbijartinên li pêş me ji niha ve amdekariyên xwe bikin ku grafîka serkeftinê tim û tim ber bi jor ve rapelike û gelê Kurd û hevalbendên wî di riya ked, demokrasî û azadiyê de bêhtir bandor li desthilatdaran bikin û bibin xwedî gotin.


Di serî de divê em kêmasiyên xwe destnîşan bikin û bo ji holê rakirina wan rêyên çareseriyê bigerin.

Bi ya min kêmasiyek pir mezin; berjêrtiriya rêjeya çûyîna ser sandoqan a Kurdistaniyan e.


Rêjeya bikaranîna dengan li sê bajarên herî gur ( qerebalix)ên Turkiyeyê:
Stenbol: % 86,94
Enqere: %88,58
Îzmîr: : %87,35
Nîvekî( ortalama) : % 87,62




Rêjeya bikaranîna dengan li pênc bajarên li rojavayê Turkiyeyê:
Manîsa : %91,59
Balikesîr : %89,84
Denizlî : %91,14
Mûgla : %89,32
Edîrne : %89,29
Nîvekî: % 90,23


Rêjeya bikaranîna dengan li pênc bajarên Turkiyeyê yên ku niştecihên wan ji ber bêşuxuliyê herî pir koç dikin:
Samsûn : %85,77
Kastamonû : %88,64
Amasya : % 91,73
Çorum : %90,45
Trebzon : %84,89
Nîvekî: % 88,29

Rêjeya bikaranîna dengan li pênc bajarên Kurdistanê:
Amed: %83,57
Riha: %84,37
Agirî: %74,72
Mûş: %81,42
Wan: %80,17
Nîvekî: % 80,85


Heke em nîvekiya hilbijêrên pênc bajarên Turkiyeyê, ên ku niştecihên wan ji ber bêşuxuliyê herî pir koçî derveyî welatê xwe dikin bidin ber rêjeya hilbijêrên ku li pênc bajarên Kurdistanê, yên neçûne ser sandoqan, bi awakî qethî tê dîtin ku rêjeya Kurdistaniyên ku dengên xwe bikar neanîne , ji sedî 7,44 zêdetir e.

Ev rêje, ji nîvekiya pênc bajarên herêma Egeyê % 9,38, ji nîvekiya sê bajarên herî gur (qerebalix) ên Turkiyeyê % 6,77 zêdetir e.

Gava mirov rêjeya % 80,85 Kurdistaniyên ku çûne ser sandoqan dide ber rêjeya nîvekiya tevahiya bajarên Tirkiyeyê (% 88,71) derdikeve holê ku : Ji sed welatiyên Turkiyeyê 12 kes, ji sed Kurdistaniyan 20 kes neçûne ser sandoqan, dengên xwe bikar neanîne.

Kurdistaniyên ku neçûne ser sandoqan bi giranî ew kesên xizan in ku bo debara xwe bi havînan diçin bajarên Turkiyeyê û wek karkerên demsalî dixebitin. Ji ber taybetmendiyên çînî û ji ber çêtir nasîna wan a nijadperestiya li dijî gelê Kurd ew bi piranî dilxwaz û alîgirên Tevgera Azadiya Kurd in. Neçûyîna wan a ser sandoqan derbek gelek mezin li têkoşîna siyasî ya gelê kurd dide.


Bo pêşîlêgirtina vê yekê, divê parlemanên bloga ked, demokrasî û azadiyê demildest pêşnumayek ( qanûn tasarisi) amade bikin, bînin meclîsê û rê li ber welatiyan vekin da ku ew bikaribin di nav tixûbên Turkiyeyê de , li her devrî dengê xwe bikar bînin.


Bi ya min astengiyên li ber wan ne rewa ye ne jî qanûnî ye . Hela li vê ecêbê û li vê gosirmetê: “Welatiyên li derveyî Turkiyeyê bikaribin dengên xwe li ber deriyên gumrukan bidin, yên di nav sînorên Turkiyeyê de cihên xwe guherandine ji vî mafî bêpar bin!”


Mirov dikare bo welatiyên ku wexta hilbijartinan li derveyî gund û bajarên xwe dimînin, di hin qadên hilbijartinê de, di cihên beriya hilbijartinê destnîşankirî û amadekirî de ( qadên hilbijartinan bi gelemperî dibistanan in) bi riya înternet û prînterê karten hilbijêriyê amade bike û saetek beriya bidawîbûna dengdayînê bihêle ku ew jî dengên xwe bidin. Heta bi dawîbûna dema dengdayînê( li Kurdistanê 16:00, li rojavayê Turkiyeyê 17:00) heke ev welatî nikaribin terka qada hilbijartinê bikin wê gavê rê li ber dengdayînên dubarebûyî (mukerrer) jî tê girtin.


Rêyek din jî, roja hilbijartinê, li seranserî Turkiyeyê di qada hilbijartinê de bi rêya înternetê dayîna tevahiya kartên hilbijêriyê ye. Heke welatî, mal dibe, hotel dibe, nexweşxane dibe roja hilbijartinê rûniştivanê kêjan taxê be, di qada sandoqên wê taxê de bikaribe ji rayedarên hibijartinê karta hilbijêriyê bistîne û dengê xwe bikar bîne, ev yek rêjeya tevlîbûnê berjortir dike. Welatî carek karta hilbijrriyê stendibe, bi dayîna dengê xwe re ew wê radestî lijneya sandoqê kiribe, cara duduyan nikare kartek din bistîne, jiber ku di înternetê de ev nelirêtî wê bixûyê.


Bi hesabê ku min kiriye, heke rêjeya dengdayîna Kurda jî bigihîje nîvekiya Turkiyeyê, dengên partî û blogên Kurda wê herî kêm % 2 zêdetir be. Li metropolên Turkiyeyê Ji sedî du zêdebûna dengên Kurda dibe sedema serkeftineke pir mezin. Wê gavê bendava % 10, ya ku xêrnexwazan li ber Kurda danîne, dibe sîleyek bi tîn û li bin guhên wan dikeve.                                   Mamoste Marûf

NEFT Û KURD Û KURDISTAN

11ê Gulana sala 1941an, di rojnameya Frensî ya bi sernavê "Le Progres" de derheqê Iraqê de ev gotara balkêş hatiye weşandin. Mi...

Nivîsên zêde hatine xwendin