19.06.2011

Çiqas Kurd neçûn ser sandoqan?

Hilbijartinên 12’ê Hezirana 2011’an, bo gelê Kurd bi serkeftineke mezin bidawî bû. Divê neyê jibîr kirin ku ev hilbijartin ne ya pêşî ye ne jî ya dawîn e. Gere em bo hilbijartinên li pêş me ji niha ve amdekariyên xwe bikin ku grafîka serkeftinê tim û tim ber bi jor ve rapelike û gelê Kurd û hevalbendên wî di riya ked, demokrasî û azadiyê de bêhtir bandor li desthilatdaran bikin û bibin xwedî gotin.


Di serî de divê em kêmasiyên xwe destnîşan bikin û bo ji holê rakirina wan rêyên çareseriyê bigerin.

Bi ya min kêmasiyek pir mezin; berjêrtiriya rêjeya çûyîna ser sandoqan a Kurdistaniyan e.


Rêjeya bikaranîna dengan li sê bajarên herî gur ( qerebalix)ên Turkiyeyê:
Stenbol: % 86,94
Enqere: %88,58
Îzmîr: : %87,35
Nîvekî( ortalama) : % 87,62




Rêjeya bikaranîna dengan li pênc bajarên li rojavayê Turkiyeyê:
Manîsa : %91,59
Balikesîr : %89,84
Denizlî : %91,14
Mûgla : %89,32
Edîrne : %89,29
Nîvekî: % 90,23


Rêjeya bikaranîna dengan li pênc bajarên Turkiyeyê yên ku niştecihên wan ji ber bêşuxuliyê herî pir koç dikin:
Samsûn : %85,77
Kastamonû : %88,64
Amasya : % 91,73
Çorum : %90,45
Trebzon : %84,89
Nîvekî: % 88,29

Rêjeya bikaranîna dengan li pênc bajarên Kurdistanê:
Amed: %83,57
Riha: %84,37
Agirî: %74,72
Mûş: %81,42
Wan: %80,17
Nîvekî: % 80,85


Heke em nîvekiya hilbijêrên pênc bajarên Turkiyeyê, ên ku niştecihên wan ji ber bêşuxuliyê herî pir koçî derveyî welatê xwe dikin bidin ber rêjeya hilbijêrên ku li pênc bajarên Kurdistanê, yên neçûne ser sandoqan, bi awakî qethî tê dîtin ku rêjeya Kurdistaniyên ku dengên xwe bikar neanîne , ji sedî 7,44 zêdetir e.

Ev rêje, ji nîvekiya pênc bajarên herêma Egeyê % 9,38, ji nîvekiya sê bajarên herî gur (qerebalix) ên Turkiyeyê % 6,77 zêdetir e.

Gava mirov rêjeya % 80,85 Kurdistaniyên ku çûne ser sandoqan dide ber rêjeya nîvekiya tevahiya bajarên Tirkiyeyê (% 88,71) derdikeve holê ku : Ji sed welatiyên Turkiyeyê 12 kes, ji sed Kurdistaniyan 20 kes neçûne ser sandoqan, dengên xwe bikar neanîne.

Kurdistaniyên ku neçûne ser sandoqan bi giranî ew kesên xizan in ku bo debara xwe bi havînan diçin bajarên Turkiyeyê û wek karkerên demsalî dixebitin. Ji ber taybetmendiyên çînî û ji ber çêtir nasîna wan a nijadperestiya li dijî gelê Kurd ew bi piranî dilxwaz û alîgirên Tevgera Azadiya Kurd in. Neçûyîna wan a ser sandoqan derbek gelek mezin li têkoşîna siyasî ya gelê kurd dide.


Bo pêşîlêgirtina vê yekê, divê parlemanên bloga ked, demokrasî û azadiyê demildest pêşnumayek ( qanûn tasarisi) amade bikin, bînin meclîsê û rê li ber welatiyan vekin da ku ew bikaribin di nav tixûbên Turkiyeyê de , li her devrî dengê xwe bikar bînin.


Bi ya min astengiyên li ber wan ne rewa ye ne jî qanûnî ye . Hela li vê ecêbê û li vê gosirmetê: “Welatiyên li derveyî Turkiyeyê bikaribin dengên xwe li ber deriyên gumrukan bidin, yên di nav sînorên Turkiyeyê de cihên xwe guherandine ji vî mafî bêpar bin!”


Mirov dikare bo welatiyên ku wexta hilbijartinan li derveyî gund û bajarên xwe dimînin, di hin qadên hilbijartinê de, di cihên beriya hilbijartinê destnîşankirî û amadekirî de ( qadên hilbijartinan bi gelemperî dibistanan in) bi riya înternet û prînterê karten hilbijêriyê amade bike û saetek beriya bidawîbûna dengdayînê bihêle ku ew jî dengên xwe bidin. Heta bi dawîbûna dema dengdayînê( li Kurdistanê 16:00, li rojavayê Turkiyeyê 17:00) heke ev welatî nikaribin terka qada hilbijartinê bikin wê gavê rê li ber dengdayînên dubarebûyî (mukerrer) jî tê girtin.


Rêyek din jî, roja hilbijartinê, li seranserî Turkiyeyê di qada hilbijartinê de bi rêya înternetê dayîna tevahiya kartên hilbijêriyê ye. Heke welatî, mal dibe, hotel dibe, nexweşxane dibe roja hilbijartinê rûniştivanê kêjan taxê be, di qada sandoqên wê taxê de bikaribe ji rayedarên hibijartinê karta hilbijêriyê bistîne û dengê xwe bikar bîne, ev yek rêjeya tevlîbûnê berjortir dike. Welatî carek karta hilbijrriyê stendibe, bi dayîna dengê xwe re ew wê radestî lijneya sandoqê kiribe, cara duduyan nikare kartek din bistîne, jiber ku di înternetê de ev nelirêtî wê bixûyê.


Bi hesabê ku min kiriye, heke rêjeya dengdayîna Kurda jî bigihîje nîvekiya Turkiyeyê, dengên partî û blogên Kurda wê herî kêm % 2 zêdetir be. Li metropolên Turkiyeyê Ji sedî du zêdebûna dengên Kurda dibe sedema serkeftineke pir mezin. Wê gavê bendava % 10, ya ku xêrnexwazan li ber Kurda danîne, dibe sîleyek bi tîn û li bin guhên wan dikeve.                                   Mamoste Marûf

2 yorum:

mamoste ahmet dedi ki...

Mamoste yên ku neqeytkirî jî gelemperî dîsa kurd in.beriya hilbijartinê em li fatihê runiştibûn.em bi tevahî 7 kes bûn.ji wan 3 kes ji sedemên cuda ne qeyt kirî bûn. ji wan jî du kes zanîngeh xilas kiribû.ji wan kesek jî mamoste bû.her sê kes jî qaşo welatparêz bûn.heta dema ku em diaxivin kesekî ji me çêtir partiya me diparast.piştre mêrik got:gerçî ez li dijî dengdayinê me. di vê sistemê de dengdayin ne baş e.û pêjirandina sîstemê ye." wisa eletewş diaxivî.
dema ku em li derdora xwe dinêrin bi dehan kes bi vî awayî ye. beriya hilbijartinê du eqrebayên min hatine Stonbolê ji bo xebatê. wan kes karibû hatina xwe taloq bikin. yan jî bihatina jî karibûn tenê ji bo rojekî be jî bizivirin û dengên xwe bi kar bînin.lê ne fedekar in. nifusa me ya kurdan her tim digere, cihê xwe de nasekine.qeydên hinekan jî li Welat in. lê ew stenbolê ne.yan jî li welat in.lê qeydên wan ne li wir in.bi salane qeydên xwe jî naynin.dema ku zarokên wan diçe dibistanê dibêjin ku" divê em qeydên xwe binin vê derê.derdeora min ne ewqas fireh e.lê çend kes ji wan kesan nasdikim.heta ew hevalên me diçin partiyê, diçin enstitiyê jî.xemsarî di nava me de zehf belavela ye.dilsozî di dev de heye.ez dibêjim beriya her tiştî divê xemsariya kurdan were rakirin.ew jî çawa dibe nizanim.lê belkî wekî peywirên pîroz hinek tişt were runiştandin ew dibe.mînak her roj standina rojnameyeke me,dengdayîn,endambûna saziyekî me, dayina aidatan hwd..ew jî bi perwerdehî dibe, bi sewka serokatiyê dibe.divê êdî têkoşin ji devkiyê derkeve û bibe qada fiiliyatê.

Mamoste marûf dedi ki...

Birêz Mamoste Ahmet,

Mamoste gotinên te bi tevahî di cih de ne.
Lê neçûyîna ser sandoqan a Kurda bi xizaniya wan ve jî têkildar e.

Hezar heyf e ku ev rastîya me ye û divê parlemanên me bi awakî bo vê yekê li rêya çareseriyê bigerin.

Wek mînak, çawa ku welatiyên Tirkiyeyê yên li Ewropa dijîn bi nasnameyê xwe dikarin dengê xwe bikar bînin, çawa ku dîsa ew dikarin li deriyên sînoran bi pasportan deng bidin, welatiyên Turkiyeyê di nav Tirkiyeyê de ji dikarin bi vî hawî, liş her deverê Turkiyeyê bi nasnameyên xwe vî karî bikin.

Di vê sedsala kompûtûrê de, dewlet wa ye serê xwendekarek yekê bê pere dide, di her qadên hilbijartinê de jî ev dewlet dikare kompûtırekê bike xizmetê da ku welatiyên bo dengdayînê tên qarta hilbijêriyê ji vir bistînin û dengên xwe di heman qadê de bikar bînin. Nexwe kes nikare xizanên Kurdistanî di dema berhevkirina pembû û findoqên Anatoliyê de bi darê zorê an bi perwerdehiyê ji kar û bar bike û bo dengdayînê vegerîne Kurdistanê.
Silavên ji dil û can.
Bimîne di xrr û xweşiyê de...

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin