1.10.2019

NEFT Û KURD Û KURDISTAN

11ê Gulana sala 1941an, di rojnameya Frensî ya bi sernavê "Le Progres" de derheqê Iraqê de ev gotara balkêş hatiye weşandin. Min vê nivîsê hêjayî wergerandinê dît, ji ber ku li ser dilê emperyalîstan çi hebe eşkere daye der.

  Tirkiye, Îran, Iraqa wê demê xwedêgiravî netewdewlet in û  ji aliyê netewên Tirk, Faris û Ereban  ve tên bi rêve birin. Di rastiyê de emperyalîstan di pêvajoya Şerê Cihanê yê Yekem de, bi hin kes û kesayetiyên van welatan re bazareke qirêj  kirine, bi şertê pejirandina berjewendiyên wan, mijîna hebûna welatên wan,  xwarina ked û xwîn û xwîdana gelên wan bi wan re li hev kirine.  Statûya Faris, Tirk û Ereban wek kolonîtiyeke sergirtî be jî bi vî şertî hatiye pejirandin. Ew bûne xwedî netewdewletên xwedêgiravî serbixwe... Lê Kurd...?
 Emperyalîst Kurdan  wek netew, axa li ser dijîn wek welatê wan nedîtine. Bi ya wan , mirovên li vê herêmê xxwe wek Kurd pênase dikin êl û eşîrên hov û dirînde ne. Komemirovên talankerên ne layîqî netewbûnê, ne layîqê dewletê ne... 

Sedema vê nêrîna şaş û qesdî çiye, heger temenê min têr bike ez ê bi belgehan binivîsim.vê gavê bi kurtasî evqas tenê dikarim bibêjim ; sedema sereke  di netewbûnê de bi derengî ketina Kurdan be, ya ji wê jî mezintir û girîngtir neteweperestiya  Bûrjûvaziya Ermenan a li derve qûna xwe kutabû deriyê emperyalîstên Rojava, di hindur de jî bi serdest   û desthilatdarên Osmanî re hevkarî dikir, ji Dewletê pereyekî bêhesab dixwar. Wan baş dizanibû ku heta li ser erdê ku Ermen û Kurd bi hev re dijîn Kurd hebin,  netewdewleteke Ermen ne pêkan e. Ji ber wê jî wan,  him li derve him li hindur Kurdan har û hov û dirinde û bêpergal dan nasîn. Bona berjewendiyên wan ên di nav  dewleta Osmanî de zirar nebîne, bona rastî dijminatiya padîşah û dewletê neyên ji nîveka sedsala XIXan heta komkujiya mezin, heta meriv dikare bibêje carnan piştî komkujiyê jî, bûrjûvaziya Ermenan rexnegirtina li  faşîzma Tirk neda ber çavan, çi sûcê dewletê hebe piranî kiriye stûyê Kurdan û gelê din ên Anatolî û Qefqazan . Ev propagandaya neyînî ya bûrjûvaziya Ermenan heta roja îro jî bandoreke mezin li Ewropiyan û li Tirkên spî yên TRê kiriye. Ez dixwezim ronakbîrên Kurd li bersîva vê pirsê bigerin: kî, çima nehîşt Kurd tevlî nîqaşên derheqê qedera ser erd û bin erdê axa xwe bibe.? 
Hin derûdorên Kurd û dostên Kurdan, gunehê  bêrûmetiya Kurdan a li ber çavê Ewropiyan dikin stûyê Selahedînê Eyûbî. Ev îdia  ji binî ve pûç û vala ye. Selahedînê Kurd ji aliyê Ewropiyan ve tim û tim bi rêzdarî hatiye bibîranîn. 

Ev nûçeya ez wergera wê li jêr pêşkêşî we dikim, him dek û dolabên emperyalîstan pir xweş dide der, him jî bi çi çavî li Kurdan dinêrin, teswîr dike, him çawa wan li derveyî bazara nefta welatê wan hîştine pir xweş radixe ber çavan. Ev nivîs gorî berjewendiyên Frensaya li ser neftê pêşî bi Ingilîstanê re, paşê jî bi Elmanyayê re ketibû ber qayîşê hatiye nivisîn. Piştî ku Kurd,  bi Erebên Iraqê re li dijî Ingilîstanê tevlî şer dibin, Frensa îcar pişta Kurdan miz dide, pesnê wan dide...  (Bo vê ji kerema xwe vê belgehê bixwînin   https://mamostemaruf.blogspot.com/2019/09/sere-cihane-ye-2em-u-kurd.ht  )

IRAQ, WARÊ EFSANE Û NEFTÊ

Li nexşeyê binêrin, Qraltiya Iraqê ya paytext Bexda ye, ji başûr ve bi Erebîstana Siûdî, ji Rojhilat ve bi Îranê ve ( Persa berê) ji bakûr ve bi parçeyê Asyaya Tirkiyeyê û bi Sûriyeya mandataya Frensayê û bi Mezopotamyaya Mandataya Ingîlîstanê ve dorpêçkirî ye.  

 Xêra Iraqê, welatê heta doh berdar lê îro bêber ya wê bigihîje Ewropiyan qadên wî yên neftê (kêleg) tenê ye. Nefta xav a herêma Mûsil û Kerkûkê ya li Bakûrê welêt. Ev neft bi lûle dikişe Hadîtayê ya li zikê Iraqê ye,  li wir lûle dibe du mil, yek di ser Heyfayê re diçe Filîstînê, ya din diçe Trîpoliyê, bendera biçûk a  deryayî ya Sûriyeyê ya li Bakûrê Beyrûdê dikeve. 

Hebûna nefta vî welatî tim hatiye zanîn. Tiştekî nû hebe ew; bikarîna endûstriyel a neftê, ji wê jî nûtir li vê quncikê cihanê xebitandina  wê ya aqilane ye.

Sê hêz bo bidestxistina rezervan ketine qirika hev: Frensa, Elmanya, Îngilîstan, Ûris û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka...Hêza sêyem Gulbenkyan Beg,  Ermenekî him bû dîplomatekî di xizmeta Tirkiyeyê de, him jî bû  fînansorekî keysbaz û  maceraperest...

Hevpeymanên ku dawî li Şerê Cihanê ( yê 1 em) anîn du hêz li derve hîştin: Elmanya û Ûris. Li Konfeansa San-Remoyê çar şîrketên karger hatin erêkirin, bêyî pir tişt bê gotin Gulbenkyan bi para xwe ya  "ji gişkî  % 5" qayîl bû.

Her şîrket  ji hilberînê %23.75 distîne lê baş dixwiyê ku şîrketên Îngilîz û Sakson di ser yên din re hatine girtin. Ka binêrin di rastiyê de ev çar  şîrket kîjan in: Anglo-Persan (Birîtanya), AngloSaxona şirîkê Royal Dutch(HolandoBirîtanîk), Standard (Amerîkî), Şîrketa Neftê ya Frensî.

.Iraq bi hilberîna salane ya 430.000 ton di nav welatên hiberînerên neftê de heftemîn e. 

Bi ya pisporan ev rêje gorî  potansiyela mezin a Iraqê gelek hindik e. Bi ya wan be,  şîrketên Anglo-Sakson bi zanetî hilberîna nefta welat kêm dikin.

Ji aliyê din ve li jorê welat 600.000 Kurdên bêpergal, hov, talanker ên rûxandina lûleyan ji xwe re kirine edet... 

Ji 1927an vir de Iraq, qaşo be jî welatekî serbixwe ye lê heta van salên dawîn bi Brîtanyaya Mezin re xwedî xweş têkilîyên dîplomatîk e. 

Xaziyê yekemê li dû Faysalê yekemê hevalê Lawrence, li Ingilîstanê xwendibû. Lewre xwe wek efserên Ewropî girê dida. Ew sala 1939 li ser stêrina têmpêleke lûks a Emrîkî mir. Qeza bû lê, meriv nikare bibêje ji rêzê bû an hinek bubûn sedem. Kî dizane..?

Xaziyê yekem li pey xwe kurek hîşt, Faysalê IIem, desthilatdarê îro, kurikek  şeş salî, qralê herî piçûk  cihanê. 


Seraya qraliyetê di nav daristanokeke Xurmeyan a Bexdayê de li peravê  Dîcleyê ye û  ji jor ve du qubeyên zêrîn tevî çar mînareyên wê û ziyareta Evdilqadirê Geylanî  dibîne.

Bi liv û tevgerê kenê guran tê. Polêsên jin ên welat, di bin tavê  de  xwe spartine bin sîwanên renrengî û bi vî awayî ew welat  ber bi modeya Ewropî ve tehm didin. 

3yê Avrêlê li vî bajarê birîndar hikumet ji kar hat xistin. Serokê Konseyê Taha El Heşimî dest ji peywira xwe kişand. Naîb reviya. Dibêjin  Nûrî Seîd Paşa jî,  ji zû de ye  serokê partiya Ingilîzparêz e û yek ji hevalên berê yê Lawrence bû,   ketiye destê komplokeran. 

Reşîd Elî yê  hevalbendiya Elmanyayê diparast û  ji çend mehên dawîn ên sala çûyî dest danîbû ser rêveberiyê aniha  desthilatdariyê bi gişkî  stendiye.


5ê Avrêlê, du roj piştî xistina hikumetê Hatina leşkerên Ingilstanê her tiştî dîsa serobino kir. Iraq li dijî Ingilîstanê ket nav şer û dest bi operasyonên dijî bîrên neftê kir.

Ji Rojnameya  Le Progrès de la Côte-d’Or 10 ê Gulana 1941 (Werger; Mamoste Marûf)




EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin