Bi ya min, Dewleta Tirk bi Qanûna Bingehîn a sala 1924’an
stratejiya çareseriya Pirsgirêka Kurd daye ber xwe û heta roja îro ji ya xwe
şaş nebûye.
Ev stratejî li ser asîmîlasyonê saz bûye. Kîjan siyasetmedar
bê ser kar, gotinên wan ên beriya desthilatdariyê bi wan didin xwarinê û bi
awakî ewana jî tinin ser rêya asîmîlasyonkariyê.
Di vir de siyasetek pir û pir nermik û nazik û bi fêl tê
meşandin. Gava ew dikevin tengasiyê dest davêjin gotinên xêrê û hêviyê didin
kurdan: “Kurd jî birayê me ne; em realîteya Kurda nas dikin; Pîrsgirêka Kurd ya me
bixwe ye jî, rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe ...”
Bi vê yekê çend salan Kurda bilî (meşxûl)dikin... Saleke dike nifşek... Nifşek dike hema bêje 500 hezar kurd. Bala we kişandiye; ji van 500 hezaran, çend zarok (ên di saleke de jidayîk dibin) dê bi kurdî biaxive? Ji sedî pênc? Deh?
Hesabekî din; Salê nêzîkî 400 hezar kurd diçin ber rehma
Xwedê; ji van rehmetiyan, ji yên kal û pîr, gelo çend kes bî rêk û pêk Tirkî
dizanîbû?
Gava mirov têkiliya zimanê Kurdî û nasnameya Kurd bizanibe,
bi kûrahî li ser bifikire wê gavê li afata mezin a “bi ser kurdan de hatiye”
vardiqile...
Îro AKP jî hiviyek xapxapok dide Kurda û dike pê çend salan
derbas bike; çend nifşan pê bibişifîne... Serde jî, xweş havîna xwe bi tûrîstan
têr û tijî bike; serde jî vê krîza aboriyê ya ocaxkor “teget” biborîne...
Niha hin canik û camêr dê rabin ji min re bêjin : “ Malmîrat,
ma tu nabînî wa ye çend gavên erênî ( TRT 6, Waneyên Kurdî yên li
zaningehan...) avêtin, wê hin çendên din jî bavêjin... Kêm, zêde jî, ji berê ne
çêtir e?
Welleh heyran bi ya min, tiştên ku ew didin, tu car ziman û
nasnameya kurdî, hebûna kurdan a li ser vê axê garantî nake. Asîmîlasyon dê
dîsa bi çargavî bibeze.
Ya girîng û bingehin; divê em “ên ku em bi xwe dixwazin”
bistînin”. Tiştên ku ew didin wek kefa sabûnê ye. Te hey dit tune ye: Komira
wan, çekên 150 TL’yi yên wan, TV 6
a wan, Zanîngeha Artûklû’ya wan...
Xwestekên me?
Em çi dixwazin?
Divê em çi bixwazin?
Bi nefsa canê xwe, li ser navê xwe, ez dibêm, ez bûma, min ê
dev ji hemî daxwazên xwe berdana û li pey nasname û ziman biketima...
- Divê li ser nasnameya Şiyaro: ew hemwelatiyê TC’yê ye;
Bi netewkî; “Kurd e” ( ger bixwaze) ,
Bi bawerî; “Misilman e, an Elewî ye, Êzidî ye, an bê dîn û bê
îman e” werê nivîsandin...
A din jî, jî 5-6 saliyê heta dawiya Lîseyê, ên xwedî
nasnameya kurd-çawa zarokên tirkan bi Tirkî ne - divê bi Kurdî bên perwerde
kirin.... Zanîngeh tiştek din e; bi Kurdî, bi Tirkî, bi Îngîlîzkî, her kes bi
kêfa xwe ye.
Ger ev daxwaz werên qebûlkirin, ez bûma; min ê navên hemî
gund û bajarên Kurdistanê bikirana Tirkî...
Bila ev jî xelatek min be, ji bo Tirkan...
Çer hebe kurdên xwedî xençereya Kurdî, navên bi Tirkî jî bi
Kurdî bilêv dikin... Wek mînak îro karacadax kirine Qerejdax, Palandöken kirine
Paltokan, Parmaksız kirine Barmasiz, Söylemez kirine Solemêz hwd... Ev yek jî
têra min dikir...
Ez bûma, min ê li Ameda Şewitî goreke ji Anitkabirê jî
mezintir çêkira û bikira ziyaret û li ser eniyê bi tîpên zêrîn lêkiriya: “ Ferz
kin Şêx Mistefa Kemalê Atatirk li vir veşartî; jibo xatirê Kurdistanê, jê re
serjê kin salê hezar beranên bijartî ”
Ez bûma, min ê navê Çemê Dîcleyê bikira “Dîcleya Evlayê Gul”
; ê Fratê jî bikira “Ferata Tayîbo” û “y” ya wî ewqas bi şedde bilêv bikira ku
ew jî bubûya yek ji wan “Koçero”yên me yên bi nav û deng...
Ger heta çend salên din jî ev yek nebe; nasnameya Kurda û
perwerdehiya bi Kurdî neyê pejirandin; dê ez bi Tirkî û bi Îngilîzkî û bi
Fransizkî ( çend nifşên din teqez ew ê kurdî bi tevahi jibîr bikin) wesiyeta
xwe “li zarokên xwe û li hemî nifşên di dirêjahiya sed salan de ji bera min
çêdibin” bikim û tê de derdû kulên xwe û ên bav û kalan yeko yeko rêz bikim û
gotinên xwe bi şîretek tund û tûj bi dawî bikim...
Qe li bendê nemînin; Roj noqî Behra Wanê be jî îro ji we re
nabêjim... Lê ez baş dizanim dê sibeh çi dinivîsim, çi nanivîsim!