6.09.2016

Xwedê zarokên me sitar bike...!





Dema mirov bala xwe dide dîroka mirovahiyê, şer, şoreş, serhildan, tertele, reform  çi heq çi neheq, tim û tim bûne sedema dubendî û dijminatiyên kûr û dûvdirêj. Nijadperestî û fanatizm, rik û nefret merivan ewçend guherandiye ku carinan dayîk bûne dijminê zarokên xwe. Mirov, pitikên hevûdu yên hêj destek goşt kuştine, destdirêjiya jin û zarokan kirine, jahrî xistine  ava dijminên xwe, sewal û giha û dar û daristanên hev şewitandine. Çawa ku di dema rakirina  ocaxa yenîçeriyan de qewimiye,  kêlên gorên kesên hedef jî  hûrhûrî kirine, goştên hev dane ber diranan, kezeba hev xwarine dîsa kerba dilên wan dananiye…

Tevgera Azadiya Kurd a li Rojhilata Navîn nûnertiya tevahiya nirx û hêjayî û çanda mirovahiyê daye ser milê xwe, ji roja pêşî heta îro, ti caran nehîştiye ku di nav gelan de dijminatî serdest bibe. Wî ti caran şerekî bêpergal û bêpîvan li ser şervan û gel ferz nekiriye. Ev çil sal e, di guhê gele Kurd  de vê rastiyê xwendiye: “Gelek ti car nabe dijminê gelekî din. Sedema şer û pevçûnan pergala siyasî, desthilatdar, hêzên modernîteya kapîtalîst û dewletên neteweyî yên  cewrikên wan in. Bijî biratiya gelan...”

Di pêvajoya şerê ku îro li Bakûrê Kurdistanê û li Turkiyeyê dikudîne de,  gelê Kurd, digel hemû êrişên nijadperest, digel hemû pest û pêkûtî, îftîra û  heqaret û neheqiyên li ser navê Tirktî û misilmantiyê lê  hatine kirin, li Kurdistanê ti car êrişî ti kesek biyanî nekiriye, nake jî.  Gelê Kurd xwedî vê bîr û bawerî û hişmendiyê ye: 
“ Gelê Tirk apolitik e. Dewlet û çapemeniya ku di bin bandora  dewletê de çi rê bide ber gelê Tirk,  di wir re diçe, bi wî awayî tevdigere. Dewlet, bona ku gelê Tirk piştgirî bide şer, zarokên xwe bişîne şer  Kurda li ber çavê gelê Tirk reş kiriye. Sibe aştî çêbe, dewlet xwe biguherîne, jidil û can bibêje Kurd û Tirk bira ne, wek hev in, xwedî heman maf û berpirsiyariyan in, gelê Tirk wê me hembêz bike, neyartiya nijadperest û paşverûyan wê di rojekê de ji holê rabe… ”

Lê, ev xweşbînî û hêvî û hişmendiya Gelê Kurd sih sal in yek alî ye. Her çiqas dewlet û raya giştîya Kurd û Tirk pir neyne rojevê jî, gele Kurd bi taybetî di bajar û bajarok û gundên Anatoliyê de di bin nijadperstî û êriş û cudakeriyê de nalenal e. Berê “nijadperestan tene” eşkere dijminatiya Kurda dikir, niha olparêz jî li wan  zêde bûn. Di şerê çil salan de, çi ji nezanan, çi ji xwendiyan,  li Turkiyeyê nifşeke weha hat afirandin ku xwîna Kurda vexwe jê têr nabe. Li dehan cihan lînçkirina karmendên Kurd, nefreta li hemberê karkerên demsalî, ji ber strandina bi  Kurdî kuştina ciwanên Kurd, girtina bi ser mal û dikanên wan de, şewitandin, rûxandin, teşhîrkirin,  nedayîna kar û xanî, di stadyûman de, bi girsehî protestokirina rêzgirtina bo qurbaniyê Terorê, herî dawî di xewa şevê de şewitandina Mehmet Aytaç…

Îcar dewlet, çav lê ye mamosteyên Kurd ên li Kurdistanê ji kar bavêje û zarokên Kurdan ên reben, ên hêj nikarin-nizanin xwe biparêzin,  bi tevahî teslîmî mamosteyên biyanî bike û îcar wan di welatê wan de biperçiqîne, bihincirîne, bipelixîne, snoqî bike…

Ka  kî dizane ji wî gurê Mehmet Aytaç di xewa şeve de şewitand , ji wan faşîstên agir berî malan didin, ji wan dilkevirên xizanan ji zeviyan davêjin, ji wan sofîkên aqil di qûnê de, bi tekbîran êrişî misilmanan dikin,  çend heb di dilqê  mamosteyan de werin bikevin şuna mamosteyên Kurd?

Perwerdehiya bi zimanê dayîkê li alîkî, tirsa min ew e ku kesayet û tendirustiya derûnî  ya zarokên me  jî ji dest biçe…!

Heta niha li Kurdistanê,  di her dibistanekê de hebûna çend mamosteyên Kurd û şoreşger , hejmara wan çibe jî zirara mamosteyên nijadperest û serhişk û bihnteng tolere dikir, nerm dikir. Piştî çûyîna wan Xwedê zarokên me sitar bike…!   

  

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin