Dema mirov bala xwe dide dîroka mirovahiyê, şer, şoreş,
serhildan, tertele, reform çi heq çi
neheq, tim û tim bûne sedema dubendî û dijminatiyên kûr û dûvdirêj.
Nijadperestî û fanatizm, rik û nefret merivan ewçend guherandiye ku carinan
dayîk bûne dijminê zarokên xwe. Mirov, pitikên hevûdu yên hêj destek goşt
kuştine, destdirêjiya jin û zarokan kirine, jahrî xistine ava dijminên xwe, sewal û giha û dar û
daristanên hev şewitandine. Çawa ku di dema rakirina ocaxa yenîçeriyan de qewimiye, kêlên gorên kesên hedef jî hûrhûrî kirine, goştên hev dane ber diranan,
kezeba hev xwarine dîsa kerba dilên wan dananiye…
Tevgera Azadiya Kurd a li Rojhilata Navîn nûnertiya tevahiya nirx û hêjayî û
çanda mirovahiyê daye ser milê xwe, ji roja pêşî heta îro, ti caran nehîştiye
ku di nav gelan de dijminatî serdest bibe. Wî ti caran şerekî bêpergal û
bêpîvan li ser şervan û gel ferz nekiriye. Ev çil sal e, di guhê gele Kurd de vê rastiyê xwendiye: “Gelek ti car nabe
dijminê gelekî din. Sedema şer û pevçûnan pergala siyasî, desthilatdar, hêzên
modernîteya kapîtalîst û dewletên neteweyî yên cewrikên wan in. Bijî biratiya gelan...”
Di pêvajoya şerê ku îro li Bakûrê Kurdistanê û li Turkiyeyê dikudîne
de, gelê Kurd, digel hemû êrişên nijadperest, digel hemû pest û pêkûtî, îftîra û
heqaret û neheqiyên li ser navê Tirktî û
misilmantiyê lê hatine kirin, li
Kurdistanê ti car êrişî ti kesek biyanî nekiriye, nake jî. Gelê Kurd xwedî vê bîr û bawerî û hişmendiyê ye:
“ Gelê Tirk apolitik e. Dewlet û
çapemeniya ku di bin bandora dewletê de çi
rê bide ber gelê Tirk, di wir re diçe, bi
wî awayî tevdigere. Dewlet, bona ku gelê Tirk piştgirî bide şer, zarokên xwe
bişîne şer Kurda li ber çavê gelê Tirk reş
kiriye. Sibe aştî çêbe, dewlet xwe biguherîne, jidil û can bibêje Kurd û Tirk bira
ne, wek hev in, xwedî heman maf û berpirsiyariyan in, gelê Tirk wê me hembêz bike,
neyartiya nijadperest û paşverûyan wê di rojekê de ji holê rabe… ”
Lê, ev xweşbînî û hêvî û hişmendiya Gelê Kurd sih sal in yek
alî ye. Her çiqas dewlet û raya giştîya Kurd û Tirk pir neyne rojevê jî, gele Kurd
bi taybetî di bajar û bajarok û gundên Anatoliyê de di bin nijadperstî û êriş û
cudakeriyê de nalenal e. Berê “nijadperestan tene” eşkere dijminatiya Kurda
dikir, niha olparêz jî li wan zêde bûn.
Di şerê çil salan de, çi ji nezanan, çi ji xwendiyan, li Turkiyeyê nifşeke weha hat afirandin ku
xwîna Kurda vexwe jê têr nabe. Li dehan cihan lînçkirina karmendên Kurd, nefreta
li hemberê karkerên demsalî, ji ber strandina bi Kurdî kuştina ciwanên Kurd, girtina bi ser mal
û dikanên wan de, şewitandin, rûxandin, teşhîrkirin, nedayîna kar û xanî, di stadyûman de, bi
girsehî protestokirina rêzgirtina bo qurbaniyê Terorê, herî dawî di xewa şevê
de şewitandina Mehmet Aytaç…
Îcar dewlet, çav lê ye mamosteyên Kurd ên li Kurdistanê ji
kar bavêje û zarokên Kurdan ên reben, ên hêj nikarin-nizanin xwe biparêzin, bi tevahî teslîmî mamosteyên biyanî bike û îcar
wan di welatê wan de biperçiqîne, bihincirîne, bipelixîne, snoqî bike…
Ka kî dizane ji wî
gurê Mehmet Aytaç di xewa şeve de şewitand , ji wan faşîstên agir berî malan
didin, ji wan dilkevirên xizanan ji zeviyan davêjin, ji wan sofîkên aqil di qûnê
de, bi tekbîran êrişî misilmanan dikin, çend heb di dilqê mamosteyan de werin bikevin şuna mamosteyên Kurd?
Perwerdehiya bi zimanê dayîkê li alîkî, tirsa min ew e ku kesayet
û tendirustiya derûnî ya zarokên me jî ji dest
biçe…!
Heta niha li Kurdistanê, di her dibistanekê de hebûna çend mamosteyên
Kurd û şoreşger , hejmara wan çibe jî zirara mamosteyên nijadperest û serhişk û
bihnteng tolere dikir, nerm dikir. Piştî çûyîna wan Xwedê zarokên me sitar bike…!
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder