Me ji bavê wî çi xêr dîtibû, îcar ji kurê wî bibînin
Navê wî yê dirêj Muhammed bîn Îdrîs bin Hüsâmedîn Alî bin Hesen e. Kûnyeya wî Ebulfeyz Mehmet Efendî ye. Sala zayîna wî nayê zanîn. Perwerdeya pêşî li ber destê bavê xwe dît, paşê jî ji alimên herî navdar ên welat... Di zarotiya xwe de terka welat dike, bo xwendinê tê Bûrsayê, li wir dibe dersduberakerê* Qadî Bexdadî yê muderisê Medreseya Sultaniye. Paşê li çend cihên wek Semendîre, Rûdînk, Yenîşehîr, Tirhala, Manîsa û Trablûsşamê qadîtî dike.
Dema qadîtiya li van deran tehrîra bajarên Trablûsşam, Hema, Hums û Karamanê çêdike û bi xêra vê xizmeta mezin, dikeve çavê padîşahê Osmanî, ew wî dike defterdarê Anatoliyê.
Demeke pir dirêj vî karî dike lewma leqebê “defterî” lê dikin. Piştî demeke betaliyê, wî dikin “serdefterdarê defterdaran” ji ber ku ji Xwedê pir ditirsiya û wek karbidestên beriya xwe pereyê dewletê nedidizî. Mehmedê Bitlisî teklîfeke dijberê qanûnan ji kesên ji wî payebilindtir jî bihata di cih de red dikir. Ew li stûyê deyndarên dewletê siwar dibû, heqê dewletê bi zorî ji wan distend.
Qasî sê salan
serdefteriya defterdaran dike lê paşê, ji ber ku li gotineke padîşahê wê demê îtiraz dike ji vî karî tê
dûrxistin. Bi ya hinekan bi xwe dev jê berdaye. Ji wê rojê şûn de ew debara xwe
bi mehaneya malnişîniyê dike, li mala xwe ya li Topxaneya Stenbolê bi xwendin û
nivîsê ve bilî dibe. Piştî ku du lawên wî di qezayeke li ser tengava
Stenbolê de dixeniqin dimirin, ji kerba xewna hevalekî xwe dike mahne û bo çûna hec terka Stenbolê dike lê, sala 1574an dema serlêdana Şama li ser rêya hec, jiyana xwe ji dest dide û li wir jî tê
veşartin.
Mizgefta Mehmetê Bitlisî ya beriya ku hilweşe |
Ebulfeyz Mehmet Efendiyê kurê Îdrîsê Bitlîsî li nêzîkî mala xwe ya li Topxaneyê bi Mîmar Sînan Mizgeft û dibistanek, bo xwe jî tirbeyek dide çêkirin lê, ji ber ku li şamê miribû ev tirbe nebû nesîbê wî. Mizgefta Ebulfazl a gel navê “ Mizgefta Defterdar” lê kiribû sala 1916an şewitî, paşê jî bi gişkî ruxiya wenda bû çû. Hestiyên xizmên wî yên di gorên di hezîreya wê de derxistin birin, di baxçeyê Kiliç Alî Paşa de veşartin.
Kîtabeya mizgefta wî |
Mehmet Efendiyê me bi zimanê xelkê helbest jî nivîsîne. Helbestên xwe bi leqebê Fazlî îmze kiriye.
Gelek berhemê wî yên bi xwe nivîsandî an wergerandî yên tesawifî, wêjeyî û
dîrokî hene.
Ên bi xwe nivîsandine: Zeyl-î Heşt Bîhîşt: Beşeke zêdekirina li pirtûka bavê xwe bûyerên serdema Padîşah Selîmê Yekem e. Li Mûzeya Topkapiyê ye.
Selîmşahname: Dîroka bavê wî ya bi Farisî ya di nîvî de mûswede hîştî ya
derheqê Yavûz Sultan Selîm de ye. Bi fermana Qanûnî Sultan Suleyman wî ev
berhem têkûz û temam kiriye.Him helbestkî him nesîr e. Helbestên wê mijarên
nesîr dubare dike. Wî ev pirtûk sala
1567an diqedîne û pêşkêşî Padîşah Selîmê II. dike. Du nuxseyên wî hene; yek li
Pirtûkxaneya Suleymaniyeyê, ya din li pirtûkxaneya Mûzeya Topkapiyê ye.
Dîwan: Helbestên wî yên bi Erebî, Farisî û bi Tirkî tê de cih digirin.
Wekî din pirtûkeke wî ya dîrokê ya
bi navê Tarîh-î Ebulfazl heye ku bûyer û qewimînên ji Hz. Adem heta roja xwe vedibêje.
Dîsa sîyereke wî ya bi sernavê Cerîde-î Âsâr û Harîde-î Ahbâr jî heye. Xeynî van pirtûkan wî
gelek berheman jî ji Erebî û Farisî li zimanê Osmanî wergerandiye.
Heger we jiyana maqûlo bi baldarî xwendibe, têgihîştine ku ti xêra wî negihîştiye ziman û çand û aboriya Kurd û Kurdistanê û xizm û lêzimên wî.
Heger pirtûkeke tenê an kîtabeya mizgefta xwe bi Kurdî binivîsa ew
ê biba Mihemedê Bitlisiyê delaliyê ber dilê gelê Kurd.