kendisi de kürt olan candaş tolga ışık etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kendisi de kürt olan candaş tolga ışık etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

5.02.2011

Candaş Tolga Işık an Kurdekî Kesayetî derizî


Candaş Tolga İŞİK; rojnamevanekî tirkparêz û Kemalîst ê bi huznê xwe gelek bedew...

Lê gava mirov li çavên wî dinêre dibêje qey ew ne çav in, cotek pencereyên malekî xirabe, xizan, bêxwedî û bê hêvî ne û "şewqa lembayeke don" a lawaz bi zorî ji wan dibare û dide der.

Çend sal berê çawa ku min ew di bernameya televîzyoneke Tirk de dît çavên wî yên derdkêş û xembar bala min kişand. Gava êrişî nirxên gelê Kurd dikir ronahiya çavên wî bêhtir ditemirîn, dimiciqîn û ji dev û rû kîn û nefretek kesnedîtî dibarî. Min di dilê xwe de got;

ev camêr tiştek ecêb û xerîb e...
Heta dawiya bernameyê ez li ber televîzyonê mam û min li çavên wî nihêrîn. Bi min ne xerîb bûn. Paşnavê wî; İşik? Di jiyana xwe de min çiqas mirovên bi vî paşnavî nas kiribin anîn bîra xwe. Na; ne nas e. Di dilê xwe de got , xweziya paşnav Yondem bûya. Wê demê min ê bigota ev xizmê Erturk Yondem ê "neyarê Kurda yê sondxwarî"  ye û di cihê xwe de bisekiniyama...

Çavên wî yên mirî û temirî, paşnavê wî yê wate: Ronahî...
Di google 'ê de min biyografiya  wî xwend; di sala 1978’an de li Stenbolê jidayîk bûye, zanîngeh qedandiye, nizanim paşê li kîjan welatî dîsa xwendiye... Qe qala malbata xwe û jiyana xwe ya takekekesî nekiriye. pesnê xwe daye ewqas...

Candaş Tolga IŞIK Tim û tim bi neyartî û dijberiya nirx û hêjahiyên Gelê Kurd , bi neyartiya Tevgera Azadiya Kurd ketiye rojevê. Osman Pamûkoglûyê faşîst vexwendiye bernameya xwe û bi pirsa “ gelo hûn ê di hilbijartinan de bi BDP’ê re hevkarî bikin, an na?” wî daye kenandin; bi Sevahîr Bayindir re li ser gotina wê ya “ birêz Ocalan” pevçûye...

Bi mehan min serê xwe li ser çavên wî û paşnavê wî êşand. Çar pênc meh berê ji nişkave gotina hevalekî min ya li ser dîroka malbatatek şêxan ket bîra min. Şaxek ji malbatke şêxên "Pifika Şêxan", bi baweriya ku ev paşnav bêhtir li şêxtiyê tê,  paşnavê xwe yê Parlak diguhere dike İşik. Min jê re gotibû; “ma Kurd bi paşnavan na, bo xatirê bav û kalan ji şêxan hez dikin.”  Ew î jî gotibû "ew, niha ji gundê xwe bar kirine çûne Stenbolê... "

Min di nîvê şevê de rûyê xwe reş kir û telefonî wî hevalî kir û jê pirsa Candaş Tolga IŞIK kir:
-Hevalo, tê bîra te, te ji min re qala malbatek Şêxan kiribû. Te gotibû şaxekî ji wan  paşnavê xwe yê Parlak kirine İşik. Ew rojnamevanê bi navê Candaş Tolga İşik ne ji wan be?
- Erê; ew neviyê Şêx Abduselam e...
- Şev baş. Sibeh ez têm cem te.
Heta sibê xwew neket çavên min. Hê dîk azan nedabûn ez rabûm û min berê xwe da mala wî hevalî. Em bi hev re çûn dikana gundîkî wan ê heftê salî...
Hevalê min jê pirsî, kalo bersîvand:

Şêx Abduselam(1905-1985)
Abduselam camêrekî bi eslê xwe ji şêxên gundê “Pifika Şêxan” e. Dewleta Tirk sih çil sal berê navê “ Aydinkavak” li vî gundî  kiriye. Gund li ser navçeya Kaxizmanê ye û şêniyên wî bi tevahî kurd in. Beriya darbeya leşkerî ya 1980, Pifika Şêxan yek ji navendên girîng ên tevgerên çepgir e. Niha jî, şêniyên wî bi gelemperî dilxwaz û alîgirên tevgera Azadiya Kurd in. Aboriya gund li ser cotkarî û sewalvaniyê ye. Gundî bi qasî welatparêziyê di cotkariyê de, di bazirganiyê de, di xwendinê de jî pir jêhatî ne.

Şêx Abduselamê me, di xortaniya xwe de ji Pifika Şêxan bar dike diçe li Kaxizmanê bicih dibe. Di jiyana xwe de tu karî nake; debara xwe bi xêr û zikata kurda dike.

Emînê kurê Şêx abduselam
Şêx abduselam, Hemî zarokên xwe dide xwendin. Kurê wî yê bi navê Emîn jî lîse diqedîne. Emîn xortekî pir bedew û li ser xwe ye. Bejndirêj, zerîn, çavşîn û awaz şêrîn ... Heta heft saliya xwe peyvekî tirkî nizane. Di nava hevalên xwe de bi sitranbêjiya bi Kurdî tê nasîn.

Şêx Abduselam çiqas bi şêxtiyê nav û deng dabe Emîn jî di bîst saliya xwe de ewqas ji rê derdikeve; bi araq û doxînsistiyê (hovardatî) nava gelê Kaxizmanê de û li gundên derûdorê  deng dide. Şêx ji kurê xwe re tirimbêlek dikire û ew pê rêwiyan dibe tîne...

Emîn Mamoste Meralê, dayika Candaş Tolga, bi zorî direvîne
Rojek li gundekî çav berdide keçikeke mamoste ya bi navê Meral ; lê, dike nake keçik rû nadê. Ew bi zorî wê direvîne tîne Pifika Şêxan; gundê bav û kalan. Keçik bi şev û ro hêstirê çavan dibarîne, lê xwe jê rizgar nake. Mamoste Meral ne Kurd e; bavê wê Kemal Ezerî, dayika wê Heyriye Terekeme ye. Zora malbata Meralê  naçe "Emînê Kurd ê malmezin"  û bêdil keçika xwe ya delal  li wî mar dikin. Jixwe rêyek din jî li ber wan nemaye: Emîn ê doxînsist ê girê geriyayî, merala reben xistiye nav nivînan bi zorî...

Rêwîtiya ber bi Stenbolê
Emîn piştî zewacê jî   jiyana xwe ya "bêserûrber û beredayî" ya xortaniyê didomîne.. Çi karî dike biser nakeve. Di şirketeke dermanfroşiyê de dikeve ser kar, lê çendikî şûn de ji wir jî tê avêtin.  Firsenda xwe di kêjan jinê de bibîne bi wê re dostanî datîne, fesala xwe dît karê doxînsistiyê dike. Sibeh êvar serxoş e. Xizmên wî tev jê dûr dikevin. Jina wî ya reben çi hêvî û hezkirin û mirazên wê hene dide zarokên xwe. Di salên 1970 yan de  dike serê mêrê xwe û ji Kaxizmanê bar dikin tên Stenbolê.

Candaş Tolga tê vê cihanê
Li vir Meral Xanim desthilatdarî dide dest. Emînê Kurd  -ê ji refê xwe veqetiyayî, bi araq û şerabê, bi doxîna xwe bilî Bûyî û ji Kurdayetiya xwe destşûştî-  ji xizmên xwe dûr disekine; dikeve bin baskê malbata jina xwe ya Tirk. Ew wek xelat jê re karê ajokeriyê dibînin; hêj heman karî dike. Di sala 1978’an de Xwedê kurekî dide wan ...
Divê navekî wer lê bikin ku bihna Kurdayetî û şoreşgeriya welatê bavo jê neyê; kî û kê bibihîse bila bibê je ew ji heft bavan Tirk e. Nav dikin Candaş Tolga. Paşnav jixwe Işik...

Meral Xanim bi nasname ya xwe ya Tirk û bi bîrdoziya xwe ya Tirkperest di dibistanên herî birûmet ên Stenbolê de mamostetî dike. Çendikî şûn de di Koleja Ahmet Şîmşek de - xwediyê wê Ahmet Şîmşek Dadaşekî neteweperest ê Erziromî ye- dibe rêveber. Şev û roj di guhê zarokên xwe de dixwîne:

“Nebî nebî, bi apanên xwe re, bi xizmên bavê xwe re mirovatî, hevaltî daneynin; ew ne qenc in; tev terorîst in. Hûn çiqas bibin Tirk, ewqas serfiraz û serbilind dibin bê şik.Jixwe bavê we her çiqas Kurdî bizanibe jî bi nijadkî ne Kurd e. Ew ji malbatek seyîdan e; Erebiya xwe jibîr kirine, ji ber ku bi hezaran salan li çiyayan di nav Kurdan de mane...”

Candaş Tolgayê delaliyê ber dilê dayika xwe, cem dapîr û kalikê xwe, di bin siya xalanê xwe de mezin dibe. Heta niha jî ji malbata bavê xwe ti kesî nas nekiriye. Malbata Meral Xanimê hêj di zarokatiyê de ew î bi neyartiya Kurda mezin dike. Ev yek jî têrê nake, di şûna çîrok û xewroşkan de, wî bi çîroka jiyana bavê wî dikin xew:
"Emin ê te, çi aniye çi neaniye serê dayika te ya reben û stûxar, çawa bi zorî wê revandiye, bi darê zorê çûye dorê, çawa ew bi hêstirê çavan pêre zewiciye ji neçariyê..."

Gava min jiyan Candaş Tolga IŞIK guhdarî kir fotografê bi hezaran zarokên Kurdan ên kesayetî derizî, lerizok û "xwedî nexweşiyên bênasnametiyê" hatin ber çavê min.

Gotinên desthilatdaran ên wek “ em wek neynok û goşt bi hev re zeliqîne; me keçikên xwe dane Kurda, keçik anîne ji wan” ketin bîra min.
 belê;

Candaş Tolga IŞIK ê Kurê Emîn ê esil Kurd,
neviyê Şêx abduselamê Pifika Şêxan;
heyfa dayika xwe hiltîne ji hemî Kurdan.

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin