Karkerê bi navê Mûrat Yalçin, dema ji kana komirê ya Somayê
birîndarî hatibû derxistin û li ser sedyeyê hatibû vezilandin gotibû; “ ez ê
gîzmeyên xwe derxim, bila rûber (çarşev, pîne, ortî) qilêr nebe”
Bi ya hinekan, ew di mijara xwedîderketina li malê dewletê merivek
ewçend hesas bû ku bi gîzmeyên xwe yên qilêr nexwestibû pêlî rûberê çîlspî yê sedyeya dewletê
bike û wê bilewitîne...
Hinekan jî serê xwe li ser pir neêşandin gotin; “ rebeno, hiş di
serî de nemabû, lewre weha gotiye...”
Rojnameger piştî çend rojan bi wî re peyivîn û xwestin vî merivê qenc bi raya
gişkî ya Turkiyeyê baştir bidin nasîn; ji ber ku gotinên wî dil û kezeba
hemwelatiyan peritandibû.
Di wê hevpeyvînê de derket holê ku ew ji Agiriyê ye û malbata wî
ji ber xizaniyê di salên 80’yan de welatê xwe di cih de hîştiye û hatiye
li navçeya Kirkagaçê ya Manîsayê bicih bûye. Dîsa em pê hesiyan ku sê birayên Murat jî di
heman kanê de wek karker dixebitin...
Gava meriv rewşa Kurdên gundî, bi ser de xizan, ên ku “terka welat
kirine û hatine gund û bajarokên Egeyê” baş bizanibe derûniyeta Mûrat’an
çêtir dizane.
Çi Kurd çi Tirk, gundî ji bajariyan bêhtir bi çand û ziman û
rabûn û rûniştandina xwe ya gelêrî û neteweyî ve girêdayî ne. Gelek Kurdên Gundî bi taybetmendiya xwerû Kurd û Kurdistanî tên li ber pozê Tirkên "xwerû Tirk" bi serde "neteweperestên bihnteng" hêlîna xwe çêdikin. Her du serî jî nûnertiya netewek dike, her yek bi rewş û girêdana, bi rabûn û rûniştandina xwe ji hev pir cuda, bi zimankî ji hev pir û pir dûr...
Di gundîtiyê de, ji alî hilberîna gundiwarî ve nêzîkî hev bin jî, gelê Tirk, ji ber ku netewa serdest e, ji sazkirina komarê
virde tim û tim xwe li ser gelên din kuştiye, hê jî xwe li ser hemî gelên din dibîne. Bi ser de dewleta Tirk di pêvajoya her
serhildanê de neteweperestî û şovenîzmê, rik û nefretê li seranserê Turkiyeyê
serdest, li ser Tirkan ferz kiriye ku di
çûyîna şerê Kurdan de ciwanên Tirk dilxwez bin; Tirk ji "destengî û mihûziya ji şer peyada dibe" gilî
gazincan nekin; zarokên xwe bidilê xwe bişînin ser gelê Kurd.
Her cara ku ciwanên Tirk bo leşkeriyê çûbin Kurdistanê bi Kurdên gundî ve rûbirû mane. Bi xwe jî ji nav gundiyên Anatoliyê yên xizan û
belengaz derketibin hatibin jî, derûniyeta leşkeriyê li wan dike ku ew bi çavê
fermandarên xwe li gundiyên Kurd mêze
bikin û wan wek merivên har û hov, qilêr û durû, sextekar û xayîn, wek merivên kuştinê heqkirî
bihesibînin.
Ev bawerî û têgihîştina şaş, ev şablona “qaşo” kurd, heta dawiya temenê wan li ser kesayetiya wan bandoreke
mezin dike. Exlebê wan dibin neyarê sondxwarî yên gelê Kurd. Ew vê dijminatiyê, vê
şablonê radigihînin jin û zarok û xizm û lêzimên xwe jî... Bi taybetî di gund û
bajarok û bajarên "ne kozmopolît" de nefreta ji Kurdan digihîje asta herî jor.
Gundiyên Kurdistanê yên herî xizan û belengaz, gundiyên herî
kurdewarî, ên bêpîşe û bêsenaet bi hêviya ku di baxçe û zeviyan de, an di karên
li gorî karkerên nekalîfiye de bixebitin, xwe didin van deveran. Ew rastî
nijadperestiyeke ewçend tûj û tahl tên ku perr û baskên wan dişkê, dibin wek
pepûkan. Bi xwe jî zarok û zêçên wan jî rastî pest û pêkûtî û heqaretên ecêb tên.
Gelek caran ew dikevin tatêla canê xwe. Du rê dimîne li ber wan; an ew ê
vegerin welatê xwe, an jî serê xwe bikin ber xwe, bitelin bimÎnin.
Ên ku dimînin û “nanê Tirkan dixwin” divê heta ji wan tê di demeke kin de xwe ji kurdayetiyê bişon,
xwe ji kirasê kurdbûnê rizgar bikin,
xwe fêrî Tirkiyeke baş bikin,
ji Tirkan bêhtir Tirk bixwiyên;
xwe bikin qurbana mal û hebûna dewleta Tirk,
ti car quretî nekin, nefsbiçûk ,
xêrxwaz, helîm û selîm bin...
Gava PKK, mafê Kurdan, tekoşîna gelê Kurd dibe mijara gotinê, divê ew teqez çend çêr û dijûnan bidin ser hev û bi ser “terorîstan” de bişînin...
Lê ji van gişkan girantir ew êdî ji xwe jî xweş nînin, hez ji xwe jî nakin...
Ew ji Kurdbûna xwe, ji rengên xwe, ji şêl û pêla xwe sil dibin. Xwe tiştek bêqîmet dihesibînin...
Ên ku dimînin û “nanê Tirkan dixwin” divê heta ji wan tê di demeke kin de xwe ji kurdayetiyê bişon,
xwe ji kirasê kurdbûnê rizgar bikin,
xwe fêrî Tirkiyeke baş bikin,
ji Tirkan bêhtir Tirk bixwiyên;
xwe bikin qurbana mal û hebûna dewleta Tirk,
ti car quretî nekin, nefsbiçûk ,
xêrxwaz, helîm û selîm bin...
Gava PKK, mafê Kurdan, tekoşîna gelê Kurd dibe mijara gotinê, divê ew teqez çend çêr û dijûnan bidin ser hev û bi ser “terorîstan” de bişînin...
Lê ji van gişkan girantir ew êdî ji xwe jî xweş nînin, hez ji xwe jî nakin...
Ew ji Kurdbûna xwe, ji rengên xwe, ji şêl û pêla xwe sil dibin. Xwe tiştek bêqîmet dihesibînin...
Belê, gava min ji devê Mûratê
Agirî hevoka “ bisekinin ez gîzmeyên xwe derxim, bila rûberê sedyeyê qilêr nebe” bihîst,
mejiyê min serobino bû.
Piştî ku min di hevpeyvîna pê re hatibû kirin de gotinên wî yên “Xwedê zewal nede netew û dewletê, ew çarşev malê dewletê bû, lewre mi nexwest ew qilêr bibe” xwend agir bi kezeba min ket. Bê hemdê min ev gotin ji devê min derket:
Piştî ku min di hevpeyvîna pê re hatibû kirin de gotinên wî yên “Xwedê zewal nede netew û dewletê, ew çarşev malê dewletê bû, lewre mi nexwest ew qilêr bibe” xwend agir bi kezeba min ket. Bê hemdê min ev gotin ji devê min derket:
“Kurê min, ez qurbana wan çavên
te yên reşbelek, çi kirin bi te ku tu xwe hêjayê parçeyek pîne jî nabînî?”