31.01.2010

RÊZ Û RÊÇIKÊN DENGBÊJIYÊ

Mamoste Marûf
Roja ku ziman di devê mirovan de dest bi gerê kiriye hunera devkî jî pê re... wêjeya devkî; kilambêjî, stranbêjî, helbestvanî, dîrokzanî, destanbêjî, çîrokbêjî navê tevahiyan bikin yek û hema bibêjin dengbêjî...

Hunermendên hunera devkî, gotinan ew qas xweş li hev anîne ku bîr û mejiyê mirovahiyê ev çend hezar û çend sed sal e tu car ew jibîr nekirine: Homerosê Yewnanî yê 2800 sal berê li ber devê Behra Egeyê, Îmrul qeys’ê Ereb ê 1400 sal berê li çolên Erebistanê, Trûbadûrên qirna navîn ên gerok ên 1400 sal berê li deştên Ewropayê; Evdalê Zeynikê yê 200 sal berê li çiya û zozanên Kurdistanê, Dadaloxlî yê 150 sal berê li Torosên Edeneyê... Ji wan her yek li deverek wek şitlek şîn bûne, li ser axa xwe geş bûne bûne çinar, bi reh û çiqil û pelên xwe çawa ku kal neviyan, ew jî hemî mirovên li ser rûyê cîhanê hembêz kirine û çi di kîsên wan de hebe bi comerdî pêşkêş kirine. Lê hezar heyf e ku dora pêşî bi derketin û di nav gelan de belavbûna nivîs û pênûs û lênûskê; dûvre bi lehiya telefon û radyo û plak û teyîp û televîzyonan, çanda devkî ya xwezayî û jixweberî ya bi deh hezaran salan, hema bigire li tevahiya welatan koça xwe ya dawî kir.

Heke we bala xwe dabe, me got “hema bigire” li tevahiya welatan... Belê li du sê welatan (Aborjînên Avûsturalyayê û li Mongolîstanê ) hunera devkî wek ahengeke folklorîk û tûrîstîk li ser xwe mabe jî li Kurdistanê ligel qedexekirina zimanê Kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên serdest bi navê dengbêjiyê bi birîndarî be jî bi awayekî zindî di nav gel de hê jî dijî. Konser û şevbêrk û şahiyên dengbêjan ji gelê kurd elaqeyek mezin dibîne. Di gelek dawet û şahiyan de, muqabilê perekî ne kêm, kilam û stran bi dengbêjan didin gotin; berhemên wan wek CD û kaset xwedî bazareke taybet e.

Kî çi dibêje bila bibêje, îro di kesayetiya dengbêjên me de Homeros, Îmrul qeys, hemî trûbadûrên Ewropayê, Dadaloxlî û Qereceoxlan, xwe spartine çiyayên Kurdistanê, ketine ber bextê gelê Kurd.

Ew, dengbêjên me yên xwedî mejiyên bibîr û bi adan in ku bi hezaran kul û keser û evîn û serfirazî û bextreşî û kêfxweşiyên mirovên pêşiyên xwe dane ser ên nifşên xwe û bi hezaran salan e, bê sekn û bê navber bi xweş seda û awaz û gotinên xwe pêşkêşî me dikin.

Dengbêjî çavkaniya mûzîka Kurdî ye. Ev navê hevedudanî ji peyva “deng” û ji raweya fermanî ya lêkera “gotin”ê çêbûye bibêje>bêje> bêj Deng+bêj Ev her du peyv bi hev ve tê wateya “ragihînerê dengan “ an “ragihînerê bi riya dengan”

Wek têgeh jî mirov peyva “dengbêj”dikare wiha terîf bike: Mûzîsyenên jêderka mûzîka kurd; merivên bibîr ku bûyerên civakî yên şahedî kirine an çîrok û serpêhatiyên ku bihîstine bi meqamkî, jiber ve dibêjin.

Dengbêj, bi gelemperî helbestvan û mûzîsyenên bi taybetmendî û nirxên çanda devkî perwerdebûyî ne.

Hunermendên bê xwendin û bê nivîsandinên bibîr, xwedî qabilîyeteke pir bi hêz a teswîrkirinê ne û dikarin şêwe bidin gotin û dengan û ew estetîze bikin; her wiha ew çi ziman çi kevneşopî çi şert û mercên civakî û aborî dibe taybetmendiyên civaka xwe baş dinasin.

Bi awakî din, mirov dikare bibêje ku; dengbêj ew vebêj in ku serpêhatî û destanên gelêrî yên Kurdan bi newayan(melodî) dihonin û di demeke diyarkirî de pêşkêşî guhdaran dikin.

Dengbêj, hunera xwe li li van hawiran pêşkêşî guhdaran kirine:

1. Dîwan: Di Kurdî de tê wateya odeya mirovên birûmet, civata rûsipiyan, civat, ode. Di çanda dengbêjiyê de wek cihê ku lê tê rûniştandin tê zanîn.

Di odekê de, ji cihê ku lê çend dengbêj rûdinên û bi civatkî kilaman dibêjên re “ dîwana dengbêjan” tê gotin. Ev dîwan berê di malên mîr, paşa, axa û began de an jî di yên mezinên gundan de dihatin li darxistin.
2-Şevbêrk (şevbuhêrk) : ji peyva şev û buhêrk a ji lêkera “buhêrandin”ê çêbûye. Wateya wê “derbaskirina demê”ye. Mirov dikare “buhêrk”ê wek karê bi dawî dibe lê, careke din dîsa tê kirin an wek “seans” jî bi nav bike. Bi têgehkî maneya wî civatên şevînî, şahiyên şevînî ye.

Berê di malên malmezinan de, bi taybetî di şevên dûvdirêj ên zivistanan de şevbêrk dihatin sazkirin û dengbêj beşdarî wan dibûn û bi saetan kilam û çîrok û destanan digotin. Di van şahiyan de ji cihê ku dengbêj tevlî rûsipiyan lê rûdiniştin û hunerên xwe pêşkêşî gel dikirin re “ dîwan” dihat gotin.

Rê û rêzikên dîwana dengbêjan

Dengbêjî, yek ji hunerên herî kevnare yên mirovahiyê ye. Wek hemî hunermendan dengbêj jî hunera xwe bi şêwe û rewşek taybet, di hawirekî resen de pêşkêşî civateke dilxwaz dike. Ev peyva dawî pir girîng e. Dengbêj tu car bi zorî xwe nade guhdarîkirin. Di vî warî de ji stranbêjî û ji mûzîka enstrûmantal gelek cuda ye. Wek mînak di dema ziyafeteke de alîkî ve mêvan dikarin bixwin vexwin, ji aliyê din ve jî hunermend dikarin stranan bibêjin, an li tembûrê bixin; lê dengbêj na... Divê civat bi tenê bona guhdariyê li wir be û bi awakî beşdarî ruhiyet û hestên dengbêj bibe.

Dengbêj wek navê ku lê ye, bi dengê xwe bûyeran, hest û nêrînên xwe vedibêje. Loma dengbêj e. Di vî warî de hunera dengbejî ji şanoyê jî cudatir e. Şanoger heke bi taybetî daxwaz neke, temaşevan tu car bi kêfa xwe nikare hestên xwe bide der.

Gav bi gav taybetmendiyên dengbêjiyê û civata dengbêjan 

1-Vexwendin 
Dengbêj mirovên pir hestiyar in. Divê ew heta dibêjî bi hurmet bi siyanet bên pêşwazî kirin û vexwendin. Ew, vê hunera xwe wek endezyar û bijîşk û dadger û parêzeran ne bi tenê bi mejiyên xwe û bona pere; bi hestiyarî û bi dilşewatî û bi diltenikiya xwe, bona navûdeng û bona rêz li wan bê girtin bi dest xistine û didomînin.
Dengbêjî ne pîşe ye; huner e. Wek li hosteyek li derahanê tê kirin; bazara xwe bike û pê karê xwe bide kirin nabe. Dengbêj her çi qas bi hunera xwe debara xwe bike jî hurmet û rêzgirtin ji bo wî/wê ji pere girîngtir e.
 Ew digel pereyek bikêr û kafî, li hêviya rêzgirtina vexwîner û xwediyê malê û guhdaran e jî.

Gelek dengbêjên me ji şerman, ji rûnermiyê daxwaziya pere nakin. Lê ger mebesta vexwendina wan ne xizmeteke bê pere ya ji bo gel be, divê teqez heqê deng û ked û xwîdana wan heta ji dest tê zêde zêde bê dayîn. Ji ber ku divê mirov wan layîqê jiyaneke serfiraz û bi rûmet bibîne û rê nede şerpezetî û perîşaniya wan.Jixwe berdewamî û ragihandina dengbêjiyê “ji nifşek a nifşa din” bi vê yekê ve têkildar e.

2-Hawir:
Çawa ku ji bo şanoger dik û şano pêwîst be, ji dengbêjan re jî hawirekî taybet divê. Heke dengbêj li maleke hatibe vexwendin, divê cihê wê/wî li jorî odeyê, li kêleka xwediyê malê, an mezinê malê be. Ew, car heye bi saetan rûniştî kilam û çîrokan dibêje. Loma divê cihê wî/ê pir rehet be.

Heke çend dengbêj bi hev re hatibin vexwendin û dê bavêjin ber hev, divê li nêzî hev bên rûniştandin. Ew rêza rûniştandina xwe ya li dîwanê, di nav xwe de, li gorî mezinatî û biçûkatiyê bi xwe destnîşan dikin.

Dengbêjî bê tizbî nabe. Dibe ku di destê yê li serî rûniştî de tizbî tunebe, xwediyê malê, rûsipiyê civatê an vexwîner yeka mezin dide destan û bi gotina “ de kerem ke ...” rê li ber gotinê vedike. Ew dev bi kilama xwe dike, diqedîne, hahî dike û tizbiyê dide yê li tenişta xwe. Bi vî hawî ev tizbî heta dawiya dîwanê di destê dengbêjan de digere.

Li ku dibe bila bibe divê mirov mîkrofonê nede destê dengbêjan. Her du destên dengbêj gere jê re bêne hîştin; ew bi wan tizbiya xwe digerîne, ax û wax dike, yekî dide ber guhê xwe, yê din dihejîne, xwîdana xwe paxiş dike... Cih pir mezin be û hewcedarî bi mîkrofonê hebe wê gavê him bona ew têkilî bi guhdaran re deynin û nekevin bin tesîra mîkrofonê, him jî bona dagirtina hemî dengên hawirê mîkrofonên dorhêlê “yên li jorî dikê bicihkirî” gelek baş in. Ew jî nebû, ji wan ên sikuran (berstûk) an ên piştan ên bê qablo; ew jî nebû yên “bi pî yên kin” bidin ber wan dibe. Heke mîkrofoneke tenê be; divê kesekî bona girtin û gerandina mîkrofonê bê peywirdarkirin.

Bi ya pîsporan gelek caran mîkrofon dibe amûrek biçûk a desthilatdariyê û xeynî kesê ku mîkrofonê digire û dibêje yên din tev pasîf dimînin. Bêçalakiya guhdaran li dijî çanda civata dengbêjiyê ye.

A din jî, dengbêjên me bi piranî xerîbê mîkrofonê ne. Ew hîn bûne destên xwe davêjin ber guhekî an herdûkan û rê didin dengê xwe, da ku deng bêhtir ber bi guh ve biçe û bikaribin dengê xwe akord bikin û xwe ji detonebûyînê biparêzin. Lewma ew çiqas ji mîkrofonê dûr bisekinin çêtir e.

Gava dengbêj kilaman dibêjin, divê mirov xeynî ava şerbetê an jî ava xalî ya hênik, tu tişt nede ber wan. Çay, qehwe, fêkî û çerez di dema bêhnvedanê de bên pêşkêş kirin çêtir e.

Xwarina dengbêjan divê çend saet beriya kilambêjiyê bê dayîn û ji zadên sivik pêk bê. Xwarina zêde şor û bi rûn, sawar, tiştên vexwarinê yên bi gaz(Kola, gazoz ) ên dibin sedema qulpikan; li dengbêjan nayê. Ew bi zikê birçî jî bi zikê werimî jî nikarin li gorî dilê xwe kilamên xwe bibêjin.

Dengbêj gava dibêjin hemû bêhn û bal û hiş û mejiyê xwe didin ser ziman û deng û naverok û hestên kilaman. Ji ber vê yekê divê gava kesek ji derve hat, bêdeng, hêdîka bikeve hundir; bi çavan civatê silav bike û li cihê herî nêzîkî derî rûnê. Ên di civatê de -ê jiderve hatî kî dibe bila bibe- divê bi dengê bilind merhebatiya wî nekin û heta bêhnvedanê li dengbêj guhdarî bikin. Heke dengbêj li saloneke bên vexwendin beriya destpêka kilambêjiyê, wek li şanoyan dibe, derî bên girtin baş dibe.

Gere li ser dikê dîwanxaneyek bê sazkirin. Ev dîwan di malên berê de sewkiyek bi xalîçe, bi balgî û bi doşek bû.

Divê mirov dîwanên niha dîsa bişibîne ya dema zêrîn a dengbêjiyê; dîwana Evdalê Zeynikê.

Heke li dîwaran xaliyên kurdî, tivingeke çaqmaqlî an modolî, şeşagirek (demançe), Quranek di qilfê xwe de, nîgarek şahmeran a destneqişkirî û wêneyên mezinên Kurd û Kurdistanê, çira an lambeyek kevnare, sênîyek neqişkirî ya dîrokî; li erdê kulavek rengîn, li quncekî misînek destavê hebe, li ser derûniyeta guhdaran tesîrek baş çêdibe.

Ev dîwan ya elewiyan be, bê wêneyên Elî, Hesen û Husên û Muslimê Xoresanî nabe.
kincên dengbêjan:
Li ser kincên dengbêjan ên li diwanan, nêrînên cûr be cûr hene. Bi ya hinekan divê ew teqez bi kincên herêmî beşdarî van bernameyan bibin û di warê dîtbarî de jî bibin parçeyek xweş a dîmenek diwanê û pirremgîniya çanadî nîşanî temaşevanan bidin. Lê, etnomûzîkolog Dr. Robert REIGLE di vî warî de cuda difikire û dibêje: “ Heke ev çand zindî be, divê kincên dengbêjan ji yên di jiyana rojane de li xwe dikin pêk bê û xwezayî be. Divê yên her dem kincên neteweyî li xwe dikin di dîwana dengbêjan de jî bi heman girêdana xwe cih bigirin. ”

Bi ya min dengbêjî hêj zindî ye û ez jî dibêjim ew bi kincên ku di nav gel de li xwe dikin derkevin pêşberî civakê. Ev yek dike temaşevan û guhdarên ciwan, ew bi hunerkî û bi kesayetî ji xwe re bikin modeleke rasteqîn. Hêvî ew e ku bi vî awayî hinek ji wan bibin şopînerên wan û vê kevneşopiyê bigirin, ragihînin nifşên paşerojê.

Cihê rûniştandinê
Gava dengbêj li dîwanê rûnişt; balgiyek nerm li palê, yeka din jî li kêlekê be ku dema destê xwe davêje ber guhê xwe milê wî neqerime.

Heke yê vexwendî sazbendek elewî be, wê carê divê dora wî vala bê hîştin, da ku bikaribe tembûra xwe virde wêde bi hêsanî bibe bîne, bihejîne. Divê dengbêj û sazbend li ser sandalyeyên hişk neyên rûniştandin, bi xwe nexwestibin li ser piyan neyên sekinandin.

3- Guhdarî kirin:

Guhdarî kirina dengbêjan edebek mezin e.
Rê û rêzikên wî bi hezaran salan e neguherîne, heta roja îro hatine. Gava dengbêj li dîvanê rûnişt, xwediyê malê an rûsipiyê civatê dengbêj pêşkêşî civatê dike. Di serî de dengbêj, bi dilê xwe li gorî rewşa derûnî ya civatê kilamên xwe dibêjere û dibêje. Xwestekên guhdaran dûre ye. Piştî çend kilaman ew bihna xwe dide û li benda xwestekan disekine.
Di warê xwestekan de helwestên dengbêjan ji berê de ji hev cudatir in.
Ferzê yê şagirtê Evdalê Zeynikê, xwedî repertûwarek ewqas mezin bûye ku gelê Kurd navê kîjan kilamî zanîbe û jê xwestibe teqez tevahiyan gotiye.

Şagirtê wî Reso’yê gorbihûşt “Şahê Dengbêjan” an “Kewê Ribat” jî wisa bû ye, lê wî xwestekan li dawiyê hiştiye. Kilamek ne bi dilê wî be tu car negotiye.

Huseyno yê me yê rehmetî yê “dengbêjê dil û mirazan” ji xwestekan re pir û pir jêhatî bû.

Zahiro yê me yê Mûşî jî ji xwestekan re pir jêhatî ye.

Salihê me yê Qubînê, gava nexwaze bibêje gotina wî ev e: “ Ez ji heqê vê kilamê dernayêm”

Xeniyê me û Mihemedê Beyro çi kilameke di bîra wan de be dibêjin.

Zulkîfê Qado, kilaman di mejiyê xwe de dike rêzê; heke kilama ku tê xwstin di rêzê de be bi çavan îşretek tebatkirinê dide kilamxwaz û dora kilama wî hat dibêje. Ne di rêzê de be eger wext bimîne, bizanibe dibêje.

Gava dengbêj  dev bi gotina kilaman dikin, çi di serî de, çi di nav kilamê de, çi di dawiyê de tu car li çepikan nayê xistin! Tu tişt nayê xwarin û vexwarin.
Li Herêma Serhedê ji ber ku şekirê kirtleme tê bikaranîn û şingîniya kevçiyan tune ye, hin caran çay tê vexwarin, lê ev yek jî ne di cih de ye. Berê, kesên ku bi kuxikê diketin û zêde dikuxyan jî di civata dengbêjan de rûnediniştin. Divê civat bi baldariyek mezin li dengbêjan guhdarî bike û bi deng û çav û bedena xwe beşdarî “cihana ku dengbêj teswîr dike” bibe û hestên wî pê re parve bike.

Gava dengbêj dengê xwe bilind û dirêj kir; kaliya û gihişt asta bilind a hestiyarî û coş û kelecana kilamê û bi xwe dilzîz bû û civatê jî xist bin tesîra xwe; divê guhdar ji dil biqîrin û ji van gotinan yekê an çendan bibêjin: “ Can, can, can! Her bijî! Tu nemirî, nemirî! Dikale, dikale! Bilbilê Kurdistanê! Te dil û cengên me anîn xwarê! Te me li çiya û zozanan gerand! Wey can, can! Şahê dengbêjan! Her bijî (nav) her bijî! Hwd.

Gava di kilameke de bûyerke balkêş tê vegotin bona ku bi dengbêj bidin zanîn ku lê tê guhdarîkirin, li gorî wateyê bi dengekî bilind ji van gotinan yek tê gotin:
“Weyla mala te xirab bûyo! Te mêr dît! Xwedê sebrê bide. Hwd.”
Dema esdanê (rawestin, bêhnvedan) dengbêj “hahî” dikin; divê guhdar jî tevlî dengbêj ji dil dirêj bikin bibêjin “ hahîîî ” û dûvre jî “sihet xweş...”


Kurdên Elewî
Di nav kurdên elewî de ji bo dengbêj û sazbendan bêhtir rêz tê girtin; ji ber ku ew wan wek mirovên pîroz, guhdrkirina wan jî îbadet dihesibînin..  Di demê de ( semah) gava sazbend lêdixe û dibêje, kesên di civatê de, serê xwe dikin ber xwe û him digirîn û him guhdarî dikin. Gava hestiyar dibin û kela wan radibe dibêjin: “ Erêêê erê lawo! Nemirîîî, nemirîîî! Eeerê (navê sazbend) erê! De bes e lawo, de bes e, te me heland! ”

Guhdar, gelek caran- çi heval, çi dê û bav û bira û keç û kur - kî û kê bibîr bînin; ji kê hez bikin “dikin şûna pîr” û dibêjin: “ Pîrê min tu li kuyî were; de zû were; kekê min were!”

Yek caran jî, miriyên xwe tînin bîra xwe û deng li wan dikin:
“ Xalo, de min bibhîze ha!”
Digel bibîranina mirî û zindiyan ev hurmet û tewînek bo pîr û sazbend e jî
Nîşaneyên hostatiya dengbêjan
Dema çend dengbêj di civateke de digihîjin hevûdu, davêjin ber hev, guhdar bala xwe baş bidinê, hinek jî bi zanetî li wan guhdarî bikin, rastî taybetmendiyên balkêş tên û kêfa wan zêdetir dibe.

Gava yê dora pêşî dev bi kilama xwe dike, di ewka pêşî de beşavendeke(qafiye) bikartîne. Hostatî ew e ku di dawiya kilamê de jî heman beşavendê li hev bîne û bi wê beşawendê bidawî bike. Heke ji bîr bike, an jî nikaribe li hev bîne, ew kilama ku gotiye ji hêla dengbêjên din ve tê betalkirin û heman kilam ji serî de ji aliyê dengbêjê di rêzê de careke din tê gotin. Wek mînak;

“Diharê Xîtikê ketime berê bayê”
...

Kilamek bi beşavenda “berê bayê” destpêkirî, wek di şewaneyên li jêr, di peyvên “vê ebayê“ de tê dîtin bi beşawendeke çiqas dewlemend biqede ew qas serkeftî ye.
 ...
“Guleke berî Egîdê min dane, xwîna sor û gewez Niqutî ser biskê vê ebayê.”

Di dîwana dengbêj û sazbendan de divê guhdar van taybetmendiyan bizanibin, hestên xwe qet veneşêrin û bi awakî aşkere bidin der. Ev xelata herî mezin a bo dengbêjan e û dikeve şûna çepikan.

4- Dawiya dîwanê: Gava dengbêj an sazbend biweste, an bibîne ku civat westiyaye û êdî bala xwe nadê, an êdî wext dereng be, destûr dixwaze û kilamên xwe diqedîne.

Dengbêj û Xwediyê malê an vexwîner, heke berê bazara xwe nekiribin xelata (xelat bi gelemperî êdî wek pere tê dayîn) dengbêj tesbît dike û didê. Ev pere divê bi dilê dengbêj/sazbend be û bi dizîka bê dayîn.
Huner bi pere nayê pîvandin; jiber vê yekê divê mirov nebêje heqê te ev qas e û pê re bazareke bi xirecir bike. Gotina “ ne hêcayê te ye, lê ez ev qas diqedînim” di cih de ye.

Dawiya gotinê: Îro kurd hê têdernexistibin jî, çanda dengbêjiyê ew qas xweser û resen e ku ger bi dorfirehî bê nasandin di paşerojê de dê ew bibe hebûn û hêjahîya herî balkêş a Cihanê; jiber ku ew dayika wêje û tevahiya zanistên civakî ye û bi rewş û şêweya xwe ya bi hezaran salan berê hê jî li Kurdistanê dijî.

Her çiqas ev çand heta niha bêkes û bê xwedî hatibe hîştin û bi awakî bê pergal, çawa lê hatibe wisan hatibe pêşkêşkirin dîsa jî ji ber bingeha xwe ya bi hêz, taybetmendiya hunerî ya xwe ya resen bala hemî zanyar û kesên evîndarên çand û hunerê dikişîne ser xwe. Bi ya Dr.Robert REIGLE, Etnîmûzîkolog, Peywirdarê Perwerdehiyê yê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, di gel ku heta niha tu car di hawirek otantîk de li dengbêjan guhdarî nekiribe jî, “şêwaza bikaranîna deng” ên dengbêjan pir û pir balkêş û resen e. Ew dibêje; “heke ev huner di warê dekor û estromanan de bê dewlemendkirin, di paşerojê de dê ew di qada navneteweyî de bê naskirin û bibe yek ji hêjayîyên girîng ên mîrovahiyê” Ji ber vê yekê divê ew neyê dejenerekirin û bi heman reng û dewlemendiya xwe bê parastin û jiyandin.

Çavkanî: 
Dengbêj Salihê Qubînê ( hevpeyvîn 14.11.2009, li NÇM-Stenbol) ·

Dengbêj Zulkîfê Qado (07.11.2009, Goma Qilî, Tatos, Erzirom) ·

Dengbêj Xeniyê Beyro ( hevpeyvîn 14.11.2009) 

Naci Korkmaz (kurê Eliyê Cûne yê sazbend ê Kurdên Elewî yên Qizilcûkê, Hevpeyvîn: 25.10.2009) 

Dr.Ehmed Kaya, Hunermend û sazkarê Koma Amed û Koma çarnewa( Hevpeyvîn: 21.11.2009) ·

Dr.Robert REIGLE, Etnîmûzîkolog, Peywirdarê Perwerdehiyê yê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê(Hevpeyvîn 06.12.2009 Stenbol) ·

Özlem Aktaş, Lêkolîna li ser “Dengbêjan û Kevneşopiya Dengbêjtiyê, Siparteka qedandina beşa Perwerdehiya deng a Konservatûara Dewletê ya Mûsîkiya Tirk a Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, 2009

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin