23.03.2018

Aboriya Serhedê, beriya Komara Tirk

Srrjimara navenda Erziromê beriya Komara Tirk  bi piranî Kurd û Ermen bû. Bi têkçûna Serhildana Şêx Seîd re dewletê ji  Qerdenizê û ji Qefqazan Tirkan anî li vir bicîh kir. Li dijî Kurdên  mayî nijadperestiyeke kesnedîtî hat meşandin. 


Ev belgeha li jêr ya derheqê sewalvaniya wîleyeta Erziromê de(Ev wîlayet Qers, Agirî,Wan, Mûş, Bidlîs, Ezirgan jî di nav de, hema bigire tevahiya  herêma Serhedê dida ber xwe),  di rûpeleke Rojnameya Fransî ya sala 1904'an de hatiye weşandin. Min ew ji  arşîva Pirtûkxaneya Neteweyî ya Fransî girt û bê şîrove, bêyî ku tiştekî lê zêde an kêm bikim, wergerand Kurdî. Lê, berê dixwezim hin nêrînên xwe pêşkêşî we bikim.



Çîroka vê nivîsê

Di  xortaniyê de  ez gihîştim nifşa mezinên ku civantiya wan di sedsala XIXan de derbas bubû. Wek mînak, apê bavê min; Hecî Yadînê gorbihûşt, sala 1983yan,  ji sed salan pir emir kiribû ku çû ser heqiya xwe. Dîsa  heta zarotiya min a dereng, her heft mezinên me yên di maciriyê de ji mirinê xilas bubûn hêj li ser xwe bûn. (Gundê me beriya maciriya 1916'an 40 mal e, ji çil malan 7 kes tenê bi saxî vedigere) 


Hecî Yadîn, beriya keraseta maciriya 1916an a Serhedê serobino dike, bi Amojna Dîlber (Amojna Dîlo) re dizewice, 7 zarokên wan çêdibe.(Her heft jî di maciriyê de dimirin). 
wî, dema behsa rewşa xwe û ya gundiyan a beriya maciriyê û beriya Komara Tirk dikir,  rûyê wî dikeniya. Gelek gotinên wî hêj di gohê min de ne; "her tişt ji serê me zêde bû. Birên pez (keriyên pez) serî hebû, binî tinebû.  Debo (teneke) têra rûn û penîrê me nedikirin. Kesî devê xwe nedida toraqê. Me sal (zinarên pan û mezin) dianîn, dişûşt, rûnê xwe, penîrê xwe li ser qûç dikir, çerçî dihat me dida û xwe jê xilas dikir. Pereyê ji wan dihat heqê jin û zarokan bû. Me payîzê çêlekeke stewr û çend pez dibirin bazara Erziromê, pirtî dibe, qazyaxî, sabûn, tîtik û pîtik dibe, ser û goh, xwarin û vexwarin dibe  çi mesrefa malê hebûya diqedand. Zivistanan bi kûpan qelî, to û tomast, penîr,  bi çewalan goştê hişkirî, kartol, kelem, pîvaz didan ser hev. Kesî xizanî çiye nizanibû. Di her malê de taximên qehweyê hebûn. Keç kinc û şar û temeziyên hevrişîm li xwe dikirin. Jin qor qor zêr û zîv didan ber kofiyan. Doxîna şalên mêran gilavdûn bû(?)ji Şam û helebê dihat. Tebaqeyên titûna mêran, qamçiyên  wan  ji zîvê kilkirî bû, ji Wanê dihat.  Darik û tizbî kerîbar bûn, nizanim ji ku dihat... Her xencereke di ber pişta mêran hêjayê malê dinê bû. Qûndaxên tivingên bi çaqmaq ji dara gûzê, li ser neqşên zîvîn..."  Êdî nizanim çi û çi...


Bandora bêyom a neteweperestiya Tirk, li ser aboriya Kurdistanê

Bi rastî gava min guhdariya wan dikir, xizanî û belengaziya gundiyên niha dihat ber çavê min, heta derketina ji gund nenaskirina qewhe, aletirîk, wesayîtên bi motor, bacanê reş, zeytûn û  bi dehan zebze û fêkî diket bîra min û  min di dilê xwe de digot; "ew bi hesreta dewra berê ne, nostalji ye, derew nebe jî hebûna xwe gur û pir dikin..."

Hişê min  20 sal berê, bo lêkolîneke mamosteyê min ê dîrokê yê lîseyê, bi çûyîna Enstîtûya Dewletê ya Îstatîstîkan re hat serê min. Mamoste ji min îstatîstîkên aboriya Îzmîrê yên beriya Komara Tirk xwestibû. Piştî dîtina karê wî, min çav li îstatîstîkên wîlayetên Kurdistanê jî gerandibû. Xwedêyo ew çiye...! Amed, li pey herêma  Stenbolê ku wîlayeta Hûdavendîgar (Bûrsa û derûdora wê) jî dikeve ber, di warê sanayiyê de bi ferqeke pir biçûk duyem e...

Wan deman, li seranserê cihanê atolyeya ku lê ji 8 kesan zêdetir karker dixebite, saziya sanayiyê tê hesibandin û li navend û navçe û gundên Amedê ji wan bi hezaran hene û bi deh hezaran mirov ji wan nan dixwe... Bazirganî û cotkarî û sewalvaniyeke mezin jî bi ser de... 

Dîsa jî pesnên ku mezin didan serhedê,  mejiyê min dikoja: Ew welatê 6-7 meh jê berf ranabe, ew çiyayên tûjik(zîrve) bi ezman ve zeliqî û dewlemendî????


 Bi mehîneke qenc ya Kurdistanî,  li Parîsê xaniyekî qenc dihat


Beriya çend mehan, dîsa di  arşîva Fransiyan de digeriyam, di rojnameya "Le Temps a sala 1891an"  de rastî nivîsa jêr, ya gerrokekî fransî hatim. Ew wê salê  li Serhedê geriyaye û çavdêriyên xwe nivîsiye.  Li Xinûsê gundiyekî Kurd çav berdide tivinga wî. Tiving îcar çi tiving...! Heta niha kesî tişteke evqas sîpehî nedîtiye. Kurdê me di dêvlê de hespa xwe ya kumêt û rehwan a bi çavên girêdayî 300-400 Frank dike teklîf dike.
Ew pere pir û pir mezin e. Pê li Fransayê xaniyeke lûks tê stendin. Fransî dibêje; "ne ji tirsa  çeteyên rêbir bûya, min ê tivinga xwe bidayê û dewlemend vegeriyama malê.."


Kurdistan bi tevahî,  Serhed bi taybetî çima evqas feqîr ket...?

Beriya şerê Cihanê yê yekemîn, Serjimara Serhedê bi dora mîlyoneke bû û nîvî Misilman, nîvê din Xaçparêz bû. Di vê lêkolînê de jî  dixwiyê ku,  ji yek mîlyonê 334 hezar Kurd e. 150 Hezar jî Tirk, Çerkes, Roman û gelên din ên misilman hene. Wekî din xwecih tev Xaçparêz in, bi taybetî Ermen in.(Di belgehekê 1873an a pêşkêşî Mîthat Paşa kirî de dibêje; ji 500 hezar nemisilmanan 20 hezar Yewnanî, Asûrî, Kildanî û Cihû, 480 hezar jî Ermen hene. Ez ê wê belgeha bi 30 rûpelî bi gişkî wergerînim Kurdî û biweşînim) 
Em baş pê dizanin ku, wê demê Kurd bi sewalvaniyê, Tirk bi cotkarî û bi kar û barên bêqîmet,  ên wek çerçîtî, darfiroşiya bi pişta ker û hêstiran, bi çandina fêkî û zebzeyan;  Ermen bi pîşekarî û bazirganiyê debara xwe dikin. 
Di vê sedsalê de hêdî hêdî pîşekarî vedigere sanayiyê û her ku diçe kara pîşekariyê xwe digihîne ya sewalvaniyê. Bi xêra Ermenan  hilberîna zêde ya Kurdistanê diçe metropolên Tirkan û welatên Ewropayê û pereyeke pir mezin dikeve welat. Bi ser de bi deh hezaran Ermen bo xebatê diçin Stenbolê û Ewropayê,  ji wan deveran sermiyaneke mezin diherike nav Kurdistanê. Kurdistan hema bigire tevahiya hewcedariyên xwe bi xwe dibîne, ji derve çek û makîneyên  "nû îcadkirî" distîne ku gorî daneyên fermî,  bihayê hesp, hêstir, ga-gamêş,  goşt, penîr, rûn, qoç û hestî û post û hirî  û mûyê bizinan ji teknolojiya wê demê hêjatir, binixtir û girîngtir e. Bi ser de ev tev jî di atolyeyên Kurdistanê de tên xebitandin. Post dibe qundire, kinc û qayîş û semer û palan; goşt dibe pastirme û qelî, hirî û mû dibe kinc û çente, merş û xalî, toraq dibe penîr...

Ev atolye hema bigire bi tevahî di destê Ermenan de ye. Dervefiroşî( îxracat) dîsa bi wan dibe. Ew li seranserê Împaratoriyê, ji Ewropayê bigire heta Amrîkayê bi bazirganan re xwedî têkilî ne. Belê bi komkujiya Ermenan re, ev têkilî ji binî ve qut dibe. Sanayî bi tevahî dimire. Bi ser de Serhed  sala 1915 di yek carî de nîvê şêniyên xwe wenda dike. Bi dagirkeriya Artêşa Ûris a sala 1916'an, piranî Kurd, misilmanên Sunî bi gişkî koçber dibin, ên dimînin ji alî Ermenên neteweperest û nezan ve  û ji alî leşkerên Ûris ve bi hinceta tolhildana komkujiya Ermenan tên kuştin. Ên ji ber wan welatê xwe di cih de dihêlin  diçin jî,  piranî li ser rê û dirban, ji sermayê, ji birçîna, ji nexweşiyê telef dibin. Gelekên wan jî bi zora dewleta dagirker, bi armanca tirkkirina Serhedê  ber bi Anatoliyê ve tên sirgûn kirin. 
Belê neteweperestên Tirk, çawa ku îro  bi mabesta sazkirina dewleteke bi  "yek netew, bi yek ziman, bi yek ala, bi yek bawerî" li Kurd û Ermenan nema xirabî dike. Wan çaxan gelan li hev sor dike, dike dijminên hev, paşê bi hev didin qirkirin. Dagirker Serheda bi hezaran salan bubû warê çendik û çend gel û baweriyan ji binî ve diherimîne, dike dojeh. Ji wê rojê şûn de Serhed li zarokên xwe tê xezebê. Ev bêyomî û kerset heta îro didome. Lewre îro jî çavê her kesî li revê ye. Serhed roj bi roj dihele, weka çemê Erezê ber bi xerîbiyê ve diherike. 

Wergera belgehê

Ajaldariya wîleyata Erziromê

 Li vê wîlayetê sedema jiyana  şêniyan xwedîkirina sewalvanî ye û çiyayên welat,  bi taybetî li Sencaxa Bazîdê, li navçeyên Parsîn,  Xinûs, Kêxî û Tercanê, çêreyên mezin û bi adan pêşkêşî şêniyan dike. 334.000 Kurdên vir  debara xwe bi keriyên xwe dike. 

ji 70 Hezaran zêdetir hespên wan ên Kurdî, yên bi cinsê xwe biçûk lê, pir  berxwedêr hene û bihayê  her yekî  bi dora 100-350 Frank e.
(Frankekê wê demê = 3.20 Awroyê îro. Wan salan li Fransayê kîloya nan: 15 santîm (Quriş), lîtreya şîr 10 santîm, lîtreya şerabê 10 santîm, kîloya komirê 5 santîm e)

Bejn û giranî dirufên  wan hevûdu nagrê. Seriyekî hêstir 200 Frank, kerekî 25-60 Frank dike.
Serjimara dewaran kêm-zêde  540.000 serî ye.
Ga ji çêlekan girtir û xurtir e. Çêlekên vir ji yên wîlayeta Sêwazê  bişîrtir in lê, dîsa jî cisên wan ji adanê dûr e lê, bi xwedîkirineke qenc û zanistî  baştir  dibe.
Çêlekeke bi navînî salê 7 meh, rojê 2 kîlo şîr dide.  (Kîloya şîr, 0.10 Frank) Ji wan 80 Kg.  safî goştê nerme derdikeve.  J
i dewareki 130 Kg. goşt derdikeve. Kîloya goşt 33 santîm e. Bihayê çêlekeke qenc digihîje 45 Frankan. Gayekî cot 90 Frank, gayekî pîr ê serjêkirinê 70 Frank e.

 50. 000 serî gamêş û medeg hene.
Li bazara Erziromê gamêşekî  zexm ê cot bi 135 Frankan li ser meriv  rûdinê. Çermê gamêşan bi 2 Frankan, yê ga û çêlekan bi 1.55 Frankan e. Ev çerm bi gişkî li debaxxaneyên herêmê tên debaxkirin.
1.100.000 serî pêz ên hatine jimartin tev pezên sor in.
Bihayê  seriyek wan 12-18 Frank dike. Ji her yekî  qebale 20 Kg. goştê nerme yê kîloyekekê  wî bi 0.35an û 7 kîlo û nîv jî don derdikeve. 

Hiriya wir, ya hin herêmên Ezirganê ne di nav de, hişk e û di bin ya Rûmeliyê re ye. Li Erziromê kîloya hiriya gewr bi 0.70, ya spî bi 0.93, ya qer 1.24 Frankan tê firotin. Ev hiri bi gişkî di welat de bo çêkirina xalîçe, gore, kumik , piranî jî ji aliyê fabrîqeya kincên leşkerî ya li Ezirganê tê kirîn .

Li wîlayeta Erziromê, 50.000 serî bizin ku her serî  bi 10-11 Frankan e, tê xwedîkirin. 
Postên wan bo sanayiya Ewropayê pir meqbûl e û yekî mezin bi 2.40 Frankan ji cihê xwe tê stendin. Bi mûyên wan konên Kurdan, palazên hespan,  çenteyên pir zexm ên teka wan  4.50 Frank dike tên çêkirin. Bizinên ku ji wan re Angora dibêjin li vir nayên nasîn.

Qoç û hestiyên sewalan di farîqeyên sabûn, konserveya goşt de dibe şewat.  Sewalên bi bask tev li cihê xwe tên xwarin û qîmeta wan a aborî tine.  Mêşwanî  gelek balkêş e.

Li herêmê li ser hev 150.000 kewar hene.
Hingiv naçe derve û kîloya wî bi 0.93 Frankan e lê, gelek  şima tê hilberîn û kîloya wê bi 3.60 Frankan diçe derve. Navçeyên Tortim, Keskim û Ezirgan di hilberîna hingiv û şimayê de li pêş e.


Gotina dawîn

Em tenê li ser ajaldariya herêma Serhedê rawestiyan. Xeynî wê, sanayiya Serhedê ji îro pir û pir pêş de bû. Di çavkaniyeke kevnare de, tenê li Xinûsê bi dehan fabrîqe hene û ew rûnê kinfan derdixin dişînin derve. 

Bawerî û hêviya min ew ê ku, piştî van agahiyên sedî sed belgewarkirî, aborînasên me li ser aboriya Kurdistanê ya beriya Komara Tirk serê xwe biêşînin û di serî de bi Kurdan, paşê jî bi dagirkeran bidin zanîn ku ev gel, di bin nîrê wan de, ne tenê ziman û çanda xwe, hebûn û dewlemendiya xwe jî jidest daye. Tu xêreke wan negihîştiye Kurd û Kurdistanê.





























NEFT Û KURD Û KURDISTAN

11ê Gulana sala 1941an, di rojnameya Frensî ya bi sernavê "Le Progres" de derheqê Iraqê de ev gotara balkêş hatiye weşandin. Mi...

Nivîsên zêde hatine xwendin