xwedê û Kurd etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
xwedê û Kurd etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

8.02.2021

Nameyek ji xwedayê jorîn re

Xwedêyo, Ez nizanim, çend hezar sal berê bû, te tovê mirovan li ser rûyê reşand; ji bo me kurdan jî Mezopotomyaya jorîn veqetand. Me stûyê xwe li ber te tewand. Me ne got “kêm e zêde ye”, me got “a me ye”. Me navê xwe lê kir û dest bi serpêhatiya jiyanê kir. Tu heqî şahed î, me ji Kurdistana xwe pir û pir hez kir. Çiqas dar û berên wê, kevir û zinarên wê, teyr û tirûl û rewilên wê hebûn me tevan bi zimanê xwe bi nav kir.

Em nebûn pan-kurdîst me doza “sêva sor” nekir… Me dilê xwe yê rezîl bi hulîtirşk û sêvtirşkên çolên xwe aş kir. Me ti car ji te daxwaziya “tiştek ne li rê ” nekir. Te çi da me, me da “ser seran û ser çavan” û me erê kir.

Te berê tevahiya okyanûsan ji me re bi dîwar û çeper kir; çavên zarok û zêrçên me di hamsî, palamût û mîdyeyên xweşik ên deryayan de hîşt. Te em muhtac û mehkûmê “masiyên zere” yên bi hezar dasî yên Erez û Botnê, Ferat û Dicleyê kir; dîsa jî me doza “Adrîyatîkê” ji te nekir.

Rebbiyo, gava em Medî û Gûtî bûn, bi sedan salan em bê çay û qehwe man. Me, dewê xwe yê tirş û tal ser xwe re kir, hê di gewriya me re nediçû xwarê, me ji te re hezar caran şikur kir. 

Em tu car neçûn ber “Bedena Çînê” û çolên Yemenê, me dizî û talan û cerda kesî nekir. Te riyên hevrişîm û biharatê di nava eraziyên me re derbas kir; ji Hîndîstan û Çînê bigire heta Portekîz û Îtalyayê hemû derî û bacan ji me re vekir. Karwanên vanîlya û kîmyonan, kakao û anasonan ber çavên me re derbas kir, dîsa jî me, xwarina xwe bi simaq û bi îsota Rihayê çêkir.
Xwedêyo, me jî dizanîbû tehma porteqalên Dortyolê, Şeftaliyên Bursayê! me got; “ne yên me ne” me tu car tahm nekirin, ji wan nexwarin! Navên wan li memikên keç û bûkan kir, ji tirsa te heft kilît lê xist, bi bişkokan mohr kir.

Rebbiyo, me dil ne bijand mûzên çikîta û yên Anamûra kesî; me nefsa xwe bi ribês û siping û kerengan ko kir. Biyaniyan, henek û tinazên xwe bi me kirin, me got; “derman in, şekirê şamê ne” feydeyên wan lê zêde û gur û pir kir. 

Xwedêyo, me ti car çav berneda somî û firancalayên genimî; me zikê xwe bi nanê tisî yê ji ceh û garis têr kir. Gelek caran di ber me de ma, bihn li me çikand, em fetisîn, me bi devekî eşheda xwe anî bi devê din dîsa jî ji te re şikur kir. 

  Me guh neda cil û bergên hevrişîmên xelkê, me dêriyên rîs û hirî li bejn û bala keç û bûkên xwe yên çavxezal û bejnrihan û lêvşekir û xeberxweşan kir. Me bi şal û şapikên xwe bi wan horiyan re dîlan girt, govend gerand. Xwedêyo, guneh be tu efû bikî, hinek caran me çav qirpand, destê wan quricand, lê me, şalên xwe bi doxînên ji werîs girêdan, dest navêt namûsa kesî, ji Çînê ta Îspanyayê jinên xelkê bi darê zorê wek cariye û odalik û halayik li ser xwe qeyd û tapî nekir. Eyba reş, şerma giran, bi serde jî, ew stûxwaran wek Walîde Sultan bi nav û nîşan nekir.

Xwedêyo, me guh neda zambaq û manolyayên biyaniyan, xas û bas baxçeyên atatirkan, me dilê berdilkên xwe yên çavxezal, bejn zirav û çepil dirêjan li ser riyên bêriyê, di nav mexelên pez û dewaran de, bi bêhna xuşkî û sergînan, bi dirik û gûniyan, bi giha û pincarên çol û çiyayên xwe, şad kir.

Me dest dananî ser Stenbol û Anî û Atînaya kesî. Li Viyanayê em nebûn ên ku zor dan derî! Bi navê te kim, di dêrisê gundan de, di korta Tekmanê de, di Diyarbekira xwe ya şewitî de, me pir û pir kêf kir! Ji eşqa dilan em bûn dengbêj û me ji te re bi hezaran stran û kilam çêkir.

Xwedêyo roj hat em li hev hatin xezebê, me rika xwe kuta hevûdu, cih li xwe teng kir. Wek pezkûviyên Sîpana Xelatê qoçên xwe yên mîna şûr, di can û bedenên hev de ko kir. Em ji hev belav belavî bûn, yekîtiya xwe xira kir. Di gundekî heft malî de heft tax avakir! Bi vê jî neman, me şahîn û qertelan ji cih û war kir, şûna hêlînên wan de gom û mezre ava kir. Me got; “serê şikestî di bin kum de veşartî ” û gilî û gazin ji halê xwe nekir; ji ber ku me ji welatê xwe bê hed hez kir.

Xwedêyo, te çi rê da ber me em pê de çûn. Tu bi kîjan navî bi çi zimanî xuyayî, me serê xwe li ber te kûz kir. Guhê xwe vekir; te çi xwend me pê bawerî anî, guhdarî kir . Te got bibin misilman, me Ahûra Mazda û Zerdeştê kal di cih de bo te qurban kir. Sulhedînê me yê Eyûbî ji bo xwe na, bo te xwe bi çek û rext kir. Êdî ez nizanim çê kir an xira kir!? Me pişta xwe bi te ve girêdabû, çi kir te kir… 

Xwedêyo, hezar sal berê, ji Asyaya Navîn, te bi sed hezaran mirovên tî û birçî, rût û repal belengaz û tazî, hov û kûvî bi ser me de bi rê kir. Te got; “ev nîvco-misilman in” lê dîsa jî birayên we yên heq in! Me jî bawer kir. Em berbayên wan ketin, me deyşta Milazgirê ji xwînê sor gewez kir. Me mala kirîvên xwe, mala; Hagop û Artîn, Aram û Karapêt xira kir, konê wan ji nava konan rakir. Me nizanîbû xweliya heft gundan bi serê xwe de kir, mala xwe jî wê rojê bi destê xwe xira kir!

Me kir ne kir, ew gurên har ên dev bixwîn bi hev nekir. Me deşt ji wan re hîştin, Agirî û Sîpanê, Cûdî û Gebarê hembêz kir. Me dilê şikestî bi bilûra şivanan aş kir. Doşega xwe ji kevir, balîfa xwe ji postê jûjî çêkir û xwe lê dirêj kir. Wek “Eshabê Kêf”, serê xwe avêt xewa şirîn û şerîf, hezar salan bi xewn û xeyalan derbas kir. 

Xwdêyo, ez dibêm, sed sal berê bû, te gelan tev rakirin, ew bi serok û bi qumandar kir.Te got; “rabin dereng e, ji her netewek re paytext û dewlet e!” Lê te, xelkê bi Qitmîr, me bi “gurê boz” şiyar kir. Gurê boz got; “Hawar e, dijmin li ber derî ye, hûn kurd in, mêr û mêrxas in, birayên me yên misilman in, werin me xilas bikin” Me got; “ em xizan û belengaz in; bi qewl û gotina we, “kurdên çiyayî, nezan, bêzar û ziman in”.  Gur devê xwe kir saqa gîzmên me lava û rica kir, wî em bi vir de wê de kaş û berkaş kir. Me dost û dujminên xwe dîsa şaş kir. Me bi şûr ajot ser alayên ûris û emeniyan, bi sedan top ji wan stend û kerr kir. Bi dek û dolabên wî, bi ferman û planên wî, me koka kirîvên xwe yên Aram û Karapêt anî, ew bi tevahî qir kir, ocaxa wan vemirand, ûrtê wan kor kir. Me tûrê parsê bi milê serhediyên xwe ve kir, bi zarok û zêrçan, bi kofî û kulfet gişkan mihacir û penaber kir. Heşt sed hezar canî ji Gurê Boz re qûrban kir. Dawiya dawîn, jon tirk ên ji pişta gurê boz xwîn û xwîdana me berhewa kir. Te çima wê rojê em şiyar nekirin?

Xwedêyo, te Şerê Cihanê yê Yekemîn bi dawî kir. Pergel û cetwel da dest, cihanê nava gelan de parve kir. Wê rojê em jî li wê bûn, te çima em ji bîr kirin? Zevî û mêrgên me di nav tirk û ecem û ereban de parçe parçe kir, stuyê me li ber neyarên me xwar kir!

Di rastiyê de, tu agah û besîr î, rehman û rehîm î, bêşık û bêşuphe tu adil î! Em baş pê dizanin tu ne bertîlxwir î. Gunehê me çi bû, te çima li me wiha kir? Te bi xwe got, “ev neheqî, zilm û zordariya giran a li ser we dişibe ya Nemrût û Fîrewin.” Te, ji ber vê yekê rejîma Kemal tewambar û mehkûm kir. Te şêx Seîd ê pîr, Seyîd Rizoyê kal ji nimêj û taetê, ji zikir û semahê kir; tizbî ji wan stend, ew bi şeşagir û bi mawzer kir. Me got qey tu yê nîşanên zêrîn bi wan ve bikî, lê te ew bi kindirê reş xelat kir!

Xwedêyo, me cara ewil, bi beg û mîran serî rakir te qebûl nekir. Em bi şêx û seyîdan tevgeriyan te dîsa erê nekir. Wek elewî û sunî, te ew jî red kir. Me kal û pîr, ter û can tev li hev kirin, te ew tevan gor bi gor kir. Me, te bi jinan tecrûbe kir, Zarîfe Xanim ser te de şand, te wê jî bi destê îxanetê serjê kir. Weleh, heta me tu nas kir, te heft nifşan hêsîr û dîl, reben û stûxwar kir. 

Xwedayê jorîn, em dizanin tu yê, dawiya dawîn, me bi mirazê me şad bikî. Zarokên me di pêşerojê de, di welatek şên û aram de serfiraz bikî. Çi ji me tê em dikin, ji kerema xwe re îcar tu me ji bîrnekî!          
                                                                                                                 Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin