25.01.2013

Ma Birgül Ayman Güler derewan dike?


Birgül Ayman Güler’a CHP yî, di 24ê Çileya 2013an de, di dema nîqaşên li meclîsê yên derbarê mafê daraza bi zimanê zikmakî de got: “Netewa Tirk û netewtiya Kurd ne wekhev in; ne xwedî heman qedr û qîmetê ne”. Ev nêrîna wê ya bi nijadperestiyeke hişk têr tijî ji alî gelek kes û kesayetiyan ve rastî nerazîbûnan hat. Parlemanên BDPyî pir hêrs bûn; AKPyî yên wek Mehmet Metîner mîna ku xizne bibînin xwe gijgijandin, êriş birin ser parlemana reben, kirin wê di nav dest û lepan de bipelixînin!
Gava mirov li wan ên êriş dikirin dinêrt, digot qey ev nîqaş di meclîsa Turkiyeyê de na, di meclîsa Siwîsreya bi çar zimanî û bi çar federasyonî de rûdide! Te digot qey parlemanek vî welatî xwe şaş kiriye; zimanê di dev de li hev piçikiye, ji wan “çar netewên ku bi sedan salan e  li kêlake hev, bi çand û ziman û nasnameyên xwe, xwedî heman mafan, wekhev jiyana xwe berdewam dikin” yekê ji sêyên din veqetandiye û li rûyê nûnerên wê rabûye  gotiye: “ Hûn  ji netewên din, bêqîmettir û berjêrtir in; lewre ne  hêcayê wekheviyê ne”.
Di rastiyê de hal û mesele ev e ku, Birgül Ayman Güler a xwedî van gotinan bi ya qanûn û bi ya paradîgmaya fermî ya nod salî ya  TC’yê( Komara Turkiyeyê) kiriye û ji nava zikê kitêba zagona bingehîn xeber daye.  
Taybetmendiya Birgül Ayman Güler a ku kiriye ew bi vî awayî baxive ev e ku;  
ew xwe wek endameke çîna ( sinif) serdest û sazûmankar û xwediyê vê komarê dibîne.
Ev çîna olîgarşîk û faşîst, heştê salên dûvdirêj in, vê dewletê bi pergaleke hovane ya "nav komar naverok gemar" birêve biriye.  
Ev çîn, xwe dîtiye nedîtiye ço di destan de li ser serê vî gelê ji qidûman xistî rûniştî bûye.
Ew, nîrekî wisan giran û bi girnîş daye ser stûyê gelên Turkiyeyê û gelên Kurdistanê ku rebenino bîrdozî, ol, mezheb, bawerî, nasname, ziman, nav û nîşan jixwe dane alîkî, ketine tatêla jiyana takekesî. Kî ji bin nîrê wan komarperestan serî rakiribe û daw û doza mirovahiyê kiribe serûgoh lê pelixandine, ji mirovatiyê derxistine kirine halekî din.
Qêrîn û hewara gelan gihîştiye erd û ezmanan lê, ew ked û xwîna wan bindestan wek bertîl dane efendiyên xwe yên kapîtalîst û emperyalîst ên cihanê û wan ker kirine.
Dawiya dawîn dengê Kurdan, dengê wî gelê berxwedêr jî, piştî serhildana Agiriyê dibirin û dibêjin wa ye me navê “demokrasiyê jî bi komarê ve kiriye”; em êdî him komarparêz him demokrat in! Bi şertê ku hûn bibêjin “em Tirk in; em misilmanên sunî û laîk in, em bi tevahî ji Asyaya Navîn hatin”.
A din; ew gotine “ji me nan û av nexwazin hûn bi serê xwe ne û azad in; bi têra dilê xwe li ser axa me xwe bigevizînin”
Ecêb û gosirmeta mezin ew bû ku, endamên vê çîne bi xwe jî bi vê “demokrasiya qelp a kesnedîtî” bawerî û eşhed anîbûn!
Va ye ev hişmendî ye, ev bîr û bawerî ye ku bi Birgül Ayman Gülerê dide gotin ku “ Em û hûn  ne yek in; hûn ne hevalên me, xulamên me ne”.
Di vir de çi xeletî heye?
Kî û kê li ser zagon û pergala roja îro ya vê komarê hûr û kûr be, bi baldarî li pratîkên vê dewletê binêre baş dibîne ku Birgül Ayman Güler rast dibêje.
Ev dewlet ji nav û nasname û  zimanê giştî û fermî û bi zorî  bigire heta terîfa yek bi yek hemwelatiyan,
ji kar û barên daristanan bigire heta dibistanan,
ji nasnameya karbidestên payebilind bigire heta merivên zik têr dikin li ser sergoyan Tirk e, ya netewa Tirk e, her tişt bi tirkî ye, bi dilê Tirkan e!

Çend tiştên ku bo Kurdan û bo gel û baweriyên din tên kirin jî dîsa bo aramî û sefiraziya Tirkan e, bi vî şiklî ku:

-TRT6 didin ku  Kurd dengên xwe bibirin, tirka aciz nekin;
-Li zanîngehan beşên zimanê Kurdî vedikin ku ciwan neçin çiyê, tevlî şerwanan nebin, Tirkan nekujin.
-Di gund û bajarên Kurda de dibistanan vedikin; Tirkî wek zimanê perwerdehiyê, Asyaya Navî wek warê bav û kalan, Atatirk wek mezinê mezinan, didin ber zarokên Kurda; bi vê rezîliyê jî namînin  sonda ku dibêje; “Xwezî bi canê kesê ku dibêje ez tirk im; umrê min li ser umrê Tirkan be” bi wan didin xwarin  ku zarokên Kurda bikin Tirk, hejmara Tirkan zêde bikin.
-Ji Stranên Kurdî re çavên xwe digirin, çer hebe çend nifş şûnde wê Kurd ji gotinên wan êdî ti tişt fêm nekin, melodî dîsa bibe malê Tirkan.
-Çend erse û avahiyên weqfên Ermenan didine wan ku   ew ên din dengê xwe bibirin û doza bi mîlyonan karemetre erd û bi sed hezaran xanî û xanên xwe nekin; tirkan şerpeze nekin.
-Sûlûkûleya di zikê Stenbolê ji Romanên reben distînin, wan dişînîn gohê taxekî riya rojek dûrî bajêr, erdên wan ên ji bavûkalan mayî didin Tirkan.
-Xwedêgiravî di bajaran de bo ewlehiya hemwelatiyan avahiyan zexm dikin, plansaziya bajaran ji nûve didin dest; Kurd û Elewî û xizanên Anatoliyê ji cihên navendî derdixin; Tirkên meqbûl û muhteber dikin şûna wan.
Xwediyên vê dewletê yên îcar bi sernavê AKP derketine pêş perdeyê, rabûne nalet li Birgül Ayman Gülerê tînin; wê şermezar dikin, bi nijadperestiyê sûcdar û tewambar dikin; bi êrişên sexte, bi dijberiyeke durû hêviyê pûç û vala  didin gelê Kurd! Bi vê hewldanê pûşê xwe vedişêrin; efendîtiya xwe, deshilatdariya xwe zexm û qewî dikin.
Ew ehmeqên gohsist in ku nizanin  Gelê Kurd êdî hêvî na, wekhevî dixwaze.; Atatirkê çav li Berlînê û Erdoganê hevkarê Washingtonê; Birgül Ayman Gülera bi hesreta dewrana berê û Mehmet Metînerê kurmê darê ji hev venaqetîne, wek hev dibîne.
                                                                      Mamoste Marûf


  

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin