Ev çend rojên dawîn, raya
giştî ya demokrasixwaz û aşitîxwaz li
ser rewşa R. T. Erdogan nîqaşan dike û guherîn û veguherînên di kesayetî û
nêrînên wî yên siyasî de derdikevin pêş
rexne dike û wî, bi
“xayintî ya bi kurda ve” tewambar dike...
Lê, bi ya min ev camêr
neguheriye û dîsa mîna xwe ya berê ye...
Ew parçeyek ji ber Evdihemîdê
Xûnkar e ku li ser navê dînê Mihemed dikir Împaratoriya xwe ya rizî û jihevketî
ji nû ve damezirîne...
Ew bû çi ji tirsan çi ji bo
berjewendiyan li ber Alman û Îngîlîzan û
hemû emperyalîstan çok datanî lê, bibû
bela serê wan, qira Kurd û Ermenên lawaz û belengaz dani!
Dezgeh û rêxistin û sazî û kes û kesayetiyên oli yên tirkan, hema bigre bi tevahî ji nijadperestî û ji şovenîzmê para xwe girtine. Ji şêxê Menzîlê heta Şêx Fethulayê Gulen; Ji Mehmet Akîf heta M. Şevket Eygi, ji Kadîr Misiroğlu heta Ercûment Ozkan, ji Necîp Fazil bigre heta Huseyîn Ûzmez hemî “şêx û rêber û nav gel de xûyayîyên wan” xwe wek umetparêz dizanin û nîşan didin lê ew ji xwe dernaxin ku heta çokê di nav rêxa rasizm û şovenîzmê de ne!
Di sala 1983’an de ez li
Enqereyê bûm û bi navgîniya hevalekî çûm cem Ercûment Ozkan ê Îslamparêzê Tirk
ê bi nav û deng ê ku kovarek îslamîya bi navê “ İktibas” derdixist ( ev camêr çend
sal berê mirî ye).
Di wê kovarê de cûrbecûr
gotarên ji çapemeniya cihanê bijartî dihatin weşandin û wê rojê tê de çend jî yên ronakbîrên tirk ên “Yugoslavya”ya
berê cih digirtin... Ew nivîskar herçiqas tirk bûn jî xwedî bîr û baweriya sosyalîst bûn û di wê hejmarê de jî nêrînên
xwe yên siyasî bi zimanê Tirkî pêşkêşî
raya giştî kirîbûn...
Di weşanxaneya Îktîbasê de
Ercument Ozkan jî tê de em çend kes bûn
û vir de wê de mijûl bûn, axifîn û dor hat ser ziman... Wî behsa Necîp Fazil û
hostatiya wî ya di warê ziman de kir. Paşê dor hat ser Tirkî ya nivîskarên
Balkanan. Min di vir de firsenda xwe dît û
got;
“ez benî tu dibînî ev welat (Yugoslavya) sosyalist e
bi qewlê we çi dîn e , çi îman e, lê
waye Tirk dikarin bi zimanê xwe pirtûk û kovaran biweşînin. Xwezila li vir
jî Kurd
bi zimanê xwe bixwendina û binivîsandina; wê çiqas xweş buya, ne wisan?”
Heyran hê min gotina xwe bi
dawî nekiribû , ew camêrê helîm û selîm
veguherî gurekî boz û beziya û
pekiya nav çavê min û qîriya got:
“ - hûn kurd tev nijadperestê kurê
nijadperestan in! Min heta îro negotiye ez Tirk im, lê devê kîjan kurdî vedibe
pêşî qala kurd û Kurdî û Kurdistanê dike! Ez we dawetî riya Mihemedî dikim, hûn
bi ya Ebû cehil dikin!”
Ez di cihê xwe de miciqim,
şaş bûm û mam... Min got :
“heyran belê rast e, tu nabêjî ez tirkim lê, bi tirkî
diaxifî, dixwînî, dinivîsî: Kar û barê xwe bi Tirki dimeşînî... Tu nabêjî bê
dîn e, mecûsî ye, komînîst e, pûtperest e, kîjan qelemşorê tirk ber destê te
dikeve tu nivîsên wî di kovara xwe de
diweşînî... Ev çi durûtî ye? Werê
em tev bi zimanê Xwedayê Jorîn, bi Erebî baxifin û bixwînin û binivîsin... Wê
çaxê bi gotina te ye, em tev ji nijadperestiyê xilas dibin ”
Yek ji min yek ji wî, ez û wî
me dest kir qirika hevûdu û ne ji hevalê ku em pê re çûbûm bûya
wê tiştên pir xirab bihatina serê me...
Di pirtûka Olîvîer Roy a bi
navê “ÎFLASA ÎSLAMA SİYASΔ de dibêje:
Li Tirkiyê tu car talûkeya îslamekî Sîyasî tune ye;
jiber ku îslamiyeta tirk “netewî”ye. Tirk tim û tim xwe li ser netewên din ên
misilman dikujin (xwe ji wan mezintir dihesibînin) Lewma tirk, nayên ser
tevgerên sîyasî yên îslamî yên
ji Misir û Îranê za ne...
Bi rastî jî bala xwe bidinê;
rêber û şêx û serok û seydayê tirkên
umetparêz(!) ên hemdem; bi tevahî nijadperest nebin jî neteweparêz in...
Umetparêz qet nîn in... loma li qisûra Tayîp nenêrin... Şêxê wî û yên hemû umetparêzên Tirkan ên
hemdem Necîp Fazil e. Ew lingekî li ba Erbakan lingekî li ba Turkeş bû... Wî
nas bikin bes e...
Mamoste Marûf