23.03.2009

Misilmantiya Tayîp


Ev çend rojên dawîn, raya giştî ya demokrasixwaz û aşitîxwaz  li ser rewşa R. T. Erdogan nîqaşan dike û guherîn û veguherînên di kesayetî û nêrînên wî yên siyasî de derdikevin pêş  rexne dike  û  wî,  bi “xayintî ya  bi kurda ve” tewambar dike...

Lê, bi ya min ev camêr neguheriye û dîsa mîna xwe ya berê ye...

Ew parçeyek ji ber Evdihemîdê Xûnkar e ku li ser navê dînê Mihemed dikir Împaratoriya xwe ya rizî û jihevketî ji nû ve damezirîne...

Ew bû çi ji tirsan çi ji bo berjewendiyan  li ber Alman û Îngîlîzan û hemû  emperyalîstan çok datanî lê, bibû bela serê wan, qira Kurd û Ermenên lawaz û belengaz dani!  

Dezgeh û rêxistin û sazî û kes û kesayetiyên oli yên tirkan, hema bigre bi tevahî  ji nijadperestî û ji  şovenîzmê para xwe girtine. Ji şêxê Menzîlê heta Şêx Fethulayê Gulen;  Ji Mehmet Akîf heta M. Şevket Eygi, ji Kadîr Misiroğlu heta Ercûment Ozkan, ji Necîp Fazil bigre heta  Huseyîn Ûzmez  hemî “şêx û  rêber û nav gel de xûyayîyên wan”  xwe wek umetparêz dizanin û nîşan didin    ew ji xwe dernaxin ku heta çokê di nav rêxa rasizm û şovenîzmê de ne!


Di sala 1983’an de ez li Enqereyê bûm û bi navgîniya hevalekî çûm cem Ercûment Ozkan ê Îslamparêzê Tirk ê bi nav û deng ê ku kovarek îslamîya bi navê “ İktibas” derdixist ( ev camêr çend sal berê mirî ye).

Di wê kovarê de cûrbecûr gotarên ji çapemeniya cihanê bijartî dihatin weşandin û wê rojê tê de  çend jî yên ronakbîrên tirk ên “Yugoslavya”ya berê cih digirtin... Ew nivîskar herçiqas tirk bûn jî  xwedî bîr û baweriya  sosyalîst bûn û di wê hejmarê de jî nêrînên xwe yên siyasî bi zimanê Tirkî  pêşkêşî raya giştî kirîbûn...

 
Di weşanxaneya Îktîbasê de Ercument Ozkan jî tê de em  çend kes bûn û  vir de wê de mijûl bûn, axifîn  û dor hat ser ziman... Wî behsa Necîp Fazil û hostatiya wî ya di warê ziman de kir. Paşê dor hat ser Tirkî ya nivîskarên Balkanan. Min di vir de firsenda xwe dît û  got;

 
“ez benî tu dibînî ev welat (Yugoslavya) sosyalist e bi qewlê we çi dîn e , çi îman e,  lê waye Tirk dikarin bi zimanê xwe pirtûk û kovaran biweşînin. Xwezila li vir jî  Kurd  bi zimanê xwe bixwendina û binivîsandina;  wê çiqas xweş buya, ne wisan?”

 

Heyran hê min gotina xwe bi dawî nekiribû , ew camêrê helîm û selîm  veguherî gurekî boz û beziya û  pekiya nav çavê min û qîriya got:

 “ - hûn kurd tev nijadperestê kurê nijadperestan in! Min heta îro negotiye ez Tirk im, lê devê kîjan kurdî vedibe pêşî qala kurd û Kurdî û Kurdistanê dike! Ez we dawetî riya Mihemedî dikim, hûn bi ya Ebû cehil dikin!”

Ez di cihê xwe de miciqim, şaş bûm û mam... Min got :

“heyran belê rast e, tu nabêjî ez tirkim lê, bi tirkî diaxifî, dixwînî, dinivîsî: Kar û barê xwe bi Tirki dimeşînî... Tu nabêjî bê dîn e, mecûsî ye, komînîst e, pûtperest e, kîjan qelemşorê tirk ber destê te dikeve tu nivîsên wî di kovara xwe de  diweşînî...  Ev çi durûtî ye? Werê em tev bi zimanê Xwedayê Jorîn, bi Erebî baxifin û bixwînin û binivîsin... Wê çaxê bi gotina te ye, em tev ji nijadperestiyê xilas dibin

Yek ji min yek ji wî, ez û wî me dest kir qirika hevûdu û ne ji hevalê ku em pê re çûbûm  bûya  wê tiştên pir xirab bihatina serê me...

Di pirtûka Olîvîer Roy a bi navê “ÎFLASA ÎSLAMA SİYASΔ de dibêje:

Li Tirkiyê  tu car talûkeya îslamekî Sîyasî tune ye; jiber ku îslamiyeta tirk “netewî”ye. Tirk tim û tim xwe li ser netewên din ên misilman dikujin (xwe ji wan mezintir dihesibînin) Lewma tirk, nayên ser tevgerên sîyasî yên îslamî yên

ji Misir û Îranê za ne...  

 
Bi rastî jî bala xwe bidinê; rêber û şêx û serok û seydayê tirkên  umetparêz(!) ên hemdem; bi tevahî nijadperest nebin jî neteweparêz in... Umetparêz qet nîn in... loma li qisûra Tayîp nenêrin...  Şêxê wî û yên hemû umetparêzên Tirkan ên hemdem Necîp Fazil e. Ew lingekî li ba Erbakan lingekî li ba Turkeş bû... Wî nas bikin bes e...


                                                                                               Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin