11.05.2018

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost





Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) lê kirine. Bi Kurdî navê “ Peywira Dawîn” xweş lê tê.
Fîlm sala 1935an hatiye çêkirin û sala 1936an de li hemû salonên cihanê derdikeve pêşberê fîlmhezan. Derhêner  Charles Barton, şîrketa çêker  Paramount Company.

 Aktorên herî bi nav û deng yên sînemaya Amerîkayê yên salên 30î di vî fîlmê  de dileyîzin:
Cary Grant, Claude Rains, Gertrude Michael...
Rojnameyeke Fransî di serê gotara xwe ya derheqê fîmê de weha dinivîse: “Serpêhatî li Kurdistanê, li perê dûr yê sînorê Rojhilat destpê dike”
 Emperyalîstên Rojavayî yên ku xwe navenda şaristaniyê didîtin û bo berjewendiyên xwe rastiyê berovajî, nirxên mirovahiyê binpê dikirin, bo balkişandina  ser fîlmê û têrtijîkirina kîsên xwe,  di serî de bi dîmeneke weha dest bi çîrokê dikin: “Rojhilat seranser  hov, gelên wir tev dirrinde... Kurdistan li perê herî dûrê  Rojhilat dikeve. Lewre Kurd û Kurdistan ji hemûyan hovtir û dirindetir e”
Bûyer, Xwedêgiravî sala 1914an, di destpêka  şerê yekem ê Cihanê de diqewime. Michael Andrewsê Ingilîz, rêveberê komeke bi mîtralyoz, ji alî dewriyeyeyeke siwariyên Kurd ve tê dîl kirin. 

Serekê çeteya ku wî dîl dike  serbazekî Tirk dixwiyê lê, di rastiyê de Jhon Stevesonê ajanê İntellgence Servîce'ê ye (Rêxistina Îstîxbaratê ya Ingilîzan. )  û xwe bi serfermandarê Tirk bi navê Fermandar Selîm dide nasîn.  Di vir de bêrûmetkirineke veşartî heye: Kurd ewqas bêhiş in ku nikarin xwe birêve bibin. Divê serokê wan Tirk be... 

Serfermandarê Tirk,  di beşa serî ya fîlmê de çavê dijminên xwe bi Kurdan ditirsîne û di vir de jî biser dikeve.  Kurd Michael Andrews davêjin zîndanê. Li wir girtîyekî din jî heye û jê re qala bêwîjdanî û hovîtiya Kurdan dike. Hêj gotina xwe bidawî nekiriye ku çend siwariyên Kurd komeke mirovên kal û pîr, jin û zarok  bi derbên qemçiyan bi derekê ve dajon.  Qasekî şûn de ew girtî ji zîndanê tê derxistin û li ber derî bi gulebarana Kurdan tê Kuştin.

Qasek şûn de Jhon Stevensonê ajanê Inteligence Serviceê Michael Andrewsî ji destê Kurdan rizgar dike û her du bi hev re  "merivên ji cih û war kirî û di kon û holikan de bicih kirî, bi zar û zêç, bi kofî kilfet, bi pez û bizin , bi zehmetiyeke kesnedîtî" di robareke bi ava lemelem û gurr û kûr re  derbas dikin.  Hin meriv bi meşkên werimandî, hin bi bikelek û bi soberi xwe davêjin avê. Kurd dinyayê li wan teng kiriye. Sahneya herî pir bandor li temaşevanan dike ev e... 



Gorî senaryoyê xeniqîna di avê de hezar car çêtir e
ji mirina bi destê Kurdan...


Bi hezaran merivên bêguneh ji ber Kurdên hov xwe davêjin avê




Peywira Jhon Stevenson ya li Kurdistanê, “pûçkirina plana Tirkan ya dixwest bi alîkariya Kurdan derba mirinê li Hindiyan bixe” ye. Andrews, di encama şaşfêmkirina rizgarkerê xwe  de xedar brîndar dibe û bo dermankirinê ew radikin nexweşxaneya Qehîreyê. 
Bi meşkên werimandî didin avê
Li vir dilê wî dikeve Rosemarya hemşîre. Jinik ji  Andrews re dibêje ku “ew bi ajaneke Inteligence Serviceê re zewiciye lê, mêrê wê bo peywireke bi derekê ve şandine  û çend meh in jê ti agahî nestendiye. 
Ji tirsa Kurdan gelek pez dixeniqin
 Andrews soz dide Rosmariyê ku ew ê, çi dibe bila bibe mêrê wê bibîne. Bo vê yekê bi dilê xwe diçe Sûdanê û tevlî şer dibe. Li Sûdanê rastî rizgarkerê xwe Jhon Stevenson tê û dilketina Rosmary jî di nav de, çi hatibe  serî yek bi yek jê re vedibêje. Pirs bi pirs Stevenson têdigihîje an bawer dike  ku Andrewsê kurê keran, dil heye xwe li ber çavê jina wî mezin bike û wê jê bistîne.
Di navbera her du mêrên ku di şert û mercên pir dijwar de tim û tim mecbûr in bi hev re bin, li cem hev bin, hevkarî bikin  rik û nefreteke mezin rûdide. Çendikî şûn de Stevenson di şer de tê kuştin, Andrews digihîje mirazê xwe... 
Gotareke derheqê fîlmê de

Fîlm li tevahiya Cihanê rastî eleqayeke mezin tê. Di Kovar û rojnameyan de derheqê wî de bi sedan gotar tên nivîsandin. Kampanyayeke xurt a reklaman jî bidin ser. 
Reklama fîlmê di rojnameyekê Fransî de
Ev fîlm,  “Kurtedîroka îmaja Kurd û Kurdistanê ya ji nîveka Sedsala XIXan heta salên 80yan ya li ber çavê Cihanê ye" Kurdistan; seranser çiyayên asê ye. Rê û dirb lê tune ye. Di qûntarên her çiyayekî Kurdistanê  de Eşîreke Kurd e. Ew Kurd, an koçer, an jî nîvkoçer in. Ti hilberîneke wan a berbiçav tune ye.
Film salên bihna şer dihat hatiye çêkirin.
Mîlîtarîzmê derdixe pêş
 Debara wan li pişta gelên Xaçparêzan e.  Kurd çete ne, talanker in, dûrî şaristaniyê ne, hov in, talanker in.  Dema şerên bi Xaçparêzan re çoyên destên Tirkan in. Bi fîtkirina Tirkan wan hemû gelên Xaçparêz ên welatê xwe qir kirine, dest danîne ser hebûna wan, destdirêjiya namûsa wan kirine, zikê jinên bi zarok  qelişandine û jî pitikên wan derxistine, jin û zarokên wan revandine, ji xwe re kirine jin û berdestî. Bi Kurtasî Çermsorên Amrîkayê, an reşikên Evrîqayê çi bin, Kurd jî ew in...
Heta heta 40-50 sal berê jî, îmaja Kurdan ya li ber çavê Ewropiyan weha bû;  çawa ku Ewropiyan gelên hov(?) ên koloniyên xwe di şer de bikar anîne, Kurdistan jî mêtingeheke(kolonî) Tirkan e û   Tirk jî Kurdên hoveber û ji şaristaniyê bêpar li dijî Xaçparêzan  bikar tînin.
Dîsa ev fîlm, ne rasterast be jî, kurteçîroka pûş û planên dewleta Osmanî yên ji Padîşah Mehmûdê IIyem  heta îro  dide der.  Plan, bi Mehmûdê II’em ve destpê dike.
Dora pêşî dewleteke emperyal û navendî ya hevsarê hemû gelan di destê Dewleta Osmanî de plankirin û bi vê armancê mîrektiyên Kurd tên tev tên betalkirin, navê Kurdistanê ji nexşeyên fermî tê paxişkirin
Bi Evdihemît re dewleteke dîsa emperyal lê neteweyî tê sêwirandin. Ev  neteweyîbûn çawa ku ji aliyê Tirkomisilmanên îro ve jî tê kirin, bi têgeha "netew" (millet) veşartî ye. Ziman û çanda Tirk li hemwelatiyan tê ferzkirin, lê navê "Tirk" zû bi zû nayê bilêvkirin. Pişafker karê pişaftinê bi misilmantiyê dinuximîne...
Bi Îttîhat Terakkiyê re  jî bîrdoziya kûr a dewletê hêj emperyal lê, îcar rasteret li ser navê Tirktiyê ye. Koka gelên nemisilman wê bê qelandin, Kurd û gelên din ên misilman bên pişaftin, Tirkên Asyayê jî tevlî dewletê bibin û... 
Îro , xewn û xeyal dîsa emperyal, Tirktî bi bi rengê Îslamê neqişandî ye.

 li ber çavê Cihanê Sedema xerabûna Îmaja Kurdan û çêkirina fîlmekî  bi vî rengî:
Wêneyeke Fata Reş
 Ji nîveka sedsala XIX'an heta salên şêstî,  dewleta Tirk çavê hemû gelên xaçparêz bi şervanên Kurd ditirsand. Bi rastî ji şerê Qirimê(1853-1856) re dewleta Tirk bi lehengtiya siwariyên Kurd hesiya û wan ew di hemû şerên li dijî dewletên cînar û li dijî xaçparêzên Kurdistan û Anatoliyê bikar anî.

Dora pêşî Fata Reş a tevî 500 siwariyên Kurd tevî şerê Qirimê bubû di çapeniya Ewropayê de deng veda. 
Ew wek Amazona Kurd hat pênase kirin. 



Taboleye bi dest çêkirî: Kurd malên
Ermenan dişewitînin

Kurd bi cangoriya xwe ketin rojevê. Pêde pêde neteweparêziya Ermenan destpê kir. Kurd ji aliyê Tirkan ve bi gotina " Kurdistan wê bibe Ermenîstan" hatin tirsandin û bo çewisandina Ermenan hatin bikaranîn. 
Nîgareke Siwariyê Kurd ya ji alî Ewropiyan ve xêzkirî
Kurdên wan deman bi piranî ji netewetiyê bê hay, bi dehan şerên bi Ûris re hatibûn bikaranîn. Li ber çavên wan çi Ûris, çi Ermen çi Nastûrî, çi Asûrî û Êzdî tev kafir bûn û hevkarê hev bûn. Dema ji şerê bi Ûris re diqedandin û vedigeriya welatê xwe heman "kafir" li ber pozê wan...! 
Kurd êrişî jineke Ermen dikin
Digel şîret û hişyariyên çend Kurdên welatparêz û ji dek û dolabên Tirkan hayîdar, eşîr  bûn qirnî û bi xaçparêz û Kurdên Êzdî ve zeliqîn.
Alayên Hemîdî Kurdistanê ji binîve serobino kir. Tirseke mezin a ji Kurdan ket dilê gelên Xaçparêz ên Kurdistanî. Bi navgîniya wan hemû cihan Kurdan wek gelekî hovber, nezan, serhişkê di êrişkariyê de şirîkê Tirkên barbar pênase kir. Xweş maja berê ya Kurd û kurdistanê berovajî bû.   

Bûltena vedora çapemeniya Tirk ya ji aliyê wezareta Karên derve ya Fransayê ve tê weşandin, di 12.04.1921an de gotareke ji ber rojnameya Hakimiyetî Mîlliye ya Tirk girtî diweşîne.  Di vê gotarê de weha dibêje: 
Nûçeya derheqê şerê Inonû ya tê de behsa qehremantiya siwariyên Kurd tê kirin

"Me fedakariya cansîperane ya Kurdan ya di pêvajoya Şerê mezin de dît. Em tev dizanin ku  ew bi coş û kelecaneke çawa gihîştin hewara welat. Heta 1914an neçin, helwesta wan a kesnedîtiya li dijî êrişên dawîn ên Papoulas bînin ber çavan bes e. Heger meriv bi serbestî rastiyê bibêje, Rafet Paşa  di şerê Eskîşehîrê de bi piştgiriya Siwariyên Kurd Yewnanan ji hev vekir û têk bir" 

Pir balkêş e ku, piştî damezirandina Komara Tirk ji alî M. Kemal ve, raya giştî ya Cihanê, Çi Kapîtalîst, çi Sosyalîst di hemû serhildanên Kurdan de piştgiriya Komara Tirk dike. Bi yek dengî digotin; "Kurdên paşverû û hovber û feodal li dijî dewleta nûjen û nûdem ya Tirk serî radikin. Tepeserkirina wan rewa ye..." 

Di sala 2000an de ez çûm Girava Îmrozê ( Gokçeada). Li wir min nasiya xwe da çend Rûman. Ew  di sala 1966an de ji giravê koçî Yewnanîstanê kiribûn û piştî teqawit bubûn dîsa vegeriyabûn  welatê xwe. Me suhbeteke dûvdirêj kir. Piştî ku min Kurdbûna xwe eşkere kir, min dît ku ken ji rûyên wan çû, dengên xwe birîn...
Heta ji min hat min ji wan re behsa biratiya gelan û xirabiya ku bi çûyîna wan gihîşt welat kir. Ji hazira yekî gotina min birî û got :" Tu tiştên xweş dibêjî lê, em ji tirsa we Kurdan ji vir reviyan...!"
Ez di cihê xwe de miçiqîm mam. Kêr di min re bikirana xwîn nedinuqutî"
"Çawa? Çima?"
-Bi salan dewletê li me nema zilm kir, me li ber xwe da. Di 1966an de gotin em ê li vir girtîgeheke vekirî çê bikin û ji Rihayê bi hezaran mehkumên Kurd bînin di giravê de azad bikin. Li ser serê wan polês û cendirme jî tunebin, ew bi we çi dikin, hûn dizanin...!"
Me ji tirsa Kurdan her tiştê xwe di cih de hîşt û li cihanê belav bûn... 

Emperyalîst û mêtingehkar diserî de îmaja gelan xera dike, wan dike şeytan paşê jî nema xirabî li wan dike. Azadiya wan, welatê wan, ziman û çanda wan ji wan distîne.
Emperyalîst gelên bindest û belengaz
bo berjewendiyên xwe bikar tînin
Beriya ku  bipişifîne wan ji kesayetiyê, ji taqet û qidûm dixe. Ew gel wer dibe ku bi dilê xwe dipişife, dikeve qalikê dijminê xwe. Li Çermsorên Amerîkayê, li reşikên Efrîqayê, li Aborjînên Awistralyayê çi kiribin dil hebû li Kurdan jî heman tiştî bikin.

Bi ya min, sedema bindestiya Kurdan, helwesta neyînî ya Cihanê ya derheqê azadiya Kurdan de, ji nedîtinê ve hatina komkujî û neheqiyên li Kurdan tên kirin  ev îmaja xerab a Kurdan e.

Bo temaşekirina fîlmê, bitikînin lînka jêr
https://ffilms.org/the-last-outpost-1935/
Mamoste Marûf





















EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin