16.12.2009

Kop li ku, Tîlo li ku?

15 Berfanbar 2009 Li Kopê mirovekî(?) bêbext û xwefiroş îro, devê tivinga dewletê bi gelê me yê xwedî şeref û heysiyet ve girê da û du canê me şehîd kir, çend kesan jî birîndar… Ez li vî cinawirî lanet tînim. Serê gelê me sax be. Xwedê sebrê bide me hemiyan… Bi vê mabestê dixwazim çend gotinên din jî bikim. Gelê Kurd, her çiqas bi hezaran salan bê dewlet mabe jî, li ser axa xwe azad û bê minet jiyaye. Ên bajarî bi îlm û îrfana xwe bi bazirganiyê, koçerên meyên canik û camêr jî li çiya û zozanan bi sewalvaniyê debara xwe kirine. Niştecih dibe, Koçer dibe her dû serî jî xwedî taybetmendiyeke neteweyî ya hevbeş bû; Bext! Çi Ereb, çi Ermen, çi Tirk, çi Ecem, çi Qeraçî heta ku li namûs û şerefa wî bi çave xerabiyê mêze nekiribe, kurd, li hemiyan xwedîtî kirine; ji hevûdu bêhtir wan dane ser seran û ser çavan; li gundekî an li bajarekî yekî nezan li xerîbek pest û pêkûtî kiribe tev bi yek dengî li ber rabûne û di ber biyaniyan de carinan ji hev û du mêr jî kuştine. Min di jiyana xwe de bi dehan caran şahediya bûyerên bi vî rengî kiriye. Di hatin û bicihbûna tirkan a li Anatoliyê de ev tahbetmendiya kurdan rolek mezin leyistiye. Dîsa di sedsala 19’an de Çerkez jî ji ber Ûris reviyan û xwe avêtin nav kurdan. Kurd li jî wan xwedîtî kirin û nan û av û koxên xaniyên xwe bi wan ve parve kirin. Piştî serhildana 1925’an malbata Şêx Seîd Efendî û bi sedan şêx û meşayîxên Kurdan ji welat hatibûn miştexîkirin. Heta darbeya leşkerî ya 1960 an jî dewleta dagirker kîngê firsenda xwe bidîta şêx û axa û malmezinên Kurdan ber bi Anatoliyê ve nefî dikir, ên mayî jî bi destê muxbîr û cendirmeyan di welatê wan de dikir hêsîr û dîl û reben… Axa û malmezin li alîkî, gelê Kurd xwedî kevneşopiyeke civakî ya ew qas ecêb bû ku bê şêx nikaribû îdare bikira! -Bê şêx bêder li erdê dima: ji ber ku kes tunebû para şêxan veqetîne û bibe. - Zikat para wn bû; birên(kerî) pez û bizin û dewaran ên “bê zikat” hil û heram bû… -Sebra ehlê terîqên me bê ders û bê wird û bê zikir nedihat… Dawiya dawîn kî bû sebeb, çawa bû ez jî, mezinên me jî pê nizanin; bi qewlê serhediyan, piştî serhildana Şêx Seîd, piştî ku ew bi zar û zênç bi kofî û kulfet hatin nefîkirin, ji welatê jêr, ji Tîloyê, bi sedan şêxên(?) Ereb rapelikîn çiya û zozanên Serhedê û hatin li gund û navçe û bajaran bi cîh û war bûn. Ew ji yên berê bi hunertir bûn: Di qereqolan de qumqandar qedrê wan dizanîbûn. Ew gelek caran gundiyan ji nav dest û lepên leşkeran xelas dikirin. Di kar û barên fermî de jî jêhatî bûn. Bê pirs û bê sual, digotin selamûeleykim û diketin cem walî û qeymaqaman. Tu rayedar gotineke wan nedikir dudo… Ew gund bi gund digeriyan, xêra xwe (?) zarokan jî sinet dikirin. Ew qaşo tiştek daxwaz nedikirin lê, bi Kurda dizanibûn ku di nav xwe de wiha dibêjin; Kuro, ma Xwedê te şaş kiriye, bi erdê ve kaş kiriye? Şêxê bimbarek destvala tê vexwendin û birêkirin! Agir ser me de dibare, agir! Bi vê baweriyê di ser wan de pez û dewar, rûn û penîr dibarandin. Ew seyîd bûn(!); bi xwe digotin; “ em ji doxîna Pêxemberê Axir zeman in” Di ser de ew, di nav xwe de, wek bilbilan bi Erebî jî diaxivîn! Kurdên me yên serhedî, çêr û dijûn ne xem bû, bi bihîstina Erebiya wan diketin cizbeyan! Di nav çend salan de ew bi tevahî dewlemend bûn. Bi şêxtî û seyîdtiyê jî neman dest bi bazirganiyê jî kirin. Pez û dewar û hirî û qelî û penîr û toraq û genimê gundiyan bi perekî bê qîmet, pirî caran di dêvla nivişt û teberikan de ji gundiyan stendin û birin firotin Tîloyîyên Stenbolê. Him bi xwe kar kirin him jî “emê” yên wan… Bi Tevgera Azadiyê re dewrana wan di ser serê wan de wergeriya. Kurd hêdî hêdî tekoşer û welatparêzan kirin şûna seyîd û şêxan. Kî pê re xayîn be, neyarê gel be, doza mafê wî neke, dike xwe li pêxembertiyê jî dayne, êdî rû neda wî. Pûşê Tîloyîyan derket holê. Ew hew dikarîbûn xwe veşêrin… Bi piranî bûn alîgirên Turkeş, hinek jî Xwedê giravî umetparêz… Gelek ji wan ji Serhedê reviyan. Ew niha çi dikin? Bi qasî ku ez dizanim, yekî mayî, li Kopê gule direşîne; ê çûyî, ew ê bi navê O.Vural jî, li Enqereyê çêr û dijûnan vedirişe ser Kurdan. Xwedêyo tu qebûl nekî! Mamoste Marûf

23.10.2009

Xalê Salih ê Apaçî




Çend sal berê, rojek ji wan rojên havînê, nîvrokî, di kelekela Germa herêma Egeyê de, ez û du hevalên Tirk bi trambêlêke 40 salî derketin rê.


Me dil hebû biçûna çemekî ji xwe re masiyan bigirta. Lê, bela şeytan, di nîvê rê de motora me pêşî kuxiya paşîn çend car kir teqereq; dûvre dengê xwe ji binî ve birî û di bin siya qalikê xwe yê navê trembêlê lê kiribûn de serê xwe avêt xewêke şêrîn... Saetek em pê de ketin, me kir nekir mîrato şiyar nebû, nexebitî. Pol û poşman, me trembêlê li ser rê hîşt û ber bi gundekî 4-5 km. dûrî cihê bûyerê bi rê ketin.

Bi mabesta kurtkirina rê, me xwe avêt nav zeviyên bê serî û bêbinî yên xwedî pembûyên çiqil dirêj dirêj... Ewqas dirêj bûn ku gelek caran davêtên ser serê me. Ne ji xişîna pel û çiqilên nav dest û piyên me bûya, dê me yê hevûdu winda bikira.

Pembû hê nebişkivîbûn. Di bin tavê de, seriyên gilover ên li ser çiqilan û di nav pelan de wek ampûlên kesk ên bi darên Noelê ve daliqandî, dibiriqîn. Ez li pêş, du hevalên tirk li paş bi qasî çarikek çûn neçûn min hey dît wa ye mirovek li ber pozê min sekinîye. Çawa ku çavê min pê ket, ez veciniqîm û di cihê xwe de miciqîm mam. Qasekî şûn ve hişê min hat serê min. Min bala xwe dayê ew kalekî heftê heştê salî ye...

Camêr kal e, lê çi kal! Di vê germa havînê de poşîyek zer li serî, şalwarek Amedî li binî, sakoyek dirêj ê rîs ê bi dehan cihan pînekirî li navmilan, berçavkeke reş ê qetranî li ber çavan, çoyek stûr ê bi girnîş wek tivinga Modolî di destan de, xwe daye ser sînorekî bilind ê du zeviyan û wek yek ji wan peykerên Ataturk ên dike ber bi Samsûnê ve bazde, xwe qure kiriye û wer sekiniye... Min di mejiyê xwe de vir de wê de bir anî, gelo ez şa bim, xemgîn bim, bitirsim, ka çi bikim? ji paş ve hevalên min ên Tirk gihîştin hewara min. Ew her dû bi yek dengî bi devoka Tirkiya xweya Egeyê jê re gotin “maraba Dayi!” (meheba Xalo) û di ber re ajotin çûn.

Xalo qe guh neda “maraba Dayi” ya wan. Ew bi hiş û bi awirê xwe yê tûj li min nîşan girtibû; te digot qey ji rewşa min a şaş û matmayî têgihîştiye ez Kurd im û ji min silavek Kurdî dixwaze. Bi gotina “ çima sekinî lo! De haydê em biçin” a hevalan hişê min hat serê min û bi devkenî bi qeydeyekî heta tu dibêjî Kurmancî, ji nav dil û kezeban silaveke xweş pêşkêşî wî kir:

“-Silamûelîkim Xalo!”

- We eleykîmeselaaam, ser çavaaan, ser seraaan. Te xêr e peyayo; çi digerî li van deran?

Çendikî li bejn û bala min nihêrî; ji kûrahiya dil û kezeban kir axîn û got:

-Erê, Kurdo qertelo; diçim ku li ser serê min gere gero!





Min ê bûyerên qewimî jê re vegotina, lê “kalînek tenor” a bizineke muwazir û muxbîr gotina min di min de qurmiçand; hê dêhn û nezera min di nîvê rê de bû negihîştibû ser wê, hê kalîna wê bi dawî nebûbû ku, bi dehan sewal tev bi hev re, bi yek dengî nekirin barebar! Te digot qey kerî di nav zeviyê de dîlan girtiye, bizin serê govendê dikişîne û stran dibêje, ên din lê vedigerînin! Beriya ku ez bipirsim ka "xwediyê van sewalan kî ye kî nîne, di nava zeviyê de çi karê wan e, çima mala xelkê xera dikin"; hevaleki min ji nişka ve, revarev hat cem me û li ber rûyê kalo sekinî kir qîrînî; jê re got; “-Xalo, Xalo, eyb e, şerm e, heram e, qedexe ye, malê xelkê ye, notirvan hene...”

Kalo berê xwe neda wî û kêfa xwe qeeet xera nekir. Bi heman xweş sifetê xwe yê qure yê çend xulek berê min şahedî kiribû deng kir:

- Min goo! Ji vî kûçikbavî re bêje ev deşt bi tevahî ya min e; salek e dewleta wan daye min.

-Tu çi dibêjî xalo ez qurban? Ev yek tê gotin? Tiştek wiha dibe?
-Lawo tu bibêje, ji te re çi? Bînbaşîkî û tabûrek leşkerên dewleta wî par hatin; bi ser gundê me de girtin; agir berdan mal û axûr û merekê; sewal, zexîre, cil, berg, kinc, fol, firaq tev bi hev re şewitandin; min bi devê xwe jê pirsî; “dê em îja bi kude biçin qumandar?”

Wî got; “Bicehimin kude diçin biçin; hemî Tirkiye ya we ye, Kurdistan ne tê de!"

Min bi ya wî kir û ev der ji xwe re bijart!

Çavekî min li kalo, çavê din li zeviya pembû ya ku kalo ji xwe re kiribû zozan û çêrgeh bû. Li her alî pez û bizin, berx û kar belav belavî bubûn.

Hin ji wan te digot qey heyfa Kalo ji hinekan distînin bi kerb û hêrsa mêrên berê, piyên xwe li erdê dixistin dikirin gurmînî; qiloçên xwe yên wek şûr li hevûdu didan dikirin şîqîni; pel û seriyên taze yên pembû didan ber diranan dikirin kirpînî... Hin ên din zik werimandibûn kiribûn meşk; şitlên pembû wek xesîl raxistibûn û li ser mexel bubûn, kayîna xwe dikirin; bona sefereke din bihna xwe vedidan...

Xwedêyo, ev çi hal e? Ez bersîvek çawa bidim van hevalan? Ev çi afat û bobelat bû îro bi ser min de hat? Kalo dîsa li min deng kir:

“-Min goo! Ji wan hevalên xwe yên çavşîn re bêje, her sal van deman li welat, em genimê xwe radikin û pez û dewarên xwe berdidin nav zeviyan. Ma ev der jî ne welatê me ye?”

Xwedê kir ji vê hevokê, bi zorî be jî min wateyek nezaniyê deranî û ji hevalan re got:

“ -Kalo dibêje ev pembo hatine berhevkirin; tiştek bikêr tê de nemaye, loma ez sewalên xwe di nav de diçêrînim. De hevalno em dev jê berdin, çi dike bila bike. li welatê wî, di vê mehê de zevî vala ne, ew dibêje qey li vir jî wisa ye; rebeno nizane ku ...”
Min hê gotina xwe bidawî nekiribû dîsa dengê Kalo:

“-Min goo! Ji wan guhbelan re bibêje bav û kalên me jî di ber vî welatî de li Çaneqelê jiyana xwe dan. Ma xwîna wan ne hêjayê vê zeviyê ye?”

Hevalekî ji min pirsî ka kalo çi dibêje. Min hevoka Kalo qaşo wergerand Tirkî û got;

“ -kalo dibêje ez li çanaqeleyê çend salan mame, li wir jî di vê mehê de pez berdidin nav zeviyan.”

Herdûkan serê xwe hejand, kirin Elah Elah û gotin “de bes e em biçin.” Min ji Kalo xatir xwest û da dû wan ku ez jî herim, lê kalo dîsa deng kir:

- Min goo! Ka gazî hevalên xwe jî bike, bila ew jî bên; ez ê ji we re meseleke xweşik bêjim.

-Sipas xalo, wext teng e; divê hê nebûye êvar, em xwe bigihînin gund.

Min çend gav avêtêbû neavêtibû ku Kaloyê heta niha wek peykerek li cihê xwe sekinî, xwe avêt pêşiya min, bi zenda milê min ve girt û ez ber bi xwe ve kişandim û di guhê min de got:

-Lawo ew tirkên bêbext in; bi wan re neçe, ew ên tiştek bînin serê te ha ha; paşê tu nebêjî kalo çima ez hişyar nekirim.

Ez alîkî ve dikeniyam aliyê din ve bi gotinên xweş û şaş ber dilê wî dida:

- Xalo, ev hevalên min ên zarokatiyê ne; bi salan e em bi hev re cînartî dikin; belê ew Tirk in, lê merivên Denîz Gezmîş û Huseyîn Înan in...

Hey lo looo; tu ji kî re çi dibêjî! Min kir, wî kir, zenda min hew berda. Ez neçar mam, min gazî hevalan kir; me her sêkan li dorê çok da û em rûniştin. Çavên hevalan li pez û bizinên ku zeviya pembû dabûn ber diranan, dikojand bûn; ên min li birûyên wî yên têr û tijî yên qerqaş... Kalo ji bêrika sakoyê xwe Tebaqa xwe ya titûnê derxist. Cixareyek zirav pêça da min. Nav û welatê min pirsî. Min pirsa wî bersîvand. Dû re, bi tenê “lawo” ya wî veguherand kir xalo û bi devok û hevoka wî ji wî pirsî:
“- Xalo nav û welatê te bixêr?”

-Navê min Salih e. Li vir ji min re dibêjin Salihê Licî...

***
Hela tu li van birûyan! Te digot qey Kalo pezên xwe di ava Dicleyê de şûştiye û du bisk ji hiriya wan a sipî rûçikandiye û daye ser çarçoveya berçavka xwe, li ber tavê ziwa dike. Jixwe, şewqa brûyan ji derve dabû ser camên reş ên berçavka wî û di neynikê de tevlî wêneyên sewalan bubûn. Heke te li birûyan na, li caman mêzebikira, te yê bigota ew ne birû, cotek pez in û ji xwe re di nav pembû de diçêrin... Dest bi pêçandina cixareyeke din kir; pêv re bi dengê xwe yê dawidî dev bi xeberdana xwe:

- Min goo! Di dewra Pêxember de yekî kurd, yekî Ereb, ê din Tirk, sê hevalên wek we, şêwra xwe dikin yek, dibêjin em biçin Meke’yê serdana Mihemed selelahû eleyhê we selem û bibin sehabî.

Koroya sewalan disa kir barebar. Xalo li çavên min mêzekir, keniya got:
- Tu dibînî, bi bihîstina navê pêxember sewalan selewat anî; ji van Tirkên bê dîn û îman tu deng derneket!
Min hew xwe girt û ser kalo de qîriyam:
-Xalê Salih, ez qurbana binê lingê te, êdî bes e lo! Tu jî baş dizanî, ew ji zimanê te fêm nakin, loma hema çi tê ber devê te tu didî der! Ma min jî selewat neanî ez benî! Heke tu ewqas mêr î bi tirkî rasterast ji wan re bêje...

Xalo, dîsa mîna xwe yê berê kir. Bê hêrs, bê tirs û xof, awirê xwe da her du xortên bi heft bavan xerîb; û bi awazek bi têra xwe gundî û mêranî:

“-Min goo! Ben Apoçî, xanim Apoçî, bêş oxlim Apoçî, qîzim Apoçî, gelinlar Apoçî... Elah wekîl hem jî xweş Apoçî!” ( Ez Apocî me; pênc kurên min Apocî ne, keça min Apocî ye, bûkên min Apocî ne, him jî apociyên jidil in).
Berê xwe da min û bi devkenokî:

- Min goo! Tu Xalo hê nas nakî. Dewleta wan nikaribû bi min; îja ez ê ji van qûnbigûyan bitirsim!

Ez şaş û mat bûm û mam. Ev meriv gelo ji jiyana xwe têr bûye? Ji derd û kulan êdî ji canê xwe bêzar bûye? Na, na. Wisa bûya çi karê wî hebû li van çolan? Dê ew jî, wek tevahiya kal û pîrên nifşa xwe, dest şûştî, ling şûştî, li ser postê xwe rûniştî li benda Ezraîl bisekiniya. Dibe ku dîn be? Na lawo, kî evqas pez û bizin teslîmî dinekî dike...

Hevalên min Tirk in; lê bi xêra min ev çend sal e Xwedê giravî dibêjin em demokrat in. Em bi hev re mezin bûne; lê dîsa jî tirsa min ew e ku ji dê û bav û xizmên xwe yên neteweperest re qala Xalo bikin û tiştek neqenc bê serî! Jixwe çêrandina zeviya xelkê bi xwe jî ne sûcek bi serê xwe ye? Hosteyê ku dê em ê bînin ser tirembêlê, heke sewalê Xalo’yê min di nav zeviya gundiyê xwe de bibîne gelo ew ê çi bike? Min di ber xwe de kir pilepil û got “Xwedêyo tu wî biparêzî...” lê ew çi ye? Heval destên xwe dane ber rûyên xwe û bi dizîka nakenin!


-Min goo! Her sê camêr nabêjin şev e, nabêjin roj e bi mehan peyatî dimeşin; ez çi serê we biêşînim, welhasil xwe digihînin Meke’yê.

Hevalekî niçand min û daxwaza wergera Tirkî kir. Min got; “ bila Kalo biqedîne; paşê...”

Ma ez ewqas ehmeq im? Min xetere û sûrprîzên ne baş ên “wergera hevdemî” (sîmûltane) di şerê DYA û Îraqê de li ser ekranên televîzyonan bi çavên serê xwe nedîtibûn... Jixwe Kalo jî bi min pir rehmanî naxwûyê... Te hey dît jin û maka hevalan da ser hev... De îja tu mêr î safî bike... Na bavo, na ez ê dûre gotinên Xalo xweş sansûr bikim û pêşkêşî hevalan bikim.

- Min goo! Ew dikevin nav bajêr; pirsa mala pêxember dikin; diçin ber derî, mêze dikin qerebalix e, milet li ser pişta hevûdu ye. Sehabîkî Ji wan re dibêje serdan dor bi dorî ye. Her sê jî, pirî ji pêxember hezdikin tebat nakin, her yek ji wan dibêje dora pêşî ya min be, ez ê bikeve hundir. Piştî gelek nîqaşan, Ereb dibêje; heyra, hûn jî dizanin ez ji qewmê Pêxember im; loma divê dora pêşî ya min be. Ên din serê xwe kûz dikin û dibêjin erê. Dû re camêrê Kurd ji vê bazarê para xwe dixwaze dibêje; “ wele ez jî cînarê Ereban im; dora duyem ya min e! Tirk paş stûyê xwe dixwurîne qebûl dike. Ereb bi coş û heycaneke mezin dikeve hundir dibêje;

“Esselamueleykum ya Muhemed îbnî Ebdullah ibnî Ebdulmutalîb, îbnî Haşîm, îbnî Ebdûmenaf, ibnî qusay, îbnî Ednan, îbnî Îbrahîm, îbnî Nûh, îbnî Adem”

Ew silavê xwe bi zanetî dirêj dike ku demek dirêj li cem Pêxember bimîne. Piştre Kurdê me diçe hizûra Resûlulah û dibêje; selamûelîkim ya Mihemedê îbnê Evdila” ji destê wî ewqas tê; ew jî derdikeve derve.

Îja dor dora Tirko ye. Ew xwe li ba dike dikeve odeyê; Destê xwe dibe ser serê xwe dihejîne wekî hevalên te li min kirin, dibêje ;

“ -Maraba Memed Aga !”

Çawa ku Xalo dawî li çîroka xwe anî, min xwe kir dilqê wan merivên konek û muzawir, çavên xwe da ber berçavka wî; di bin simbêlan de keniyam û hêdîka jê re got:


-Xalê Salih, bi serê Pêxember, tu rast nabêjî! Ma Kurdê me yê malnemîrat jî negotibû “Merheba Xalê Mihemed” û me rezîl nekiribû? Tu jî wek televîzyonên tirka rastiyan berovajî diki loo!

Min bi milên hevalan girt û ew rakirin da ku zûtirkî wan ji xezba Kalo xelas bikim. Ez çûm desta, min jê xatir xwest. Ew bi destekî ez hembêzkirm bi destê din bi milê min ve girt û hat rûyê min.

Min dît hevalan bi lez û bez gotin “ eywalah dayi” pişta xwe bi me de kirin; nizanim çima, dîsa bû tîqetîqa wan keniyan û te digot qey bi bask in, firiyan, di nava zeviyê de winda bûn çûn. Xalo ser min de kûz bû di guhê min de got;

“-tu niha di dilê xwe de dibêjî Xalo heramxur û talankerekî ji der hanê ye; firsenda xwe dîtiye, li xwediyê vê zeviyê bêbextî dike! Na kurê min na; ne wisa ye... Par van çaxan em ji welêt hatin sirgûn kirin; xwediyê vê zeviyê seba berhevkirina pembû ji bajar em anîn di axûrê xwe de bicih kir. Em bi zaro zênç, bi kofî kulfet pazdeh roj xebitîn; me pembûyê wî rakir. Roja dayîna heqdestê me segbavo reviya xwe winda kir. Xortên me lê geriyan ew dîtin û pereyên xwe jê xwestin. Pere jixwe neda, serde jî giliyê wan bi qereqolê de kir got PKKyî ez tehdît kirime, ji min xeracê dixwazin! A niha kurekî min û biraziyê min di hepsa Îzmîrê de ne. Ew sal em tî û birçî di qula xênî de man. Ne ji xêra gundiyên me bûya, zarokên me wê ji birçîna bimirana. Lawo, derdê me ne yek e, ne dudo! Ez di şûna heqdestê par de zeviya wî diçêrînim û heyfa xwe hiltînim. De kurê min ji te re oxira xêrê be.”

Min bi hiş û mejiyek çelqiyayî, serobinobûyî ber bi hevalan çend gavên nejidil avêtibû ku:



“-Min goo! Nebî nebî pişta xwe bi wan marisan ve girênedî. Heke li bazara wan neyê, bavên xwe jî nas nakin ha! Ew, meriv bi erzanî difiroşin. Li welêt, çend çavşînên wiha du du kurên min wek te xapandin birin û serê wan xwarin. Her teyr bi refê xwe re kurê min...

Min gavên xwe hêdîtir avêtin da ku qasek be jî Kalo min bibîne, çendikî ji jiyana min ewle be û kêfxweş be. Min baş dizanibû ku dilê wî wek çivîkeke serjêkirî di qefesa xwe de bona min diperpite.


***

Gava di nav çıqilên pembû de me hevûdu winda kir, ez kelogirî bûm, qidûmên min di ber min de şikestîn. Gelo ji kerb û keserê tiştek bi kalo neyê? Na loo! Tu jî çiqas ehmeq î; ewqas bûyerên ecêb û dilsotîner li wî qewimîne, tiştek pê nehatiye îja ez ê biyanî bibim sedema şikestina vîn û berxwedana wî! Bi van hizir û ramanên dawîn, min berpirsyarya xwe da alî û ketim tatêla parastina wî ya ji hevalên xwe. Ma Xalo bi devê xwe negotibû ez Apocî me! Hevalên min devsistî nekin û li her deverî nebêjin “PKK’îyek wiha wiha, sewalên xwe berî nav zeviyan dabû û ziyana xelkê dikir?” Gelo Ew vê yekê wek nijadperestîya Kurdan û PKK’ê nenirxînin û nebêjin “Kurd neyartiya Tirkan dikin?” Ev pirs û tirs giranîyek mezin dabû ser kurtanê mejiyê min ê fehmkork. Min dikir nedikir rêyek çareseriyê peyda nedikir.


***

Şeytan got bes êdî çi dibe bila bibe. Min bi ya wî jî kir. Bona ku ez vî barê giran ji pişta xwe bavêjim û xwe jê rizgar bikim, min negot dê ser û guhê min bilewite, dê çiqil kincên min biqelêşînin, çavên min birijînin, çermê min biherişînin wekî kerekî moz pê vedayî ji kerba bazdam, bazdam, bazdam... Û gihîştim hevalan...

Min dît ku ew li erdê ser pişt ketine bi devekî dikenin; bi devekî jî qaşo gotinên kalo dubare dikin:


- Ben Apaçî, xanim Apaçî, oxlan Apaçî...

Çawa ku çav bi min ketin ken û xeberdana wan tevlîhev bû. Dengekî wek hîrehîra hespan wiha got:


“-Zilamê te mejî xwariye oxlim. Dibêje em Çermsor in. Ha ha ha! Ben Apaçî, oxlim Apoçî, gelîn Apaçî, hem xoş Apaçi. Ha ha ha... Ha ha ha...

Min bi devkî got:


"-Welahîn helal be, we baş fehm kiriye. Bi ya min jî ew Apaçîyek delodîn e..."



Lê, li ber dilê min, ew "Xalê min ê Salih" bû.


Xalê Salih ê Licî.


Çi bikim ku li welatê xerîbiyê vê gavê Apaçî...


Mamoste Marûf

4.10.2009

TEŞÎ

Tu, li salê 2800 sal berê bi
destê rebenek Elamî neqişandî dinêrî bixwe xwe
dibêjî qey Senema me ya Jina Hecî Xalis a ku çend sal berê çûye
ber rehma Xwdê, li ser parçê kevirê sitûna ji ber xirbeyên dêra Ermeniyan mayî
rûniştiye, li benda mirina masiyê ku xulamê wê Keklo bi destan hema gava din ji çem
girtiye û jê re aniye sekiniye ; alîkî ve teşiya xwe dirêse, aliyê din ve jî terîfa qelandina
wî masiyê qelew ê çavbeq ji berdestiya xwe ya Gozê, jina Keklo re dike.
Îboyê gobel ê muzawir jî ji xwe re nekirye bargiranî bi çakûç û mûc pê ketiye salê li
serdestê gund bi vê dîmenê neqişandiye ; li binî jî ji qeşmeriyan nivîsiye gotiye ;
«Meta Senem vê germa havînê ji bo fanoriyê masiyê xwe hirî dirêse, Gozê jî jê re dike ba û baweşîn» Ma teşiya wê ya kurdî, dêriyê wê yê qutnî, çavên wê yên gir û gilover ên bi kilê subhanî reşkirî, qelewî ya wê ya heta duh jî mêrên kurdan merezdarî kirî û helandî, bazinên wê yên zîvîn ên Helebî, eniya wê ya bi qorek zêrên Reşadî xemilandî, porên wê yên bi baldarî şeh kirî û şax şaxî hûrik hûrik hûnandî û ji hev veqetandî û bi qeytanên kesk û sor û zer bi hev ve danî ne rewş û girêdana Senemên me ye ? Di vî salê dîrokî yê 2800 sal berê bi destên hunermendên Elamiyên Mezopotamî hatiye neqişandin û li bajarê Sûs’ê hatiye dîtin de mirov, şopên çand û şaristaniya xwe dibîne.
Bi taybetî teşiya wê ya di destan de pir balkêş e. Kesên bala xwe dane teşiyan baş dizanin ku her çand ji xwe re bi teşiyek e. Tirk wê wek « kîrmen » bi nav dikin. Kîrmena wan bê neynûk e. Serê wê ji du çiqilên darên çeprast pêk tê û ne standart e. Li hin deveran serî li jorê darê, li hin deveran li ortê an li jêr e. Teşiya me ya Kurdî ji sê parçeyan çêkirî ye ; darê teşiyê, serê teşiyê, neynûka teşiyê( çengela ku beriya badana teşiyê ta an hirî, rîs pê ve tê girêdan)
Darê teşiya me bi xwe jî bi qalindî û ziraviya tayê ku pê tê rêsandin an qalind e an jî zirav e.
Dirêjiya wê jî dîsa bi van ve têkildar e. Ji 25-30 santîman bigire heta 60-70 santîman teşî hene.
Ji bo zarokên keçinî teşiyên biçûk ên hindekariyê tên çêkirin û ew pê pir şad û serbilind dibin; ji ber ku ev xelat wek nîşana ezebiyê ye.
Serê teşiyê jî ji heman darê pan û gilover lê, pir kêm jî qubekî tê çêkirin. Divê girayiya serê wê û dirêjiya darê lihevûdu bên.
Neynûka teşiyê çengelek biçûk a têl e û ew li orta qubeya serî tê çikandin. Modîneye(çap) serî 5-10 cm. ye. Ji darên cûrbecûr teşî çêdibin, lê yên ji darên sexm ên wek gûz û şindî û mazî meqbûl in.
Ji jinên bi teşiyê dirêsin re « teşîrês » tê gotin. Ev kar her çiqas pir hêsan bixwûyê jî di nava gel de wek hunerek bijarte tê pejirandin û bi serê xwe çandek e xwedî gelek têgehên resen in.
Teşî tê badan û pê hirî, rîs tê rêstin an rîstin.
Gava teşî bi têra xwe bigere teşîrês dibêje teşiya min ba girt.
Teşîya xwe pir bi zeft bivizîne dibêje min teşiyê zîz kir.
Teşî pir giran bibe û êdî nikaribe birêse, dibe ku tayê wê biqete dibêje « teşiya min bar bû »
Hunera teşirêsiyê zîzandin e. Tu çiqas xweş bizîzînî tayê te jî ewqas dirêj dibe û tu di demek kurt de ewqas pir dirêsî.
Li her gundekî Kurdistanê teşîrêseke bi nav û deng heye. Hin teşîrês bi sedan salan şûn de jî tên bibîranîn. Li Sasonê li ber devê çem zinarek bi bilindiya 30-40 metroyan heye ku ew wî bi hunera teşîrêsek bed a Ermenî bibîrtînin û wek « kevirê pîrê » binav dikin û dibêjin ; « beriya fermana fileyan pîrekeke Ermenî hebûye, tim û tim derketiye ser wî zinarî û teşiya xwe ewqas zîz kiriye ku darê wê gihîştiye ava çem, lê tayê wê dîsa jî neqetiyaye ! » Teşî û teşîrêsî di sitran û wêjeya Kurdî de xwedî cihek girîng e. Ma li seranserî welat ji bav û kalan heta îro kesek sitrana gelêrî ya « de bi lûr lûr lûr teşiyê » nizanibe û di dîlanan de li ber neleyîstibe heye ? De bi lûr, lûr, lûr teşiyê
De bi lûr, lûr, lûr teşiyê Teşiya min ji dara biyê
Lê dirêsim hirîya miyê
Îşev çûbûm govendê
Ketim milê berbûyê
(Dîsgotin)
Teşiya min ji dara darê
Lê dirêsim hirirya karê
Ez gewrê birevînim
Gune li hustiyê cînarê
(Dîsgotin)
Dara min ji dara merxê
Lê dirêsim hirîya berxê
Îşev çûbûm govendê
Ketim milê çavreşê (Dîsgotin)
Bi rastî jî teşî û teşîrêsî jibo jinên me Kurdan, ên hema bêje bi tevahî bi hezaran salan e jiyana xwe li ser rê û dirbên koçertiyê, di nav mêrg û zeviyan de, di nav pez û dewaran de, bi xwedîkirin û mezinkirina bi dehan zarokan, serde jî di bin zulm û zordariya dagirkeran de, ew jî têrê nake di bin pest û pêkûtiyên pergala feodal de, bûye demek kêfxweşî û bihnvedanê.
Ew wek zarokên dibistanî, tim û tim xwestine bihnvedana xwe ya bi teşîrêsiyê diborînin bi kêf û henekan, bi evîn û hêvîdariyê, bi xwen û xeyalên serfiraziyê bixemilînin.
Lê, talanker û dagirkerên di dilqê “feleka xayîn”de gelek caran wê kêfê herimandiye di wan de qurmiçandiye û nehiştiye ku jinen me bi teşiyên xwe jî şad û bextewar bin.
Ew her cara ku bi cih û war, bi gund û bajar bûne û di bin koxê xaniyên xwe de kerîkî nan xwarine, ev yek li çavên neyaran bar nebûye û xeynî rêşivanên ku dajon serê çiyayan jibo wan tu derfet û bendewariya jiyaneke bi rûmet nehiştine.
Di wan rojan de teşî û teşîrês û konên reş bi hev re reş girêdidin.
Belê jina kurd, berê, di dema fermanên qikirin û komkujî û koçberkirinan de;
ne digot şev û roj,
bê xwarin û vexwarin
hiriya reş dirêsand û jibo bextê xwe yê reş
dikir konê reş ê koçberiyê...
Di sala 1916’an de dîsa koçberiya bêgavî heye...
Kurdên Serhedê yên bê xwedî,
di meha çile de bi tevahî ji ber Rûs û Ermeniyan bar dikin.
Beriya hatina wan dagirkeran jin teşî di destan de bê rawestin dirêsin.
Nadirê Temirê Pûtî, bapîrê min , di nav nivînan de li benda Ezraîl e.
Ji keça xwe ya ezeb a bi navê “Pitê” av dixwaze;
lê jiber ku dijmin wext e werê,
konê wan di nîvî de maye,
Pitê naxwaze teşiyê deyne û ji bavê xwe yê di ber sekeratê de qultek av bîne;
li bendê ye ku teşiya wê bar bibe...
Çendikî şûn de hişê Pitê ya dilşewat tê serî, digirî û dilorîne dibêje;
“ Erêêê, kî diye kî bînaye; bavê meriya(merivan) li ber mirinê be, keça wî li ber serî teşiyê birêse.”
Sedema keder û kesera wê ev e ku teşî, di rojên serfirazî û dilxweşiyê de tê rêstin; ne li ber serê bavê nexweş ê bêhal ê li ber mirinê!
Nadir, heman rojî di nav cihê xwe de - di be ku-ji tîbûnê;
Pitêya wî ya delal jî çend meh şûn de,
tevlî bi deh hezaran Kurdên koçber
ji birçîbûnê
dimire...
251 kes ji heman gundî; ji Xîtika Tatosê bi girsehî, bi tomarî, bêxwedî, tî û birçî,
zivistanê, li serê çiyayê Qerejdaxê deh bi deh, bîst bi bîst bê kefen dibin para devê guran.
(jiber ku dewleta tirk, M.Kemal jî wê demê li Amedê ye, nahêle koçber bikevin bajaran; ji gundê Xîtikê ji 300 kesan 9 kes tenê bi saxî vedigere; ji hin gundan tu kes! wek mînak Kanîbûka Kop’ê ya 500 malî heta îro jî vala; xir û xalî ye...)
Amojna Dîlo, jineke Kurd a dengbêj e. Di maciriyê de li ser xwe dimîne. Pirî li ber "Pitê ya ter û can û bedew" dikeve û dikewice kilamekî pir dûvdirêj davêje ser.
Va ye keremkin, jê bendeke di bîra min de mayî: Lo mezelo, lo mezelo Derdê dilê min re li hembero! Jê derketin cotek marên wastû zero(stû zer) Maro qurban, li çav û biriyên belek Cara tu nekî tu sefero! ... Çanda teşî û teşîrêsiya me, wek sûr û bedena Amedê ye.
Di kûrahiya dilê me yê koçer de cihê xwe ewqas zexm çêkiriye ku sebir û hewiya hin wêjenasên me yên nûjen jî bê teşî û teşîrêsan nayê.
Bala xwe bidinê; Azad Zal di helbesta xwe ya bi sernavê “Dayika Teşîrês”de hestên xwe çiqas xweş, çiqas bi dilgermî û bi hostetî aniye ziman:
"Tu xwe ji xwe diafirînî ez jî xwe ji te
dayika teşîrês teşî dîsa li destê te ye wekî hercar
birêsî ne
rîsê xwe birêsîne diya min
teşîba li min hatiye xezebê bi ser serê min de tofanê dibarîne
rîsê xwe birêsîne
ji nava kezeba min hebo hebo bikişîne êşên min
jana nava dilê min birêsîne
rîs ji giyana min çêke bila gewherê te lê bibiriqin
ji jînenasiya min ta bi ta, qevd qevd bipêçe
ji pêr
ji duh
ji îro bide ser hev hiriya keriyê kederên min"
...
Omer Dilsoz jî di helbesteke xwe de hemî kul û keseran di serê teşiyê de dide der: "Min rêsa, min weriband
min keser li teşiya dil kirin
dil bada, dil raçand
dil ji bo te rûbar tîr kirin" Hêviya min ew e ku teşiyên dayikên me, êdî nebin şahedê bextreşiyên me...

30.09.2009

Heyfa wî bû,

Gunehê min bi hemî Kurdan tê. Bi nifşa Rehmetiyê Melîk Efendî wan du car, bi nifşa bav û kalên wan ên darvekirî sê car,,. Îro bi xêr û xebata Tevgera Azadiyê;
Kurd,
bi taybetî bi saya şerwanên terr û can, pûrt û bask pê de hatine
û
digel hemî kêmasî û nexweşiyan,
ew dikin bi firê bikevin.

A kêm,

êdî di xwe de dibînin, bi dengekî bilind diqîrin ji neyarên xwe re dibêjin; “- em Kurd in, mafên xwe yên netewî dixwazin, hûn dikin me ji holê rakin, em vê yekê napejirînin!” Lê, Nifşa Melîk Efendiyê Rehmetî , di nav dest û lingan de ewqas hatibû çewisandin û pelixandin û çavtirsandin ku xwestina tiştek bona Kurda bimîne li alîkî, ew nikaribûn dergûşên xwe yên di pêçekê de jî biparêzin !

Têgihiştina vê rewşê pir û pir zor û zahmet e. Ez bi awakî din şîrove bikim; gava nefsa canê te, hebûna te, goştê te hil û heram bê nîşnadan, tu wek tişteke necîs û lanetkirî bê zanîn, dilê her kesî ji te lihev bikeve, tu dev ji fikr û ramanan berdidî û têkoşîna bedena xwe didî, da ku mirov ji te nerevin. Ew nifş, nifşa piştî serhildan û têkçûn û qirbûnan di vî halî de bû û kî ji wana re bigota;” were” direviyan, nedigotin çê ye, xerab e, faşist e, konek e, xwe diavêtin hembêzê. Ew li ber dijmin, ji qidûman ketî, çok dabûn erdê..
Êdî bi canê xwe bilîbûn.
Kurd? Kurdistan? Tew lo looo! Tu li ku;ew li ku; Kurd û Kurdistan li ku... Hema ji te re digotin:
“-Huş be! ji dewletê re dewlet lazim e!” îro li ku, ew rojên reş li ku? ***
Di pêvajoya vê meşa dûvdirêj a Tevgera Azadiyê de, gelekên me an rêya xwe şaş kirin, an westiyan, an bi nexweşiya “ez im, mezin im, divê serok bim” ketin û ji refên xwe veqetiyan û çend kes dan dû hev gotin em ên jî bibin refek ji wan refên jêhatî û qehreman; li dijmin teng bikin deşt û meydan... Lê ew jî, çi serokpartî çi axa çi şêx û mela, wek piraniya (exlebê) pêşiyên xwe, yên “mala xwe bi destê xwe mîratkirî” tênegihîştin ku; yekîtiya herî xirab a kurdan - her yek bi serê xwe çiqas çê û qenc dibe bila bibe- hêjayî bi hezaran partî û kom û fraksiyonên jihev cuda û cihêbûyî ye . Heft Xwzila, Rehmetî, di şûna ji refê xwe veqetîn û virde wê de axavtin û dijmin bi xwe û bi me hesandin û kenandin, dijberiya xwe, wek pêşiyên xwe yên pîroz bi xeyidandineke biçûk û şêrîn bi dilmayîneke serbilind û bêdeng bi gotinek ji wan gotinên nefsbiçûkan ên helîmî, Bi gotinek ji wan gotinên dilşikestîyan ên selîmî bi rûnermî, bi lêvekenî hêdîka bianiya ziman; An jî tenê bigota; “ lawikno, keçikno, berxino; ez dikim nakim hûn bi ya min nakin, lê dîsa jî ez nifiran li we nakim. Xwedê siûda we lê bîne, ez dibêm hûn şaş in, divê xwe sererast bikin...” Û biçûya Qolhesara şewitî, wekî hemî rûsipiyan; destşûştî lingşûştî; ji xwe re di nava qewmê xwe de rûniştî... O Xweş! Hatin û çûyîna gundê Rehmetî û gundê me bi peyatî çend saet dikudand. Mezinên me, hê beriya Şêx Seîd, di wexta Şêx Eliyê Paloyî de vê malbatê wek hêjayîyek giranbiha hesibandine û qedr û qîmeta wan zanîbûne, her tiştên xwe yên vê cihana derewîn, jiyan jî tê de, di rêya wan de dane. Lê vê dawiyê dilê gelekan ji wan sar bûye... Ew kelecan û evîn û hêviya berê ya bi bihîstina nav û dengê wan diket nav dil û gurçikên hemî Kurdan pir kêm bûye. Gunehê min du car pê tê. Xwedê Rehma xwe lêke; me jî bide xatirê mezinên wî; lê heyfa wî bû...

27.09.2009

Pêşniyarên Başbûx Paşa û mesela Meta Zulfînazê

Serokê artêşa Tirk wê rojê çû Mêrdînê û li wir çi li ser dilê wî hebû, çi hat ber devê wî bê tirs û bê xem gotin. 


Kî çi dibêje bila bibêje, di van rojên dawîn ên bi nîqaşên “li ser çareseriya demokratîk têr û tijî” de gotinên wî, niyet û planên çareseriyê yên dewleta  Tirk bi awakî rût û repal raxist ber çavan.

  Paşa, wek siyasetmedarên rovî, xwe vir de wê de neavêt rasterast got: “pirsgirêk ne nezaniya Kurdî ye; kêmasî di nezaniya Tirkî de heye. Ji % 95 kesên temenê wan ji 50’an berjêrtir de jî pirsgirêk tune ye; lê kal û pîr , bi taybetî jin Tirkî nizanin. Derd û kula mezin ev e..."


Dîsa camêr qe veneşart û got; “zimanê dayikê ji dayikan tê hînbûn...” Piştî ku ji jinan pirsî û dît ku jinên Kurd ên tirkînenas di anîna zarokan de pir jêhatî ne; ev yek bû kelem di çavên wî re çûn, bi wê êşê hew xwe girt û bi leşkeriya xwe nema, digel siyasetvaniyê, dawiya dawîn dest avêt doxîna mirovan jî û bê şerm û bê minet vê kelamê jî kir: 


“Hûn çima evqas pir zarokan tînin! Ne heyfa wan e!” 


 Divê hûn gotinên wî bi çav û hiş û mejiyê kurdewarî tefsîr û şîrove bikin û wer bixwînin:






Divê hûn hevoka wî ya “Hûn çima evqas pir zarokan tînin; ne heyfa wan e” bi vî şiklî sererast û bi bidawî bikin: 
“Ne heyfa wan e ku ew ên bi Kurdî biaxivin!” 

Paşa dibêje; 
“ gelî aqilmend û pîspor û MEB'î Û DPT’î û MİT’î û JİT’î û TİT’iyan!  va ye ji sedî 70 û 80 Kurdan –dibe ku bi gelemperî nebibin Tirk jî- hatine ser rêya tirkbûnê. Çi dikin bikin li benda Ezraîl nemînin wan kal û pîran jî hînî Tirkî bikin."

  Başbûx, bi sê dengan bang kir got; "jin, jin, jin... Heta hûn jinan bi tevahî hînî Tirkî nekin, xetereya hînbûna zarokan a Kurdî berdewam e. Jiber ku zimanê dayikê ji dayikan tê hînbûn... " 


Başbûx berê xwe dide Kurdan ji wan re jî dibêje: 


“ Tirkî zimanê aborî û ragihandinê û fermî ye. Lê dîsa jî, ger hûn pir dixwazin di mala xwe de bi Kurdî biaxivin, di mal de zarokên xwe hînî Kurdî bikin” 


Bala we kişand ew çi dibêje:


" Zikê xwe bi tirkî têr bikin( Tirkiya we tunebe hûn ê birçî bimînin). 


Bi mirovên din re hûn ê bikaribin tenê bi tirkî têkilî deynin, karên we yên bi dewletê re jî gere bi Tirkî be. 


Gava we van şertan anî cih, mafê we yê axaftin û perwerdehiya Kurdî, ew jî tenê di mal de, heye. Em qarişî nava mala we nabin."

  Ew jî, hemî karbidestên dewleta wî jî baş pê dizanin ku gava ziman di tevahiya qadên jiyanê de neyê bikaranîn wenda dibe û diçe. Zimanekî navmalî ji “çawayî baş î” wêdetir kêrî tu tiştî nayê. Tu ji mala xwe derketî nikarî pê tu derd û kulên xwe bînî ziman. Wek mînak; 
tu nikarî bi Kurdî bibêjî; “ altin dovîz ve borsa endekslerî dûştûgûnde emlak piyasasi canlanır”. 
 Tu nikarî bi Kurdiyek zelal bibêjî “ şû dîlekçenîn sayi ve tarîhînî bana verînîz kî genel mûdûrlûkte takîp ettirebîleyîm” 


 Tu, di tu qadeke fermî de bi zimanê xwe nikarî kesî gilî bikî. wek mînak tu nikarî bi sedî sed Kurdî bibêjî; "astsûbay îctîmaya geç gelmedîgîm halde, Kûrt olmamdan gicik kaptixi îçîn bana oda hapsî verdî, 3- 5 nobetî yazdi”. 


 Tu bi kurdiya dayika xwe tu car nikarî hesabekî bikî, pirsek matematîkê, fîzîk û kîmyayê çêbikî û ragihînî kesek din; 


“ bîr açinin îç açilarinin toplami 318 derece, diş açilarinın toplami îse bûnûn ûçte bîrî kadardir...” 


Ev pirs jibo te bi qasî derbasbûna te ya di ser pira siratê re zor û zehmet e.


 Bi dilê Başbûx be, tu wek kurdek kurdînas ji zanistê jî, ji têkiliyên bi kesên biyanî re jî, ji kar û barên aboriyê yên giranbiha jî, ji têkiliyên bi sazî û dezgeh û rêxistinên fermî re jî, ji mafê xweparastinê jî, mehrûm û bêpar bî. 


Tu yê tenê bikaribî bi Meta Zulfînazê re ( tixûbê têkiliyên te) 
hesabê hêkan bikî (bi zimanê navmalî ast û sînora danûstendin û aborînasiya te evqas e ) 


Heger Meta Zulfînaz (xeynî Meta Zulfînaz karê te bi kes û sazî û rêxistinek din be, zimanê te têra têkiliyê nake) 


te bixapîne, hêkên ne qenc bide te, (ger feraseta te ya ku te bi kurdiya navmalî bidest xistiye têra têgihiştina konektiya Meta Zulfînaz’ê bike) 


tu yê di cih de bizanibî ku ew cilq in (ma li tu yê madeyên kîmyevî yên jahrî bînî hişê xwe; asta zanatî ya ku te ji dayika xwe stendiye ev e ku; tu yê hêkan bidî ber guhê xwe biçelqînî; deng jê bê, bizanibî ku ew xera bûne.) 


û Meta Zulfê mafê te binpê dike ( radeya hişmendiya te), 


tu yê giliyê wê bi mêrê wê, bi Xalê Evrihîm de bikî (qada ragihandin û hiqûqê jî ji bo te heta vir e). 


Xalê Evrihîm hate rihmê û pereyê te li te vegerand da te, jixwe da; ger neda, tu yê pê re pevbiçî, bikî şer û qîrîn û , Xwedê neke qetl û xwîn... 


Divê tu jiyana xwe ya Kurdewarî, ya ku dewleta tirk pêşniyar dike, di gund de, di nav malan de derbas bikî ; debara xwe, aboriya xwe bi danûstendina hêkan bikî. 


Kurdo, Kurdê jiyana te ya kurd û Kurmancî di vê çarçoveya teng de heta nifşek an dimîne an namîne. Nifşa te çû ber rehma Xwedê, nasname ya te jî bi te re... 


Tinaz û henek li alîkî, divê Kurd dest û dev ji hemî daxwazî û xewn û weyalên xwe berdin û di van rojên nîqaşên çareseriyê de bi tenê, sirf, bes “ji kireşê heta zanîngehê” daxwaziya perwerdehiya mecbûrî ya bi zimanê xwe bikin. 


Hûn ê bibînin Îlker û Tayîb û Gul û Çîçek wê bi xweseriya dempkratîk jî, bi sîstema federatif û bi ya eyaletî qaîl bibin bi perwerdahiya bi Kurdî nebin! 


Tevn û dafik û xefika ku ew jibo me daxistine, yeqîniya we bi Xwedê be, ev e... dikin hestîkî bavêjin ber Kurdên her çar aliyan û welatê xwe li ber çavên hemî Kurdan şêrîn bikin û di nava çend deh salan de ne tenê ên bakûr, tevahiya Kurdan di kuçe û kolanên metropolên xwe de bikin tirk û bi vê yekê mexsed û mirazên dilê îtîhadî û Jontirk û Atatirkê xwe biqedînin; ên Tayîb û Başbûx jî serde... 
                                                                                           Mamoste Marûf

20.09.2009

Kurd û Umetparêzî û kûtxwurî û ûrtkorî

Kurd, piştî Ereban – em sedem û rê û rêbazên vê yekê bidin alîkî- hatin ser dînê Mihemed. Em encamên misilmanbûna Kurdan yên jiyana vê cihanê -ya derewîn- ya aborî, civakî û giyanî erdnîgarî bidin alîkî û bi gotinek gilover bibêjin; Kurd bi hatina ser hîdayetê “bihûşta rengîn a Xwedayê Jorîn a li cihana din” bi têra xwe heq kirin. Hin kes û kesayetiyên ji çîna hewas a (bi qewlê kurdan; bijarte û zana) yên Kurdan ji dewra tabîûn (ên sehabîyan dîtibûn) bigire heta dawiya dewra Osmaniyan, çi ji eşq û evîna Xwedê, çi ji tirs û xofa dojehê be, xwe bi fermanên Xwdayê Jorîn ve ewqas bi dil û can girêdan ku zar û zênç, kofî û kulfet, mêrg û zevî, pez û dewar, welat û netew, ziman û nasname tev dan alîkî û di rêya Mihemed (S.E.W. S) de carinan bûn canfedayên xwîna xwe kirî çavan, carinan jî bûn ji wan derwêş û alim û helbestvanên dilşewat û alîkî ve digiriyan şev û roj bi her dû çavan, aliyê din ve Jî dua û niviştan dikirin ji bo hakanên Selçûkiyan, xelîfeyên Ebasî û Emeviyan, padîşahên Osmaniyan ên di dilqê Xelîfeyên rûyê Cihan... Wek mînak; Sulhedînê me yê Eyûbî, Ebû Henîfe’yê me yê Xoresanî, melayê me yê Goranî, Fuzûlî’yê Beyatî, Nabî’yê Ruhayî, Nefî’yê hesenqeleyî, Seîdê Kurdî û nizanim kî û kê êdî... Ez ji wana re dibêjim Esilkurdên umetparêz ên pişt bi biyaniyan ve girêdayî. Bi mîlyonan kesên ji doxîna wan ketî, di dirêjahiya bi sedan salan de di nav birayên xwe yên misilman de ji binî ve bişifîn heliyan çûn. Bi mîlyonan Rewadî û Êlwarî yên ji pişta Sulhedînê me yê Eyûbî, li ser axa Azerbaycana veguherîn bûn bûn Ezerî. Bi deh hezaran hemwelatiyên Şêx Seîdê Kurdî, yên di dawiya sedsala XIX’an de dest bi hemaliya Xanên Stenbolê kiribûn di şêst heftê salan de, ji xizaniyê xelas bûn, hinek pûrt bi wan ve hat, bi tevahî veguherîn tirkên sipî. Neviyên ên din jî dîsa di nav gelên din de heliyan, winda bûn. Axir û aqûbet; ji wan ûrtkoran tu kes nema ku li ser gorên wan bisekinin bi kurdî bibêjin: “- Kalo, pîrê, vaye ez hatim!” û ji wan re fatiheke bixwînin; ji wan mezinên me yên berê re; yên bi nav û deng ên jibo dînê Mihemed û jibo Xelîfeyan bi zimanên wan ên Erebî, Farisî û Osmanî wek bilbilan dixwendin, wek Ristemê zal şer dikirin, wek ewrên bi şiliyê barkirî rondikan dibarandin... Dîsa ji heman nifşê hin kes û kesayetî derketin – bê ku xwe ji ol û mezheb bikin- ji refê xwe veneqetiyan, çi kirin bi zimanê xwe, li ser navê gelê xwe kirin. Ew jî bûn leşkerên Xelîfeyan û bi şûr êrişî neyarên dînê Mihemed kirin lê di şûna “Allah! Allah” de, digotin “elah, elah”... Ew jî lavayî Xwedayê jorîn dikirin, hêstir dibarandin; lê di şûna ku bibêjin; “Allah adin zîredelîm evvela; ...her îşî asan eder Allah ana”; digotin “ Hemd bê hed be bo xwedayê rebê alemîn; ew Xwedaye daye me dînê mubîn”. Ew kî ne? Elî Hrîrî, Baba Tahêrê Hemedanî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şêx Seîdê Paloyî, Seyîd Rizayê Dêrsimî, Melayê Batê, Feqiyê Teyran, Celadet Bedirxan, Seydayê Cîgerxwîn, Mehmûd Baqsî, Şivan Perwer, Mihemedê Ûzin û filankes û bêvankes... Di sedsala XX û XXI. de, her çiqas ji bela polîtîkayên bişaftinê (asîmîlasyonê) yên dagirkeran gelek ji wan xwe ji ziman kiribin jî, tevahiya Kurdên tekoşer û azdîxwaz, bi taybetî serok û şervanên Tevgera Azadiya Kurd, li peyî van rewşenbîr û lehengan çûn û bi gotinên wan kirin; rabûn û rûniştandina wan şopandin; û şîretên wan kirin guhên xwe... Kî çi dibêje bila bibêje ev rê- bi qasî ku em pê dizanin- hezar sal e vebûye. Kes û kesayetiyên di vir de meşiyane di kozik û çeperên netewî de cihê xwe girtine. Belê beriya şoreşa Bûrjûvaziyê ya Fransî wek hemî gelan Kurd jî ji zanîna “netew-dewletê bêpar bûn; lê divê mirov -digel bi hezaran astengiyên derûnî, aborî û civakî - navekî li israra bikaranîna Zimanê Kurdî ya hin rewşenbîr û lehengên Kurdan ên dewra Ebasî û emevî û Eyûbî û Selçûkî û Osmaniyan bike...
...
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
... Ehmedê Xanî
Divê mirov ev Kurdên
stûxar, sêwiyên umetê, nivîskarên van beytên jorîn ên bi hesreta eferimekî xelîfe û şah û padişahan-ên Xwedê giravî parêzwanên hemî misilmanan- çûn ber rehma Xwedayê Jorîn”
û
binyatkurdan( kûrt kokenlî), yên pişt bi biyaniyan ve girêdayî; esilkurdên “methiyexwend û mersiyexwend” ên di koşk û serayên serdestan de bi îzet û îkram ezimandî, kurdên di nav zêr û zîvan de xeniqandî û gevizandî”
ji hevûdu veqetîne...
Îjar em werên ser diharê binyatkurdên pişt bi biyaniyan ve girêdayî yên kûtxwur (Kût; nanê ketî nav axa tedûrê û ji hêla mirovan ve nayê xwarin) ên îro... Çi îtîrafkar, çi çepgir, çi rastgir, çi umetparêz, ên dûrî rê û rêxistinên Kurdan, ên dûrî tevgerên azdixwazên Kurdan, ên neyarê tevgera Azadiya Kurd, tev bi hev re ji vê çînê ne. Ew tev li ser hev, lê carinan dor bi dor kûtxwurên desthilatdar û serdestên îro ne.
Ev nivîs têra hemî kûtxwurên esilkurdan nake, loma ez dikim hinek qala kûtxwurên îro yên ketine dilqê Osmanîparêzan bikim. Ew jî wek yên pêşiyên xwe dibistan û medresexwendî yên gelê xwe ne; lê di zimanê serdestan de wek bilbil in; ji wana pirtir jîr û jêhatî ne. Hevokên wan wek yên Fuzûlî û Nabî û Nefî bi şox û şeng, şêrîn û şekirî ne. Ew jî wek generalên dagirkeran ên pêsîr bi madalya û nîşan û bi tîtik û pîtikan xemilandî; ew ên xwedî bi dehan nav û ûnvanan; xwedî gelek ûnvan û payeyan in; şêwirmendê Şarederiyê yê esilkurd, ûstadek esilkurd, şêwirmendek serokwezîr ê esilkurd , rewşenbîrê esilkurd, civaknasê esilkurd, osmanîparêzê esilkurd, Îslamparêzek esilkurd, sîyasetmedark esilkurd, karsazek esilkurd, dîroknasê esilkurd, terîqneqşîyê esilkurd, televîzyongerokek esilkurd, dijberek esilkurd, Kurdek sipî hwd... Gelekên wan pêşiyên xwe digihînin şêx û melayên berê, yên di dema serhildanên kurdan de, destşûştî, lingşûştî li ser post rûniştî... Ew şecerexwendên ewqas jêhatî ne ku bi sedan bav û kalên xwe bê sekn û bê qerar li dû hev rêz dikin û dawiya dawîn xwe bi awakî bi nîjadkî an bi Şêx Evdilqadirê Geylanî ve an bi Xalidiyan ve an bi Ebasiyan ve girê didin û pesnê xwe bi vê esaletê didin, xwe pê mezin dikin; lê gava kesek rabe bibêje “ ez bi hezaran salan e Kurd im; ji Kurdan hez dikim” wî bi İrqçitî û nîjadperestiyê tewambar dikin û lê pêşniyariya “tecdîd-î îman û tecdîdî Nikah” dikin. Ew hemî dagirkerên li çar aliyê Kurdan, ji çermreşên Afrîkayê bigire heta Peştûnên Afxanîstanê, ji niştecihên girava Tîmora Rojava bigire heta Ûygûrên Çîn û Maçînê wek bira dibînin. Gava dikevin tengasiyê bi her dû çavan ser wan de digirîn; lê gava Kurdek ehlê Sinet mêyla kurdek elewî û Êzidî û yaresanî bike, an dilê wî bi Ermenî û Asûrî û Kildanyek bişewite, mafê wan rebenan jî biparêze; an jî bi demokrasîxwaz û aşitîxwazên Cihanê yên nemisilman re têkilîkî dayne di cih de bi termînolojiya serdest û dagirkerên hezaran salan dest bi dijûn û êrişan dikin: “ Kafirê bê dîn û bê îman! Dijminê Dînê Mihemed! Xurufiyê dojehmekan!” Hin caran jî bona ku her kes bizanibe ew ji wan ronakbîrên di zanistê de pir kûr û modern in; ji her dû cihanan( ser erd û bin erd) jî haydar in, bi têgehên nûjen ên ji lîteratûra – bi qewlê wan- ji kafirên bê dîn û bê îman deynkirî jî êriş û kufuriyan dikin: “sekûlerê di şopa Kemalîstan de!” “Ateîstê kurê satanîstan! Marksîst û Stalînîsto! Carinan jî xwe li bijîşktî û li hekîmtiyê datînin û teşhîs û tedaviya “Kurdên şiyar û bixwe hesiyayî” didin ser milên xwe:” PKK rewşa derûniya Kurdan travmatîze kiriye; divê ev travma bi rê û rêbazên Osmaniyan, bi waez û şîretên şêx û meşayîxan (bi yên bav û kalên wan ên hevkar; ne bi yên welatparêzan), bi biratiya misilmanên ehlê sinet û wel cemaat bê dermankirin... Di pêşniyariyên wan kûtxwuran de, di modela wan a ji ber pergala riziyayî ya Osmaniyan girtî de, Elewî, êzidî, Ermenî, Asûrî û kildanî tev li ser hev tebaya kafîrûn in û tenê layiqê baca “xerac û cîzye” yê ne... Her çiqas bi awakî aşkere nebêjin jî, bi ya wan jin û mêrên enî naçe ser sicdê, terkî selat, jinên porvekirî, sosyalîst, araqxwur bi tevahî rafizî yên gunekar in û ne layiqî hurmet û rûmet û nîmetan in; li wan maneyan digerin, fesala xwe bibînin wê qetla wan jî helal kin. Kûtxwurên Osmanîperest dijber û neyarên şêx û meşayîx û zana û mela û oldar û nimêjkarên Kurdan ên demokrat û azdîxwaz in. Niha ew hevkarên AKP’ê, endam û bendewarên post û meqamên li jor in; lê axir û aqûbet, dawiya dawîn, ew jî wek Nabî û Nefî û Fuzûlî, ebter û ûrtkor in. Mamoste marûf

Biranînek ji eydên berê yên Serhedê

- Kurê min, dîza girarê pir kelî ye; wê bibe dayne nav berfê, bila bicemide. Çawa ku mele got Elahû Ekber, zûka bîne ser sfrê. Nebî nebî mîna wê rojê tu dîsa nerijînî!

“- Wê dayê, her ro her ro çima ez? Ma Tehso jî vê ziqûmê naxwe?”

-D’ez qurbana wan çavên te yên reş belek; îro erefat e, ev xêr bila ya te be.

Tu ji Tehsîn mezintir î, baqiltir î... Ez ê piştî şîvê rûnêm, bêrikek mînanî çuwal bi dêriyê kurê xwe ve bidirûm. Tu dizanî rojî îro diqede, sibeh eyd e, tu yê ji dayika xwe re eydaniyê tovkî...

Tu rast dibêjî, dayê? Ka li kuye dîza girarê?”

Eyd ... Gava ev peyv li ber guhê min diket dilê min dibû civîkek navgundî û di hundir de dikir tepatep. Min zûka dîza girara bi kel anî derve, danî ser kurşe û di nav xewn û xeyalan de li benda ezana mele mam û mam...

Sibeh ez ê serê şeveqê rabim, dêriyê xwe yê cêb mezin lixwe kim, porên xwe şekim, kumê xwe yê ji pirtiyên rengbireng bidim serê xwe... Ma ez ê kîngê ji vî dêriyê qeremandol xilasbim; mîna mezinan şal lixwe kim? Wîîî Xwedê qe li hev neyne, Diya min wê dîsa moriya şîn bi tûncika min ve girêde... Ezê bêjim na, ewê bêje “tu yê nezerî bî kurê min!” Reşo jî yekî bi tûncika xwe ve bike ez ê jî pê qaîl bim... Erê, erê ez ê wer kim.

Gelo bêrika Reşo ji ya min girtir be? Na looo, xalojna min qe qêmîşî pirtiyan dike?

Gelo Zeze vê carê porteqalan bide an gûzan? Xwezila gûz bida. Par hejdeh gûzên min çêbibûn...

Kûçikên mala Hecî Xalis girêdayî bin? Heger Beredayî bin ez ê biqîrim; malêêê, kûçikê xwe girêdin, wa mêvan têêên!

Qeliya Meta min a Eyşo mabe tu divê? Bi Quran ez ê jê bixwazim, ma ne eyd e...

Kuro, Hecî Kalo dîsa ji min bipirse;
 “ –Sediyê min, sibeh ez werêm mala we tu yê çi bidî ber min?”

ez çi bikim, çi bibêjim? Guz? Na. Porteqal? Na. Mewûj û kişmîş? Na, na qutiya wî serqûçkî tijî ye. Hah, weleh min dît! Ez ê binê beroşê, binê şîr bidime kalo... Ma ji wî xweştir?

Gelo Nesîbeya jina Apê Evqadir, ji min dewa hêkên xwe bike û bibêje; kûçikê heram te çima diziya min kir; ez ê çi bikim? Na, na Xalê Evqadir pê re hêrs dibe dibêje; keçê eyd û erefat e; kêfa zarokan neşikîne. Kurê min bibêje ma ne hêkên apê min in; ez dixwum, ji kî re çi?

Silo’yê çarek (elewî) goşt bide ber me ezê bêjim na xalo; ez naxwum, mele gotiye destkoja we heram e. Gelo, dilê wî ji min bimîne? Namîne, namîne; ma dilê kesî ji gotinên mele dimîne!

Gelo ez çiqas eydanî berhevkim? Min bêrika xwe carek tijî bikira û bihatima malê û vala kira; carek din, carek din... Nîvrokî Xakî min li hespê xwe siwar bikira bibira gundê Kuneroviyê, li wir jî mal bi mal bigeriyam, paşê bi erebeya servekirî biçûma Erziromê mala Seyîdxan, mala Harûn, mala Hecî Baran, Mala...

Elahû ekber, elahû ekber!

Sibeh cejn e; cejna we pîroz û bimbarek be...
---------------------------------------------------------------------------
Dîz: qûşxaneya ji axê çêkirî
Dêriyê qeremandol: Berê dêrî li zarokên lawîn dikirin. Ew dêrî, ji pirtiyê reş ê erzan dihat dirûtin. Navê wî pirtiyî qeremandol bû.
Girar: Ev girar bi dew û dan tê çêkirin, li herêmên din wek “mehîr” tê binav kirin û nok jî dikeve nav û cemidî tê xwarin. li girara dew a Serhedê germagerm tê xwarin.
Kurşe: Berfa cemed girtî, berfa hişk.
Tûncik: Berê porên zarokên lawîn di tanga ser guhan de glover dihatin birîn û parçeyek por li ser eniyê dirêjkirî dihat hîştin. Jê re tûncik dihat gotin. Dayîk kumên rengînî çêdikirin didan serê wan û tûncikê tenê li derve dihîştin û morî, pelikên zêr û zîv pêve dikirin dixemilandin.
Mamoste Marûf

15.09.2009

http://www.vicdanfilmleri.org/?see=qhhmr

http://www.vicdanfilmleri.org/?see=qhhmr Hevalên hêja, beriya xwendina ev çend hevokên li jêr, divê hûn li lînka jor bitikînin û li kurtefîlma tê de veşartî temaşe bikin û dûv re dev bi xwendina nivîsa li jêr bikin Bayram Balci û hevalên wî yên kedkar re... We kurtefîlmekî gelek watedar û balkêş çêkiriye. We di xulekek de, di kuçekek de “kulek ji kulan” vegotiye. Ez we ji dil û can pîroz dikim. Hêvî û baweriya min ew e ku hûn ê, di rojên pêş de, berhemên hêjatir pêşkêşî mirovahiyê bikin. Di jiyana me Kurdan de ewqas êş û elem , bextreşî û serfirazî, evîn û rik hene ku bi hezaran fîlm û roman û çîrok û drama nikarin dawî lê bînin. Lê, digel vê dewlemendiyê ( gelo dewlemedî ye an malxirabî ye; em pir nekolin) nizanim çima, gelê me, xwe ji hunerê dûr dide, tenê bi çepikan pê şad dibe! Di vî warî de dixwazim bangewaziyek li hunermendên me bikim. Divê ew, ên ku parîkî be jî di şaxek hunerê de xwe dabin xûyakirin, di cih de bi rêya atolyeyan tu tiştekî di kîsê xwe de veneşêrin, ragihînin kesên din. Ev yek di nav gel de wê bibe sedema belavbûna hunerê û di encamê de hunermendên me bi giştî jê sûde werbigirin. Jixwe di civaka me de kesek bibe xwedanî huner û pîşe, di cih de ên din jî xwe lê digirin û yek kes, salekî de dibe hezar... Misqalekî Xêra feodalîteya me hebe ew jî ev e... Bala xwe bidinê, ji çolemergê çend Yilmaz Erdogan derketine... Bi taybetî di gundan de xort û keçên me yên pir û pir bi zên, jîr û jêhatî hene ku ji bela xizanî û bêkesî û şermokiyê di kuncikên xwe de rûdinên, dirizin diçin. Baweriya we bi Xwedê be , bi hezaran keç û xortên Kurd bona hînbûna pîşe û hunerekî bi xebata nanoziko ya bi deh salan qaîl in. Ma Yilmaz Guneyê me,Yaşar Kemal û Şivan Perwer û Evadalê Zeynikê, Şakiro û hemî dengbêjên me yên din - her yek ji wan hêjayî Homerosekî ye-zanîngeh qedandibûn? Ew jî stûyê xwe li ber hostekî tewandine, bi çav û guh, bi ked û xwîdan bûne xwedî huner. Cihû serê her qurbaneke komkujiyê berhemeke hunerî afirandin, diafirînin... Me hê, ji bo lehengekî xwe be jî, tiştekî bi rêk û pêk çê nekiriye. Ez çi serê we biêşînimn em gelekî bi derengî ketine; lê hê roj neçûye ava... Hê bi hezaran xulek, hezaran kuçe, bi hezaran jî kulên me hene... Xala zêrîn; wek Rojda Xanim jî gotiye; navê fîlma we kurdî bûya çêtir dibû... Wê gavê ew dibû malê gelekî ; lê naverok kurdî, nav Tirkî... Bi vî şiklî ew bê xwedî, li ber dîwaran maye... Hunermend, çiqas xweşikî û alozî û taybetmendiyên herêmî baş bibîne û vebêje yên gerdûnî(evrensel) jî ewqas dibîne û dikare vebêje. Çiqas xwe li herêma xwe bike xwedî, ewqas jî dibe navnetewî. ( Necîb Mehfûz;Wêjenasê Misirî; Xwediyê Xeleta Nobelê ya Wêje) We bi vî fîlmê, ziman ne tê de, tevahiya şertan aniye cih. Xwedê siûda we lê bîne... Bimînin di xêr û xweşiyê de... Mamoste Marûf

13.09.2009

Qûn tazî; tembûr dixwazî...


Kurd divê li ser dîroka nêz a Dewleta Tirk pir hûr û kûr rawestin. Wê ew, tê de rastî bi hezaran ecêbên kesnedîtî werên û polîtîkaya “Dewleta ebed mudet” a wan baştir fam bikin.

Nivîsa Xidir gewîş a li tenişta Kebanê pêşniyariya Las Vegas’ê dikir min jî di Rojnameya Tarafê de xwendibû û tê de tu tiştek xerîb nedîtîbû; jiber ku ez di wê baweriyê de me ku, “projeyên qirêj ên dewletê” li seranserî Tirkiyeyê û Kurdistanê ji berê berê de jixwe berdewm e... Lê bihna hin rewşenbîrên me bi vê pêşniyarê pir teng buye û hêrsa xwe di serê Xidir de dane der...

Va ye ez çend mîmûneyan ji kirinên dewletê didime we;

Beriya avakirina Bendava Kebanê, bi sed hezaran donim erdê gundiyan hatibû îstîmlaqkirin. Gundiyên Kurdên xizan û belengaz, di ber eraziyên xwe de ji dewletê bi mîlyonan lîra pere stendibûn. Bi rastî jî pereyekî mezin dabûn... Hin kes wê bêjin ev yek xêra Xwedêye, ser wan de barî ye.


Gelê me yê nezan jî wisa digot. Xalê Şêx Elîrizayê Septîoglî, wan rojan gund bi gund digeriya û ji murîdê xwe re pesnê Siloyê gavan dida û digot; geşbûna dînê Mihemed jî, dewlemendiya miletê me jî bi AP’yê(Partiya edaletê ya piştî darbeye 1960’an hatibû sazkirin) pêkan e!

Dibe ku ew rebenê xwedê, ji nezaniya xwe, bi dilê xwe yê sax van gotinan dikir. Ma rebeno, xefik û dafikên ku “Dewleta Ebed Mudet” dabû ber wan ji ku bizanibûya!

 
Werên guh bidin îja çi bû, çi nebû:

Mirîdên Şêx, ên rojeke de dewlemendî bûyî, bi tevahî gundî bûn...


Hê gundên xwe valanekiribûn ku bi mîlyonan pereyê girêdayî gihîştibû ber destê wan...

Ew nizanibûn ka bi vî pereyî çi bikin? Pîşe tune ye, ji bazirganîyê fam nakin, dewlet di şûna eraziyên wan de ax jî nedabû wan?

Ew ku de herin, çi karî bikin, şaş û mat mabûn ku...

Hema di wê demê de, çawa bû kes hê jî pê nizane, di Elezîzê de bi dehan pavyon û, kulûbên şevînî û malên randevûyê û qumarxane vebûn û gihîştin hewara wan bê war û bê karan...

Elezîz nava çend mehan de veguherî Beyrûda rengîn...

Mirîdên şêx jî bubûn wek prens û şeyxên Ereban... Kêf kêfa wan bû. ji xwe re di guhê Elezîzê de bi çend quruşan koxên xanîyan stendin; kofî û kulfet, zarok û zênçan avêtin binî; bi şalwarên xwe yên Qerejdaxî û û şewqeyên xwe yên şeş koşe berê xwe dan van warên kêf û evîn û teralî û zexeliyê; bona jibîrkirina derd û kulên dinyaya derwîn...

Pereyên xwe li van deran rijandin, xerckirin, xwarin, xilaskirin çû!

***

Mînakeke din, ji dîroka nêz a dewleta ebed mudet: Ji zarokatiyê heta xortaniyê jiyana min di navçe û bajarên Ege’yê de derbas bubû. Piştî darbeya leşkerî bû nesîb, ez çûm Kurdistanê. Xizanî, bêhêvîtî, ji hevûdu bêbawerî, tirs û xofa li ser gel, di kolanan de piraniya leşker û polîsan pir bala min kişandibû.


Roja min a ewil, ber bi êvarê, seba temaşekirina nûçeyan ez çûm qehwexaneyeke .


Piştî nûçeyan min hey dît xwediyê qehwexaneyê filmeke pornografîk avêt vîdeoyê!


Ji zarokên 9-10 salî bigire heta mêrên mezin, kursiyên xwe bi pêş de dan û çavên xwe kutan ekran; bê xem û bê xof lê temaşe dikirin ! Xwedêyo ev çibû! Ez di cih de ji wir derketim û ketim yeka din. Ew jî wisa... Yeka din, yeka din... tev jî wisa...

Piştî çend mehan ez li vir çavnasî bûm û min ji astsûbayekî pirsî: “ Hûn çima pornografiya li qehwexaneyan asteng nakin?

 
Min di jiyana xwe de li Manîsa û li Balikesîr û li Aydin’ê tiştek weha nedît...”

- Miletê vir bêexlaq e. Dev jê berde... Heta dibin terorîst bila bi seksê bilîbin, çêtir e...


Mînakek din; li hemî bajaran binêrin; navendên fihûşê li ku ne?


Çend nimûne li min; ên din hûn bibînin; Kerxaneya Stenbolê di taxa qedîm a Cihûyan de, hema bêje li tenişta Havraya wan e; ya Erzromê berê di nav taxa Kurdan de bû; niha nizanim li ku ye; ên din tev li taxên Qereçî û xizanan çêkirî ne...

***

Tiştek din; qumarxaneyên Tirkiyeyê çend sal berê, bi zora Dewletê bar kirin. Çûn kuderê? Qibris!

Çima ne Yozgat?

***

Çend sal berê bi destûra “emniyeta” dewleta ebed mudet, di Dêrsimê de bi dehan Xwedê giravî, restauran venekiribûn?


Di wan de bi sedan jin- Xwedê giravî wek garson- nedixebitîn?


Lê ji bextê wan re Şaredarî ket destê tevgera azadiyê û hêlîna wan xera bû, planên wan ên din jî ser de...

 
***

Gotina dawîn; Xidir Gewîş Dêrsîmî ye, gere baş bizanibe kux ev heştê sal e, dewlet dike di şûna ”karxaneyan” de “kerxaneyan” bide gelê me yê ji xizanî û ji birçîbûnê hal tê de nemayî, ji qidûman ketî...


Îjar Xidirê me jî rabûye qumarxaneyan ber me re dike...


Xidiro Keko, 50 sal berê li Kebana ku tu dibêjî bila bikin Las Vegas, me ji binî ve şêlandin...

Êdî me ne pere ye, ne pol e...

Qûn tazî, tu rabûyî ji me re tembûr dixwazî...

11.09.2009

Çavên te birijin ey bêxwedîtî!


Hêkên ku, rast-derew, ji binê kevirê li jor ê
bi çivîkan neqişandiyê derketine
Ev wêne ji hêla xwendekarekî min ê kevin ve ji min re hatin şandin.
Gelek mirovên me ji xwe re kirine kar, li çiya û banî û zozanên Kurdistanê li pey zêran digerin... Kîjan kevir û zinar, ên “xwedî taybetmendiyên xwezayî û dîrokî ” li ber wan dikevin qet qetî, parçe parçeyî dikin.

Destê wan digihîje kîjan diwarên xirbeyan, wek xiltên kor heta binê hîman(temel) dikolin, hilwedişînin, serobino dikin...
Tu dibê qey bûne Cengîz û Tîmûr û bi welatê xwe ketine; kevir li ser kevir nahêlin; dirûxînin, wêran û wêrtas dikin... Ji bo xatirê Xwedê bifikirin, çavên xwe li seranserî Cihanê bigerînin hûn welatek evqas bê xwedî û stûxar dibînin ku dewleta- xwedê giravî - li serî alîkî ve, gelê xwediyê wî- dîsa Xedê giravî- alîkî ve bibin yek û bermahiyên wî yên herî giranbiha yên ji bav û kalan yadîgar bi bendavan; ew jî nebû bi bêr û tevir û geran û loman ji holê rakin?

Erdnîgariyek evqas bêsiûd û bê êxbal heye ku dîroka wê, şopên şaristaniyên wê bi destê ewladên wê bên paxişkirin û şûştin! Ev çi xezeb û bobelat e ser me de hatiye?
Ew her dû çivîkên li jor êdî tunene! Ew zinarê li jor; ew warê ku herdû çivîkên reben ji bextê xwe re bi hezaran salan e li ser koça xwe danîne, bi destê nezaniyê, bi destê çavbirçîbûnê, nan na wele bi destê talankeriyê hatiye hûr hûr kirin, parçekirin, ji holê rakirin... Ji binî jî-rast derew- ew her dû hêk derketine û- di ber wan de bimîne, ji zikê wan dernekeve- bûne para devê wan rawilan...

Di nav şert û mercên şer de xwediyên vî welatî, yên ji dil û can, firsenda xwe nedîtin ku bi têra dilê xwe li axa xwe xwedîtî bikin, bermahiyên dîrokiyên wê, berhemên devkî û nivîskiyên wê, dar û berên wê, teyr û tirûlên wê biparêzin û bêkêmasî ragihînin nifşên pêşerojê. Lê piştî aşitiyek bi rûmet divê em bi tevahî mil û zendên xwe badin û welatê xwe yê bi destê neyar û nezanan wêran û wêrtaskirî şên û aram kin. Têbinî:Ez rondikên çavan didim alîkî û ji hevalên dîroknas û arkeologan dipirsim; gelo ev bermahiyên kîjan gelî, kîjan serdemê ne? Ew çivîk ne teyrên tawus ên Êzidiyên me bin? Bi qasî ku ez dizanim di mîtolojiya Mezopotamyayê de teyr xwedî taybetmendiyeke pir mezin e. Ger we tu tiştek jê dernexistibe, ji kerema xwe re ev wêneyan rabighînin hin kesên pîspor; ka ew çi dibêjin? Bi ya min hêk ji binê wî kevirî derneketine; jiber ku ew dirufîn objeyên nû yên li atolyeyên kevirê seqî yên îro(atolyeyên mermeran) tên çêkirin. Mamoste Marûf mamostemaruf@yahoo.fr

10.09.2009

Yadê! Dayê! Dayikê! Mama!

(Ev wêne çend meh berê li Stenbolê di dikaneke
kevnefroşiyê de ket ber destê min. Li paş wê
bi destnivîsek pir kevin “jinikeke Kurd li ber
şikefta xwe” hatibû nivîsandin. Bi ya min ev
wêne ji hêla leşkerekî dagirkeran ve hatiye
kişandin; jiber ku bi gorî mantalîteya dagirkeran
Kurd “şikeftmekanên hov” ên paşverû ne.
Gelên Kurdistaniyên din- bi taybetî Ermenî jî
wisan... Dagirker dikin Kurdan û ê din bi pêş ve
bibin, ji xerabiyê xelas bikin! Lê gava Kurdek li vê wêneyê mêze dike dîroka
nêz a Kurd û Kurdistanê di ber çavê wî/wê re
derbas dibe. Bîranînên wan ên bi êş û eleman,
bi hewar û qîrînên dê û bav û kalan barkirî û
di nav dilan de veşartî dibin rondik û careke
din xwe didin der. Mirov dixwaze ev dayîka li ser
kaxiz werê ziman; em lê bang bikin
û jê pirske, ka kê ye: )
Yadê, Dayê, Dayikê, Mama!
Jibo xatirê Xwedê tu bêjî; tu ji ber kîjan serdema bi êş û bi elem mayî? Tu ne xwîşka Şêx Seîdê Kal, ê li ber mizgefta Ûlûcamiya şewitî darvekirî bî û li ber xirbeyê mala xwe ya li Qolhesar a Xinûsê li benda cinazeyê wî yê pîroz hew mayî bî? Tu ne Bercûhiya jina Istepanê Daronî yê şoreşger; mamaya(dayîk) çar tixan(xort) û sê axçîkan(keç) ên bi destê leşkerên tirkan, bi tirpanan qet qet kirî, dûre bi mêrekî heftê salî yê talanker û xûnxwar re bi darê zorê mehrkirî bî? Tu ne ji Milazgirê, Gulperî ya kor a jina Xalê Evla yê ku bi dilê xwe kulfetên xwe hiştîbû çûbû Çanaqaleyê û ji tirkan re leşkerî dikir; dayika Eto, Sêvê, Gulî, hesen, Tajdîn û Serveto bî!Tu ne ew a jiber ku ji herdû çavan mehrûm bû di maciriya reş a 1916’an de di gundê xwe de bi tena serê xwe -bê ku bizanibe ew tev ji zû ve li serê çiyayan ji birçîna mirîne- bi hêviya vegera zarokên xwe sih salan li ber deriyê malê rûniştî mayî bî? Tu ne Xezala Dayika Xelîlê Qaso yê di çardeh saliya xwe de bubû şervanê Serhildana Şêx Seîd û piştî serhildanê di mal de di nav nivînan de razayî ji hêla leşkeran ve hatibû kuştin bî? Tu ne jina Zeynelê Hozatî, dayika Elî û Soro û Narê ya di 1938’an de di şikefta serdestê gund de li ser hev hatibûn kuştin bî? Ew a jiber vê yekê aqilê xwe zayî kiribû û bi tena serê xwe li ber diwaran mabû bî? Tu ne Gewrê bî? Dayika Evkerîm, Hîvê, Paşa û Gogê ya sêwî yên Serhildana Agirî yê bî? Ew jinika Diyadînî, ew a hemî mêrên gundê wê hatibûn kuştin, zarokên wê hatibûn sirgûnkirin lê ew xwe dabû erdê, kiribû eynat gundê xwe ne terikandibû... Tu ne Şarê ya Mereşî ya di 1978’an de sê kurên wê bi destê dagirkeriyê ve hatibûn kuştin; ên mayî ji Almanyayê bigire heta Avustralyayê jihev belabelav bûyî bî? Tu ne ew a bi hesreta dîtina zarokên xwe par ne pêrar mirî bî? Tu ne yek ji wan dayikên Sîlopi û Licî û Batmanî û Nisêbînî û Amedî bî? Ji wan ên bi hêviya hembêzkirina hestiyên zarokên xwe porên xwe sipî, çavên xwe kor, umrê xwe pûç, dikin bî? Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin