13.06.2009
Mêrikê Xwedênenas
Rojek ji rojan zulamekî Xwedênenas (ateist) ji xwe re di nav daristanê de digere û bi kêfxweşiyek mezin li xweşikiyên derûdorê temaşe dike. Alîkî ve jî di ber xwe de dibêje ; hela lê, ev xweza çiqas tiştên xweşik daye me...”
Lahzekî şûn de çi dibe li paş xwe mêze dike.
Çi bibîne! hirçek gir ê geriyayî ber bi wî ve nayê!
Çawa ku ji tirsa vediciniqe, hirç serî dide ser û berî wî dide.
Camêr dibêje çirp û bazdide direve;
Lê
çiqas dizivire li paş xwe dinêre, hirç nêzîktir dibe...
Çendikî şûnve lingê wî li çiqilê dareke diqelibe û dibêje girm û li erdê dirêj dibe.
Hirç dikeve ser.
Çawa ku pencêkî xwe radike û dike lêxe; mêrik diqîre dibêje “ Ellahhh !”
û hawara xwe dide Xwdayê Jorîn.
Bi qêrînê re dem û dîrok di cihê xwe de disekine;
hirç bi qîl û bi pencik li hewa diqerise dibe wek kevir;
çemê ku di daristanê re diherike diçe, dimiciqe.
Ji ezmanan “tîrojek pir û pir ronî” dide rûyê mêrik ; dengekî gur çiya û daran tev bi hev re dilerizîne û dibêje:
“- Lawo tu bûyî nebûyî te eşheda xwe neanî. Te digot hema qezakî ye bûye û Dinya çêbûye. Îjar tu niha ji min alîkarî dixwazî? Tu dikî ez te bikim şûna qûlekî xwe yê bawermend ê mu’mîn û muteber!”
Mêrikê reben pir şerm dike.
Ruh çiqas şirîn be parsû jî ewqas qalind e; loma serî li ber danayne; ji Xwedê re dibêje:
- Welle heyran, ji vir şûn de nabe ez bi te baweriyê Bînim. Ev yek li qûlen te yên mu'mîn dibe neheqî... Lê ji kerema xwe re tu dikarî rehm û hîdayet bikî dilê hirçê û wî bînî ser rêya xwe ya heq.
Ew “dengê ezmanî” dibêje; “erê ev yek dibe”
Tîroj winda dibe.
Bayek hênik dertê.
Çem dîsa dike xuşînî diherike.
Daristan dibe mîna xwe.
Hirç pencikê xwe yê li hewa ber xwe de berdide,tîne jêr;
lê ji nişkave îjar herdû pencan bi hev re berjor dike, tê ziman û dibêje :
“Bismîlahêrehmanêrehîm.
Xwedayê min ê Rebê Alemîn;
ez bi rizqê ku te daye min fitara xwe vedikim; hezar hemd û sena, jibo nîmetên te...”
Mamoste Marûf
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...