23.03.2009

TÛTÎ (papaxan)




Rojekî ji rojên dewra berê, yekî Ewropî, yekî tirk û yê din Kurd, sê mêrên delodîn digihîjin hev û dest bi diziyê dikin...
Lê, hûn jî aqûbeta merivên xerab dizanin, çendikî şûn de her sê jî tên girtin û dikevin zindana reş û tarî...
Ew ê temenê mayî, di zindanê de tî û birçî pûç bikirana; ne ji sê tûtî (papaxan) yên rengîn ên padîşa bûna...
Padîşa, ji bo perwerdehiya axaftinê û hindekariya zanist û marîfetê
dişîne zindanê
sê tûtîyên giranbiha yên meqbûl û muhteber
her sê jî yadîgarê padişayê Hindîstanê ...
Her mehkumek tûtiyek û mehek...
Divê ew wan di sê mehan de bidin axaftin wekî benî Ademek...
Bi azadîyê û bi kîsikek zêr wê bê xelatkirin;
mehkumê herî serkeftî...

***
Yê ewropî; nanê xwe naxwe, dide tûtî;
cilên xwe yên hevrîşim (îpek) xera dike,
dibire didirû û lê dike.
Mîsk û ember li can bedena wî dide,
pûrt şe dike, çav kil dike
Tûtyê wî di zindanê de kêf dike

***
Ê Tirk jî xwe qurbana binê pepikê tûtiyê xwe dike;
nanê xwe dike du kerî,
pê re parve dike,
doşega xwe didê;
bi xwe radizê li erdê
tûtiyê wî yê bi siûd dest şûştî û ling şûştî ye;
tu dibêjî qey li bihuştê (cinnet) ye...

***
Kurdê me yê şivan,
tim û tim azad,
bi serê xwe jiyiye li çol û çiyan;
nedîtiye di umrê xwe de heps û zindan;
lewma pir bi hêrs û bihnteng û bi mahde û bi mirûz e;
bi serde jî ti tişt fêm nakiriye ji gotinên gardiyan; 
ji ber ku ew pê re axiviye bi zimanê dagirkeran!
Bi xwe xwe difikire dibêje;
"bi serê şêx û meşayixan;
ev tûtî an mît e, an ajan!!!”
Tûtî ji awirên wî yên tûj derdixe
ku ew ne delaliyê malê ye
çi bike rebeno,
xwe kerr dike, diquncilîne;
xwe dide quncikê jêrîn û li benda şîvê dimîne...
Dibe êvar, kurdê me xwarina xwe bi têra dilê xwe û bi tena serê xwe dixwe,
binê firaqa xwe bi nan qela dike...
Berê xwe dide tûtî û pesnê xwarinê dide;
pê re tinazê xwe dike;
dîsa jî dilê wî rehet nabe, hezar çêr û dijûn dide serhev,
tûtî dîn û har dibe;
lê rê û dirb nabîne ku jê xelas bibe...
Tî û birçî bi çêr û kufuriyan derbas dibin;
du roj, sê roj, çar roj...
Roja pêncan; tûtî dibîne wê bimire ji birçîna;
tê ziman û xwarin dixwaze ji kurdê me yê şivan...
Dibê je :
“ – Xalo, ez qurbana binê lingê te, bila goşt ji te re;
bide min cend lib ji wî birincî"
Kurdê me lê digere mahneyan;
dibêje roj ev roj e; ezê ji vî ajanî bistînim
heyfa bav û kalan.
Di serde diqîre dibêje : 
“ – Weleh ez gû jî nadim te;

heta tu ji min re nebêjî kilameke kurmancî!”

***
Sê meh bi ser de diçe, padîşa wezîrê xwe dişîne zindanê;
dibêje tu yê her sê tûtiyan azmûn(îmtihan) bikî;
yê xweş diaxive kifşe bikî;
mamosteyê serkeftî bi azadî û bi kîsikekî zêr xelat bikî...
Wezîr dora pêşî diçe hucreya girtiyê Ewropî.
Çawa mifte dike kilîtê;derî dike teq û req;
tûtiyê yê Ewropî dikeve bin çengê xwediyê xwe û xwe ditelîne, vedişêre,
bona ku kes wî nebîne û nebe û ji xwediyê wî bi dûr nexe...
Wezîr û gardiyan û camêrê Ewropî dibin yek;
gazî dikin;
lava û rica dikin;
tûtî ji cihê xwe nalive,
devê xwe venake û naaxife...
Helbet Ewropî ji zindanê dernakeve...

***
Wezîr icar diçe hucreya mehkumê tirk û dixwaze tûtiyê wî azmûn bike...
Dibîne, tûtî xurt bûye, bez girtiye, qelew bûye tu dibê qey kurbeşk e (porsûk)
qe nikare ji cihê xwe bilive...
Dike nake ji devê wî jî tu kelam û gotin dernakeve;
ji ber ku ew jî ji halê xwe kêfxweş e, naxwaze rewşa tê de ye kes biguherîne...
Mêrikê Tirk jî di girtîgehê de dimîne û dimîne..

***
Îcar dor; dora tûtiyê ku “camêrê kurd lê xwedîtî û mamostetî kiriye” de ye...
Wezîr tê ber deriyê hucreyê,
mifteyên hucreyan ên di dest de dike şinginî,
ev deng bo “tûtiyê ji birçîna li ber mirinê” dibe mizgînî.
Çawa ku derî vedibe, tûtî nişka ve fir dide
wek gulle dipeke, bi herdû lingên wezîr ve dizeliqe;
devê xwe dike saqa gîzmeyan,
bi herdû çavan digirî û dibêje:
-Hewar xalo, ez qurban;
xêra Xwedê bide min kerîkî nan. 
Ez ji birçîna kuştim;
ev Kurdê bê dîn û bê îman!

***
Belê, ji birçîna tûtiyê girtiyê Kurd wek bilbil diaxive û bi nezantî dibe sedema azadî û dewlemendiya wî.
Ji vê meselokê divê em bistînin çend ders û îbretan...
Gelo çi ji tirkan, çi ji ereban çi ji farisan;
kîjan ji wan dagirkeran, bi qasî xwediyê tûtiyekî be jî qedrê me kurda dizane?

Qe yek, tu car!
Îcar çima hinek guhsistên me ewqas ketine bin çengê wan û
xwe bi wan ve şidandine?
Belê rast e;
dagirkeran em birçî hîştin û kirin ku
em bi zimanê wan ji wan bixwazin nan.
Lê belê sûcê me jî heye;
em nikarin bi zikê xwe;
namînin bi nan;
ji bona ku ew bidin me pîvazan;
bi zimanê wan dinivîsin helbest û romanan;
heyra, tu dibêjî qey Xwedê nizane bi Kurdî;
Jê re dia dişîne bi zimanê dagirkeran!
Divê em bazara xwe;
dayîn û stendina xwe
waez û niyaz û diayên xwe bi kurdî bikin.
Karsazên me kar bidin kurdîzanan.
Divê heqdestên pale û karker û nivîskarên Kurdîaxêvan
zêdetir be ji yên tirkîaxêv û erebîaxêv û farisîaxêvan...
Ger em hevûdu birçî bihêlin,
hinek ji me ji bo kerîkî nan wê bipişifin;
bifirin biçin nav refê dagirkeran...

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin