Gelê Kurd,
Gelek ji gelên Rojhilata Navîn ê ti car nebûye şareza û serfiraz...
Gelê herî xêrxwaz û aştîxwaz, lê çibikî, ewçend jî bêsiûd û belengaz...
Gelê li ser erdnîgariya xwe bi hezaran salan e bêsiûd û bêmiraz, îro bi mar û dûpişkan re şerê man û nemanê dike.
Dijminên wi, bêbext û bi dek; dostên wî (xwedêgiravî) roviyên konek...
Kurd, kîngê piçek hatibe ser hemdê xwe, pûrt pêve hatibe, rastî bêbextiyê hatiye
û wan tim û tim kevirê aşê bêav li ser serê wî gerandiye.
Pir dûr neçin, ger em bala xwe bidin xefik û dahfik û dek û dolabên van sih salên dawîn ên li ber Kurda danîn, em ê baş bizanibin lîstikên wan ên dawîn:
sal û zeman, 1990: Tevgerek hebû li Lûbnanê, nav Hîzbulah. Tevgereke Şiî û olparêz.
Bi taybetî li dijî Îsraîlê çalak. Dagirkerê bêbext û ji mirovahiyê bêpar, bi heman navî yek jî li Kurdistanê birêxistin kir lê, Hîzbulaha Îranî ti car hebûn û rewabûna wê nepejirand, wek şaxek xwe, wek hevkarê xwe nehesiband.
Bi navê vê partiyê bi mîlyonan Kurdên welatparêz kuştin, birîndar kirin, berê wan dan ser rê û dirbên xerîbiyê, miştexî û penaber kirin.
Paşê jî heman êrişan wek “çalakiyên terorîstî yên hovane yên “kok ji der ve” û “ li dijî dewleta Tirk” binav kirin.
Êrişên Hîzbulaya xwe, tevgera xwe yên kontrayî, paramîlîter kirin hincet û dîsa êrişî Kurda kirin. Li welatê Kurdan rewşa awarte îlan, axa wan çaralî dorpêç, war û zozanên wan qedexe, gund û bajar û bajarokên wan wêran û wêrtas kirin.
Em werin roja îro:
Dora pêşî li Iraqê, hin mîlîtanên di bin bandora Ebûbekîr El Bexdadî, ji El Qaîdeyê veqetiyayî, tevgereke bi navê “Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê” ava kir.
Ev tevger, bi rê û rêbaz û çalakiyên terorîstî dixwest çavê gelan bitirsîne, di bin xelîfetiya El Bexdadî de dewleteke îslamî damezirîne. Wan di her pêvajoyê de, destê wan gihîştibe kîderê, bi her rê û rêbazên dermirovî komkujiyên kesnedîtî pêkanîn…! Negotin mirov e, kevir e, dar e, ajal e, kî û çi li ber wan ket kuştin, talan kirin, şewitandin, rûxandin. IŞIDê di nav sivîlan de tirs û xofek wisa çêkir ku, bi bihîstina navê wê , gelên Iraq û Sûriyê her tiştên xwe di cih de hîştin û bi alîkî ve belav bûn. Li ber vê lehiyê Kurdên Rojava tenê xwe girtin, xwe parastin. Ew ji berê de li dijî rejîma nijadperest ji alî siyasî û leşkerî ve xwe birêxistin kiribûn, amadekariya xwe dîtibûn...
Di pêvajoya hevdîtinên aştiyê de Dewleta Tirk rê nedît ku rasterast destdirêjiya Rojava bike lê, li gorî gelek derûdoran ji binve alîkariya çeteyên IŞIDê dikir. Di ser Turkiyeyê re çûnhatina çeteyan aşkere bubû. Çapemeniya azad û çavkaniyên bêalî, rêxistin û saziyên wan ên li Turkiyeyê û li bajarên Kurdistanê vê rastiyê dianîn rojevê lê, dewleta Tirk gelek caran an înkar dikir, an jî bi operasyonên qaşomaşo çavê raya gişkî girê dida.
Di rastiyê de, çawa ku di salên 80yî de bi hezaran pêxwas û tolaz û xwînxwarên welat bi navê Hîzbula anîbûn cem hev, îcar jî bi navê IŞID û El Nusra û Tûgayên Siltan Mûrad û êdî çi kul û kureder be wan xwedî û birêxistin dikirin.
Dewletê, piştî hilbijartinên 6ê Hezîrana 2016an, kuştina du polêsan kir hincet û dawî li pêvajoya aştiyê - jixwe ne bidilê wî- bû anî.
Dem, dema bikaranîna ga û mozikên di axûran de xurtkirî bû. Dagirker heman dek û dolabên salên 90î dubare kir. Bi kontrayan Kurda û dost û rêhevalên wan da kuştin lê, ji raya gişkî re wan çalakiyan wek “êrişên terorîstî yên li dijî Turkiyeyê nişan da.
Ha ji we re yek bi yek, roj bi roj êrişên bi navê IŞIDê hatine kirin, hedefa wan, nasnameya 709 qurbaniyên wan:
- 20 Adar 2014, Nîğde: Terorîstên IŞIDê û hêzên Dewletê kes nizane, çawa û çima, bi awayek rastî hev tên, şer diqewime,
ji hêzên ewlehiyê 2 mirî. (Ev çalakî tenê li dijî hêzên dewletê ye. Li gorî pisporan IŞIDê ev çalakî bêhemdê xwe, bê dilê xwe lidar xistiye)
- 6 Pûşper 2015, Amed: Rojek beriya hilbijartinê, di mîtînga HDPê de li pey hev du bombe teqiyan. Ev çalaki ket stûyê IŞIDê.
4 Kurd mirin, 402 jî birîndar bûn.
- 20 Tîrmeh 2015, Pirsûs: Komek şoreşgerên ji Turkiyeyê hatî û bo alîkariya zarokên Kobanîyê li ser rê, rastî êrişa xwekujî ya li ser navê IŞIDê hat.
Ji şoreşgerên dostên Kurda 34 mirî, 100 birîndar.
- 10 Kewçêr 2015,Enqere: Di Mîtînga Ked, demokrasi û aştiyê de xweteqandina terorîstên IŞIDê yên nasnameyên wan ji berê de diya, çend roj berê di destê polêsan de wek qaçaxên leşkeriyê sûcdar lê, kes nizane çawa serbest hatine berdan.
Ji Kurda û ji şoreşgerên dostên Kurda 109 mirî, 500an zêdetir birîndar…
- 12 Rêbendan 2016, Sultanahmet-Stenbol: li ser navê IŞIDê, dijî tûrîstên Ewropî êrişeke bombeyi.
Ji Tûrîstên Alman 13 mirî, 13 birîndar…
- 19 Adar 2016, Beyoglû-Stenbol: Hedef; tûrîstên Îsraîlî:
5 Îsraîlî mirî, 36 birîndar…
- 28 pûşper 2016, Balafirgeha Ataturk-Stenbol: li termînala rêwiyên biyanî êrişeke çekdarî û bombeyi.
Gelek jê biyanî 45 mirî, 236 birîndar.
- 14 Tebax 2016,Dîlok: Dîsa li ser navê IŞIDê êrişeke xwekujî, di dîlaneke Kurdan de…
Piranî zarok 54 Kurd mirî, gelek jê giran ji 100î zêdetir birîndar…
Encama hemû çalakiyan: Êrişa pêşî ya li Nîgdeyê ne di nav de, hedefa hemû êrişan an Kurdên welatparêz, an şoreşgerên dost, an jî biyanî ne.
Heger IŞIDa Turkiyeyê, Turkiyeyê bi xwe, rejîma Tirk ji xwe re bikira hedef firsenda herî mezin piştî hewldana darbeya 14 Tîmehê neketibû destan?
Mehek zêdetir hemû “alîgirên pergala laîk û Kemalîst û AKPyî bi tev di kolanan de nebûn?
Polês û leşker derba mezin nexwaribûn, tev bi hev neketibûn?
Çima IŞIDa xwedêgiravî dijminê TRyê, di ti civînekê wan de demançeyek pêlîstok be jî neteqand?
Ma Kurd û Elewî û şoreşger tenê neyarê IŞIDê ne ku ji wan bi sedan kesan kuştin...?
Dewletê, bi van êrişan, wek êrişên Hîzbulayên salên 90î, derfetên pir û pir stratejik bidest xistin.
Ez ê çendên wan vebêjim:
a) Bi xêra tevahiyan da zanîn ku ew di bin tehdîta Terorîzmê de ye û bi wê hincetê mafên mirovan û zagonên demokratik yeko yeko ji holê rakir. Çapemeniyê çavtirsandî û kerr û lal, bi hezaran siyasetmedar û ronakbîran zindan kir.
b) Bi hinceta ku terorîzm dewletê tehdit dike, di bajarên Kurda de nema komkujî û keraset pêkanî, wan wêran û wêrtas kir.
c) Wan terorîstan wek ji Sûrîyê hatî nişan da, bandora xwe li ser Rojava rewa kir.
d) Di dawiyê de dîsa bi wê mahneyê Cerablûsê dagir kir.
e) Bi hinceta ku ew ê bi IŞIDê re şer bikin, nema sixur û çeteyan li Rojavayê Kurdistanê birêxistin kir.
f) Dagirker, bi xistina navê wê nav tevgerên terorîst û wekhev nîşandana wê û IŞIDê, Tevgera Azadiya Kurd û Gelê Kurd ewqas reş kir ku, şeytan êrişî Kurda bike “gelê Tirkê misilman û nezan, hinek jî nijadperest û faşizan” êdî jê re secde dike.
Gelî xwendevanên hestiyar, ji nirxêr mirovatiyê hêj bipar,
Çawa ku serokê gelê Kurd di her gotineke xwe de dubare dike, dibêje; modernîteya kapîtalîst mirovahiyê roj bi roj dirizîne, dike dilqê cinawiran.
Li ser gelên mezlûm û bindest neman dek û dolaban digerîne, rastiyan berovajî dike…
Îro dagirkerê me yê xulamtiya wan hêzan dike, xelata xwe çawa distîne hûn baş dizanin:
Dagirker me dikuje, emperyalizm serxweşiyê dide wî!
Em tên kuştin taziye di koşka wî de dibe…
Em tev rastiyê dizanin lê, çi bikî, çiqas biqîrî, çiqas bikî gazî û hewar heta neyê hesabê wan ew te nabihîsin.
Lê mizgîniyek bidim we, mezinên me gotine “gû bi berfê nayê veşartin” Em tev baş pê dizanin ku emperyalîstên îro pûşên dagirkerê me vedişêrin, fêlên wî yên qirêj dinuximînin, ne dostên wî yên jidil in. Her yek bona ku sibe li dijî wî wek çek bikar bîne, sûcên wî didin ser hev, qeyd dike. Kurd jixwe ji berê de qencî û xirabiyên lê hatine kirin jibîr nake. Dawiya dawîn ev bêbextiya dagirker di pozê wî re werê… Ew ê derbek wisa bixwe ku quleke bi destê wî nekeve ku lê bisitirê. Xwedê ayê bizina kol ji ya bi qiloç re ti car nahêle. Xwedê bihêle jî Gelê Kurd “bi îradeya xwe ya cuzî” dîsa jê re nahêle…
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder