26.09.2016

Ol , Oldarî û Kurd



Kurd; gelek ji gelên Rojhilata Navîn.

Bi nijadkî Aryen,

bi zimanekî Hîndo-Ewropî,

bi welatkî Kurdistanî.

Beşek niştecih, bi cotkarî û bazirganiyê ve bilî,

beşek nîvkoçer, debare; sewalwanî û bi bazirganî,

beşek bi tevahî koçer, pisporê sewalvanî û hiberîna rûn û penîr...
***
Welatê Kurda, herçiqas gelek caran ji aliyê siyasî ve, ji der ve bi biyaniyan ve girêdayî xwiya kiribe jî, Kurd, heyama dagirkeriya Erebên misilman jî di nav de, ti caran dab û nêrît (orf û edet), şêl û pêl û girêdan, rabûn û rûniştina xwe ji binîve neguherandine, heta destpêka sedsala XXan bi gelemperî wek xwe mane.

Kurd, piştî ku xwe ji Zerdoştiyê dişon û ola xwe ya qedîm diguherînin dibin misilman , Îslamê pir xweş li şêwaza (terz) jiyana xwe ya xwezayî tînin; nahêlin ku misilmantiyeke bihnteng, bi hêrs, êrişkar, bi mahde û bi mirûz di nav wan de şîn bibe, jiyanê li wan biherimîne.
Em ê di vê nivîsê de misilmantiya Kurda bînin holê û bala xwe bidin cudahiya xwe û gelên cînar ên misilman:

Feqî, mele, şêx û meşayîxên Kurda:
Perwerdehiya olî di medreseyan de dibû. Her medrese di serî de ji alî alimek an şêxek Kurda ve hatibû avakirin û bi sedan salan ew bi destê nevî û nevîçirkên damezirînerê xwe ve dihat birêvebirin. Ti pêwendiyên medreseyan bi dewletê ve tune bû. Veherandina medreseyê (tamîrat) Xwarin, vexwarin, serûguhên feqiyan bi xêr û hiseneta gel dibû. Feqî nîvrokî û êvarkî mal bi mal digeriyan, ratiba(îaşe) xwe berhev dikirin. Ratiba feqiyan serê malê firaqek xwarin û nanek bû. Piştî perwerdehiya xwe bidawî dikirin û îcazet distendin, dibûn mela, debara wan dîsa li ser gel bû. Gel ji kîjan meleyî hez bikira ew danî, di tax û gundê xwe de bicih dikir, serê malê pez, dewar, genim dibe, êdî li ser çi bihev kiribin, didanê. Jin û zarên wî, pez û dewarên wî di nav ên şêniyan de bû. Ji ber vê kevneşopiyê bû ku melayê Kurd tim di nav gelê xwe de, muhtac û mehkûmê alîkariya gelê xwe bû, lewre rexneyên tahl û tûj li gel nedikir, ti car xwe li ser mirovan nedidît, dij îslamî be jî, ji melayan  nehat, nekarîn ku şêwaza jiyana hezar salan a kurdewarî biguherînin.
Mizgeft: Li Kurdistanê Mizgeft pir hindik bûn. Ew tenê di bajar û bajarokên Kurda de hebûn û bi gelemperî ji aliyê biyaniyên serdest ve, an ji alî malmezinên Kurda yên çav dabûn wan ve hatibûn çêkirin. Jiyana civakî li ku bûya, nimêj li wir dihat kirin. Di gund û taxan de axa, beg an malmezin odeyek an koşkeke deriyê wê ji der ve dişuxulî ava dikirin. Derî çi nas çi nenas, mêr- jin ji herkesî re serpiştkî vekirîbû. Xwarin û vexwarin, civîn û suhbet, şîn û şahî, razan, îbadet tev di vir de dibû. Mêvanên biyanî, çerçî, karbidestên dewletê, fîrar û mehkûmên  zagona dewletê (qaçax) çiqas dilê wan bixwesta li vir dihatin ezimandin. Mezinê malê, rûspiyê gund û taxê, melayê gund, heta sedsala XX’an dengbêj qadroyên daîmî yên vê civatê bûn û cihê wan li jor, li ser dîwanê an li ser sewkiyê bû. Wexta nimêjê ev ode vediguherî dibû mizgeft, tê de nimêj dihat kirin, mewlîd dihat xwendin. Kî nimêj nekira heta ku nimêj biqediya li paş cim’etê, bêdeng rûdinişt. Xeynî dema îbadetê mizgeft odeya civatê, mela jî wek malmezin û rûsipiyan kesayetiyek civatê bû. Her çiqas melayên Kurda, di mijara Ayat û Hedîsan de, bi taybetî di fikh û Kelam û Siyerê de xwedî zanîneke kûr be jî, ew hukmên Îslamê yên jiyana rojaneya Kurda tengezar dikir, ên dijbertiya dab û nêrît û terza jiyana wan a bi hezaran salan dikir ti car wek şertek jêneger, qethî nedida ber gel.

Wek mînak,digel ku Îslam şahiyên jin û mêr bi hev re qedexe kiribe jî, dîlanên Kurda ji berê de bi hevre ye. Jin û mêr, keç û xort dikevin ber hev, destên hevûdu digirin, govend digerînin. Dîsa, herçiqas  ol û erf û ededên biyaniyan memikên jinan wek namehrem hesibandibe jî , jina Kurd li ber çavê mela pêsîra xwe vedike, zaroka xwe dimijîne.
Beriya ku Kurd di çanda biyaniyan de çavnas bibin, simbêlên sinet nizanibûn. Rihên xwe dirêj nedikirin, ti car cube li xwe nedikirin, kimên spî nedidan serê xwe, pîrozbahiya qendîlên olî li hev pîroz nedikirin. Tenê şeva Qedrê çend riket nimêj dikirin ew bû. kinc û girêdan, şêl û pêla nelihevhatî ya hevûdu bi gotina “ev gune ye” na, “ev şerm e” rexne dikirin. Di nav civatê de ne tenê kesên oldar û nimêjkar, Ermen û Êzdî, Asûrî, Qeraçî, Tirkmanên canik û camêr, nanda, bibext, wêrek, jêhatî, xweşsuhbet jî xwedî rûmet bûn, qedrê wan dihat zanîn, tevlîbûna şîn û şahiyên wan jî ferz bû.

Digel hemû pest û pêkûtî û hewldanên pişaftin û xwepişftanê hêj di nav Kurdan de ev kevneşopî kêm-zêde berdewam e. Ev çanda gelê Kurd ya  “di dirêjahiya hezaran salan de li ser pirrengînî û çêşîtdariyê şîn bûye” bo mirovahiyê, bi taybetî bo pêşeroja Rojhilata Navîn hêviyek pir mezin e. Li ser nirxên gelê Kurd demokrasiyeke jidil û rasteqîn, mirovahiyeke azd û sefiraz ava dibe lê, divê di serî de Kurd, heta ku bibin xwedî statû, bi çavreşî li çanda xwe, li zimanê xwe, li dab û nêrîtên xwe xwedî derkevin.

Bi taybetî xwe û zarokên xwe ji “têgihîştina olperestiya bihnteng, hişk, êrişkar, dûrî jiyanê, dijminê kêfxweşiyê” biparêzin.  


















Hiç yorum yok:

Kılama Elo Memed Paşa

                                           Kilama Elo Memed paşa Derheqê Komkujiya Êzdiyan a ji aliyê Osmaniyan ve Ero Memed Pa...