24.08.2011

Tarik Ziya Ekîncî çi dibêje çi nabêje!


Tarik Ziya Ekîncî çi dibêje çi nabêje!

Malpera ilkehaber.com bi Siyasetmedar û ronakbîrê me yê rûsipî  Dr.Tarik Ziya Ekîncî re hevpeyvînek kiriye. Ev kalemêrê jîr û jêhatî, ewqas jî xwedî ceribandinên rengîn û zengîn, bi ya min,  gotinên herî balkêş û têr û tije yên  van salên dawîn kiriye û bi vî hawî li ser navê xwe deynê  xwe yê li gel û li welatê xwe zêde zêde daye.

Hêviya min ew e ku wê siyasetmedar û karsaz û sermayedarên  me yên terr û can ên li ser kar, guh bidin şîret û pêşniyariyên wî yên giranbiha û bi coş kelecaneke nû miraz û mexsedê vî gelî bînin cih.

De ka em werin ser naverokê...

Kekê Tarik Ziya di tevahiya hevpeyvînê de qîmetek mezin dide hebûn û têkoşîna gerîla. Ew, şîret û rexneyên pir maqûl û baqilane li siyasetmedar û li burjuwaziya kurda dike. AKP’yê jî bi xapandin û ewiqandina( oyalamak) Kurda, bi vegerîna  ser xeta dewleta Kemalîst tewambar dike. Piştî van nêrînan  miraz û mexsedê dewleta Tirk, yê Îran û yê DYA û yê AKP’yê û yê Fethulah dide ser hev, dike yek û wek singê ga  dike qulên çavan: “Ew tenê ji gerîla aciz in; bo berjêrkirina gerîla  nema dek û dolab in, nema fen û fût in dikin. Gavên demokratbûnê yên ku çend e davêjin jî ne ji bo çareseriyê , bo  tunekirina gerîla ye...

Birêz Ekîncî ji wan kêm kesan e ku bi polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk hisiyaye û pûşê dewletê dide der... Bi ya wî derd û kula dewleta tirk bişavtina Kurda ye. Lewma çi Îslamparêz çi Kemalîst tev bi yek dengî perwerdehiya bi zimanê Kurdî red dikin. Di vir de siyasetmedarên Kurda jî diniçîne û ji wan re dibêje: “Vê malkambaxiyê, asîmîlasyonê bînin rojevê. Kes, bi taybetî gelê tirk ji we tu tiştek fêm nake. Ew we “wek parçekir û cudaxwazan dihesibîne”. Madem ku hûn dibêjin em dixwazin bi gelê tirk re bijîn, divê dora pêşî hûn wan îqna bikin. Nebe divê hûn Kurdistana azad îlan bikin; êdî  kîjan dewlet  we nas kir kir...” 

Kekê Ekîncî burjuwaziya Kurd jî dikole û neserxwebûna wê, bi novokê ve girêdana wê ya bi dewletê ve dike bîra me. Bi ya min jî ev rastî  bextreşiya  herî mezin a  vî gelî ye. Min jî çend sal berê gotibû; bo avakirina dibistanên taybet tu astengî li ber Kurda tune ye. Kurd dikarin li ser navê şîrketên anonîm hêz û quweta xwe ya aborî bigihînin hev û ji kireşan heta zanîngehan dibistanê taybet vekin; piştî waneyên divêtin ên bi Tirkî, dikarin di van saziyan de waneyên bi Kurdî jî bidin ber zarokên xwe. Her weha  “bo zarokên ji derve hatî” warên razanê yên lê jiyan bi tevahî bi kurdî( yûrt),  qursên bi Kurdî yên bo hindekariya pîşeyên cûrbecûr ( xwarinpêjî, dirûn- nexişandin, necarî, hesinkarî,  risandina merş û xaliyan, teknîkên cotkarî û sewalwanî û masîwaniya nûdem, koşkerî, solbendî, rêberiya turîstan, qursên xwedîkirina dergûş û nexweşan, Hwd.) jî bend li ber lehiya bişavtin û xwe bişavtinê girê dide. 

Mijara herî girîng a vê hevpeyvînê hevdîtinên dewletê yên bi Birêz Ocan re ne. Ew vê yekê jî pûç û vala dibîne. Bi ya Ekîncî du baskên dewleta Tirk jî (Kemalîs û îslamparêz) bo asîmîlasyona netewa Kurd bihev kirine û ew serê xwe di ber vê yekê de didin dîsa jî hebûna gelê Kurd, mafên wî yên neteweyî napejirînin. Hevdîtinên dewletê yên bi Birêz  Ocalan re wek xapandina Musa Anter a ji aliyê MİT’ê ve dibîne û  van hewvdîtinan jî wek gêzirandin û ewiqandina( oyalamak) gelê Kurd dihesibîne. Birêz Ekîncî sedema ewiqandinê jî “ji çiya berjêrkirina gerîla” nîşan dide. Ez tevlî van nêrînan  dibim lê, “sedema ewiqandinê bi berjêrkirina gerîla tenê ve girêdan” bi ya min kêm e. Stratejiya dewletê bi tevahî li ser bişavtinê hatiye ava kirin. Dewlet û giregirên wê dem bi dem gavên qaşomaşo davêjîn; bi soz û qewl û gotinên xweş li ber dilê Kurda didin; lê rastî ev e ku di salekê de 300 hezar Kurdên Tirkînezan dimirin,  di şûna wan de 400 hezar Kurdînezan jidayîk dibin. Bi hesabekî din, di deh salan de 4 mîlyon Kurd ji ziman dibin. Ji van bêzimanan gelek jî ji nasnameya xwe  dûr dikevin, dibin ji wan Tirkên bavkurd( Kurd kokenlî Türk). Ên li ser Kurdayetiyê mayî jî ( bê ziman lê welatparêz) bê zar û ziman, bê çand û nasname, bê dewlet û bê saziyên neteweyî nikarin nirx û hêjayiyên Kurdayetiyê ragihînin zarokên ji doxînên xwe  ketî jî... Ew jî bi mirina xwe re kurdbûna xwe ya nîvco jî binax dikin...

Birêz Ekîncî li ser tifaqa “bi partî pûrtiyên çepgirên tirkan re” jî gotinên balkêş kiriye. Bi ya min di vir de jî hin kêmasî hene. Gelek çepgir û sosyalîstên Tirkan, -neteweperest û Kemalîst ne tê de- di warê mafê Kurda de çareseriyek zûtirîn û demildest dixwazin. “Paş xistina daxwaziyên neteweyî yên kurda heta avakirina pergaleke sosyalîst” nêrîna hinekan e û xwediyên van gotinan di bin banê kîjan partî û saziyan de disitirin em tev pê diznin. jixwe Tevgera Azadiya Kurd tim û tim ji wan dûr disekine.

Dijberiya hin çepgiran ya bo YE’yê ( Yekîtiya Ewropayê)  jî pir girîng nîne û di dil û wijdanê xwe de mirov maf dide wan. Ma ev qetl û xwîn, ev înkar û tunekirin ne ji durutî û berjewendîperestiya wan e ku heştê sal e em jê eleman in, hetikî û bêzar in?

Heke Kurd dixwazin enî û çeperek demokrat ava bikin, divê ew çepgir û sosyalîst, lîberal demokrat û Îslamparêzên demokrat jî tê de, hemî dînamîkên demokrat bidin tenişta xwe. Xêra ku em ji wan hêvî dikin ev e: Bila ew gelê Tirk di warê demokrasî û mafê mirovan de serwext bikin.

Bila ew polîtîkayên Dewleta Tirk ên bo bişavtina gelê Kurd ev nod sal e dimeşîne bi gelê Tirk bidin zanîn .

Lê heta ku ew vê yekê nekin, Anatoliyê bajar bi bajar, gund bi gund negerin, afat û tofan û xela û lehiya ku dewleta Tirk li ser serê me Kurda rakiriye ji gelê Tirk  re nebêjn, Tirkan şiyar û serwext nekin, di hilbijartinan de bi me re hesabê parlemaniyê tenê bibînin, wele di vir de jî Kekê Tarik Ziya rast dibêje...

Xwedê umrê xayîn û nezanan bide ser yê Kekê Tarik Ziya.
                                                                 Mamoste Marûf     

 



Hiç yorum yok:

Gula Axa*

                                                                    Mamoste Marûf Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe...