5.11.2011

An Amed an Bodrum

Gelî parlamenterno, 

Dagirker êdî zarokên me yên li serê çiya û baniyan yeko yeko jî na, sih bi sih bi bombeyên bi jahrî, bi guleyên bi agir dikuje, termên wan teslîmî  gur û hirçan dike.

Ew bûye zebanî,  siyasetmedarên me sed bi sed diqefilîne, bê tirs û bê pirs davêje dojeha navê girtîgeh lêkirî; bi vî hawî sazî û dezgehên me vik û vala, mal û milk, dikan û axûrên xwedîşerefan bêxwedî, zarok û zêçên  canfidayan li ber dîwaran stûxar û bêkes dihêle.

Ew dike bi rê û rêbazên “ sixuriya teknolojîk û telefonîk” xofek wisa bike dilan ku hundurê xaniyan jî veguherîne “şûbeyên têkoşinê yên bi terorê re”  û malên me li me bike sûk û kolanên Amed û  Batman û Farqîna 92’yan;  ew sûk û kolan bûn ku ji tirsa bi pilepil be jî kesî newêrîbû di nav de  navê Kurd û Kurdistanê bilêv bikira...

Dagirkerê hov û har,  karê xwe yê bênamûsiyê, bê şerefiyê, bê wîjdaniyê di paş perdê  de bênavber dimeşîne.

Çerxa asîmîlasyonê bi lez û bez, heta jê tê bi zeft,  bi zilm û zext, bênavber li ser serê zarokên me digerîne; ji wan bê sûc û bê gunehan di yek rojekê de hezar û pêncsedan  ji ziman û  nasname, ji kok û asas dike; ji wan çavreş-belekan qirixên sosret, ji wan tebîet-melekan  ecêb û ucûbeyên bi dirûvkî û bi erdnîgarkî Kurd û Kurdistani, bi zimankî û  bi giyankî Tirk û Tirkîstanî diafirîne...

Maqûlno,
Roja ku me bi def û zirne, bi tilîlî û çepikan we şandin  Enqereya şewitî, di dilê xwe de bi qasî misqalê zerre  be jî hêviyek bo berjewendiyên xwe yên takekesî nehewand.
Ji birçîna zikê me bi pişta me ve zeliqî, me ji we kerîkî nan, serîkî pîvaz nexwest ku...

Keç û xortên me yên “bejnên wan ji tayên rihanê” di bin koxên xaniyan de bê kar û bê şixul di ser hev de riziyan me ji we daxwaziya torpîlê nekir ku...

Bi havînan ava genî vexwar; di zivistana reş de rêxa dewaran şewitand we pê nehisand ku... 

Di rêyên biçivanek ên bi kort û bi kersek, ên bi kunên roviyan, bi qulên kolemişkan neqişandî re pirî çûn hatin dil û gurçikên me hatin xwarê, me dîsa gilî gazinên xwe bi we de nekir ku...

Em bê bijîşk, sewalên me bê beytar, mêrg û zeviyên me bê endezyar man me wan kêmasiyan nedan rûyê we ku
hûn
“rûmeta me tenê” biparêzin.

Îro   dagirker destdirêjiya rûmeta me dike.
We di meclîsê de bi hêviya makeqanûna nû dixapîne, diewiqîne; zarokên me li serê çiyayan dikuje zîndanan bi me tije dike didewisîne.

Bi  rev, bi lez û bez ji wir derkevin; herin xwe bidin qûntarên çiyayên welatê xwe; destê xwe bidin şervanên xwe.
Ew jî nebû  dakevin kolanên  bajar û bajarokên xwe, xwe bigihînin gelê xwe.
Ew jî nebû wek şêx Seîdê pîr xwe  bi kefen bikin, li Daxqapiya Amedê serê xwe bavêjin rojiya mirinê.

Em êdî aşitî naxwazin... Ew aşitî  bû ku bû aşît û xwe berî ser me da.
Ew aşitî bû ku ciwanên me di nav deşt û çiya de dudilî, destekî bi kulmkî hişk givişandî;  destê din wek parsekan bo aşitiyê vekirî hîşt.

Gelî parlamenterno,
canik û camêrno, maqûlno, giregirno,
An hûn ê ji meclîsa dagirkeran a xapînok, ji partî pûrtiyên  fermî yên  êdî bûne pêlîstok dûrkevin, ber bi Amedê ve birevin; an jî hûn ê biçin Bodruma rengîn li ber devê Behra Sipî, bi araq û bîraya cemidî, xem û xeyalên xwe birevînin.
                                                                              Mamoste Marûf












Hiç yorum yok:

Padîşa û Kîrkor Hoste

Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Î...