25.11.2011

Min ji Cevat Oneş pirsek kir


Di 19 û 20’ê  Sermaweza 2011 de, li Zanîngeha Bîlgîyê   bi hevkariya hewldana “ ji nijadperestî û neteweperestiyê re bibêje bisekine"  ya bi Komelaya Guherîna Civakî re di çarçoveya sûcên nefretê de  çend panel hatibûn lidarxistin. Ji wan  yek jî bi navê   "di bin roniya  tecrubeyên navneteweyî de,  bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêşniyarên çareseriyê” bû. Ev panel, di bin moderatoriya rojnamevan Cengîz Çandar de, bi beşdariya “parlemana BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel”, “Soraya Sough" a aktîvîsteka rêxistineke Katalonî  û bi tevlîbûna “Cevat Öneş’ ê cîgirê musteşarê MİT’ê yê berê çêbû. Panel, piştî pêşgotina Cengîz Çandar, bi axaftina  Soraya Sough destpê kir. Ev xanima ciwan a ku bi min welatparêzek hêja xûya kir, hêj di serî de hîm û bingeha têkoşîna gelê Katalonî, hêz û hestiyarî  û enerjiya ku rê li ber serhildana girsehî ya gelê wê vekiribû eşkere kir û got:

-Gelê me, bi şiar û rêgeza "em katalonî ne, ne spanyolî ne; lewma jî em  dixwazin bi Spanyolî na bi Katalonî biaxivin, kar û barên xwe bi zimanê xwe birêve bibin" serî li ber serdestan rakir û heta ku bigihîje mirazê xwe jî dev ji vê yekê berneda”

Bi bihîstina vê  hevokê di mejiyê min de bi hezaran çirûsk vedan. Min,  pirsa xwe ya qaşomaşo ya hêj beriya panelê bo Sebahatê amade kiribû – ew ji wan pirsan bû ku we bi xwe jî gelek caran dîtiye, mirov bo piştgiriya delaliyên xwe  hema wer dide serhev dipirse û bersîva wê ji  propagandayê û ji mezinkirina berdilkê/a te wêdetir kêrî tu tiştî nayê–da alîkî û yeka din  çêkir:
- Birêz Sebahat Xanim, ma pozê we ji Kataloniyan naşewite? Îro li vî welatî polîtîkayên asîmîlasyonê yên serdestan gihîştiye wê radeyê ku ziman di devê gelê Kurd de nemaye  ku pê nan û av bixwaze.

Nifşa we û me ya çil-pênce salî,  bi dê û bavên xwe yên heftê-heştê salî yên Tirkînezan re bi Kurdiyek qirix û nîvco diaxive, ew jî li ser meselên navmalî û navgundî, ew jî ne tim û tim, tenê car caran, yek caran.
zarokên ji doxîna me ketî, bi bav û dayikên me re; bi dapîr û bapîrên xwe re nikarin biaxivin tu caran...

Nevî bi bapîr û dapîrê xwe  re tu elaqe, tu têkilî nîne! Gelo kes vê yekê dîtiye seh kiriye, bihîstiye di dewr û dewranan de li tu deveran? 

Hûn, wek berdevkên vî gelî çima vê rastiyê naqîrin nabêjin bi sibe û êvaran?

Ma ev rastî, ev neheqî, ev keraset, ev afa t û bobelat  bi tena serê xwe ne bes e, ne rewa ye bo serhildana me Kurdan?

Paşê min got “ serê şikestî, di bin kum de veşartî” û nalet li şeytanê kor anî.
Min got wele ez ê hêrsa xwe di serê Sebahatê de na, di serê Cevat Oneş de bidim der.
Min jê pirsek weha kir:
“ Birêz Oneş, tu jî em jî baş pê dizanin; desthilatdarên Tirk hêj beriya Cumhûriyetê hay ji pirsgirêka Kurd hebûn û li dûv tunekirina Kurdan û Kurdayetiyê digeriyan. Lê ew, bi sazkirina Cumhûriyetê firsenda bişavtinê bidest xistin; ev  90 sal e bi vî armancî, polîtîkayek dijwar û sîstematîk a ASÎMÎLASYONÊ li ser gelê Kurd tê meşandin. Cenabê we jî bi salan bo berjewendiyên dewleta Tirk, li ser pirsgirêka Kurd xebitîye. Heke destûra we hebe ez ê   pirsek ji we bikim;  ji kerema xwe re jidil, bi dilsozî bibersivînin:

Her kes pê dizane, gava dewlet projeyek fermî dike meriyetê û dimeşîne , erênî dibe,  neyînî dibe çi encam jê hatibe stendin dipîve, tesbît dike; li ser encamên wê raporan amade dike.
-Gelo encamên kar û xebatên ku “heta niha bi mabesta  bişavtina kurdan hatine kirin” çine? 


-Çiqas Kurd bi tevahî asîmîliye bûne bi tevahî ji ziman û nasname bûne?

-Çiqasî wan bi zimankî  nemabe jî bi nasnamekî hêj xwe kurd dihesibînin?

-Ev rewşa îro, polîtîkayên bişavtinê  berdewam be; gelo di nav çend salan de wê hemî Kurd bipişivin û  bibin Tirk?

Cevat Oneş, dora pêşî pirsên min bersîvadin. A Xwedê ew, MIT’çiyek pir û pir baqil e.
Bi ya min ew:
-Ne ji wan ên “muxatabên xwe dikin şûna ehmeqan” e...
-Ji wan kes û kesayetiyên “pir virevir dikin, gotinên xwe virde wê de dibin tînin; di nav pirhejmariya peyvan de  çend rastiyan ji devên xwe direvînin” jî nîne.
-Bi qewl û qerar, bi sond û qesem bi dewleta xwe ve girêdayî ye.
Bersîva ku da min, hema mîna xwe wiha ye:
- Dewlet realîtaya Kurdan êdî nas kiriye. Ji vir şûnde êdî kes li dûv bişavtina Kurda nagere.Ew polîtîka qediya çû!

Bersîv çawa ye?

Bi gotina wî;gava yek ji te re bibêje: Rast e tu heyî, li vir î, tu wenda nabî! Zimanê te, çanda te pêşde diçe, digihîje zarok û neviyên te! 

Gelo dibe ku Oneş terîm û têgiha “bişavtinê”, naveroka wê, rê û rêbazên wê nizanibe?
Camêr rapora ku min xwest aşkera nekir lê, red jî  nekir.  polîtîkayên bişavtinê, yên  îro gora Kurda dikole  nepejirand.
Ez ê pêkereke( faktör, Krîter)  ji rapora 2009an a UNESCO’ yê pêşkêşî we bikim, ka rastiya rast çiye, dewleta Tirk çerxa aşê bişavtinê ( asîmîlasyonê) li ser serê Kurda digerîne an na,  bi çavên seran bibînin:

Pêker 7 : Helwest û polîtîkayên zimanî yên rêveberî û saziyan-statû û helwesta fermî(*)

     Dibe ku waletek, di warê çêşîtdariyek mezin a zimanên di nav xwe de, xwedî polîtîkayek diyar be. Wê gavê du helwestên radîkal bala mirov dikişîne: A yekemîn, Dewlet statûya fermî dide  zimanekî bi tenê ( yek zimaniya dewleta Tirk) û ên din bi tevahî paşguh dike, an jî ew hemî zimanên ku li ser axa wê tên bikaranîn dike xwedî  statûyeke fermî ya wekhev. Lê “statûya wekhevî” ya di qanûnan de, berdewamî û zindîtiya ziman demeke dirêj naparêzePiştgiriya teşeyî(formel) ya bo zimanekî serdest( zmanê desthilatdar) an jî kêmaxêver, bi van şêwazan tên pîvandin:

Piştgiriya wekhev (5) : Tevahiya zimanên welat bi qedr û qîmete in. Hemî jî bi riya qanûnan tên parastin û rayedar jî vê yekê bi sepandina polîtîkayên diyar, alenî teşwîq dikin.

Piştgiriya alîgir (4) : Di mijara zimanên xwecih de tedbîrên diyar ên parastinê yên rêveberiyê hene, lê gava dor tê sepanê (tatbîkat) alîgiriyek aşkera heye. Dewlet civakên etnîkî yên xwedî ziman bo parastin û bikaranîna zimanên wan teşwîq dike lê tercih ew e ku ew zimanên xwe di qada civakî de bêhtir di cihên takekesî de bikar bînin. Bikaranîna di hin waran de prestîjek mezin dide zimanên bindest( wek mînak; di merasîman de)

Asîmîlasyona pasîf  (3) : Rêveberî di mijara bikaranîna zimanên hindikayiyan de bêgane ye; çer heye zimanê serdest di qada civakî û gelemperî de zimanê têkilêyan e. Bi vî awayî zimanê civaka xwedî bandor dadigere zimanê fermî. Zimanên din ên hindikayiyan ji prestîjê bêpar in.

Asîmîlasyona aktif (2) : Rêveberî civakên hindikayî dikişkişîne dike endamên wan dev ji zimanê xwe berdin û bi tenê bi zimanê serdest perwerde bibin. Zimanên din di warê xwendin û nivîsê de nayên teşwîqkirin. Çi devkî çi nivîskî, bikaranîna zimanên din nayê teşwîq kirin.

Asîmîlasyona bi zorê (1) : Rêveberî xwedî polîtîkayek aşkera ye û li gorî wê piştgiriya zimanê sedest dike; lê mixabin zimanên hindikayiyan ne tên nas kirin ne jî tên destek kirin.

Qedexekirin(0) : Bikaranîna Zimanên hindikayiyan bi mîsogerî di hemî qadan de tê qedexekirin. Hin caran di jiyana takekesî de xweşbînî (tolerans)tê dîtin.

Radeya piştgiriyê
Ast
Helwesta dewletê ya li hemberî zimanan
Piştgiriya wekhev
5
Hemî ziman tên parastin
Piştgiriya alîgir
4
Zimanên hindikayiyan bi taybetî di qada takekesî de tên parastin. Prestîja bikaranîna zimanê bindest heye. 
Asîmîlasyona pasîf 
3
Di warê zimanên hindikayiyan de tu polîtîkayek aşkera tune. Di qada gelemperî de bikaranîna zimanê serdest tê teşwîqkirin
Bişavtina (asîmîlasyona) aktif
2
Rêveberî dike zimanê serdest ên din bibişifîne. Zimanên hindikayiyan ji parastinê bêpar e.
Asîmîlasyona bi zorê
1
Bi tenê zimanê serdest xwedî statûya fermî ye û zimanên din  ne tên naskirin ne jî parastin.
Qedexekirin
0
Bikaranîna zimanên hindikayiyan hatiye qedexekirin.
 (*)Beşek ji rapora bi sernavê “VITALITE ET DISPARITION DES LANGUES” ji Malpera fermî ya UNESCO’yê bi wergera Mamoste Marûf ji zimanê Fransî bo Kurdî.



Jêrenot:
Gava rewşa zimanê Kurdî dibe mijara lêkolîn û niqaşan gelek mirovên ji dilên xwe sax behsa polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê dikin. Lê di rastiyê de heta ev çend salên dawîn  Kurdî ji asîmîlasyonê xedartir û wêdetir hatibû qedexe kirin. Îro ev qedexe bi awakî fîlî hatiye rakirin, lê “asîmîlasyona bi zorê”  ketiye şûna wê.  Zimanê Kurdî di qanûn û makeqanûnê de ne tê naskirinne jî tê parastin. Heke zimanek ne xwedî prestîj be, axêverên wî pê serbilind nebin, nfşên nû yên wê civakê- di dibistanan de perwerdehî bi wî zimanî be jî- ji wî zimanî şerm dikin û bi wî naaxivin. Ew ziman ji mirinê xwe rizgar nake.  Di pêvajoya komarê de çi di hunerê de çi di jiyana rojane de kurd bi xwe jî, ziman û çanda wan jî tim û tim bûye mijara qerf û pêkenokan. Rabûn û rûniştandin,xwarin û vexwarin,  kinc û girêdan jî tê de tevahiya  orf  û edet û hêjayiyên  wan” hovane û  paşverû”  hatine nîşandan. Ev yek li ser derûniyeta  Kurda l tesîrek pir neyînî kiriye. Heta çend sal berê ji  gel, di serî de zarok,  ji ziman û nasnameya xwe pir şerm dikir; li derveyî gund û bajarên Kurdistanê nasnameya xweya Kurd vedişart. Her wiha, beriya serhildana dawîn a Kurd, êdî   li bajarên Kurdistanê jî axavtina bi Kurdî wek gundîtî û nezantî  dihat hesibandin. Gava mirov pest û pêkûtî û cezayên ku mezinên malbatan bi salan  şerpeze kiribû jî bide ser vê derûniyetê şert û mercên ragihandina Kurdî ji nifşek a nifşa din êdî ji binî ve nemabû. Her çiqas ev rewş bi qasî berê ne xirab be jî, dîsa jî helwesta neyînî ya dewletê ya li hemberî Kurdî rê li ber ragihandin û hindekariya Kurdî digire û nifşên nû roj bi roj ji ziman û ji  çanda kurdî dûr dixe. 
                                                                                     (Mamoste Marûf )      


      


2 yorum:

Adsız dedi ki...

mamosta her bıji.te xweş nıvisandıye.ehmed.

Adsız dedi ki...

pır xweş bu u pır rast bu.... lé xwezi we jı sebehet xanımé ji bıpırsıya ka wé kengé bı kurdi bıpeyvın u xwe jı tırkan u jı xwarzıyé tırkan berdın...

Padîşa û Kîrkor Hoste

Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Î...