22.11.2012

Filor Uluk Benlî; jinek Ermen a ne ji wan Ermenan


Ermen ew gelê hilberîner û afirîner e ku li Mezopotamyaya jorîn çêbûye, piyê wî li wir erd girtiye, li wir kemiliye, digel bi dehan caran serobinîbûyina erdnîgariya wî dîsa jî li ser axa xwe liberxwe daye, li ser xwe maye.
Di dawiya sedsala XI’an de, ji Asyaya Navîn ber bi Ermenîstan û Kurdistan û Anatoliyê ve hatina Tirkên şerûd û gerokên di bin serokatiya Alparslanê Selçûkî de, xweş dewrana gelê Ermen bi ser serê wî de wergeriyaye. Ew, heşt sed salên dûr û dirêj di bin şert û mercên koletiyê de jiyanek dijwar derbas dike, lê dîsa jî hebûna xwe ya girsehî ya li ser axa bav û kalan, hebûna xwe ya rêxistinî ya olî- civakî ya li bajar û bajarokên di bin serweriya Osmaniyan de diparêze.
Di nîveka sedsala XIX’an de wek piraniya ronakbîrên netewên din, ronakbîrên Ermen jî ji bîrdoziya neteweparêzî û welatparêziyê ya ji Fransayê dizê hayîdar dibin û li ber zilm û zordariya desthilatdariya Tirk serî radikin. Ev serhildan dora pêşî wek “bi rê û rêbazên aşitiyane şiyarkirin û hişmendîkirina gelê Ermen” xwe dide der. Daxwazên bingehîn ên serhildêran; di her warî de wekheviya Xaçparêz û Misilmanan, di rêveberiyên herêmî de hebûna nûnerên gelê Ermen, çawa ku îro Kurd jî dixwazin, bo parastina gel afirandina hin yekîneyên çekdarî ne.
Desthilatdariya Tirk -çi Osmanîparêz û umetparêz dibe, çi İttihadî û kemalîst dibe -  ji sedsala XVI’na vir de “bi her awayî ji qidûman ketî, li ber emperyalîstên Rojavayî çok û serî danî”, di destan de çi derfet mabe bo tunekirina gelên di nav xwe de bikar aniye, hêj tîne...
Yavuz Sultan Selîm ê xwînxwarê Elewiyan kordelaya “komkujiyên navxweyî” di sedsala XVI’an de dibire, di wî derîyê bêyom re Kuyucu Murat Paşa, Enver Paşa û sazûmankarên Komarê û tevahiya desthilatdar û erkdarên vê “komara  xwedêgiravî”  dor bi dor derbas dibin.  Di dîroka mirovahiyê ya nûdem de Komkujiya herî mezin û ya yekemîn  dibe para gelê Ermen. Dagirkerê har û hov nabêje kal û pîr e, nabêje zarok û zêç e, mêr e jin e kî û kê li ber destan dikeve dikuje, gund û bajaran talan dike, ên ji vê kerasetê xilas dibin jî  ji xwe re dike berdestî, bermalî û kole...
Gelê Ermen ê  beriya komkujiya 1915’yan bi mîlyonan bû, êdî ne gel , ne jî netew bû; ew bi hejmarkî bi qasî terîqetek biçûk, civateke olî ma û ma. Gotina dawîn,  di Komara Kemalîst de 50-60 hezar ermenên ji ber milyonan mayî, li ber diwarên çend dêr û dibistanên xwe yên li Stenbolê, dest li ser kezeban stûxar û reben wer man û man...
Di salên 60’an de hin Ermenên wek Sarkis Çerkezyan di nav tevgerên sosyalîst û komînîst de cih girtibin jî ew deh car li Tirkên şoreşger rastî pest û pêkûtiyan tên. Alîkî ve dewlet, alikî ve jî  hin giregirên Ermenan ên apolîtîk û berjewendîperest çi namîne tînin serê şoreşgerên Ermen. Ev qedera bêyom bi sikura Hirantê rehmetî ve jî zeliqîbû. Ew bêbextên “kurmên ji darê”, ew Ermenên hevkariya dewleta Tirk dikirin û piştî komkujiya mezin tevahiya dêr û dibistan, nexweşxane û goristanên gel xistibûn nav dest û lepên xwe, nedihîştin rojnameya wî ya bi navê “Agos” bikeve saziyan, ji alî gelê Ermen ve bê xwendin. Ew, çawa ku cin ji hesin ditirse, ji bîrdoziyên dijber, ji hevkariya bi şoreşgeran re, bi taybetî, ji Tevgera Azadiya Kurd û rêhevalên wê yên Ermen ditirsiyan. Tirs li alîkî gelek caran neyartî jî dikirin. Ev tirs û xof  kesayetiya wan derizandibû, kiribû du qet:
Rûyê wan ê li derve heta dibêjî hevkarê dewleta Tirk, kemalîzmperest, leşkerperest, ji tirkan bêhtir tirkperest; rûyê di nav civakê de xaçparêziyek hişk û carna nijadperest...

Lê, giregirên civakê yên bi vî durutiyê bi salan civaka Ermen birêve biribûn, ranta civakê xwaribûn nizanibûn ku Tevgera Azadiya Kurd ji binve  bandorek mezin li Ermenan jî kiriye. Girseyek mezin a Ermenan êdî ne ew Ermenên berê bûn ku “serê xwe dikirin ber xwe û nanê xwe dixwarin”... Ew serî ji qalik derxistibûn û dilsoziya gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd “a paradîgmaya sed salan a dewleta Tirk parçe parçe kiribû” nas kiribûn.  Bi taybetî piştî kuştina Hirant Dînk, di merasîma birêkirina wî de  civaka Ermen bi awakî rût û repal dît ku Kurd  ne Kurdên berê ne; zilm û zordestiya ku li Ermenan hatiye kirin û hêj didome,  bi qasî  Ermenan li zora Kurdan jî diçe; di tengasiyê de wê Kurd bigihîjin hewara wan.
Di civaka Ermenan de gelek kes û kesayetî yên wek Sarkîs Çerkezyanê gorbihûşt hêj hene û bi rastî jî ew hêjayê pesndayînê ne. Mirov, bi dîtina wan ve  dixwaze biqîre bibêje; “her hebî, bê te me yê çi bikira”
Gava mirov wan nas dike zagona xwezayê ya dibêje “her tişt yek bi yek ji hev cuda  bixwiyê jî, her tişt di nava xwe de bi hev ve girêdayî ye” bibîr tîne. Ew zagona ku dîsa dibêje   “heger mirov ji wan jîndaran yekê bikuje, koka yekê biqelîne pergaleke ekolojîk jî dimire“ bibîr tîne... Ew pergala ku tê  de şêr bê rovî, rovî bê mişk, mişk bê mar, mar bê kundo, kundo dîsa bê mişk nikare bijî...
Ma hin axa û malmezinên me Kurdan, ew serhişk û nezanan, ew rebenên ji zagona xwezayê bêhay, ji dawiya sedsala XIX’an heta  1915’an bi hevkariya xwe ya bi Osmaniyên xwînxwar re, li Kurdistanê koka Ermen û Suryaniyan neqelandin? Kurdistana bê wan,  wêran û wêrtas, kawil û dêris nebû? Ew bihûşta heft reng a, ew welarê warê bi dehan şaristaniyan û gelan veneguherî nebû warê dûpişk û maran?
Mabesta vê nivîsê bi we nasandina jineke jîr û jêhatî û kezebpola ya Ermen e lê dikim nakim dor nayê wê.
Min ew, cara ewil ber bi dawiya salên 90’’i, bi dîtina afîşek nas kir: Wêneyê jinek rûken a bi xemla xwe ya rengîn di binê wêneyê de navê wê lêkirî “Filor Uluk Benli; endama Keyatiyê ya taxa Kocamustafapaşa”.
Hela li vê ecêbê; tu Ermen bî, bi ser de jin bî, bi ser de li Stenbolê bijî, di van salên bi kuştinên kiryar nediyar ve têr û tijî de, di vê heyama ku kes newêre bi nasnameya xwe ya rasteqîn bêtirs bijî de, bi navê xwe yê “Filor Uluk” afîşan derxî, wan bi kûçe û kolanan ve bizeliqînî...!!!
Rojek ji wan rojan, ez di kargeha hevalekî de rûniştîbûm ku min hey dît ew kete hundir. Me li hev pirsî. Min xwe pe da nasîn: “Ez marûf, di filankes dibistanê de mamoste, kurd û endamê sendîkaya... “
Min hêj dawî li kartvîzîta xwe ya devkî neanîbû ku ew gotina min ji devê min revand:
-      Eğîtîmsen... Ez jî Filor, Ermen û dostê Kurdan... Digerim mal bi mal, dikan bi dikan bo dengan...
Bi xweş gotinên wê em tev keniyan û bi hev re keliyan.
Ji wê rojê şûn de di her hilbijartinê de, di her çalakiyê de ez rastî Filora Delal hatim.
Di dema hilbijartinên parlementoyê de di bûroya li Kocamustafapaşayê ku bo kampanyaya Sırrı Süreya Önder hatibû kirêkirin de dîsa ew bi keçika xwe re dixebitî.  Xebat çi xebat! Berpirsyarên bûroyê li ser maseyan bi kêf û henek rûniniştî, Filor li ser piyan afîşan rêz bi rêz bi bendan ve dizeliqand, wan dibir bi eniya kûçeyan ve daliqand, ji wir dihat  xêrhatina mêvanan dikir, bi destekî belavokan dida wan bi destê din çay û qehwe... Min di ber xwe de got; “lawo ji vê Filorê çendên din jî hebûna, li Stenbola şewitî deh Sırrî Sureyayên din jî dihatin hilbijartin! Ev jî tişt e, Kurdistan jî ava û azad û aram dibû, Turkiye jî xelas dibû diçû...

Di wan rojên grevên birçîbûnê de Filor dîsa li qadan xwe li ba dikir, di konên grevan de rojî digirt, bi xweş gotinên xwe hêz û moral belav dikir. Li ser piyan em axivîn.
Hey lo loooo, mala te re, kî dikare pê? Kî û kê dikare bi wê re bikeve ber qayişê! Filor ewqas bi xwe bawer, ji xwe  xweş e ku tu dibêjî qey ew ê bi tena serê xwe bikaribe aşitiyê bîne vî welatê kambax. Bi pirsa çawayî baş î re ew bi lez û bez dest bi vegotina kampanyaya xwe kir jî:
-      Mamoste min kampanyayek daye destpêkirin. ( ji çenteyê xwe qewşek dolbend derxist û kir qulq çavê min) Ha ev dolbendên aşitiyê ne. Ez yek ji vana didim mirovan, ew  bi zimanên xwe dolbendê dineqişînin, li ser hêvî û daxwaziyên xwe yên bo aşitiyê tînin ziman. Heta niha bi sedan kes beşdarî vê kampanyayê bûne. Ma ez werim dibistana we jî nabe?
Tu bi vî dilê xwe yê tenik ser çavan; tu bi vê dilsoziya ku Xwedê nake para her kesî  ser seran, Filora Delal...
                                         Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

Gula Axa*

                                                                    Mamoste Marûf Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe...