10 . 11. 2012
Lijneya rêveberiya
Eğitimsenê, bi boneya mirina Mustafa
Kemal Ataturk, di malpera sendîkayê de
peyamek dilsotîner weşandiye û tê
de derewên heştê salan ên Kemalîstan dubare kiriye.
Di destpêka
nivîsa navborî de şerê li Sûrî, û hewldanên gurkirina şer yen desthilatdariya
AKP’yê tên vegotin û paşê gotina Ataturk a dibêje “li welat û li
cihanê aşitî” pê ve hatiye zeliqandin.
Ber bi dawiya peyamê, nivîskar, dîmenek ji hewldanên AKP’yê, ên paşvebirin û
nijadperestkirina qada perwerdehiyê dike qula çavên me nezanan û dîsa zor dide pesnên Ataturkê xwe yê delalî:
“em Mustafa
Kemal Ataturkê di dirêjahiya jiyana xwe di riya ronakî û zanistê
de serkêşiya sereke kirÎ, bi boneya 74. salvegera mirina wî, bi giramî (bi
hurmet û siyanet) bibîr tînin .
Gava mirov ne kurd be , an jî
biyaniyek ji rewşa vî welatî bêhay be, bi
xwendina peyama Eğitim-Senê dibêje qey 74 sal berê serokek, an feylezofek şoreşger ê
wek Ghandi, wek Lenîn, wek Martin Luther King li vî welatî bûye
desthilatdar, pergaleke demokratîk a dûrî faşîzmê, dûrî nijadperestiyê, dûrî şer û
pevçûnan ava kiriye; li ser axa vî welêtî Tirk û Kurd û Ermen û Çerkes û Cihû û Rûman dewr û dewraneke bê qal û qir derbas kiriye, gur û “bizina kol”,
bizina bê qiloç, bi hev re çêraye, paşê ew “cenabê laşpîroz” ji nav me bar kiriye çûye lê, nevîkî wî yê
beredayî yê bi navê “Tayîboyê Bêxêr” derketiye,
pergala wî ya têkûz a heta 2002
li ser xwe mayî, serobino kiriye, aşitî ji xwe çûye, perwerdehiya zanistî jî
daye dûv...
Gelo, ev sendîka, xwedê
giravî xwedî endamên demokrat û şoreşger
û welatparêz, bi ser de jî bi piranî Kurd, cardin xwedêgiravî sendîkaya
parêzwanê perwerdahiya zanistî çima bi derewên weha zanistê binpê dike, xwe jî, me jî rezîl û
rûsiwa û rûreş?
Gelo em, bi deh hezaran mamoste û xebatkarên Kurd ên endamên vê
konfederasyonê ne, me bi têra xwe têkilî ji Kemalîzmê nebiriye ku Kemalîzm hespê
xwe bi dilrehetî, bi serbestî, di zeviya me de dibezîne?
Gelo me derba ku ji Kemal û ji Kemalîzmê xwariye
eşkere nedaye der ku rêhevalên me (?)diwêrin bi pereyê bêrika me, pesnên neyarekî me yê sondxwarî bidin?
Min mejiyê xwe bi van pirsan
mijûl dikir ku ket bîra min: Egîtîm- sen sendîkayek demokrat e; parêzwanê
azadiya fikr û ramanan e; modêla bi hev re jiyîna gelan e. Lewre divê ji vir pê
de di kovar û rojname û malperan de cih
bide rexneyên Kemalîzmê jî. Divê nijadperestiya Komara Mustafa Kemal a ku dibêje “mirovê ku dibêje ez
Tirk im, çi serfiraz e”, derzanistiya Kemalîzmê ya ku dibêje “gelê vî welatî bi
tevahî Tirk e û ew bi koçerî ji Asyaya
navîn hatiye” jî bê nivîsandin. Divê komkujiyên wî yên li Koçgiriyê, li
Dêrsimê, li Geliyê Zîlan, li Agiriyê jî bên vegotin. Divê polîtîkayên wî yên
înkar û tunekirinê yên li ser gelê Kurd û li ser gelên din jî bên vekolandin. Divê endamtiya wî ya
Partiya Îtihad Terakîyê jî, heger hebe hevkariya
wî ya bi Îngilîstana Emperyalîst re jî, dîsa heger hebe pêçiya wî ya di kuştina Sebahattin Alî û Alî
şukrî de jî, desteserkirina hebûna cihû û Ermen û Rûman jî rasterast, rût û
repal, bêalî, bi awakî zanistî bê nîqaşkirin.
Ma navê sendîkayê ne
sendîkaya karkerên perwerdehî û zanistê ye? Sendîkaya me perwerdehiya zanistî
naparêze, di ber vê bîrdoziyê de bi
sedan berdêl nedaye? Ma zanist bo tiştên weha ne lazim e?
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder