26.01.2021

Kurd nexweşiya harîyê çawa derman kirine?

 

    


   Ev bûyer, di salên çilî de,  li gundê Tirçonkê,  tê  serê Sebriyê Zahir, mêrê 40-45 salî.

       Tirçonk  di navbera Kop û Xinûsê de, li binya çiyayê Dêrê, nêzîkî gundê Bitûliyê ye. Aniha bi ser Kopê ve ye. Navê dewleta Tirk pêve zeliqandiye "Altinolûk" e. Ez ê bûyerêeke pir balkêş a hêjayê lêkolînê ya  li vî gundî qewimiye  ji devê bavê xwe, Îbrahîmê Nadoyê ji gundê Eliyê Misto (Xîtik) yê bi ser Tatosê ve ye   ragihînim we. Wî ev leheng di civantiya xwe de dema li gundekî Kopê şivantî kiriye nasiye;  bûyera ecêb a hatiye serî SebriyÊ Zahir him ji devê wî bi xwe, him jî jgelek caran ji gundiyan guhdarî kiriye.

         Sebriyê Zahir bo karekî siwarî diçe Bîtûliyê. Piştî karê xwe diqedîne, bo vegere  gundê xwe derdikeve rê lê, tiştek diçe bala xwe didê, di orta rê de gurekî sekinîye, jê nareve. Ew hespê xwe dajo ser, gur dîsa nareve. Dibîne ku nareve, çoyê xwe li pozê gur dixe, da ku bixeriqîne (Şivanên Kurd  tev dizanibûn;  tu bi ço li pozê gur bixî gur di cih de dixeriqe) Berê edeteke weha hebû; mêr gur bi saxî digirtin, çoyekî  wek gem dikirin deva, her du serê ço bi bendekî bi stûyê gur ve hişk girêdidan ku ew nikaribe kesî gez bike, paşê kap davêtin stûyê gur û kaş dikirin danîn nav gund. ev  nîşaneke mêrxasiyê bû. Bi vê hunerê him  navê xwe mezin dikirin, him jî kûçikên xwe berdidanê ûgur  pê didan kuştin;  bona ku ew tirsa ji gur ji ser xwe bavêje, dirr û gurêx  bibe.

       Ji efendiyê xwe re bibêjim, Sebrî çawa ku bi çoyê xwe li pozê gur dixe, gur ji ser hişê xwe ve diçe, li erdê dirêj dibe, dibe term. Ji hespê peya dibe, diçe ber gur lê, nişka ve gurekî din tê xwe davêjê. Sebrî mêrekî palewan bû, bi kulman li gur dixe. Ew û gur hevûdu  dibin tînin, êxbala kor di wê navberê de gurê xeriqî jî tê ser hişê xwe. Her du gur bi hev re êrişî Sebrî dikin. Gur bi penc û diranan, Sebrî bi kulm û pihînan bi saetan hevûdu dibin tînin... Sebriyê me her du gurên xwe jî dikuje lê, bi xwe jî dixeriqe dikeve. Li erdê çiqas dimîn kes nizanee, emrê Xwedê çend gundiyên wî yên siwar di wir re derbas dibin, dibînin ku Sebrî û du gurên terikî li erdê dirêj bûne. Sebrî di nav xwînê de digevize. Gundî Sebrî davêjin ser hespê, tînin gund, dibin mala wî, dişon, paxiş dikin, bi rojan derman dikin. Birînên wî kewa xwe digire lê, îcar nexweşiyek din lê peyda dibe:  Kef û koprik bi deva dikeve, ji ronahiyê, ji avê ditirse, pirî diqîre, erd û ezman tîne xwarê.. Tu nabêjî ew gurên pê girtine har in...!

      Sebriyê me ji wan guran  nexweşî girtiye, har bûye... Gundî dizanin, heger wî bibin ser bijîşk, ew ê wî di karantîmayê de bikujin. Dibêjin; “em ê wî bi qeydeyê kurdî  derman bikin”. Meriv gava har dibin ji rojê, ji xweliya hûr, ji dengan, ji avê, ji zêr pir ditirsin, pir caran ziravê wan diqete dimirin. Gava har bibin, diheyîbin, bi çol û çiyayan dikevin şikeft û xaniyên  reştarî, xwe ditelînin, nahêlin kes wan bibîne, deng li wan bike.

     Îcar em werin ser mijara dermankirina Sebriyê xqwe: Gundî tînin di gomeke tarî ya bi tên (hêwî) de cimêlîkek reş dadigirin, wî dixin navê da ku toz û xubar bi ser de neyê.  Avê bi zil(*) didinê, da ku çavên wî pê nekeve. Zêr û tiştên birqok nîşanî wî nadin. Xizmên wî çil şev û  roj 24 saet dor bi dor li cem disekinin, nobet digirin. Piştî 40 rojan ew sax dibe, dibe mîna tivir.

        Sebriyê Zahir piştî wê nexweşiyê 25-30 sal dîsa emir kir, paşê bi qedera Xwedê çû ser heqiya xwe.

                                                                                  Mamoste Marûf

* Navê riwekek zirav û dirêj a  nava wî wek xortim qul û vala ye,

https://mamostemaruf.blogspot.com/2020/05/mehmude-kurd-kurd-e-ne-kurd-e.html      


Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin