5.09.2010
Şîyar be, lo kundê kor, lo kevirê ber dîwaran,
Bala xwe didimê nivîsên dûvdirêj ên di vir de tên weşandin hema bigire qet nayên nîqaşkirin; ez divêm nayên xwendin loma…
Dixwazim li ser referandûmê heta ji min tê kin binivîsim.
Bi qasî ku em pê dizanin bav û kalên me, ji vir du hezar û şeşsed sal berê cara yekem tifaqa xwe kirine yek û ji Kurdistan û Anatolî û Îranê bigirin heta Efxanîstanê bûne desthilatdar…
Dûvre çi diqewime hûn pê dizanin, ji hev belav belavî dibin û di qûntarê her çiyakî de, di her newaleke de, li serê her girekî malbatek bi cih û war dibe, her yek dawe û doza mezinatî, axatî û mîrtiyê yê dike. Her malbatek malbata dî an bi dizî û talakeriyê, an bi xayîntiyê, an bi hovîtî û wehştiyê, an bibêpaxişî û bi qirêjiyê, an bi guhsistiyê sûcdar û tewambar dike. Bi gotinek din her yek xwe “li ser ê dî çêdike”
Xwe çêkirina li ser ê dî, bi hev re ketina ber qayîşê… Encam: Hevkariya newekhevan; bi awakî din; bocikhejandin û çok danîna li ber neyaran….
Ev derûniyeta rizî, ev kesayetiya derizî, ev mejiyê tevizî bi hilweşîna Federasyona Medyayê re wek nexweşiyek bê derman digihîje gelê Kurd …
Ev malkambaxî bû para Sulhedînê mey ê Eyûbî û nehişt ew xwe wek desthilatdarekî Kurd nîşan bide, bo gelê xwe kevirek bide ser kevirek… Nehîşt ew li ziman û çanda xwe xwedîtî bike, qe nebe kêlika xwe bi zimanê dayîka xwe bide nivîsandin…
Ev malwêranî bû ku, kir em di sala 1071’an de, li Kela Milazgirê bi deh hezaran cengawêran li dûv qwîna Alpaslanê Tirkman ketin…
Ev îxanet bû ku, ket dilqê Îdrîsê Bedlisî û mifteyên hemî bajar û sancax û gund û gomên Kurdistanê da destê Yavûzê Xûnxar…
Ev derûniyeta tajîtiyê bû ku kir hin ji me xwe bi Farisan ve, hin ji me xwe bi Tirkan ve bişidînin û li Qesra Şirînê welatê me bikin du par; hela li vê ecêb û gosirmetê, parek jî ne ya me!
Ev cahştî bû ku di sedsala 19’an de, di qirna şiyarbûn û netewbûn û serxwebûn û azadiyê de, ji Osmaniyan bêhtir Osmanîtî, ji Ereban zêdetir Misilmantî kir bû Hemîdiye…
Dîsa ev kesayetiya derizî bû ku di pêvajoya şerê yekemîn ê Cihanê de, di dirêjahiya Şerê Serxwebûna Tirkan de digel ku Dewleta Osmanî ji hev ketibû, dîsa guhsistiya herî mezin kir û li ber bayê nijadperestên Tirkan ket; dawiya dawîn di dema Peymana Lozanê de İsmetê gurê har wek nûnerê hemî Kurdan tayîn û destnîşan kir: Aqûbet: Kurdistan çar par, em di welatê xwe de xulamên hejar…
Dawiya dawîn, Tevgera Azadiya Kurd sih sal berê dora pêşî bi van bênamûsan re, li dijî vê kesayetiya nîvruhî û bi giranî nexweş dest bi şer kir. Piştî 1980’an şervanên azadiyê bûn agir û bizot, bi cendekên dagirkeran ve zeliqîn.
Lê êxbala kor, dagirkeran ew nexweşên kelûxaş derman kirin, bi çek û rext, bi pere û pol, bi ritbe û nîşan kirin bi ser gel û şervanan de şandin.
Ew bûn qoriçî, bûn hîzbula, bûn tîmên taybet. Ên çek nedan destan jî bi van kûçikan re û bi xwediyê wan re hevkarî kirin, bûn xwedî sermiyan, bûn parleman, bûn wezîr, bûn şaredar…
Îjar werin van cahşan tev bidin ser hev; Kurdên hezar sal berê li nasnameya xwe xwedîtî nekirin li Qudsê bi navê umetparêziyê bûn Ereb, li Milazgirê bi heman armancî bûn Tirkman, di sedsala 16’an de bûn Osmaniyên Yavûzperest , di sedsala 19’an de Evdilhemitperest, Li Lozanê Tirkperest, di dema serhildanan de bûn milîs û qoriçî û cerdevan,
Bûn endamên Hîzbula yên kevneperest (ew di salên 90’ de di bin banê
Komelaya Belavkirina Zanistê ( İlim Yyma Cemiyeti)
Weqfa xortên netewyî( Milli gençlik Vakfı; )
Pirtûkxaneyên Mektebê ( Mektep Kırtasiye) de, bi alîkarî û hevkariya
Polîs, artêş û Mît, û jît û jîtem û Tîmên Taybet xebatên xwe dimeşandin…
Bala we dikişîne ev malwêranên Kurdîstanî di pêvajoya REFERANDÛM’ê de bi tevahî bûne yek û dibêjin ERÊ…
Kêm kes ji wan tevlî naxira NAXÊR bûne…
Kurdên êdî bûne netew, ên serbixwe, ên bi xwe bawer, ên dibêjin em “ne ji we, ne ji wan in; em gelekî ji gelên azad in” çi dibêjin?
EM WEK KURD, “MAKEZAGONA KU ME NAS NAKE” NAS NAKIN…
Bi awakî din B O Y K O T…
Niha hin ji van bêhişan, dê bibêjin; ji her dû aliyan kîjan baş be , divê em piştgiriya wî bikin…
mînakên jorîn bibîr bînin:
Di serdema Sulhedîn de xaçparêz xera, Erebên misilman baş bûn…
Di 1071’an de Dîyojen xera, Alpaslan çê bû…
Di 1915’an de Rûs û Ermenî gawir, Tirk misilmanên qenc bûn…
Li Lozanê İsmet ehlê qible, Corc bê dîn û bê îman bû…
Heke ji wan yek rastî we hat jê re bibêjin
Malmîrato, de em bibêjin di wan dewr û dewranên berê de Kurdên xwedî irade tunebûn; bê serî û bê berate û bê rêxistin bûn…
Şîyarbe, lo kundê kor, lo kevirê ber diwaran, edî tu heyî lo…!
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder