4.02.2021

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -9-

 

Şikeft cihanê dide xwiyan û tiştên di nav de her yek qasî yê din ji hev dûr wê ji te re bibe nimûneya avhewa û elementan. Tu yê wek kesra û giregirên dîwana wî tevlî wir bibî.

PÎSAGOR- Zerdeşt ! Beriya ku ez ji te veqetim guh bide vê şîreta min, dibêjim tu yê bi xwe  bibî qurbana ola tu sazûmankarê wê yî.

Şikefta Mîtra

Ez derketim derveyî bajar, hatim ber devê şikefteke gelek tarî ya ez bûm heyraana cihê wê yê ecêb ê lê stêrka  herî geş wê bê pîrozkirin.

Ez bi komeke biçûk a teşevanan re ketibû hindur, min li ber çavên xwe ewçend rêûresm (merasîm) dîtin ku Hişê min ê ewçend  xurt û dilsoz têra tomarkirinê nekir; ji dil dibêjim, ez wan bi tevliheviya li wir serdest bi bîr tînim. Pêşî min li dora kaniyeke aveke  gurr jê diherikî endamên nû yên gewdeyên xwe bi gişkî dişûştin dîtin, wan  alîkî ve jî bo paxişiya giyana xwe bang li Xwedê dikir. Min bala xwe dayê  peywira Hiérophant, bi gotineke din wezîfeya”  bavê razan” bi danîna deqekî eşkere ya  ser singên wan,  Zerdeşt bixwe tîne cih.

 

Ji vê rûmetê serbilind,  min dît wa dixwin vedixwin; nanekî genimî û cêra avê ya nîşana wejînê an ya derbasbûna wan a jiyaneke din e, wekî tava dide ser sala taze dixwiya. Tiştê ku wan di beyt û duyan de digotin ev bû. Nazireke payenizmê bi navnasa Qijikê pîroz,  tacekê bi pozê şûrekî ve kirî pêşkêşî her yekî kir.Her yekî bi heman gotinê ew tişt red kir: taca serê min Mihr e. Di bin kûrahiya şikefta pîroz de jî çavê min bi peykeran  na (Aryen wan di ola xwe de nahewînin) tenê  bi sûretê Mîtra, mêrê ciwanê şûrê Arès di desta de li ser gaboxekî rûniştî ket ku ev jî diyariyeke bo dewreya nû bû.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_52.html


Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin